کتاووخانه کتاووخانه
مِنِی کردن(گێردین)

 کوردی پدیا کەڵنگتەرین بنچەک چەن زوون دار أڕا زانستەنیەل کؤردیە!


Search Options





مِنِی کردن(گێردین) ترەختی کریا      تەختە کلید


مِنِی کردن(گێردین)
مِنِی کردن(گێردین) ترەختی کریا
کتاووخانه
نامنامەی کردی
کرونولوژیا از وقایع
بنچەکەل(سەرکەنی=سرچشمە)
وەرینە(پێشینە)
کووکریائەل(گردآکریائەل)کاربەری
کارەل(فعالیتەل)
چؤی مِنِی کەم ؟
انتشار(بەشآکرن)
Video
ڕزگ بەنی(دەسە بەنی)
بەخش بەختەکی!
کِل کِردِن
 مەقاڵە کِل کە
عەسگێ کِل کە(ڕئ کە)
Survey
قسەل(گەپەل) هۆمە
تماس
چه نوع اطلاعاتی را که ما نیاز داریم!
إستانداردەل
 إگرەک بینەل استفاده
 کیفیت بەخش
 أبزار
دەربارە
Kurdipedia Archivists
 درەباره ایمە چە مووشن !
اضافه کوردیپیدیا به وب سایت شما
اضافه کردن / حذف ایمیل
آمار مهمان
 آمار بەخش
 فونت چاوواشآکەر(مبدل)
 تەقویم چاوواشآکەر(مبدل)
زبان و گویش از صفحات
تەختە کلید
پیوەندەل خوو(خاس)
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
زبان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
 سامانە مإ
ورود به سیستم
هامیاری أگەرد هۆمە
رمز عبور خود را فراموش کرده اید!
مِنِی کردن(گێردین) کِل کِردِن  أبزار زبان  سامانە مإ
مِنِی کردن(گێردین) ترەختی کریا
کتاووخانه
نامنامەی کردی
کرونولوژیا از وقایع
بنچەکەل(سەرکەنی=سرچشمە)
وەرینە(پێشینە)
کووکریائەل(گردآکریائەل)کاربەری
کارەل(فعالیتەل)
چؤی مِنِی کەم ؟
انتشار(بەشآکرن)
Video
ڕزگ بەنی(دەسە بەنی)
بەخش بەختەکی!
 مەقاڵە کِل کە
عەسگێ کِل کە(ڕئ کە)
Survey
قسەل(گەپەل) هۆمە
تماس
چه نوع اطلاعاتی را که ما نیاز داریم!
إستانداردەل
 إگرەک بینەل استفاده
 کیفیت بەخش
دەربارە
Kurdipedia Archivists
 درەباره ایمە چە مووشن !
اضافه کوردیپیدیا به وب سایت شما
اضافه کردن / حذف ایمیل
آمار مهمان
 آمار بەخش
 فونت چاوواشآکەر(مبدل)
 تەقویم چاوواشآکەر(مبدل)
زبان و گویش از صفحات
تەختە کلید
پیوەندەل خوو(خاس)
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
ورود به سیستم
هامیاری أگەرد هۆمە
رمز عبور خود را فراموش کرده اید!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارە
 بەخش بەختەکی!
  إگرەک بینەل استفاده
 Kurdipedia Archivists
 قسەل(گەپەل) هۆمە
 کووکریائەل(گردآکریائەل)کاربەری
 کرونولوژیا از وقایع
 کارەل(فعالیتەل) - کؤردی پدیا
 کمک
 بەخش نوو(جەدید)
 کتاووخانە
بۊش کامە وەرزی؟
30-09-2023
زریان سەرچناری
 کتاووخانە
گوڵدەم سۊر
18-12-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
 کتاووخانە
سەرەوژێری
17-12-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
موحسن قەیسەری
01-10-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
 کتاووخانە
هۊرد کەم
20-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
مەهوەش سولێمانپوور
19-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
کەژال وەتەنپوور
18-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
 کتاووخانە
واژا
18-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
مازیار نەزەربەیگی
17-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
ئەفشین غوڵامی
12-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
آمار
 شؤمارە مەقاڵەل 519,142
 شؤمارە عەسگەل  106,480
 کتاووەل 19,249
فایل های مرتبط 96,940
Video 1,379
 مەقاڵەل گؤجەر
وتوێژ تایبەت وەگەرد حسام لو...
 مەقاڵەل گؤجەر
چیرۆکی مسافرکیش لە ئێحسان ن...
 کتاووخانە
واژا
 مەقاڵەل گؤجەر
باشوور و بنەڕەتەل یەکاگرتن ...
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
موحسن قەیسەری
EHLAQÊ ZANISTÊ Û BÊEHLAQÎYA MÊTÎNGERÎ
ڕزگ(دەسە):  مەقاڵەل گؤجەر | زبان مقاله: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ارزیابی مقالە
نایاب
عالی
متوسط
بد نیست
بد
اضاف کردن أ کووکریال
نظر خود را در مورد این مقاله بنویسید!
پێشینە(وەرینەل) بەخش
Metadata
RSS
به دنبال تصویر رکورد انتخاب شده در گوگل
به دنبال رکورد انتخاب شده در گوگل
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0
EHLAQÊ ZANISTÊ Û BÊEHLAQÎYA MÊTÎNGERÎ
 مەقاڵەل گؤجەر

EHLAQÊ ZANISTÊ Û BÊEHLAQÎYA MÊTÎNGERÎ
 مەقاڵەل گؤجەر

=KTML_Bold=EHLAQÊ ZANISTÊ Û BÊEHLAQÎYA MÊTÎNGERÎ=KTML_End=
xerzî Xerzan

Berîya vê nivîse de me gelek caran behsa mijara “ berovajîkirina dîroka  gelê kurd ji hêla biyanî û dagirker-mêtîngeran ve “ kiribû û her diçe, li gel bidestxistina çavkanî û agahîyên balkêş û kêrhatî, baş e ku mafdarbûna  me a bikaranîna vê gotinê dertê meydanê. Lewra, biyanî û bi taybetî dagirkerên axa Kurdistanê, di hêla lêpkirin û manûpîlekirina dîroka rast de gelek hoste ne û veşartina wan a rastîyan , êdî  bi pêşketina lêkolînên di warê kurdnasî û dîroknûsîya kurdî de, yek bi yek tên betalkirin. Di vê nivîse de jî armanca me a sereke dîsa “ betalkirina derew û fetlên (qaşo) lêkolînerên biyanî û dagirkeran “ û her wiha “ derxistina rastîyên dîrokî li ronahîyê “ ye.  Ji ber vê yekê, di serî de  em ê li ser sedemên van çewtkirinan nesekinin û di dawî de em ê xwe bispêrin nêrin û şîroveyên kesayetî yên xwendevanan. Ew dê bi xwe biryara xwe bigrin û sedemên van “ derewan “ ji bo xwe binirxînin bê guman. Belê, mijara me vêca ne yek e. Em ê du mijarên ku bi hev re girêdahî ne pêşkêşî xwendevanan bikin. Meseleya me dişibe meseleya camêrê ku zarê wî çênedibû û ji ber vê destên xwe ji Xwedê re vekiribû û xwestibû ku zarokek bide wî û hevjîna wî. Û ewî ew çend ji dil dia kiribû ku, îcar Xwedê şûna yekî de cêwîk  kiribû nesîbê wî û malbata wî. Belê; Mijara yekem: Şerê Melazgir û rastîyên wê Demek dûv û dirêj e hişê me li ser dîroka Merwanîyên kurd bu, ên ku di sedsalên 10 û 11-an de li beşek mezin a Kurdistanê desthilatdar bûn. Ji bo vê mijara giring, me berê xwe da çavkanîyên dîroknûs û bûyêrnûsên serdemên Îslamê. Lê mixabin, bi hêsanî tê fêhmkirin ku hema bibêjin tevahîya van zanyaran hev du dûbare kirine û carna jî anegorî desthilatdarên wê demê tomarîyan pêk anîne. Her çi qas hin ji wan xwestibin biehlaq tevbigerin jî, dîsa şert û mercên wê demê nehiştine ku rastîyên dîrokî  qeyd bikin. Ji nivîs û şîroveyên wan ev yek xweş xuya dibe. Bi zimanek şermoke carna rastîyên civak û demê nivsandibin jî, ew rastî di berhemên wan de wek krîpto (şifre) hatine veşartin û kesê ku ji bûyêr û qewimînên dîrokî yên kronolojîk ne serwext be,  ne pêkan e ku gotinên wan têbigîhe. Ya dilê mirov diêşîne ew e ku, dîsa mixabin gelek ji wan zanyarên navdar  esilkurd bûne ( weke Ibn’ul Ezrak û Ibn’Ul Esîr û hwd.), lê tevî vê rastîyê, dîsa anegorî  daxwaza desthilatdarîya demê û anegorî       “ nêrîna fermî “ berheman afirandine, weke ku di dema me a nûjen de jî mixabin wisa ye.  Li qesra siltanan ev yek dibe normal bê xuyan, weke ku hin dengbêjên ku qesra mîr û axayên kurdan de dîsa ev pratîk nîşanê me dane. Ji ber vêyekê, di lêkolînan de pêwîst bû ku me berê xwe bida hin çavkanîyên din, da ku rastî bi zexmkirina wan berheman ronahî bibînin. Mijara sereke ya têkilîya Merwanî  û Selçûqîyan, weke ku tê zanîn û pir tê niqaşkirin, şerê Melazgir e, a ku di navbera Bîzans û Selçûqîyan qewimîye an jî ji mêj ve wiha hatîye gotin û nivîsandin. Çawa em dizanin û ji hêla “ dîroka fermî a tirk “ ve wisa ji me re hatîye gotin, Selçûqîyên  “tirk“ di sala 1071-an de li gel Bîzansîyan li Melazgirê şer kirine û bi vî şerî derî û dergehên Anatolê ji tirkan re heta dawîyê hatine vekirin. Dîroknûsên fermî qet qala beşdarbûna Merwanîyên kurd nekirine, nakin û bi ser de înkar jî dikin. Sedema vê înkarê xuya ye lê ji bo vêga ne mijara me ye.. Lê, rastîyên dîrokî nîşan didin ku, Merwanî ne ku tenê beşdar bûne, her wiha wek hêza sereke û herî pirjimar tevlî vî şerî bûne. Di serketina hezên Selçûqî û Merwanîyan de, para mezin ya Merwanîyên kurd e û weke ku me li jor nivîsandîye dîroknûs-bûyêrnûsên wê demê bi şêweyeke şermoke û bitirs  hin rastîyan nivsandibin jî (weke Sibt Ibnu’l Cewzî - 1186-1256), dîsa ji rastîyên dîrokê dûr mane. Sibt Ibnu’l Cewzî di pirtûka xwe a navdar de beşdarbûna kurdan li vî şerî wiha dinivsîne; “ … Di wî kêlî de 10 hezar kurd jî beşdarî Siltan bibûn.  Bi beşdarbûna wan re, Siltan ewlehîya xwe piştî  Xwedayê mezin, bi 4 hezar leşkerên xwe yên xas ên di bin fermana wî de bûn, tanî…” (1). Lê Sibt Ibn’ul Cewzî nabêje ka ew kurd kê bûne,  leşkerên kîjan dewletê bûne, ev yek ne xuya
ye. Rewşeke ne dîyar pêşkêşî xwendevan kirîye… İbn’ul Ezrak ê Fariqî -Silîvî (1117-1181) her çi qas xwestibe binvîse jî, ji ûslûba wî xweş xuya dibe ku ji desthilatdarên dema xwe (dema Artûqîyên tirkmen) newêribûye ku binvîse. Lewra, di beşek de behsa tevlîbûna Merwanîyan dike û dibêje; “ …. Piştî jî, li gel tekbîran êrîş birin. Xwedê jî serketin da wan û Qralê Romê têk çû, gelek leşkerên wî hatin kuştin. Misilman malên xwe wek xenîmet bi dest xistin. Xenîmet ew çend zehf bû ku, zêr û zîvan bi batmanan (batman: nêzî 7-8 kîloya îroyîn-X.X.) par ve kirin. Xelqê Xelat û Melazgirê  ji wan xenîmetan ew çend bi dest xistin ku, hê jî bi wan zengînîya xwe didomînin. Lewra ewan jî li gêl artêşê derketin rê, şer kirin û JI HERKESÎ BÊTİR xenîmet bi dest xistin. Ji wê salê vir ve, xelqê Xelatê zengîn û xwedî pereyan bûn. Siltan vegerîya Adirbêcanê; ji Xelat û Melazgirê re walîyan tayîn kir.
BI VÊ YEKÊ, EV HER DU BAJÊR JI DESTÊ DEWLETA MERWANÎ DERKETIN.
Ev bajêrana hê jî destê Siltan de ne û wek begitî (Begîtîya Artûqî –X.X.) tên birêvebirin… “(2) (kevan yên me ne). Li vira pirs dertê holê; “ Gelo Xelat û Melazgir wê demê destê kê de bûn, an jî xelqê wan deveran kê bûn ?“. Û bersiv jî amade ye, lewra Ibn’ul Ezrak jî, û berîya wî Nasirê Xusrev( di sala 1047-an de, ji rêwînameya wî a Sefername) jî eşkere nivîsîne ku ev bajêrana heta 1085-an di destê Merwanîyan de mane.  Gelo ew bajêr bê parastin bûne, an jî bê leşker û bê artêş bûne. Helbet ev yek anegorî şert û mercên wê demê ne mimkûn e. Lewra sinora Merwanî û Bîzansê yek e, cîranê hev du ne û dem bi dem şerên
dijwar jî di nav bera wan de diqewime. Bîzansî beşek ji  axên Kurdistanê hê di sedsala yekem a berîya zayînê de dagir kirine û bi TEMA-YA ERMENÎ rêveberîyek saz kirine û heta 1071-an, anku heta Melazgirê ev rêveberî meşîyaye(3).  Û pirsa dawîn; ” Heger xelqê Xelat û Melazgirê di artêşa hevkar a Selçûqî û Merwanîyan de cih girtibûn, ji aqilê pir dûr e gelo  Merwanîyên ku xwedî wan bajêran in,  bi artêşa xwe ( piranî siwarî bûne)  beşdar nebûbin, an jî xelqê wan bajêran bê fermana Merwanîyan dikarin tiştek wiha bikin ? “ Helbet Merwanî bi artêşa xwe beşdar bûne lewra xetereya mezin ji bo Dewleta Merwanî peyda bibû, çi ku sinorê dewleta wan û Bîzans yek bû. Bîzans, li gel “Tema-ya Ermenî (şêweyek rêvebirinê ya Bizans, weke walîtî-xweserî)“ cîranê Merwanîyan bû û dem bi dem şerê wan û Merwanîyan diqewimîya. Anku
erdên ku Bîzans dixwest dagir bike erd û axa Merwanîyên kurd bûn. Bîzans dixwest Merwanî û Selçûqîyan ji Rojhilata Nêz dûr bike û ew erd û axana bispêre “ Tema-ya Ermenî “. Li vir biratîya dînî ji bo her du alî jî faktorek giring e. Merwanî ne ji bo ti kesî lê ji bo parastina xwe û axa xwe şer kirine, bi ser ketine  û di vî şerî de hêza sereke bûne. Weke ku Ibnu’l Ezrak dinvîse; “ Xelqê Xelat û Melazgirê  ji wan xenîmetan ew çend bi dest xistin ku, hê jî bi wan zengînîya xwe didomînin. Lewra ewan jî li gêl artêşê derketin rê, şer kirin û JI HERKESÎ BÊTİR xenîmet bi dest xistin “, wiha; di wê demê de dema serketinek peyda dibû,  hêza sereke ya ku ji herkesî bêtir têdikoşîya û di serketinê de xwedî rola mezin bû, xenîmeta mezin jî bi dest dixist an jî xenîmeta mezin para wê hêzê diket.Merwanîyên kurd mecbûrî û ji ber bêgavî li ber xwe dane. Axa xwe
parastine, ne ji bo ti kesî lê ji bo rûmeta xwe şer kirine. Û ya xwezayî ev yek e. Bersiva pirsê di vir de veşartî ye. Kesê ku bixwaze fêhm bike rastî li meydanê ye lê dîsa jî me hewl da ku em bikaribin vê rastîya dîrokî li gel çavkanîyên Bîzansî yên wê demê piştrast bikin. Dema mirov lêkolînek pêk bîne divê çahvê xwe li çavkanîyên hemû alîyan bigerîne, bêalî û objektîv tevbigere. Ka em binêrîn dîroknûs û bûyêrnûsên Bîzansî  yên wê demê bûyeran çawa qeyd kirine. Rastî wiha dertên holê. Weke ku tê gotin; “ Rastî wek rastî….” Çavkanîya me, berhemeke navdar a wê demê ye. Navê orjînal ê berhemê Chronographia ( Kronografya) ye. Em dikarin wek “ Wakayîname “ an jî bi kurdî wek “ Bûyêrname “ jî biwergerînin. Nivîskarê wî Michael Psellus e. Psellus zanyar, teolog, nivîskar, fîlozof, dîroknûs-bûyêrnûs û her wiha siyasetmedarekî Yewnanî- Bîzansî ye.  Di nav bera salên 1018 û 1078-an de jiyaye. Hin lêkolîner sala mirina wî wek 1096 jî nivîsandine lê ji bo mijara me sala mirina wî ne giring e. Lewra ewî dema Şerê Melazgir de jiyaye û ew bi xwe zindî  di qada şer de bûye û qewimînan yek bi yek di berhema xwe de tomar kirîye. Ji bo ku giringîya wî û berhema wî baş bê fêhmkirin, divê bê gotin ku ew ne yek ji rêzê bûye. Li qesrê mamostetîya împeretorên Bîzansî  kirîye, peywirên fermî li ser milê xwe girtîye û weke şêwirmendek tim xwedî cihek taybet bûye. Dem bi dem, di guherîna desthilatdarîyê de jî aktorek bihêz û giring bûye. Di vê berhema wî a binavûdeng de jiyan û bîyografîyên 14 împeretorên Bîzansî yên ku di nav bera salên 976 û 1078-an de desthilatdar bûne cihên xwe girtine  û her wiha bûyêrên dema wan yek bi yek  hatine nivîsandin û qeydkirin. Ev berhema bêhempa ji hêla zanyarê inglîs Edgar Robert Ashton Sewter ve, di sala 1953-an de, ji yewnanî li inglîsî hatîye wergerandin û weşandin. Ji bo me û mijara me, nirxandin û tomarkirinên dema Romanos Diogenes (Romen Dîyojen) pêwîst e , lewra Dîyojen ji 1068-an heta şerê Melazgirê anku heta 1071-an împeretorê Bîzansê bûye.  Di lêkolîna me de em ê wergera wê berhemê a inglîsî bi kar bînin. Psellus ne tenê bûyeran, her wiha derûnîya kesayetên navdar jî dinirxîne û Dîyojenî jî wek kesekî çavbirçî û çavsor pênase dike. Sedema derketina sefera wî a rojhilatê jî, weke “ ji ber çahvsorîya wî“ dinvîse. Li vira em ê beşek biçûk a berhema wî pêşkêşî xwendevanan bikin û rastîyên dîrokî ji çahv û pênûsa zanyarekî Bizansî a wê demê bixwînin û binirxînin. Psellus di şerê Melazgirê de cihê xwe digre û li baregeha Bîzansê bûyêran qeyd dike. Dema ku her du artêş amadehîya şer dikin ew bi xwe jî li qadê ye; hê di destpêka şer de, tevger û helwesta Romen Dîyojenî û rewşa wî a dawîn analîz dike û ji bo Romen Diyojen wiha dinvîse; “ Vêga ez pê serwext bûm (lê ew  na), ku Siltanê faris û kurdan bi xwe di nav artêşa xwe de bû û piranîya serketinên wan bi saya pêşengîya wî pêk dihat … “ (4). Li vira gotin ne hewce ne lewra her tişt eşkere hatîye nivîsandin û qeydkirin, lê dîsa jî em ê binirxînin. Psellus behsa Dîyojenî dike, ew rexne dike û wek peşnebîn nîşan dide. Lê pesnê Siltanê arteşa li hemberî xwe dide û ew wek “ Siltanê faris û kurdan “ pênase dike. Ne wek Siltanê tirk, tirkmen an oxuzan… Divê bê gotin ku Psellus bi gotina “ Siltan ”, dixwaze Alpaslan ê Selçûqî destnîşan bike. Lê navê wî nabêje. Bi tenê wergêrê berhemê, a ku ji Yewnanî wergerandîye li inglîsî, di notên xwe de navê Alpaslan  û her wiha peyva tirk nivîsîye. Psellus qet van peyvan nenivîsandîye. Ji van gotinan jî xweş xuya dibe ku artêşa hevkar a Selçûqî û Merwanîyan ji faris û kurdan pêk tê. Ev gotin, ji ber ku gotina zanyar-dîroknûsekî Bîzansî ye,  û ti têkilîya wî bi alîgirî tine bûye, wek kesekî bêteref peywira xwe a zanyarî pêk anîye, divê wek rastîyek dîrokî bê pejirandin. Û pirs…  Ew “kurd” kê bûne? Ev jî pirsek e. Pirsek mafdar e jî. Ew kurd, kurdên siwarî yên artêşa Merwanî  ne, lewra herêma ku şer li wir qewimîye, herêm û dewleta Merwanî ye û  Merwanî wê demê li Kurdistanê hêzek li ber çahv bûne. Ev agahî jî di gelek çavkanîyan de nivîsandî ye. Û peyva “farisan”… Ew jî giring e. Weke ku em dizanin, Selçûqî di rastîya xwe de ji hêla Îranê ber bi Kurdistan û Anatolê ve hatine û pêşî li herêma farisan desthilatdar bûne. Piştî şerê Dandanakan (sala1040-an), Xazneyiyan têk birine û li derûdora Hemedanê(rojhilatê Kurdistanê) û Îrana îroyîn bûne hêzek mezin. Piştî jî ber bi Kurdistanê û hê dereng ber bi Anatolê ve herikîne.   Weke Xazneyîyan ew jî li ser çand û rêxistina farisan runiştine ( weke ku farisan li medan kiribûn) û heta têkçûna wan jî (sala 1092-an) zimanê wan ê qesrê û her wiha zimanê wan ê fermî farisî bûye. Artêşa wan jî, ji êl û eşîrên kurdan, ji  êlên oxuzan, ji bermahîyên Xazneyîyan pêk dihat lewra ketibûne şûna Xazneyîyan. Û dema berê xwe didin Kurdistanê, li gel Şeddadî û Merwanîyan îttîfaqekî dînî pêk tînin (an jî bi kar tînin lewra 10-12 sal piştî şerê Melazgirê vêca Dewleta Merwanî ji holê radikin ) û Bîzans têk dibin. Mesele ew çend hêsan e. Ji bo ku kesên bixwazin têbigîhin…  Û pirsek din; gelo Psellus çima behsa tirk an tirkmenan nekirîye, an jî çima qet qala navê Alpaslan û  nijada wî nekirîye? Hêjayî gotinê ye ku, di tevahîya berhema wî de peyvên “ tirk, tirkmen, oxuz “ tine nin. Ji Alpaslan re jî tenê weke “Siltan” an “Siltanê faris û kurdan” xitap kirîye. Ew wiha nas kirîye û wek peywirdarek û zanyarekî qesra Bîzans van nivîsîye, ne ku wek yek ji rêze, ku ji rastîyên demê xwe ne serwext be….  An jî ne yekî wiha ye ky rastîyan nizanibe. Helbet dijminên xwe yên li hemberî xwe û gelê xwe baş nas dike. Ev tev hêjayî lêkolînek berfireh in û ev gotar di demajoyê de helbet dê bê berfirehkirin. Piştî diyarkirina van daneyan û çavkanîyan, pêdivîya xwedîderketina  “ ehlaqê zanistî “ dertê meydanê. Çavkanîyên kevin wek zêr û zîv in, bi taybetî yên bêalî hatibin nivîsandin. Divê lêkolîner an jî nivîskar-wergêr, daneyan û tekstan weke ku hene, wiha jî binvîse, biwergerîne. Ev yek zarûrî ye, helbet ji bo kesên xwedîehlaq.  Me jî, weke ku ji çand, dîrok û mamosteyên xwe fêr bûne, tekst û daneyan li gel destnedanê, ji inglîsî û tirkî wergerandin li kurdî û piştî çawa ku mafê me ye, wiha jî li ser wan nirxandin û şîroveyên xwe bi çavkanî û zanîneyên xwe xwest ku piştrast bikin û helbet  teqdîr jî ya xwendevan e. Rêya rast a zanistê ev e û kesên xwedî ehlaqê zanistê ne, divê wiha tevbigerin. Lê; Dema me lêkolîna xwe qedand, me xwest ku em vêca berê xwe bidin hin çavkanî û wergerên din ku em xeletî nekin û xwendevan jî şaş agahdar nekin.  Me dît ku hê di sala 1926-an de yekem car ev berhem ji hêla zanyarê frensî  M. Emile Renauld ve,  ji yewnanî  li frensî hatîye wergerandin û piştî di sala 1992-an de, ev çavkanîya bêhempa ya Michael Psellus a bi navê Chronographia, vêca ji inglîsî li tirkî jî hatîye wergerandin(5). Navê wergêr Prof.Dr. Işın Demirkent (1938-2006)  e û ev werger ji çavkanîya ku me di vê gotarê de bi kar anîye, anku ji wergera inglîsî ya Edgar Robert Ashton Sewter – 1953, li tirkî hatîye wergerandin û me xwest ku çavek jî lê bigerînin û jê jî, dibe ku sûd bê wergirtin. Heta vira her tişt normal e. Lê dema ku me beşa Romen Diyojen, a ku me  ji inglîsî wergerandibû li kurdî û ew beş bi kar anîbû xwend, çavê me beloq bûn û vêca em tiştekî sosret û mixabin careka din “ bêhlaqîya dagirkerîyê ” re rûbirû man. Wiha; Prof.Dr. Işın Demirkent di wergera xwe de ew beş wiha wergerandîye, em ê jî kurdîya wê beşa ku di wergera Demirkent de cih girtîye bê destnedanê li jêr dinvîsin; “Împeretor (Romanos Diogenes) pê ne serwext bû lê ez pê serwext bûm ku hikimdarê Selçûqîyan(Alp Arslan)  (di tekstê de : “ên faris”), bi xwe li pêşîya artêşa xwe bû û piranîya serketinên wî bi saya pêşengîya wî pêk dihat…”  (6). Ji bo ku nirxandinek teqez em pêk bînin,  rastî û fetlan ji hev hilbijêrin, divê em teksta orjînal û tekstên wergeran ( ya me û ya Prof.Dr. Işın Demîrkent) li jêr bi rêz û li hember hev bikin. Divê neyê jibîrkirin ku, me û Prof.Dr. a tirk, beşa heman berhemê (wergera inglîsî ya E.R.A.Sewter) wergerandîye; Teksta orîjînal a inglîsî ya Edgar Robert Ashton Sewter – 1953: Now I was aware (though he was not) that the Sultan himself, the King of the Persians and Kurds, was present in person with his army, and most of their victories were due to his leadership…” Teksta wergera tirkî ya Prof.Dr. Işın Demîrkent: “Împeretor (Romanos Diogenes) pê ne serwext bû lê ez pêserwext bûm ku hikimdarê Selçûqîyan (di tekstê de : “ên faris”), (Alp Arslan)  bi xwe li pêşîya artêşa xwe bû û piranîya serketinên wî bi saya pêşengîya wî pêk dihat…” Teksta wergera kurdî ya me: “ Vêga ez pê serwext bûm (lê ew  na), ku Siltanê faris û kurdan bi xwe di nav artêşa xwe de bû û piranîya serketinên wan bi saya pêşengîya wî pêk dihat … “ Di wergera orîjînal de peyva Selçûqî û Alp Arslan tine nin. Lê mirov dikare wek nêrin an jî şîrove (lê di nav kevanan de û bi destnîşankirinê) pê ve bike. Ev xeletî be jî mafê wergêr e, lewra xwendevan jixwe dê binirxîne û rastîyê bibîne. Nivsandina peyva Selçûqîyan ne di nav kevanan de  û nivîsandina peyva  “ farisan  “  lê derxistina peyva “ kurdan “ ji teksta orîjînal bi serê xwe bêehlaqîyek e. Bêehlaqîyeke zanistê û mêtîngerî ye û  hewla bi zanebûn bêrovajîkirina rastîyan e… Bila xwendevan van her sê wergeran bide hemberî hev û biryara xwe bi xwe bigre û dema biryara xwe girt, careka din ehlaqê zanistê û bêehlaqîya dagirkerî bi pîvanên xwe û mirovahîyê binirxîne û bibîne ku bişaftin ji ku û çawa dest pê dike… Belê; Me mijara xwe a yekem temam kir û di gotara li pey vê bê weşandin de, em ê dîsa berhema Psellus wek çavkanî bi kar bînin û wek hemwate bikaranîna wî a peyvên “ MED û KURD “, bi daneyên berhema wî binirxînin. Li wira jî em ê bibînin ku, Bîzans kurdan wek Med û Medan jî wek kurd dizanin û wiha jî qeyd dikin. Li bendê bin…
______________________________________
ÇAVKANÎ:
 (1)- Mir’atû’z-Zaman, Sibt Ibn’ul-Cewzî  (1186-1256) “… Biraz önce 10 000 Kürt Sultan’a katılmıştı. Bununla birlikte Sultan, ulu tanrıdan sonra buyruğundaki dört bin kişilik hassa askerine güveniyordu…” 
(2)- Dîroka Kurdên  Merwanî, İbn’ul Ezrak ê Fariqî (1117-1181)
(3)- Chronographia,  Michael Psellus 1018 – 1078,)
(4)- Chronographia,  Pirtûka 7-em, beşa  ROMANUS IV 1068-1071, nivîskar: Michael Psellus, 1018 – 1078), wergera ji yewnanî li inglîsî Edgar Robert Ashton Sewter – 1953 /  Orîjînala wê beşê: “ Now I was aware (though he was not) that the Sultan himself, the King of the Persians and Kurds, was present in person with his army, and most of their victories were due to his leadership…”
 (5)- Mikhail Psellos’un Khronographiası,TTK Yayınları -1992, ingilizceden çeviren Prof.Dr. Işın Demirkent, (1938 – 2006)  .
(6) Mikhail Psellos’un Khronographiası,TTK Yayınları -1992, ingilizceden çeviren Prof.Dr. Işın Demirkent, (1938 – 2006) / Beşa têkildar: “İmparator (Romanos Diogenes) farkında
değildi ama ben Selçukluların (metinde: “Perslerin”) hükümdarı sultanın (Alp Arslan) bizzat ordusunun başında bulunduğundan haberdardım ve zaferlerinin çoğu, onun liderlik vasıflarından kaynaklanıyordu “.
[1]
اێ مەقاڵە أ زوون (Kurmancî - Kurdîy Serû) نۆیسیائە، أڕا واز کردن بەخش أ زوون بنچێنە(اصلی)!أڕؤی آیکون کلیک کەن
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
اێ بەخشە 216 گل سئرکریائە(دێینە)
HashTag
بنچەکەل(سەرکەنی=سرچشمە)
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 01-10-2023
آیتم های مرتبط: 4
ڕزگ(دەسە):  مەقاڵەل گؤجەر
زبان مقاله: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 01-07-2016 (8 سال)
Publication Type: Born-digital
نوع سند: زبان اصلی
کتاب: علم
کتاب: تاریخ
Technical Metadata
کپی رایت صادر شده به کوردیپیدیا!
 کیفیت بەخش : 99%
99%
اێ ڕکؤردە إژ لآ 01-10-2023 أڕا( ئاراس حسۆ )
اێ بەخشە گل دؤمائن(آخرین گل) إژ لآ( ئاراس حسۆ ): أڕا30-10-2023 نووآ بی(بروز بی)
نیشانی مەقاڵە
اێ بەخشە إڕؤی(طبق) إستانداردەل كوردی پدیا هەنی(هالی) ناتەمامە ؤ بازنگری متن إگرەکەسێ(نیازە)
اێ بەخشە 216 گل سئرکریائە(دێینە)
 کوردی پدیا کەڵنگتەرین بنچەک چەن زوون دار أڕا زانستەنیەل کؤردیە!
 مەقاڵەل گؤجەر
باشوور و بنەڕەتەل یەکاگرتن زوانی وژمان
 مەقاڵەل گؤجەر
یانزە مەلۊچگ مازیار حەیدەری
 مەقاڵەل گؤجەر
چرچ بوودە پاساکەر ڕەخنەگری! ئایا ڕەخنەێ هەشار یا لە پشت کەل و کورچ، تۊەنێد یارمیەتی کوومەڵگای ئیمە بەێدن؟ /مازیار نەزەربەیگی
 کتاووخانە
سەرەوژێری
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
موحسن قەیسەری
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
مازیار نەزەربەیگی
 کتاووخانە
واژا
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
ئەفشین غوڵامی
 کتاووخانە
هۊرد کەم
 کتاووخانە
بۊش کامە وەرزی؟
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
کەژال وەتەنپوور
 مەقاڵەل گؤجەر
داستانێگ لە مامووستا مەنووچێر کەێخسرەوپووڕ
 کتاووخانە
گوڵدەم سۊر
 مەقاڵەل گؤجەر
چیرۆکی مسافرکیش لە ئێحسان نیک‌پەی

Actual
 مەقاڵەل گؤجەر
وتوێژ تایبەت وەگەرد حسام لوڕنژاد گوورانی چڕ کرماشانی
13-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
وتوێژ تایبەت وەگەرد حسام لوڕنژاد گوورانی چڕ کرماشانی
 مەقاڵەل گؤجەر
چیرۆکی مسافرکیش لە ئێحسان نیک‌پەی
15-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
چیرۆکی مسافرکیش لە ئێحسان نیک‌پەی
 کتاووخانە
واژا
18-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
واژا
 مەقاڵەل گؤجەر
باشوور و بنەڕەتەل یەکاگرتن زوانی وژمان
19-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
باشوور و بنەڕەتەل یەکاگرتن زوانی وژمان
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
موحسن قەیسەری
01-10-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
موحسن قەیسەری
 بەخش نوو(جەدید)
 کتاووخانە
بۊش کامە وەرزی؟
30-09-2023
زریان سەرچناری
 کتاووخانە
گوڵدەم سۊر
18-12-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
 کتاووخانە
سەرەوژێری
17-12-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
موحسن قەیسەری
01-10-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
 کتاووخانە
هۊرد کەم
20-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
مەهوەش سولێمانپوور
19-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
کەژال وەتەنپوور
18-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
 کتاووخانە
واژا
18-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
مازیار نەزەربەیگی
17-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
ئەفشین غوڵامی
12-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
آمار
 شؤمارە مەقاڵەل 519,142
 شؤمارە عەسگەل  106,480
 کتاووەل 19,249
فایل های مرتبط 96,940
Video 1,379
 کوردی پدیا کەڵنگتەرین بنچەک چەن زوون دار أڕا زانستەنیەل کؤردیە!
 مەقاڵەل گؤجەر
باشوور و بنەڕەتەل یەکاگرتن زوانی وژمان
 مەقاڵەل گؤجەر
یانزە مەلۊچگ مازیار حەیدەری
 مەقاڵەل گؤجەر
چرچ بوودە پاساکەر ڕەخنەگری! ئایا ڕەخنەێ هەشار یا لە پشت کەل و کورچ، تۊەنێد یارمیەتی کوومەڵگای ئیمە بەێدن؟ /مازیار نەزەربەیگی
 کتاووخانە
سەرەوژێری
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
موحسن قەیسەری
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
مازیار نەزەربەیگی
 کتاووخانە
واژا
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
ئەفشین غوڵامی
 کتاووخانە
هۊرد کەم
 کتاووخانە
بۊش کامە وەرزی؟
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
کەژال وەتەنپوور
 مەقاڵەل گؤجەر
داستانێگ لە مامووستا مەنووچێر کەێخسرەوپووڕ
 کتاووخانە
گوڵدەم سۊر
 مەقاڵەل گؤجەر
چیرۆکی مسافرکیش لە ئێحسان نیک‌پەی

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| تماس | CSS3 | HTML5

| زمان دؤرسکردن وەڵگە(پەڕە): 1.109 ثانیه(اێس)