图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,609
图片 106,172
书籍 19,172
相关文件 96,585
Video 1,317
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Em bi zimanê xwe kurd in
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Em bi zimanê xwe kurd in

Em bi zimanê xwe kurd in
=KTML_Bold=Em bi zimanê xwe kurd in=KTML_End=
#Mahabad Felat Arda#

Bi taybet di van çend salên dawîn de li ser mijara ziman gelek tişt hatin gotin, hatin kirin, car caran ji siyaseta rojane jî, bêtir ket rojeva kurdên Bakur û yên Ewropayê. Xwepêşandan, konferans, panel, semîner, gelek çalakiyên cur bi cur hatin kirin, gelek biryarên di cî de û grîng hatin girtin. Ev biryar çiqasî hatin pêkanîn, ew jî ciyê nîqaşê ye. Dîsa hejmara televizyon, radyo, rojname, kovar, pirtûk û malperên kurdî, xwendevan û nivîskarên kurdî bêtir bûn, her çendî di nav xwe de gelek şaşiyên ziman û rêzimanî hebin jî.
Her wiha grîngiya ziman, di rojev û têre neke jî cî bi cî di praktîka siyaset û siyasetmedarên kurd de jî, xwe da der. Ya herî grîng jî ku ziman ji her demê bêtir di rojeva PKK`ê de cî digire êdî û bi taybet jî rêveber, kadro û şervanên PKK`ê, ji her demê bêtir bi kurdî diaxivin, perwerdeyên xwe bi kurdî dikin, daxuyaniyên xwe bêtir bi kurdî didin û bi gel re bêtir bi kurdî dikevine dîalogê ku ev hemî ciyê şanazî û dilxweşiyê ne.
Li ser aliyên erênî yên van pêşveçûnan gelek tişt dikarin bêne gotin, lê bi ya min encam grîng in. Bi taybet jî di mijara ziman de, li ser kîjan beşa civakê çi pêşveçûn bûne, armanc û pêşketin û biserketinên di van armancan de çi ne, ev grîng in. Li gel van hemû tiştên me li jor gotin jî, ji pêşketinê bêtir paşketin heye.
Çima? Lewra ku bi taybet jî nivîskar in, rewşenbîr in, siyasetmedar in, hunermend in, an li gor civakê kesayetên grîng in bi awayekî û kar û barên xwe bi giranî bi kurdî jî dikin, lê bi zarokên xwe re bi kurdî naaxivin, serê xwe bi wî alî ve naêşînin, kîjan li hesabê wan tê, an li rihetiya wan tê, wê dikin û ji bo vê jî hezar hincetî dikarin di cî de li dû hev rêz bikin. Ji bo vê tewanbariya xwe ya giran an veşêrin ku nayê veşartin, an jî mafdar derxînin. Ew mezinahiya ku wê tewanbariya giran li ser xwe bipejirînin û ji bo çareserkirinê bikevine nav hewldanekê, xwe biêşînin, mixabin ku nîşan nadin. Baş e ku ev mezinahî neyê nîşandan, dê berhemên mirov ên jiyanê çewa dikaribin bi nirx û rûmet û xwedî kûrahiyekê bin?
Yek ji sedema vê nakokiya di jiyana gelekan de ye jî ev e ku niha ziman di rojevê de ye û rêyek vebûye ku dikarin di wê rêyê de hinek nav û deng ji xwe berdin, hin hestên xwe tetmîn bikin; ne ku îman pê anîne ziman sedema hebûna me ye û ne ziman be em dê bi hemû dîrok û nirx û rûmetên ku bi tu bihayî re nikarine bêne ber hev û nikarine bi paş ve bêne girtin ve, tune bibin. Dema ku ziman çû, ne tenê ev tişt, her wiha ev xwîn û xwêdana ku bi sedê salan in hatiye rijandin jî dê pê re biçin. Dijmin jî vê dizanin, li gor vê li tembûrê didin û gelek ji me jî li ber dilîzin.
Gotina min ji kî re ye? Gotina min ji wî kesî re ye ku li ser navê kurdayetiyê qaşo hin kar û xebatan dike (ev êdî siyaset dibe, an ziman û huner û rewşenbîrî an tiştek din dibe ferq nake), lê di nav malê de bi zarokê xwe re bi kurdî naaxive. An bi zimanê dijmin, an jî ku li Ewropayê dijî, bi giranî bi zimanê wî welatî ku lê dijî, bi zarokên xwe re diaxive. Di kurdî de gotinek heye; “tu êdî bi devê xwe çivîk jî bigirî, ez ji te bawer nakim” ku ev jî wiha ye. Sibe, ba ji ciyek din ve bê, dê pêşî ev kes ber vê bayê kevin, qet şik jê re tune. Lewra dema mirov grîngiya ziman di kûrahiya bîr û dilê xwe de bijîne û li hemû şanikên xwe belav bike, ne pêkan e ku mirov bikaribe yek gotinek bi tenê jî bi zarokek kurd an bi taybet jî bi zarokê xwe re biaxive. Yên ku dikarin biaxivin, ez pir aşkere dibêjim, rola wan, xebatên wan, gotinên wan, îdîayên wan ên vê jiyanê çi dibin bila bibin bê rûmet in û di xizmeta dijminan de ne. Lewra hemû hewldanên dijmin tunekirina pêşeroja me ye û zarok pêşeroja me ne. Em ku nirx û rûmetên xwe bi rêya nifşên nû negihêjine pêşerojê, gelo dê bikaribe pêşerojek ku bi paşerojê ve girêdayî û li ser bingeha wê şîn dibe bê afirandin? Bê guman ku na. Lê gelo hemû nirx û rûmet û giyan û her cure nexşên kurdayetî ya li jiyana me honayî, ji bilî ziman, dikare bi rêya çi bigihêje zarokên me? Bê guman ku ne bi rêya tu tiştekî din. Eger ev hemî rastî ne, wê demê ew kesên ku filan binî bêvan in û bi zarokên xwe re bi kurdî naaxivin, di rastiyê de derdekî wanî pêşeroj, nirx, rûmet, dîrok û hemû rengên kurdayetiyê heye, an li gor roja ku tê de ne û ji bo xwe bi tenê dijîn? Bê guman ku ya duduyan rast e. Sedem çi dibe bila bibe, tu sedemek nikare rê li ber vê rastiyê bigire, tu sedem!.. [1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览951
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 16-09-2023
挂钩项目: 52
图书馆
库尔德文件
文章
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 06-02-2010 (14 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 语言
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 16-09-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on19-09-2023
此产品最近更新( سارا ک ):18-09-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览951
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,609
图片 106,172
书籍 19,172
相关文件 96,585
Video 1,317
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!