ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 517,418
画像 105,688
書籍 19,152
関連ファイル 96,431
Video 1,307
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Sehkirina Bahozê - NAGÎHAN AKARSEL
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Sehkirina Bahozê - NAGÎHAN AKARSEL

Sehkirina Bahozê - NAGÎHAN AKARSEL
Sehkirina Bahozê - NAGÎHAN AKARSEL

Bi minasebeta salvegera yekemîn a şehadeta rojnamevan û akademîsyen Nagîhan Akarsel ku 4’ê Cotmeha 2022’yan li Silêmaniyê di êrîşek nemerdane de şehîd bibû, em nivîsa wê ya 27-04-2021’an di rojnameya Yeni Ozgur Polîtîka de hatibû weşandin, careke din diweşînin.
Nîjadkujî binpêkirinek demê ye… Binpêkirina dil, xak û jiyanê ye…Belê binpêkirina dil e. Ji ber ku, “Dil, nîşana cewherê ye. Gulçiçek mirovan jê bigirin, ew mirov wê bijî. Di ser wê re herdu lingên wan, ziravê wan, kezebek (mêlak) wan, milekî wan û pişika wan bigirin; mirov dîsa wê bijî. Belkî ji viya nikarin bêjin jiyan lê dîsa jî dikare jiyana xwe bidomîne. Hinek erkên mejiyê wan tune bikin jî mirov dîsa wê bijî. Lê dilê wan derxînin dê ew mirov di wê kêliyê de jiyana xwe ji dest bide”… Ji ber ku dil ax e, jiyan e… Dil li Kurdistanê gerîla ye.
Nîjadkujî biryarek mişextê (surgun)… Biryara mişext, komkujî û mirinê…Mişext henînivîsa (qeder) mayîna li ber qeraxê…. Mayîna li qeraxa êşê, bêrîkirinê, heskirinê… Fermana destpêka komkujiyê, biryara mirina di dema ku jiyan dike de… Ji bo hestên ku di ser dil re avêtine peydakirina benderekê… Û biryara ku tu caran nekariye bicîh bibe… Bi awayekî hêsan hiştina li ber deriyê derve yê qesra kesên bêrîkirina wan a welat heye… Biryara ku rondikên bi mijulankên şikestî ve hilawistî (daliqandî) mane heta dawiya temenê xwe bi rijîne… Biryara xemgîn û şermokhiştinê…
Nîjadkujî rêbaza yekemîn û bingehîn a tifaqa zilamên xiyanet li jinê kiriye. Hun dizanin ew rêbaza Marduk ku dema xiyaneta dijî Tîamat plan dikir ev şert derxistibû pêş; “Pêwîst e di ser gotina min re gotinek neyê gotin, pêwîst e navên xweda û xwedawendan li min bên kirin”… Yekemîn çîroka nîjadkujiya ku dema şikestina yekemîn a di navbera jin û zilam de bi awayekî mîtolojîk tê vegotin de derdikeve pêşiya me… Çîrokek ku bi sitemkarina jin û xwezayê dest pê dike, bi bêçaretiya zilamê li derveyî zilamtiyê maye kûr dibe û îfadeya zîhniyetek ku gav bi gav tevahiya civakê heta tevhiya malikên wê (hucre) dîl digire…
Û ev çîrok ji Sumer, Babil, Akad û Asûran dest pê kir, heta roja me ya îro hat. Dil hatin binpêkirin. Mişextî qet xilas nebûn… Zîhniyeta xwe bi dewleta netewe re veguherî sazîbûnê. Bi afirandina yên din re hebûna xwe domand. Di serdema fezayê de jî be, dest ji zîhniyeta tunekirinê û stratejiya stemkariyê ku hinceta hebûna wê ye berneda. Tunekirina tevahiya alternatîfên felsefî, siyasî û çandî yên baweriya xwe bi wateya gerdûnê tînin û ji vê wateyê azadiyê di dawerînin, wekî hinceta hebûna xwe hesiband.
Lê belê ev hebûn hejiya. Karên wê wekî ku wê dixwest nemeşiyan. Niha ditirse, pir ditirse. Sehkirina bahozê bi hevoka “Kurdistan mêtingerî ye” dest pê kir. Ji ber ku di vê hevokê de pêvekirin, tunekirin, înkar û xiyanet hebûn. Tenkîd, tehdît, tecrîd… Û berhevkirina hemûyan nîjadkujî. Rêber Abdullah Ocalan li hemberî vê yekê doktrîna rêxistinkirin, îradebûn û dijderketina cîhanê wiha ava kir…
Li ser bingeha têkoşîna xwe ya dispêre yekitiya gelan, jiyaneke girêdayî demokrasî, ekolojî û azadiya jinê neqişand. Dest ji baweriya li hemberî jinê berneda. Got; “Her gihayek li ser koka xwe şîn dibe”, Şoreşa Rojava çêbû. Îradeya Mezopotamya û Anatolyayê bû yek, bû HDP. Gerîla ji Zagrosan heta Andokan xaka xwe gav bi gav bi cewhera jiyana xwe av da. Wekî darek Banyanê ku rehên xwe zêde dike mezin bû û bû wijdana cîhanê. Û vê wijdanê milîtanên enternasyonalîst ên têkoşîna azadiyê afirandin. Zindanan her tim karibû bibin hêza pêşeng a demên herî xeternak.
Hevoka “Biryara Nîjadkujiyê” sehkirinek bahozê… Rastî…Ev biryar ji dema ku tunebûna Kurdan xistine nava xerca hebûna dijmin û heta niha heye. Ev niha di sînorek kritîk de ne. Kêr li ser hestî ye. Ji bo tolhildana nirxên me yên ji bo ku bi cehwera axê re nebin yek li ser peyarêyan hatine nijînandin (li ser hatine barkirin), bi rêya postexaneyê xistine hembêza me, dayikên me yên li kolanê xwîna wan diherike, zarokên me yên di bin panzêran de diperçiqin, axa me ya hatiye ilhaqkirin (pêvekirin) û daristanên me yên tên şewitandin em bi fersendek dîrokî re rû bi rû ne. Konsepta (plan) ku li Metîna, Zap, Avaşîn, Şengal, Qamişlo, Kobanê, Kirmanşan, Silêmanî û Amedê ketiye meriyetê konsepta êrişa giştî ya dewletên netewe ye… Gerîla bi zanebûna vê yekê şer dike. Şerê gerîla encama wê ye. Viya dizane, pir baş dizane. Ji ber ku dil li Kurdistanê gerîla ye. Dil raweste wê jiyan raweste. Ji bo ku em dilê xwe biparêzin, em di “dema azadiyê” ku di aliyê civakî, siyasî, zanistî de çi ji destê me were ew wê bikin de ne.[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは456表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://hawarnews.com/ - 10-10-2023
リンクされたアイテム: 6
グループ: 記事
Publication date: 03-09-2023 (1 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 女性
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 10-10-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 10-10-2023
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 10-10-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは456表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 517,418
画像 105,688
書籍 19,152
関連ファイル 96,431
Video 1,307
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.312 秒(秒) !