图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,083
图片 106,530
书籍 19,256
相关文件 96,988
Video 1,384
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Zerdeştî Ezdayetî Pênûs Dehaq
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Zerdeştî Ezdayetî Pênûs Dehaq

Zerdeştî Ezdayetî Pênûs Dehaq
=KTML_Bold=Zerdeştî Ezdayetî Pênûs Dehaq=KTML_End=
Can Seker

Ez dixwazim gengeşiya li ser mijara zerdeştî û ezdatiyê bi çend rapor û çavkaniyan berdewam bikim.Di vê gengeşiyê de li ser hinek xalan, min û birêz Receb Dildar li hev nekiriye. Lewra jî ez ê hewl bidim ku li ser xalên me li hev nekirine, hin dîtinên xwe li gel çavkaniyan ji mêvanên malpera Amîdayê re pêşkêş bikim. Li gor birêz Dildar:-Baweriya zerdeştî di nav Kurdan de belav nebûye-Êzdîyatî û zerdeştî du dînên ji hev cuda ne.-Êzdîyatî ne berdewama zerdeştiyê ye-Di zerdeştiyê de zor û zixt heye an na-Kawayê Med Astîyag Azidehak e, Kralê Ahamenda Kurus jî Kawaye hesinkar e.Di serî de ez ê bi rîwayetek dest bi niqaşê bikim, da ku bingehek çê bibe.Keçikek gelek bedew û jîr, bawermenda yek ji her sê olen semawî bûye. Rojek xortek gelek bedew ku çavên meriv jê nabe, tê bajarê wan. Xort wisa xweşik e ku hiş ji serê keçên bajêr dibe. Herkes wî bi tiliyan nîşan dide. Lê kes nizane ev xort kî ye, ji ku ye. Rojek keçika semawî rastî vî xortê bedew tê û jê pirs dike; Gelo tu kî yî? Xort bersiv dide; Ez Azazîl im ê ku hûn jê re dibêjin Şeytan. Kecik ji xwe re mat dimîne û dibêje: Di her çar pirtukên me yên pîroz de (Tewrat, Zebûr, Incil û Quran) tu gelek xerab û ne rind têyî nîşandan. Ev şeklê te yê rast e an na? Xort bersiv dide: Belê, keça delal ez bi Xwedayê şev û rojê kim ev şeklê min ê xas û aşkere ye, tu niha min çewan dibînî ez wisa me. Û berdewam kir: Heger ku pênûsa meriv di destê dijminê meriv de be û bixwazê kîjan şekil û şemal û kesayetî bide meriv, dê bide. Her tişt mayê li ser bext û ucdanê dijminê meriv. Ez bawer im ev rîwayet dê zingînî ji serê gelek kesên kurd bibe, lewra pênûsa me, ji dema berê heta niha di destê nijadperestên faris, ereb, tirk û dijminên din ên kurdan de bûye. Hubra pênûsa wan ji xwîna gelê kurd e. Hin ji wan dinivîsin ku kurd arperest in, çîyayî ne, nezan in û belengaz in. Hinekên dî dinivîsin ku kurdên bi qemçik ji xwe di koka xwe de ew ne mirov in, nîv ajel in. Pênûsa hinekan jî dinivîse, bapîrên kurdan cin in. Hinekan em birin pişt Çîyayê Qaf, li ser axa me jî konên xwe vegirtin, li nav rûniştin û di bin sinbêlan de bi me keniyan. Bi ser de jî nakokî kirin navbera me û me bi hev dane kuştin. Ji nakokiyan wek nimûne: Zerdeştî ne ola kurdan e, êzîdî ereb in, Dimilî (zaza) ji benda tirkên oxuz in û ne kurd in. Kurdî zimanekî xwedî 300 gotinî ye, kurdî lehçeyek farisî ye hwd. Hin nivîskarên me jî bi nezanî serî li nivîsen ku li hember kurdan hatine nivîsîn didin û wana wek çavkanî nîşan didin. Wek nimûne; Astîyagê Medî dehak bi xwe ye! Ev çavkanî ji pênûsa yekî nijadperestê ermen hatiye girtin. Di pirtûka Pasagen (Onbinlerin dönüşü) de qala (karduxan) kurdan, ermenan û romayiyan tê kirin. Di wir de bi awayekî vekirî em dibînin ku kurd û ermen di wê demê de dostên hev nînin. Ermen zêdetir hevalbendiya parsan dikin. Dîsa em di pirtûka Pasagen de dibînin ku çewa bi awayekî hovane kralê ermenan Tîgran, kralê karduxan Gordenyê Zerben û malbata wî qetil dike. Xuya ye ku ev diroknasê ermen jî li ser şopa bav û kalên xwe Tigran dimeşe û dîroka kurdan berevacî û qetil dike. Êdî zikê kurdan ji van tewanbarkirinan û nivîsan têr e. Heta ku pênûsa kurdan nekeve destê kurdan, dê herkes bi kurdan henek û yariyên xwe bike.De werin em hemû guhdariya kurdekî ku pênûsa wî di destê wî bi xwe de ye bikin û bibînin ka Dehak kî ye? Zerdeştî olek bi zor û zext e an na? Bingeh û wekheviya herdu olên kurd zerdeştî û ezdatî çi ne? Avesta bi kîjan zimanî hatiye nivîsîn? Pirtuka Aryan uygarliklarindan Kurdlere nivîskar birêz Selahaddin Mihotulî:Di zerde?tîyê de zor heye?Tê texmîn kirin ku di sala 800î bz. de zerdeştî derketiye holê. Zerdeştî tu carek zor li hember olên ji derveyî xwe nekirine û olen din jî red nekirine. Hezkirin, karkirin, wekhevî û başîtî di bingeha vê olê de esas in. Mirov, di vê olê de pîroz in, loma jî zor û zixt di vê olê de nîne. Di feylosofiya zerdeştî de xêr û şer hene. Xêr û şer ne tenê di ruh de, herweha di materialan de jî hene. Meriv bi iradeya xwe ya azad di xêr û şerê de cih digre. Dê rojek başîtî bi ser bikeve û xerabî ji holê rabe. Zerdeştî, olek zanistî û mirovahî ye, loma jî feylozofê mezin ê Alman Fredrik Nizteche di pirtuka xwe ya bi navê (Zerdeşt wer digot) Also spracht Zarathustura de ji devê Zerdeşt bi rengekî helbestî û feylosofî ji me re pêşkêş dike.Zerdeştiyan tu carî kesî nedane zorê ku ola xwe bi wan bidine qebulkirin. Di salên 400-500î bz. de piştî zerdeştiye olên bi pir xwedawendi car din hatin dîtin û gelekan xwestin ku fikr û ramanên olên xwe di nav zerdeştiyê de bi cih bikin. Kralê Ahamendiyan Kurusê duemîn xwedawend Marduk nîşan dide ku dagirkeriya xwe meşru bike. Darayê yekemîn jî dibêje ez li ser daxwaziya Ahûra Mazda bûme kral.Avesta bi kîjan zimanî hatiye nivîsîn û ji aliyê kê ve hatiye şewitandin?Avesta bi zimanê arî-med bi zaravayê zend hatiyê nivîsîn û bi navê zend-avesta hatiye naskirin. Ev pirtûka pîroz di gelek deman de tahribat lê hatine kirin. Dema Helenîtiyê de ji alî Romayiyan ve û di dema hatina îslamê de jî avesta hatiye berhevkirin û şewitandin. Ji ber vê yekê jî, orjinalê zend-avesta tune. Vê paşiyê, orjînalên ku hatine dîtin û tiştên ku di bîra rahîban de mane bi zimanê pahlewî car din hatine nivîsîn. Di şewitandina zend-avestayê de Îskenderê mezin ê Romayî û fermandar û xelîfê îslamê Omerê kurê Xetab Ibni-vakkas tên tevanbarkirin.Zerdeştî û ezdayetî; têkili û bingeha van herdu olên kurd bi hev çi ne?Ezdayetî di bin sîya îslamiyetiyê de ji aliyê sofî û tasavvufkarê mezin Şêx Adiyê Musafir ve hatiye reformkirin. Ji ber ku bingeha ezdayetî û zerdeştiyê yek e, ezdayetî di nav îslamiyetê de di bin barê giran de bûye û nehatiye pejirandin û reh nedaye. Di ezdayetiyê de Roj û Agir du tiştên bingehîn in. Esasek din jî Teyrek e, ku di baweriya ezdayetiyê de çîya ji pûrta wî û hewa jî ji hilma (nefes) wî afirî ne. Ev Teyr gelek bi tirs û xof e, loma jî bi melekê mewtê Azrail re dikin yek, ango wisa tê naskirin. Ji ber ku jê tê tirsandin û navê wî nayê gotin, navê tawus lê hatiye kirin. Peykerê vî teyrî qet jî diruvê teyrê tawus lê naxe. Hinek ji vî teyrî re dibêjin Teyrê Sîmir, ku di mitolojiya kurdan de cîhek giring digre. Ji bo ku melekê Tawus rihan distîne, di nav ezdahiyan de bi tirs û xof û loma ji êzî ji melek ê Tawus re rêz digrin û pirê caran ew bi nav jî nakin. Di zerdeştiyê de Ehrîman heye û freştehê mewtê ye. Di îslamiyetê de jî ehrîman û melekê tawus wek hev têne dîtin û ola ezdayetiyê tevanbar dikin. Bi dîtina min ehrîman û meleke Tawus du tiştên gelek ji hev cuda ne.Gelo Kawayê Medî Astîyages Dehak e? An Kurusê mezin ê Ahamendî Kawayê hesinkar e?! Emê dîsa herin cem birêz Mihotulî, ka di vî warî de çi nivîsiye:Di Şahnamê de Fîrdewsî dîyar dike ku Dehak ereb bû, hezar sal jîya û bajarê wî li qerexê çemê Diclê bû. Ev tarîfa Fîrdewsî di dîrokê de asuriyan tîne bîra meriv ku di dîrokê de împaratorîya wan bi xwîna gelan û hezar sal domiya ye. Em dizanin ku paytexta asûriyan a pêşîn Asûr e û paytexta herî dawîn jî, Nînova ye ku herdu paytext jî li qerexê çemê dicleyê ne. Herweha em dizanin ku ereb jî xelkek samî ne û bapîrên wan (proto-ereb) Asurî ne. Kawayê Medî Keyakser paytexta yekemîn Asurê, pişt re jî Ninovayê di sala 612ê bz. de ji destê Asûriyan derdixe û bi wê buyerê jî, nave Medan bêmirin dike. Bi stendina Ninovayê re kurd li çîyayan û cîhên bilind agir pêdixin û hev agahdar dikin û şahî dikin. Ev îşaretên Newrozê ne. Li gor Heredot (bavê dîrokê) Deoikes 728-673 bz. eşîrên Medan hemû anîn cem hev û li hember Asuriyan şer kir. Li gor Heredot, Deoikes yekî gundî bû û bi îhtîmalek mezin hesinkarî dikir. Di sala 673 bz. de kurê wî Fraortes (Ferhad) ket ciyê bavê xwe. Wê sale kralê asûriyan Asarhaddon bajarê Khorayê talan kiribû. Fraortes bavê Keyakser e û Keyakser jî bavê Astîyag e.. Wek ku tê dîtin Dehakê kralê Asurîyan Asarhaddon bi Dehakîyê û Kawayê Medî Keyakser bi Kawayê hesinkar hatiye sembolkirin.Xanna Omerxalî dersdara Zankoya Georg-August- Göttinge, beşê Irannasî. Birêz Xanna raporek li ser êzdîyatiyê nivîsiye û rapora wê li cem min heye. Ger ku xwendevan bixwazin ez dikarim ji wan re bi rêya e-mailê bişînim. Min kopiyek ji redasiyona amidakurd.comê re jî şandiye. Rêvebirên amidakurd.comê xwestîn ku pêşiyê rapora birêz Xanna biweşînin, lê beriya wê jî divê jê desturê bigirin, loma jî dikare hinek wext bigire heya di malperê de bê weşandin. Ez ê hinek ji lêkolînên birêz Xanna ji we re bi rêz û bêz bikim ku di raporê de bersivên pirsên birêz Dildar jî heneHeta hatina dînê îslamê, li ser erdê Kurdistanê piranîya kurdan şopedarên (dûketiyên) êzdatî û zerdeştiya klasîk bûne. Tê dîyarkirin ku bingeha dînê êzdatiyê, divê di nav dînê civaka Îndo-Îranî de bê lêkolandin. Ji ber ku di êzdatiyê de tomeriya fikrên Îndo-Îranî yên kevn esas in ku bi fikrê Îndo-Arî ve nêzîkê hev in. Gotina êzîd, kifş e, ku ji gotina Avêstayê ya „yazata tê. Gotina „yazat jî ji koka gotinên Îraniya kevin *yaz- tê, ku fêlnîşê gereke ye (–a + ta- → yazata-), ew, ku gere bê hebandinê.Roj û Agir wek nîşaneya wekhevbûna êzdîyatî û zerdestîyê dihate dîtin. Ji her aliyan ve eyankirina her du dînan destûr dide wekî em bêjin ku êzdîyatî û zerdeştî ne tenê gelek nêzîkî hev in , lê belê koka wan jî yek e.Taybetiyên mîna hev, ji aliyên baweriyan de gelek in û her wisa dogmayên mîna hev jî herdu dînan de gelek in. Bo nimune; duayên her roj pênc caran ku di îslamê de heye, ji zerdeştiyê hatiye. Edetê înîtîyatîon û nîşanê fiqekirinê jî di herdu sistemê dînan de angorî hev in; kirasê spî yê binî di herdu dînan de û cem êzdiyan pêsîra gulover ser kirasê de ku dibêjinê grêban û cem zerdeştiyan jî ser kirasê de cêbik ku dibêjinê girêvan.Objeyên eslî yên hebandinê di êzdiyatî û zerdeştiyê de ev in: agir û av.Bona êzdiyatiyê di dîrokê de faktorek gelek ferz û girîng Şêx Adî û ulemê wî bû ku navbera salên 1073 û 1162 yan de dijiya. Di wextê wî de êzdiyatî ji gelek aliyan ve hatiye reformekirinê.Me di vê mijarê de cîh da du lêkolînvanên xwe yên kurd, Birêz Selahaddin Mihotulî û birêz Xanna Omerxalî. Û ji pirtûka pasagen On binlerin dönüşü hinek mînak dan.Ez jî, ji hemû xwendevanan re û bi taybetî jî, ji birêz Receb Dildar re spasiyên xwe pêşkêş dikim.Li gel silavên germ
Can Şeker
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览589
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 08-10-2023
挂钩项目: 19
小组: 文章
Publication date: 17-07-2007 (17 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 08-10-2023
本文已被审查并发布( زریان سەرچناری )on09-10-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览589
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,083
图片 106,530
书籍 19,256
相关文件 96,988
Video 1,384
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!