图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,721
图片 106,208
书籍 19,175
相关文件 96,618
Video 1,329
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Êzdiyatî û Şêx
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Êzdiyatî û Şêx

Êzdiyatî û Şêx
=KTML_Bold=Êzdiyatî û Şêx=KTML_End=
Îbrahîm Osman

Armanca min ji vê gotarê ew e, ku bikaribim di çarçoveya gotarekê de, hinekî balê bikişînim ser mijara şêxayetiyê di ola Êzdî de
Ez baş dizanim ku li ser mijara Şêxatiyê rawestandin, helbet wisa ji rêzê û hêsan nîne. Lewma, ji ber hesasyeta civakî, tirsa Xwedan û batina Şêxan, tu kesî heya roja îro, qet ciret nekiriye ku raste rast dest bavêje vê mijarê, li serê raweste an jî lêkolînên berkeftî bi pêş bixîne. Mîna gelek mijarên din, mixabin ev mijar jî, heta roja îro aliyê xwe yê bingehîn sernixmandî, di tariyê de maye.
Bi qasî delîlên li ber dest hene, em pê serwext dibin û tê digihên, ku di resenî û xwezaya vê ola qedîm a rojhilatî de, di destpêkê de bi navê şêxîtiyê tebeqeyek, xasek, an çîneke ku di ser giştiya civakê re were girtin, hukim li jiyanê bike nebûye. Şêx û Şêxayetî, di serdema civaka feodalî de têkildarî ola Êzdî bûye. Şêxatiyê bi hatina xwe re reseniya Êzidiyatiyê veguhartiye. Dikarim bibêjim, ku şêxayetî ji der ve hatiye nava ola me, rehên koka wê biyanî ne. Heke ez bi kurt û kurmancî bibêjim, şêxeyetî ji çanda Ereban û dînê Musilmantiyê hatiye nava ola me, ji rastî bi lêvkirinê û pê ve ne tiştekî dine.Ango ev peyv, têgeh û tebaqe bi serdema Şêx Adî re ketiye nava ziman û çanda me ya ol î.
=KTML_Bold=Beriya serdema Şêx Adî=KTML_End=
Li gorî gelek delîlên dîrokî, lêkolînên arkeolojîk, sosyolojîk û teolojîk pirr caran hatiye çespandin, ku ola Êzdî, ji tevahiya olên yek Xwedênas, ên semawî kevintir e.  Ola Êzdî, ji xwezaya xwe de otantîk û aştîxwaz e. Êzdiyatî yek Xedaperest e, xweza û mirov parêz e. 
Di felsefe û xwezaya ola Êzdî de, armanca desthilatdariyê nîne. Lewma Êzdiyatî nakuje, nade kuştin, dide jiyankirin. Her Êzdiyekî Xalis û Muxlis, gava ku berê xwe didin royê, bi qewl, dua û hêviyên xwe ên pak, ji giştiya mirovatiyê re jiyaneke aram, têr, tije û bi bereket dixwazin. 
Qet guman nîne ku, olên Îbranî, Xiristiyanî û Mislimantiyê tev piştî ola Êzdî derketine ser dika dîrokê. Di derbarê afirîna cîhanê, xwezayê û ya zindiyan de, tevahiya wan olan, heman çîroka mîtolojîk ji ber hev wergirtine û li gorî şert û mercên heyamên xwe li hev anîne. Lê Êzdiyatî destpêka hemûyane û cûdaye ji van olên navburî gişan. 
Heta serdema Şêx Adî, tevna cimeata Êzdî a miletiyê, wekî Pîr û Mirîd, li ser du şaxan hatibû hûnandinê. Ango kin were gotin, ji bêyî Pîr û mirîdan, çîn an jî tebeqeyeke din wekî Mîr, Bavê Şêx, Şêx, Feqîr, Qewal, Koçek, Micêwir an birayê axretê nebûn. Tenê Pîr û mirîd hebûn.
Di nava civakê de wekî rêber, rêzan, şêwirmend, şîretkar û rîspî, Pîr habûn. Bi qeneta min, koka Pîratiyê dihere xwe digihîne serdema civaka Komûnalê.Kesên xwedan ezmûn bi pêvajoyê re bûne jîrik û zanayên civakê. Bi taybetî wan di nêçîra ajalên dirinde de, bi ezmûnên xwe û plansaziyên xwe ên serkeftî pêşengiya civakê kirin û civaka mirovatiyê ji metirsiya wendabûnê rizgar kirin. Bi vî hawayî qedrê pîran bilind bû, pişt re jî weke kesên şêwirmend, ên pîroz di nava civakê de cî girtin û heta roja îro wekî saziyekê hatin. 
Yeke din jî divê ku bê gotin ev e; kesên pîr û ji malbata pîran be, cil û bergên spî li berxwe dikin. Ew li her derê kifş in. Ev yek dide diyar kirin, ku ew di nava civakê de, wekî kesên bê alî tên pêş me. Cilên spî nîşana ronahîyê, pakbûnê,bijûnîtiyê, rîspîtiyê, şêwirmendiyê û bêlayaniyêne li nava cimeata pîran. Pîrîtî jî, weke mîrat ji bav digihîje kur.
Di kozmogoniya ola Êzdî de, giştiya bûnewerên sererd û binerd, her tiştê li xwezayê û asîman peyda dibe, pîrekî wan ê afrînêr ku di heman dem de wan ji bela û bobelatan diparêze heye. 
=KTML_Bold=Dema Şêx Adî=KTML_End=
Destpêkê divê bidime diyar kirin, ku di derbarê Şêx Adî de, nêrînên pirr ji hev cûda ên bi nakok hene. Lê ev mijareke pirr berfirehe û cûdaye ji mijara me. Lewma ez ê di vê gotarê de, ji bey çend xalên girîng, li ser rastiya Şêx Adî ranewestim.
Belê, li dewsa em bi pêy bikevin, bibêjin, bê ka Şêx Adî li Hekarê(Colemêrg), an li Bealbeka Lubnanê hatiye dinyayê, serêşî û tevlîheyê kurtir bikin, heke em li ser xebata wî a ji bo Êzdiyan û têkiliya wî bi vê olê re rawestin, ez bawerim ku em ê bigihîjin encamên zelaltir.
Mînak, giştiya Êzdiyan xwediyê heman baweriyêne, ê ku di ola Êzdayî de, bi navê Hed û Sedê sînorên olî ji bo Êzdiyan danîye, ji cenabê Şêx Adî pê ve ne kesekî din e. Şêx Adî hed û sed ji bo Êzdiyan danîye. Mishafa Reş û Kitêba Celwa (Li gel ku tu kesî nedîne û wendene) bi vê boneyê hatine nivisandin. Lê nifşan bi riya qewl û duayan bi devikî neqlî hev dû kiriye.
Dîsa qet gûman nîne ku Şêx Adî û Şêx Evdilqadirê Geylanî, her dûyan bi hev re hevaltî kirine. Li Bexda, Mûsil û Şamê bi hev re medrese xwendine. Li gorî hinek çavkaniyan, ew herdû bi hev re çûne Mekkeyê jî. Lewma gelek ciyên tewafê û ziyaretgehên li Lalişa Nùranî mîna prototîpa heca misilmana ye. Weke girê Erefatê, ava zimzim, qulikên buhişt û dojehê û gelekên din, dikare mînak were dayin. Hinek ji zanayên olî dibêjin, Raste Şêx Adî çûye Mekke yê, ji ber ku ew der berê a me bû. Û vê mijarê dibin bi qiseta Birahîm Xelîl ve girê didin.
Danîna sînorên olî ji hêla Şêx Adî ve, wekî ferzên olî erka her êzdiyekî ku lazime pêk bîne re, civak bi sînorên pirr teng ên çînî û tebaqî hatiye dorpêçkirin û dabeşkin. Zewaca şêxan bi mirîdan re, a pîran jî her wisa bi hev re gunehe û hatiye qedexe kirin. Her yek dikare bi yên ji çîna xwe re bi zewice. Wekî din gunehe. Ji ber ku xwîna çînên jor, (wekî şêx û pîr) pake, pîroz e û lazime têkilî ên xeyrî xwe nebe, pak bimîne.
Şêxên Êzdiyan di nava xwe de dibin sê beşên sereke. Wekî Adanî, Qehtanî û Şemsanî. Erk û xizmetên ku ji wan tên xwestin ji hev cûda ne. Serekê gişan Bavê Şêx e. Her beşek ji van, ber bi jêr de dibe gelek şax. Wekî, Şêxê Şêxûbekir, Şêşimis, Şêxmend, Şêxhesen, Şêxsiwar, Sicadîn, Abadîn, Babadîn, Nesredîn, Fexredîn, Mamereşan Uhw. (Ev nav tev ji min re biyanî tên)
Li gor Êzdiyatiya îroyin, a ku di roja me a niha de heye, her Êzdiyekî çi jin, çi mêr, lazime şêxekî wî/ê hebe. Gunehe ku yekî/e ku ji pêsîra Êzdî be, li vê dinyayê bê şêx bijî. Divê her Èzdiyekî şêxekî wî/ê hebe, xêr û zekatên mal û milkê xwe ên salane bide Şêx. Ji ber ku Şêx Xasek ji xasên Êzdiyane û lazime tu kes ji van xasan bê par nemîne. Xêr û zekat para şêxa ye. Li gorî baweriya civakê, Şêx ocaxin, xwedan kerametin û batin in. Ew bi kerameta xwe û hêza xwedanê xwe, mirîdên xwe ji qeda û belayan diparêz in!
Zarokên biçûk ên ku nû tên dinyayê, ji roja destpêkê û bi şûnde, di her gavavêtinêde, şêx pêlik bi pêlik pê re ye. Ev hevbendî heya mirinê dom dike. Zarokên kur, heya ku şêx neyê duayekê li ser nexwîne, bi meqesê çend tayên porê wî nequsîne, biska wî raneke, ango helal neke, destûr nîne ku por bê qusandinê. Di gava Qostek Qtandina zarok de jî, di rojên ku êdî diki deset bi meşê bike, dîsa divê şêx amade be, ji mirîdê biçûk re duayekê bixwîne, pişt re tayê kostekê were qetandin. Kostek hate qetandin û pê ve, zarok êdî dikare bi ser piyan bikeve û gava jiyanê bavêje. Di dema kamil bûyinê de jî, beriya ku xortek cara pêşî rîya xwe biqusîne, divê şêx destê xwe di ser rîya wî re bigerîne, duayekê bi ser de bixwîne û destûrê bide ku xort êdî riya xwe biqusîne. 
Zarok bi riza xwe Şêxê xwe hilnabijêre, Şêxê bav di heman demê de ê kure jî. Çi xizmeta ku Şêx ji bo zarok dike, bav jî hinek pere weke xêr û heqê xizmetê dide şêx. Ev seramoniya olî him bûye edet û him jî ferzeke olî ye. Gava ku mirîd bimre lazime kî şêxê wî/ê be, ew bişo. Şêxê wî ne hazir be, wekîlê şêx heye. Ew jî hazir nebe birayê axretê heye. Şêx lazime heya ser gorê pê re here, duayê li ser bixwîne û berbî dinyaya din, oxir bike.
Ji bêy vana, her Êzdiyekî ku dixwaze here buhiştê, divê li vê dinyayê yekî şêx wekî birayê axretê ji xwe re bibijêre. Her Êzdiyek baca mal û qezenca xwe a salane, wekî xêr lazime bide şêxê xwe. Şêx ew kesin, ên xwîna wan bijûn, xwedî keramet, xwedî Xwedan û batin in. Her gav li her derê lazime destên wan were maçkirin. Lewma ji wan re, ên du nav tê gotin. Ji tebeqeya bilind in, pîroz in. Ew çi bikin ji mafê wan e, rewa ye. Gunehe ku mirîd di derheqê wan de nuqsan û bi nerindî bihizirin, an biaxifin.
Civaka Êzdî wekî mirîd giş bi şêxan ve hatiye girêdan. An jî heke ez bi şewazekî din bibêjim, wan civaka êzdî li hev û din par vekirine û bi xêr û zekatên mirîd didin wan dijîn.
ibrahimosman@gmx.ch
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览892
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 21-09-2023
挂钩项目: 55
图书馆
报价及短语
文章
日期与活动
词和词组
1. êzdî
小组: 文章
Publication date: 03-04-2017 (7 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 21-09-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on23-09-2023
此产品最近更新( سارا ک ):21-09-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览892
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,721
图片 106,208
书籍 19,175
相关文件 96,618
Video 1,329
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!