图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,413
图片 105,688
书籍 19,152
相关文件 96,427
Video 1,307
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Çend gotin li ser nivîskarî û nav û dengê Mehmet Uzun
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Çend gotin li ser nivîskarî û nav û dengê Mehmet Uzun

Çend gotin li ser nivîskarî û nav û dengê Mehmet Uzun
=KTML_Bold=Çend gotin li ser nivîskarî û nav û dengê Mehmet Uzun=KTML_End=
#Mahabad Felat#

Berî her tiştî divê mirov bêje ku nivîsandina bi zimanê kurdî bi xwe, tiştekî pir erênî ye. Demeke dirêj e ku birêz #Mehmet Uzun# dinivîse û xwedî kedeke bi rûmet e. Tevlî ku gelek kesî berî wî û piştî wî jî bi kurdî roman, gotar, helbest û çîrok nivîsîne jî, lê cara yekem navê wî bi agahdariyeke şaş û ne rast mîna ’nivîskar û romannivîsê yekem ê kurd li nav raya giştî ya kurd, tirk û cîhanê belav bûye. Bêguman di vir de, bi qasî bandora pirtûkên birêz Uzun, hewldan, dan û stendinên wî yên di vî warî de jî, ji bo nav û dengê wî bûne sedem!.. Û çi dibe bila bibe, ev jî aliyekî din ê erênî ye, lewra ji herkesî bêtir nav û nivîskariya kurd bi raya giştî ya cîhanê daye hisandin, ketiye rojeva çapemeniya cîhanê, daxuyaniyan daye, li ser hatiye nivîsîn û tiştên pozîtîv hatine gotin û nasnameya wî jî pê re nivîskarê kurd, bûye.
Loma, Uzun ji aliyê gel ve rûmeteke gelek baş dît. Piştî nexweşînê dema berê xwe da welat gel bi sazî, dezgeh û hemû derfetên xwe ve xwedî lê derketin. Îro birêz Uzun bi xwe dibêje ez bi qurbana wan im. Ev hemû aliyên erênî ne ku bi rastî di xeyala her kurdekî dilsoz de bi vî rengî xwedî lihevderketin heye û ev dilê mirov xweş û geş dike. Lewra her neteweyek xwedî nirx û rûmet e û çiqasî nakokî hebin jî, dikarin li der û dora wan nirx û rûmetan kom bibin û bi hev re, li wan xwedî derkevin. Ev dibe sedema pêşveçûna giyan û hestên netewî jî.
Demeke dirêj e ku dixwazim li ser birêz Mehmet Uzun nivîsek binivîsim, lê berî nexweşîna wî ji sersarî ku min digot de tişt nabe hemin ez ê rojek binivîsim, ha îro ha sibê. Piştî nexweşînê jî, ji ber hestyariya ku nexweş e, min heta îro xwe girt û nenivîsand.. Lewre ji pesindanê pê ve dê hin rexneyên min jî hebin. Û divê bêjim ku ev ne tenê rexneyên min in, ev ji aliyê gelek kesan ve têne zanîn, di sohbet û civînên teng de timî têne axaftin û heta demek di hin kovaran de jî mîna Armanc, Dugir, gelek tişt jî hatine nivîsandin. Ez ê niha hewl bidim ku bêtir li ser kesayetiya birêz Mehmet Uzun çend gotin bêjim. Ez dikarim bi vê nivîsa xwe ji bo gelek kesan bibime talo jî, lê dizanim gelek kesên ku wî ji nêzîk ve nas dikin jî dê bêjin destxweş!
Di kovara Armancê hejmara 142 yan rûpela 9an de nivîsek heye: Mehmet Uzun û çîroka diziya ´Tu´. Kesek bi navê Xalit Ferhat lêkolînek kiriye. Lîsteya rûpelên ku Mehmet Uzun ji Hawar û Ronahiyê girtine û di romana xwe ya bi navê Tu de bikar anîne dide. Herweha dibêje ku ji van berheman jî wergirtine û nav û hejmara rûpelan dide: Tu, r. 23: K. Bedirxan, Dersên Diyanetê û Hedîsên Cenabî Pêxember, ji Tefsîra Kuranê, Parîs, 1971, r. 3 û 5, Tu, r 64, N.Zaza, Destana Memê Alan, r.1, Tu, r.103, Z. Silopî, Doza Kurdistanê, r.96 û 22 rûpelên din ji Tuyê ku ji kovarên Ronahî û Hawarê girtine, rûpel bi rûpel daye ber hev û hevokên mîna hev jê hilbijartine û raxistiye ber çavan ku ev roman bi çi rengî hatiye kopî kirin û nivîsîn. Ez ê bi tenê yek-du mînakên pir kin li vir binivîsim, lewra ên din zêde dirêj in. Kesên ku bixwazin dikarin di kovara Armancê de li ser lêbikolin:
...Zarokno. Qulingan îsal ji me re xayîntî kirin. Di vê zivistanê de zû pişta xwe dan çiyan û baranan, bamişt û sîpanan. Zû berê xwe dan deşt û beriyan. Çima zaroknoş... Ev çi deng e zaroknoş Ev çi heydedan e, çi guregur e li ezmananş Dengê nefîr û zirna ezman e. Ne qiyamet e û ne jî axirzeman e.... (Romana Tu, rûpel.17)
Lo qulingo, ez dibêjim tu bi cihê xwe xayîn î, her zivistan tu pişta xwe didî çiyan û berfan û bamişt û sîpana. Berê xwe didî deşt û beriya û sefayê dikî... Lo ev çi deng e û çi heydedan e û çi guregur e li ezmanaş Dengê nefir û zirnê û borizana. Hin dibêjin qiyamet e, hin dibêjin axirzeman e. (Hawar, no: 25 (1934), r. 6)
Yê ku rastiyê nebêje û derewa dike û ne xwediyê gotina xwe ye û ji emanet re xayintiyê dike, ew nimêja xwe bike, zekata xwe bide û here Hec û emrê jî, ew dîsa minafiq e. Sipehîtiya mirovan, xweşiya zimanê wan e. Buhuşt di bin lingê diyan de ye. Dermanê nezaniyê pirs û xebat e. Pê zerer jî bigihê te, rastiyê bibêje. Paqijîya dil û laş nîvê baweriyê ye. (Tu, r. 23, 24)
Yê ko rastiyê nebêje û derewa dike û ne xwediyê gotina xwe ye û ji emanetê re xayîntiyê dike, ew nimêja xwe bike, zekata xwe bide û here Hec û Emrê jî, ew dîsa minafiq e. Sipehîtiya mirovan, xweşiya zimanê wan e. Buhuşt di bin lingê diyan de ye. Dermanê nezaniyê pirs û xebat e. Pê zerer jî bigihê te, rastiyê bibêje. Paqijiya dil û laş nîvê baweriyê ye. (Hawar, no 28 (1941), r. 3)
Ev bi tenê du mînakên pir kin bûn. Hîn heft mînakên din ên dirêj, ên ji gelek rûpelên pirtûka Tu yê ku ji weşanên navên wan li jor hatine nivîsîn girtine, hene.
Di salên 90 î dema herî xerab de ku gund dihatin şewitandin, her roj mirov dihatine kuştin, serîhildan dibûn û qiyamet bû... Birêz Mehemed Uzun 15.000 ewro pere da dewleta Tirk û bi ser de jî çû mehekê li Egeyê eskerî kir. Ji malbata wî bi xwe jî şehîd ketin, ew qasî felaket bi serê kurdan re hatin. Ev helwesta Uzun bû skeç (şano) û di Med-TV de hat lîstin.
Birêz Uzun 10 sal li ser navê nivîskariyê ji swêdiyan pere wergirt ku ji bo li ser wêjeya kurd kar û xebat bike. Piştî deh salan eger pêwîst bê dîtin deh salek din an demek kintir carek din tê dirêjkirin. Piştî ku Uzun fam kir dê êdî pere nedinê, di wê demê de lîsteyek derket ku PKK ê navê 200 kesî kiriyê ku dê 200 kesî bikuje û navê Mehmet Uzun jî di nav de ye. Di nav van 200 kesan de, bi tenê navê Uzun hat zanîn û derket pêş û propoganda wî hat kirin. Wî bi xwe ji çapemeniya tirkan û swêdiyan re digot navê min di lîsteyê de ye di Roj-TV de jî derdiket digot: masmedya swêd û tirkan derewan dikin. Heman tiştî di Ozgur Politikayê de jî nivîsand. Gelo bi nexweşketina Mehmet Uzun re ev dokument hemû wenda bûn an jî ji bîr bûn?
Li Swêdê bi swêdiyan re bû, xwe nêzîkî kurdan nedikir, ji bilî çend kesên ku pesnê wî didan û berjewendiyên wan bi hev re hebûn, ji Kulturådetê (Daîreya şêwirdariya Çandî ya Giştî ya Swêdê) pere digirt, lewre ji bo weşanên kurdî, birêz Uzun mîna kesê zane dihat dîtin û jê dipirsîn, ka ev berhema bi kurdî hêjayê alîkariyê ye yan na û li gor rapora Mehmet Uzun alîkarî dida an jî nedida.
Dema diçû Kurdistanê û bêtir jî diçû Tirkiyê ji xwe, bi dewlemendên kurd û nivîskarên tirkan re bû. Lê gelo çend car çû Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û alîkariya wan kir? Gelo çiqasî alîkariya wî gihîşt rojnameya Azadiya Welat ku ev 14 sal in weşan dike an jî çend car bi sazî û dezgehên kurdan ên li Kurdistanê, Tirkiyê û Ewropayê re têkilî danî û bi wan re kar kir? Gelo çend car çi li Ewropayê û çi jî li Kurdistan û Tirkiyê, ket nava gel, tevlî şîn û şahî û ken û giriyên wan bû, êş, elem û şahiyan bi wan re parve kir? Bi hezaran gund wêran bûn û bi milyonan kurd koçber bûn, hîn jî li koçberiyê ne û bi perîşanî dijîn. Bi hezaran kurd ku faîlên wan dewleta Tirk bû, hatin kuştin, bi hezaran şehîd bûn, gelo Mehmet Uzun beşdarî çend sersaxiyan, an şînan bûş Çend fatîhe xwendin, çend lanet li ser xwînxwaran barandin?
Baş e rewşenbîrî, ronakbîrî çi ye? Rewşenbîrek, ronakbîrek dikare ew qasî ji gelê xwe, ji rastiya jiyana gelê xwe bi dûr bikeve? Baş e ku weha be çawan dikare bibe rewşenbîr û ronakbîr? Baş e, gelo em ên ku xwedî lê derdikevin van pirsan û gelek pirsên din çima ji xwe nakin? Xwedî derketin baş e, lê divê mirov rastiyan bizane û bikaribe bîne ziman jî. Ev ji wan kesan re jî dibe alîkar ku xwe rast bikin, bi şaşiyên xwe re şer bikin. Lê ne bi gotin û rexneya kesekî.
Bi hezaran kurd li Amedê ji birçîna dimirin, şaredarî hemû mesrefa Uzun û heta mêvanên ku diçin serdana Uzun girtiye ser xwe, çima? Gelo Uzun muhtac e? Na!.. Piştî ku bi nexweşîna xwe hisiya, nexweşî giran û bêçare bû, hêj berê xwe da axa xwe(!)
Li gelek deveran got: Min romana yekem bi kurdî nivîsiye û min zimanê romanê û wêjeyê yê kurdî afirandiye. Ji mînakên jor diyar e ku çawan afirandiye!.. Her kes; swêdî, kurd û tirk, wî mîna romannivîsê yekem ê kurdan dizanin, lewra wî xwe weha daye nasîn. Lê gelo Ereb Şemo, Îbrahîm Ehmed, lê heta Mahmut Baksî ku ji gelek aliyên neyînî ve mamostê Uzun bû. Baş e, ev kî ne û çi ne? Ya yên wan ne roman bûn, ew ji romanan nayên hesibandin? Ne rast e. Ne ev dîtin, ne ev helwest û mixabin ne jî ev qas xwedîlêderketin rast e. Lewra Uzun kirin Xweda, bêyî ku li rastiya wî û hunera wî bikolin. Ya Mehemed Uzun ji nivîskariyê bêtir bazirganî ye. Bazirganiya çandê ye, bazirganiya ziman e, bazirganiya nasnamê ye û bazirgan jî dikarin her tiştî ji bo xwe bi kar bînin û ji xwe re bikine mal, bi hostetî, ev weha ye. Lewra birêz Ocalan jî pesnê wî dide, lê Serokê parlamentoya tirkan jî jê re name dişîne û pesin dide. Xwe ne ji dêrê û ne jî ji mizgeftê dike, nikare bike, heger yekalî be, wê demê nikare bazirganiyê bike. Bazirgan, divê navbera xwe û her kesî xweş bike û xweş bihêle, ji bo vê jî hunerek mezin divê bi rastî. Hunerek hebe di vî warî de ye!..
Di îfadeyeke xwe ya mahkemê de weha dibêje birêz Uzun: Sayin savcî benî boluculukle sucluyor, ben bolucu olacak kadar aptalmiyim. Kurdiya wê; birêz dozger min bi cudaxwaziyê tewanbar dike, gelo ez hewqasî ehmeq im ku cudaxwazî bikim. Baş e, em bêjin birêz Mehmet Uzun taktîk dike, ne siyasetvan e, lê bi çi mafî dikare cudaxwaziyê mîna ehmeqî binirxîne? Gelo kesên ku dixwazin ji dewleta Tirk cuda bibin û bibine serbixwe, ew hemû ehmeq in?
Yaşar Kemal kurd bû û bi kurdî nedinivîsî. Wî ev kêmasî timî di xwe de dît û êşa wî kişand, lê tirs mamê gur e û kurdayetî jî cize ye ji bo bi taybet kesên ew qasî navdar û yên dewlemend. Ji bo wîjdanê xwe rehet bike, Uzun derxist pêş û Mehemed Uzun jî, ya rastî ne bi romanên xwe yên kurdî, lê bi wergera wan a tirkî ku ji aliyê hevlingê wî Muhsin Kizilkaya ve hatin wergerandin nav û deng da. Û romanên wî yên tirkî ji yên kurdî pir zêdetir têne xwendin.
Dixwazim bêjim ku ez ji dil û can hêviya xweşî û başiya birêz Mehmet Uzun dikim, lê kesekî ku di dema nexweşîna xwe de jî, li nexweşxanê mêvan û serdanên xwe hilbijêre, hinekan nexwaze bibîne, lê bi taybet ên navdar û dewlemend û filan binî bêvan bi hêsanî bikaribin biçine bal û li gel van hemû tiştên ku hatin nivîsîn ku hemû rast in û Uzun dê nikaribe li hember van rastiyan xwe biparêze: Divê em jî hinek bifikirin, tenê ji aliyekê ve, aliyê ku hinek dixwazin em bibînin ve xwe bi sînor nekin, ji her alî ve lê bikolin, rastiyan bizanin û dîsa jî di roja teng de lê xwedî derkevin, ev nîşana dilê mezin û paqij a gelê kurd e ku mixabin ji ber vê jî timî wenda kiriye. Lewra gur û bazirganan bi helwesta xwe ya berjewendiperestî û ezeziyê, timî ev yek bi kar anîne!..
2006-10-18
Stockholm
Têbinî: Ev nivîs du meh berê ji bo Kovara W hatibû nivîsîn, lê nehat weşandin!..[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览494
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 16-09-2023
挂钩项目: 10
小组: 文章
Publication date: 18-06-2006 (18 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 98%
98%
添加( ئاراس حسۆ 16-09-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on24-09-2023
此产品最近更新( سارا ک ):24-09-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览494
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,413
图片 105,688
书籍 19,152
相关文件 96,427
Video 1,307
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!