图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,478
图片 106,123
书籍 19,170
相关文件 96,504
Video 1,308
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Di salvegera êrişa li ser Kobanê de şerê topyekûnê li dijî gelê herêmê didome -1
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Di salvegera êrişa li ser Kobanê de şerê topyekûnê li dijî gelê herêmê did...

Di salvegera êrişa li ser Kobanê de şerê topyekûnê li dijî gelê herêmê did...
=KTML_Bold=Di salvegera êrişa li ser Kobanê de şerê topyekûnê li dijî gelê herêmê didome -1=KTML_End=
#KOBANÊ# -CUMA MIHEMED

Dengê şerên li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji destpêka çirûska şoreşê ve, kêm nebûye. Herêm di gelek pêvajoyan re derbas bû. Herî balkêş, êrişên berfireh ên çeteyên DAIŞ`ê beriya 9 salan li dijî Kobanê bû. Ev êriş, xelekeke şerekî giştî ye ku hîna bi dawî nebûye ji ber ku projeya li herêmê tune nebûye.
Di her gavekê de ya Şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku 19`ê Tîrmeha 2012`an dest pê kiriye, şer hebû. Destkeftiyên gelê herêmê li kêfa aliyên dijber neçû, ji ber wê her tim hewl dan wê têk bibin.
Şerê Kobanê ku îro em behsa salvegera wê ya 9`an dikin, 15`ê Îlona 2014`an dest pê kiriye, xelekeke şerekî ragihandî li dijî herêmê ye. Lê ne yê yekane ye.
=KTML_Bold=JI ŞÊXMEQSÛD HETA SERÊKANIYÊ Û KOBANÊ=KTML_End=
Destpêka êrişan ji taxa Şêxmeqsûd a Helebê bû. Payîza 2012`an komên çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi armanca dagirkirinê êriş taxê kir. Lê berxwedana xelkê wê, ew hewlsan têk birin. Tevî wê jî êriş li dijî taxê ranewestiyan.
Piştî wê bi çend mehan, çeteyên Cebhet El Nusa (Heyet Tehrîr El Şam) bi armanca dagirkirinê û tunekirina destkeftiyên şoreşa 19`ê Tîrmehê êriş Serêkaniyê kir. Lê serhildana xelkê bajêr û piştgiriya berfireh a ciwanên Rojava, ew êriş piştî destpêkirina şer bi çend hefteyan bi bin ketin.
Di wê navberê de, çeteyên Artêşa Azad, Cebhet El Nusra û DAIŞ`ê li derdora kantona Efrîn, Kobanê, kantona Cizîrê (wê demê), êrişên cuda pêk dianîn. Ji gelek eniyan ve êriş dikirin. Lê dîsa jî bi bin diketin. Dawiyê DAIŞ`ê hêza xwe kom hev kir û ji sê eniyan ve êriş kantona Kobanê kir.
CENGA ÇARENÛSÎ YA KOBANÊ
15`ê Îlonê DAIŞ`ê bi tank û hêzeke mezin a çek û çeteyan, êriş gundê Teilk ê rojavayê kantona Kobanê kir. Dûre bi rojekê, DAIŞ`ê li eniyên başûr, rojhilat û rojava jî êriş kir û ber bi Kobanê ve hat.
Wê demê DAIŞ, bi hêz bû. Bajarê Musilê ku duyemîn mezintirîn bajarên Iraqê ye tevî rûberên berfireh ên Iraqê dagir kirin. Her wiha Reqa jî dagir kir û ji destê Firqeya 17 û Lîwa 93 bir û bi dehan tank û miqdareke mezin a cebilxaneyê destser kir.
Wê demê piştî ku DAIŞ`ê Xîlafeta Îslamî li Musilê ragihand, nêrîneke wisa derket ku DAIŞ`ê bi bin nakeve. Tu hêz li pêşiya wê ber xwe neda. Di nav de artêşa Iraqê û ya Sûriyeyê. Her wiha rûberên berfireh ên her du welatan ku zêdetirî 200 metredam bû, dagir kir û sînorên di navberê de rakir. Ev rûber nêzî rûbera Brîtanyayê ye.
Lê li Kobanê hevkêşe hate guhertin. Piştî 12 rojan a destpêkirina êrişê, DAIŞ gihaşt derdora bajêr, piştî ku piraniya gundên li derdora bajêr dagir kirin. Yên bûyer û geşedanên wê demê dişopand, digotin çarenûsa Kobanê heman e. Lê şervanên parêvanên Kobanê, êrişa DAIŞ`ê li kolanên bajêr têk birin. Dûre şerê kolanan ê nehevseng dest pê kir.
5`ê Cotmeha 2014`an bû, DAIŞ derbasî taxên Kobanê bû piştî ku girê Meştenûrê yê stratejîk kontrol kir. Lê şervanên li bajêr kom bûne, ji nû ve xwe bi rêxistin kir û dest bi erkeke negengaz kir.
Lê belê, nîşaneyên pêşîn ên berxwedanê xuya bûn dema şervanên YPG û YPJ`ê, li rex sazûmaniyên leşkerî yên Artêşa Azad ku wê demê bi yekîneyan re Odeya Operasyonên Volkana Kobanê ava kir. Êdî cîhan, helwest nîşanî berxwedanê da û tîrejeke hêviyê hilhat a ku bû bingeha berxwedana li hember DAIŞ`ê û tunekirina wê.
Berxwedana parêvanên Kobanê dehf da Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî DAIŞ`ê ku êrişên hewayî li dijî bendên çeteyan ên li Kobanê û derdora wê bikin. Lê DYA`yê ku serkêşiya koalîsyonê dike, li ser zimanê berdevkê Wezareta Parastinê yê wê demê John Kirby got: “Darbeyên hewayî tenê têrê nake û Kobanê xilas nake. Divê artêş hebin ku DAIŞ`ê tune bikin.”
Bi destpêkirina êrişan re, Rêber Abdullah Ocalan, ji bo parastina Kobanê seferberiya giştî ragihand. Bajarên Kurdistanê li her çar parçeyên serî hildan, ciwan berê xwe dan Kobanê. Çek hildan û li rex parêzvanên bajêr, li hember êrişên çeteyan li ber xwedan. Li bajarên Bakurê Kurdistanê ku di 7-8`ê Cotmehê de serî hildan, banga piştgiriya Kobanê kir.
Roj bi roj, piştgirî ji berxwedana Kobanê re zêde bû û 1`ê Mijdarê wek roja piştgiriya berxwedana Kobanê ya cîhanê hate ragihandin. Li gelek bajarên cîhanê xwepêşandanên piştgiriyê li dar ketin. Di wê demê de parêzvanan, êrişên xwekuj, yên bi tank û erebeyên bombebarkirî têk dibirin û amadekariya şerekî dij, dikirin.
=KTML_Bold=PIŞTGIRIYA TIRKIYE YA JI BO DAIŞ`Ê=KTML_End=
Ji destpêka derketina DAIŞ`ê li Iraq û Sûriyeyê, navê Tirkiye wek piştevanê malî û îstixbaratî derket pêş. Diyar bû ku DAIŞ bi awayekî mezin sûd ji koordîneya bi Tirkiyeyê re girtiye. Dewleta Tirk sînor li pêşiya derbasbûna bi hezaran kesên ji seranserî cîhanê hatine ji bo ku tev li DAIŞ`ê bibin, vekir.
Balafirgeha Stenbolê, bajarê Dîlok (Entab), Ruha (Şanli Orfa) yên Bakurê Kurdistanê, bajarên Cerablus, Raî, Girê Spî, ji bo kesên dixwazin tev li DAIŞ`ê bibin, bi koordîneya artêş û îstixbarata dewleta Tirk, vekirî bûn.
Li bajarên Tirkiyeyê yên nêzî sînor, DAIŞ`ê mêvanxane vekirin ji bo kesên ji derve tên pêşwazî bike û tev li komên xwe bikin. Ew kom şandin Sûriye û ji wir şandin Iraqê. Nexweşxaneyên Tirkiyeyê rojane, birîndarên DAIŞ`ê pêşwazî dikirin û ew derman dikirin. Desthilata Tirk, bi DAIŞ`ê re bazirganiya petrolê kir ku jêdera malî ya mezin a DAIŞ`ê bû.
2`yê Kanûna 2015`an wekîlê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Anatoly Antonov aşkera kir ku destpê malbata serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan rasterast di bazirganiya petrolê li gel DAIŞ`ê de heye. Antonov wê demê got: “Li gorî agahiyên li ber dest, di asta fermandariya siyasî ya welêt de destê Recep Tayyîp Erdogan û malbata wî, di van kiryarên bazirganiyê yên sûcdar de heye.”
Armanca DAIŞ`ê, dagirkirina seranserî sînorên Sûriyeyê bi Tirkiyeyê re bû. Ji ber wê êriş Kobanê kir lê planên dagirkeran rûbirûyê berxwedaneke mezin bû û piştre bi bin ket.
Piştî 134 rojan, parêzvanên Kobanê, bajar rizgar kir û çete bi temamî jê derxist. 26`ê Çileya 2015`an rizgarkirin û paqijkirina bajêr bi temamî ragihand. Dûre berê xwe dan rizgarkirina gundan.
Di çend mehan de, şervanan tevahî gundên bajêr rizgar kirin, bajarok û bajarên DAIŞ`ê ji xwe re kiribûn navend û ji wir êriş Kobanê dikir, rizgar kir. Mîna bajarokê Sirîn, El Şiyûx û bajarê Girê Spî.
(şx)
ANHA
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览867
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://hawarnews.com/ - 10-10-2023
挂钩项目: 38
文章
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 14-09-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 10-10-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on10-10-2023
此产品最近更新( سارا ک ):10-10-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览867
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,478
图片 106,123
书籍 19,170
相关文件 96,504
Video 1,308
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!