图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,040
图片 106,411
书籍 19,244
相关文件 96,889
Video 1,377
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Kula giran Helebçe
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Kula giran Helebçe

Kula giran Helebçe
=KTML_Bold=Kula giran Helebçe=KTML_End=
#MAHABAD FELAT ARDA#
Dem: 16-03-2005 çarşem
Li ser banga Konseya Ewlekarî ya NY (Neteweyên Yekbûyî) peymanek di navbera Îran û Îraqê de hate îmzekirin û şerê ku di navbera herdu dewletan de 8 sal berdewam kir bi dawî bû. Piştî ku dawî li vî serî hat, di navbera 16 û 17ê adara 1988 de, rejîma Baas li Helepçeyê bombe û çekên kîmyewî bi kar anî, komkujiyek(qetlîamek) pêk anî. Dijminên kurdan li hev hatibûn û dor hatibû ser kurdan. Îraq, ku ji aliyê Amerîkayê ve dihat destekkirin, li gel şerê 8 salî, bi piştgiriyeke nependî ya Almanya, Fransa û Rûsyayê, bûbû xwedî hêzeke mezin a madî û eskerî. Bi cesareta vê hêzê û van piştgiriyan, bi bahaneya, ango hinceta ku hêzên Başûrî di dema şer de alîkarî ji Îranê re kirine, Seddam ji bo komkujiya kurdan planên mezin li dar xist. Dijminên mirovahî û ronahiyê, şevşevokên dev bi xwîn, ketin nav çalakiyeke bi gemmar da ku ronahiya çavên zarokên kurdan vemirînin. Di vê mehê de ku bêhna gul û nêrgizên biharê li kuçe û kolanan difûrîn, bi ewrên jahrê tarî bû asîmana li ser parçeyek ji axa welatê min. Û dil û hinav bi xwe re sotin. Piştî vê komkujiyê, bi taybet welatên rojava ku bi demokrasiya xwe serbilind in û ders didin dunyayê, bi dirûtiyek bêhempa xwe kerr, kor û lal kirin. Ev welat xwedî saziyên wisanin ku, dema dayikek bi zaroka xwe ve biqîre, dikarin xwedî lê derkevin û bikine bin baskên dewletê. Lê dîsa heman welat ji bo zarokên kurdan jahrê rewa dîtin. Paşê, ji ber Seddam ji bo wan jî bu xetere an karê xwe pê qedandin, vê carê ew mîna kesekî dev bi xwîn bi nav kirin û bi dunyayê dane zanîn. Dibe ku ev durûtî bi kêrî xapandina raya wan a giştî hatibe, lê nikarîbûn gunehbarî, tewanbarî û hevpariya xwe ya vê komkujiyê ji kurdan jî veşêrin. Ji xwe paşê ev rastî di raya wan a giştî de jî aşkere bû. Fîrmayên ku jahrê firotin Seddam, bazirganên jahrê hatin eşkerekirin û kirin ku mahkeme bikin, lê ew jî xapandinek din bû, lewre tu kes ji wan nehat mahkemekirin. Bêtir pûş bi ser dakirin. Ji ber tewanbar ne bi tenê çend fîrmayên jahrfroş bûn, ev hevkariyeke navnetewî bû. Dê kê, kî mahkeme bikiraş şirketên alman jahrê çêdikirin û difirotin, şirketên barkirinê yên Tirk jahrê bar dikirin û ji bendera Mersînê bi keştiyan dibirin Îraqê û teslîmê şevşevokên mirinê dikirin. Bi salan Seddam xwedî kirin, lê nedikaribûn kedî bikin. Piştî komkujiyê, kengî ku Seddam palan li wan qeliband, wê demê bûn parazvanên mafên mirovan, wê demê bi ser Helepçe ve hêstirên derewîn barandin û bûne dijminên mezintirîn ên Seddam.
Helepçe yek ji mînaka herî berbiçav e, ji polîtîkayên qirêj ên desthilatdar û kedxwarên dunyayê re. Ka ji xwe re qasek bifikirin li zarokên kurdan ku di nav şênahiya biharê de, ji gaza jahrê qirika wan hatine dagirtin û nikarin nefes bistînin. Ka li zarokên bazirganên jahrê bifikirin qasek ku li ser xwîna zarokên kurdan ji hemû nîmetên jîyanê sûd werdigirin. Di dibistanên taybet de tenê perwerdekirin û tiştên herî xweş dixwin, vedixwin, li xwe dikin û kêfa herî baş dikin. Bêyî ku bizanibin li deverek din a dunyayê, ku mîna Kurdistan tê binavkirin, bi şikandina 5 hezar gulî vê jîyanê bi dest xistine. Bîstek bifikirin li wan mîratxwirên, wêrisên
bazirganên xerdelê ku dê sibê li şûna bavên xwe rûnên. Û Êrîşa Enfalê, ku bi wendakirina 182 hezar kesî encam girt û li ser pir kêm tişt hatine gotin û nivîsîn!.. Hîn birînên Helepçê nekewiyabûn, hîn ewrên reş û tarî bûn ku bi jehrî dagirtî bûn digeriyan li ser asîmanên welatê min, bi planeke mezin, êrîşekî barbarî, xwînxwarîya din birin bi ser gundên kurdan. Plan ji aliyê pismamê Sedddam Hesen El Macîd ve hate çêkirin ku mîna qesabê kurd tê naskirin û bi navkirin. Bi sê milan êrîş birin bi ser herêmên Germiyan-Qeredax, Hewlêr û Behdinan ve. Çi keç û law, çi jin û mêr, çi pîrejin û kalemêr, ji heftsaliyan heta heftê saliyan kurd hatin dîl girtin. Gundên kurdan hatin wêrankirin û di encamê de 182 hezar kurd dîl hatin girtin û 4.500 gund hatin şewitandin, wêran û talankirin. Enfal di Quranê de navê sûreyek e. Qala şerê navbera musilman û kafiran, ango kesên li dijî Muhammed dike. Kurdên ku li dijî rejîma Baas û Seddam derketin jî, mîna kafir hatine bi navkirin, kuştina wan hat helalkirin û loma jî navê Enfalê li vê êrîşê kirin. Piraniya kesên ku di vê êrîşê de dîl hatin girtin, li sînorên Urdun û Erebîstana Suudî bi saxî hatin binaxkirin. Keçên kurd ên ciwan jî, di sedsala 20an de mîna carîye firotine şêxên ereban. Dunya vê bûyerê ne dît û ne jî bihîst. Ecêba herî giran jî, kurd bi xwe jî, zêde li ser vê bûyerê ranewestiyan û baş neanîn ziman. Lê hêvî heye, evîn heye, bawerî heye êdî bi gelê kurd re û jîyan dipijiqe ji nav axa welatê min ku bi sedsalan bêhna mirinê jê difûriya. şehîdên me dibine Newroz, Binevş, Sosin, Gul û Nergiz û her sal ji nû ve şîn dibin êdî li deşt û çîya û zozanên welatê min û dibine merhem û derman ji birîna Helepçeyê re. [1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览498
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 16-09-2023
挂钩项目: 9
小组: 文章
Publication date: 15-03-2005 (19 年份的)
Publication Type: Born-digital
城市: 哈拉布贾
文件类型: 原文
普罗旺斯: 南库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 16-09-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on25-09-2023
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):25-09-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览498
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,040
图片 106,411
书籍 19,244
相关文件 96,889
Video 1,377
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!