图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,698
图片 106,205
书籍 19,173
相关文件 96,618
Video 1,329
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Êzdî Êzdayetî û Reform
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Êzdî Êzdayetî û Reform

Êzdî Êzdayetî û Reform
=KTML_Bold=Êzdî Êzdayetî û Reform=KTML_End=
Îbrahîm Osman

Divê di destpêkê de bê zanîn ku, pêwendiya navbera zanist û baweriyê, nakokiya dijberî ye. Tu nêzîkî kîjanê bibî ji ya din dûr dikevî!
Belê, xweza maka zayin û hemû bûnewera ye. Her hebûnên ku li xwezayê peyda dibin, di nava tevgêr, liv û bizavê de ne. Bê guman her tiştên ku bizrê xwe ji xwezayê digre guherbaz e. Hinek zû, hinek jî hêdi têne guhartin. Lê di encamê de têne guhartin.
Li cîhana xwezayê, çi hebûna ku qudreta xwe guhartinê di kakilê wê de nemîne, dimre, tune dibe. An jî, ji rastiya xwe derdikeve werdigere tiştekî din.
Bîrdozî, teolojî, siyaset, destûr û hemû felsefeyên ku bi jiyana civakê re pêwendîdar in, ji bo ku demdirêj bijîn û bandora xwe wenda nekin, di nava pêvajoyê de reformên xwenûkirinê û guhartinan dixwazin. Ji lewre bi taybet yasayên olî, di dema destpêka xwe de ji bo bersifdayina daxwaziyên civakê ên wê serdemê hatine danîn. Lê bi demê re û bi pêşketina civakî re, tu bixwazî an nexwazî ew yasa wateya xwe a destpêkê û divîtiya xwe wenda dikin. Çi bîrdozî û olên ku xwe neguher in, an pêwîstî bi xwe nûkirinan nebînin, dê li paş serdema xwe bimînin û li hemberî pêşketinên cîhana îro ku her tişt bûye dijîtal, bi nakok û beloq bisekinin. Heta dê bibin kosp û belaya serê civakê. Ola îslamê mînakeke herî zindî û li ber çava ye, ku em dibînin îro bi navê ol û Xwedê çawa mirov têne serjêkirin.
Olên semawî bi giştî, ku riknên xwe li ser mutlaqiyet û îdîalîzmê avakirine, reform û guhartinan red dikin, nûbûnê napejirînin. Ne tenê li dijî reforman derdikevin, ew di heman demê de lêkolîn û nîqaşên di vê derbarê de jî red dikin û pêşî li guhartin û nûbûnan digrin. Li gorî wan, divê her tişt wekî ewla xwe bimîne. Ol bi dîwarên stûr riya mereq û lêpirsînan digre, qedexe dike û dixetimîne. Li vir ilm û zanist tê kuştin.
Lê belê Martin Luther, wekî lehengê reformîst ê mînaka destpêkê, di ola Ciristiyan de ev sînorê stûr bi ked û têkoşîneke bêhempa şikand û bi 95 ristik tezên xwe ên dijber derkete hemberî kilîse yê. Wî bi wergerandina Încîlê bo latînî, di navbera salên 1517-1524 an de, pêşengiya reform û serhildanên civakî kir. Pêvajoyeke gelekî hişk, bi xwîn û zahmet derbas bû di ola Ciristiyan de. Lê di encamê de tevgêra reformê bi ser ket û em nuha encamên wê li seranserî parzemîna ewrûpayê dibînin.
=KTML_Bold=Êzdayetî=KTML_End=
Ola Êzdî, ola destpêkê ya yekemîn a Xweda nas e. Sedemên wê îro pirr ne zelal û diyarbin jî, di bin navê parastina Xwîna bijûn û pak de çarçoveya sînorên vê ola qedîm, pirr teng hatine danîn û dora wê bi dîwarên zirxî hatine lêkirin. Dîwarên gelekî stûr li hemberî olên derveyî xwe ji bo xwîn têkil hev nebe, hatibin lêkirin jî, qet guman nîne ku, di serdema Şêx Adî de, çanda ereban û îslamê têkilî ola Êzdî bûye û êzdayetiya resen bi xerabî hatiye bandor kirin. Ji xeynî vê jî, dikarim bibêjim; ku bi hatina Şêx Adî re, dîwarên stûr ên navxweyî ku hatine lêkirin, civak bi çînên mîna şêx, pîr û mirîd ji hev hatiye veqetandin, zewaca wan li hev hatiye qedexe kirin û sînorên olî ewqasî hatiye tengkirin, ku êdî di roja îro de civaka Êzdî bi giştî bênçikiyayî kiriye. Ev kiras êdî li bedena êzdayetiyê teng e.
Bi qasî tengkirina sînorên olî di serdema Şêx Adî de, ji wê zêdetir jî, bandora çand û olên biyanî li êzdayetiyê bûye. Ango naveroka vê ola resen bi vîrûsên dijber hatiye berevajî kirin. Belê, reformên ol î ji bo vê olê pêwîst in. Lê çawa? Helbet divê li destpêkê Êzdayetiya pîr û pak a resen ji wan vîrûsên ji derve hatine nava ola me bê bijûn kirin û rafîne kirin. Pişt re çi tiştên berovajî vê serdemêne dikarin werîn nûdemî kirin.
Kîjan hêz dikare reforman pêk bîne?
Bi navê heyeta ruhanî heyeteke ji çend kesan pêk tê heye. Lê ev heyet ne bi raya civakê û hilbijartinan hatiye hilbijartin. Lewma jî ew heyet li ser giştiya civaka Êzdî bê bandor e. Ev heyet, di heman demê de bê îradeye û di bin bandora hêzên siyasî ên li herêmê desthilatdarin de ye. Ev heyeta qaşo rûhanî, bi temamî ji rastiya naveroka Êzdayetiya resen dûr e û bi qasî wê jî teslîmkar e. Binêrin, ku endamên vê heyetê ên qaşo sereke, wekî Mîr Tahsîn û Bavê Şêx, bê şerm û fedî dibêjin; Kî li herêmê bibe desthilatdar emê ala wî hildin. Ev mirovên bê vîn, berê bi Sadam re bûn, ji wî re li çepkan didan, ala wî hildidan. Aniha jî bi Barzaniyan re ne, ala wan hildidin. Îcar ên qaşo rêberên civakêne, heke di rewşeke weha kambax û sosret de bijîn, dê hêviya kîjan reforman ji van belengazên aqil were kirin?!
Divê ez li vir bidim destnîşankirin, pirr tiştên ku ola Êzdî ji bo êzdiyekî guneh û qedexe dike, ne bi fermî û destûra hinekan be jî, di roja me de hatine şikandin. Yanî sînor hatine rakirin, dîwar heta radeyekê hatine hilweşandin. Mînak, qusandina simbêlan, lixwekirina libasên hişîn, lixwekirina kirasên stukur qelaştî, di jiyana rojan de lixwenekirina tok Uhw. din, li gel ku gunehin jî, hatine şikandin. Zewaca Êzdiyan bi kesên ne ji ola xwe re bi yasayên olî qedexe ye. Ez dikarim bibêjim, ev qedexe jî heta bi radeyekî, ne bi fermî be jî, hatiye nerm kirin û jêbirin. Ji ber ku gelek keç û xortên demekê bi kesên ne Êzdî re zewicîne, piştî careke din vegeriyane, malbat û mervên wan ew cardin pejirandine û ew kes mîna kesên din di nava şîn şahiyên civakî de cî digrin û tu kes nerazîbûna xwe li dijî wan kesên ji olê derketî nîşan nade. Heta pirrê wan piştî vegeriyane bi yekî/e êzdî re zewicîne. Ev jî tê wateya pejirandinê.
Civaka Êzdî ji serok û rêberên ku bikaribin bi dema xwe re bibin yek, bersifa tevayiya daxwaziyên civakî ên demî bidin, hemû civaka xwe himbêz bikin, li hemû warên jiyanê êzdiyan ji bela û bobelatan biparêzin û temsîl bikin mahrûme. Rêxistin û komikên bi navê Êzdiyan kar dikin pirr in, lê her yek ji wan tenê derdorên xwe bandor û temsîl dikin û di nava xwe de bê hevgirtin û tifaq in. Di rewşeke wisa de, ku her hinek bi derekêve girêdayîne, hêviya reforman ji van rêxistinan jî nayê kirin. Hinek sazî û rêxistin hene ku ji demeke pirr dirêj de ye bi navê Êzdiyan qaşo kar û xebatê dikin, lê heta vê saetê jî hê berhemeke wan a lêkolînê û xebateke wan a Akademîk li ser dîrok, çand, qewl û naveroka Êzdayetiyê derneketiye holê ku civak jê sûd wergire. Ciyê mixabinyê ye ku, xebatên van rêxistinan jî ji sînorên partiyên kurd ên siyasî derbas nebûye û berbî xweseriya êzdayetiya maka ol û çandan ve pêş neketiye.
Lewma, di qonaxa îro de çareya reforman bi fermî bêne kirin nîne, dê ev rewş heta demekê weha dom bike. Domkirina wê rewşê bi vî awayî, her roj hinikî din wendabûn û kêmbûne ji bo êzdiyan, lê aniha li asoyê çareseriyek xuya nake..!
ibrahimosman@gmx.ch
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览893
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 21-09-2023
挂钩项目: 57
图书馆
报价及短语
文章
词和词组
1. êzdî
小组: 文章
Publication date: 23-05-2017 (7 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 人权
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 21-09-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on23-09-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览893
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,698
图片 106,205
书籍 19,173
相关文件 96,618
Video 1,329
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!