הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 517,545
תמונות 106,159
ספרים 19,170
קבצים הקשורים 96,557
Video 1,317
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Romana “Bextê Dagirkirî” û serdemeka grîng
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Bextê Dagirkirî

Bextê Dagirkirî
=KTML_Bold=Romana “#Bextê Dagirkirî# ” û serdemeka grîng=KTML_End=
#Mahabad Felat Arda#

Romana mamoste #Fêrgîn Melîk Aykoç# a bi nave “Bextê Dagirkirî” demek berê ji nav Weşanên Ar derket. Roman 359 rûpel e û di dawiya pirtûkê de nivîskar ferhengokek amade kiriye. Mijara romanê, bi aliyê xwe yê siyasî, civakî, sosyopsikolojî û aborî ve, parçeyek ji jîyana kurdên li Ewropayê ye ku bi zimanê wêjeyê û bi hostetî hatiye honan. Vegotina bi taybet vê mijarê bi zimanê wêjeyê, valahiyek jî bû ku diviya bihata dagirtin. Dikare bê gotin ku bi vegotina gelek bûyeran bi awirek
objektîf û rexneyî, nivîskar vê valahiyê dagirtiye.
Roman herikbar e û buyer xweşik bi hev ve hatine honan. Kesekî ku hay û agahiyên wî/ê li ser wê demê tunebe, bi xwendina vê romanê re dikare xweşik bibe xwedî agahî û kesên ku bi taybet di wan deman de li Ewropayê jiyane jî pir bi hêsanî dikarin parçeyek ji jîyana xwe di vê romanê de bibînin û ne tenê bibînin, lê di heman demê de bi xwe re bikevin nava lêpirsînan jî. Rawestan û helwestên mirov ên demekê, çewa û bi çi rengî dikarin di pêşerojê de derkevine pêşberî mirov û çi bandore li ser jîyana mirov bikin, di romanê de xweş tê xwendin. Ji ber hin egeran, mirov digihêje wê baweriyê ku çi di dema nivîsandinê de û çi jî di dema weşanê de roman, bi lezgînekê hatiye amadekirin û çapkirin. Lewra roman bi şaşiyên rêzimanî û cî bi cî jî teknîkî dagirtî ye. Li gel grîngî û dewlemendiya mijarê û hostetiya honana romanê jî, ev yek kalîteya romanê dixîne.. Li jêr, ez ê hewl bidim egera van nêrînên xwe bi hin mînakan piştrast bikim. Divê bêjim ku min heya rûpela 100î, bi hûrgulî romanê xwend û piştre jî tiştên dubare û zêde ne grîng not negirtin.
Nîşe: Hevok û balkêşiyên li nav kevanê yên min in!
…li dor maseyên li bexçe tîqîn û
bilqîna vîndarên coşa ciwaniya xwe bi bextewarî diçêşandin bû. r.12 (Awayê danîna hevokê ne forma kurdî
ye, lê dikare bi bandora forma almanî hatibe nivîsîn. Vîndar jî diyar e diviya
evîndar bûya.)
…cane wî wê kêliyê qehweyekê jî
dixwest. r.12 (Canê
wê dixwest an dilê wê diçûyê?)
Wê hewa li wî bajarî xebitînê jî, di wê zewaca
wî de rolekê lîstibû. r.13, Lê na di awirên wê de tenê pêkanîneke yariyê xwe bi
wî kirinê hîs kir. r.76 (Awayê danîna hevokê ne forma kurdî ye, lê dikare bi bandora forma
almanî hatibe nivîsîn. “Hewaya xebata li wî bajarî jî..”)
“Zewac serenceyeke wisa ye ku
tirsonek jî dişemitin navê, lê nikanin bibînin rêya revê” r.14 (“dişemitin nave” ne weke gotineke kurdî tê guhê mirov”
…gihîştibû ber kerta teqînê. r.14 (ne weke gotineke kurdî tê guhê
mirov)
…bi bişirîneke têrşoxî gote wê (wê li vir ji bo Bernas hatiye
bikaranîn!) r.15
…qehweyeke me ya tehl biçêştîne wer
biçe! r.17 (ne weke
gotineke kurdî tê guhê mirov û gotina “biçêştîne” pir beloq û çêkirî xuya dike.)
Pêşgeh (ji bo pêjgehê hatiye gotin) r.17,
cerdwewan (cerdevan)
r.40,
li kêlaka wî rîne (bi tenê bohtî dikarin jê fam bikin, loma jî; rûne
an jî rûnê dikare rasttir be) r.46,
kudand (min fam nekir çiye) r.53,
hînavê min (li gelek ciyan), …di hênavê xwe de… r.76, (Diviya “hinav” bûya.)
gîrîn (li gelek ciyan û diviya girîn bûya),
bedengî(bêdengî) r.81, bibikên çav (bîbikên çav, lewra ji bînahiyê tê)r.83,
hevjinê te (hevjînê te) r. 85,
bîrîn(birîn) r.251, Meşwan (Meşvan) r.304,
belavela (belawela) r.309
…wêrekiya nêzîkêwêbûnê di xwe de
didît. r.19 (Ne di
forma kurdî de ye. “Diwêrîbû nêzîkê wê bibe.” An jî “wê wêrekiyê di xwe de didît ku nêzîkê wê bibe.”)
…li dor wê deryaçeya biçûk rune. …derdê xwe ji wan re darêje. r.21 (“Deryaçe” çiye nizanim! “darêje”? an “vebêje”?, an “birêje”?)
Ew lêvên wê yên qalind ên ku bi rengê gilyazî
di bin pozê zirav ê ku mirovan digot sedîsed bi destê şîrurgekî pispor hatiya
çêkirin de tirîjên daxwaza ramûsaneke têr direşand ser mirovî. r.23 (gotina “sedîsed li wir beloq e û zêde ye. Dîsa li şûna şîrurg ku dikare gelek
kes tênegihêje ka çiye, “Xwedê” an jî “ferîşteyên Xwedê bi hûrgilî...” bihata gotin, hîn xwezayîtir û kurdîtir dibû)
Moment (li gelek ciyan) …storya… (li çend ciyan), konzentre(li çend
ciyan),, form (teşe) r.129, kompasa mêjî r.192, perester r.254, direkt r.274 (Li şûna van bêjeyan, dikaribû
bêjeyên kurdî bêne bikaranîn û min fam nekir çima ev bêje hatine terchkirin, li
gel ku dikare gelek kes tênegihêje ka çi ne.)
…dîsa bi wê re hate çav çavan. r.28 …dîsa bi Ajnayê re hatin çav çavan. r.29 …ew û Ajnayê hatin çav çavan. r. 31 (Di kurdî de “hatin çav çavan” nayê gotin, “Nêrînên wan çûne ser hev”, “Çavên wan çûne ser hev”, “çav bi hev ketin” dikaribû rasttir be.)
…lema gotinên te tu karlêkekê li wê
nekiribe! r.32 (“karlêkek” çi ye nizanim û di ferhengokê de jî min nedît. Dikare di şûna “feyde” ango “sûd”ê de hatibe bikaranîn.)
Dîdare, Dîdarê, Dîdareyê r.42 (Nav “Dîdar” e? An “Dîdare” ye? Li gelek ciyan bi awayên cuda
hatiye nivîsîn.
“Korkma be oglum, o baban olur!” (Metirse kurê min, ew dibe bavê te) r.45 (Ji sedî sed ji tirkî hatiye wergerandin û di
kurdî de bi tu rengî “ew dibe bavê te” ango bi vî rengî nayê gotin.)
pêşniyar, gazinand r.46 (“Pêşniyar” an “pêşniyaz”? “Gazinand” an “gazinan kir”, “gazin kirin”?)
Gelek zelal xuya dike ku ew medeya di navbera
ma de hê firehtir bûye! R.46 (“mede” çi ye min fam nekir.)
…bayekî xwe di cîhaneke din de dîtinê
li bedena xwe xist. R47 (1- Ne forma kurdî ye. 2- ew nikare bayê li bedena xwe bixe, lê ba
dikare xwe li bedena wê bixe. Hevok wiha dikaribû hêsantir bê famkirin: “…bayekî ku dibû sedema xwe di cîhaneke din de
bibîne li bedena wê xist”.)
…berên xwe dan navenda firoşgehan. r.52
…hetika xwe jî û ya zarokan jî
çikandiye. r.52 (“Hetik” nayê çikandin lê tê avêtin.)
Dilberz û Pesna ji bo bikanin ji vê rewşa ji bo
zarokên di salên wan de giyan zerîner rizgar bin, xwe bispêrin dilgermiya
xewjîna aramî ya dapîr a ku di hinavê wan de wek bêrîkirinekê bi ar çik dida,
tiştên xwe girtin, bi pelçilmisîn û stûxwarî çûn odeyên xwe. r.53 (Hevok zêde dirêj e û baş nayê
famkirin.)
Wê rûçikê wê yê bedew a geşwer ya ku makyaja wê dîsa bi hostayî
bû, bijiya kalan jî dikişand. r.55  (“…dilê kalan jî dibijand xwe.” dikareibû xweştir bê famkirin.)
Heta ku Sevdayê du jinên tirk nasîn jî, mirovan
digot qey genim kiriyê, wisa rûtirş bû,.. r.61 (Min gotina “genim kiriyê” fam nekir!)
Bernas miroveke (“î”) gelek baş e. r.65
Tu jî wî karî berde, karekî bi pirr pere bibînî (“e”)! r.68, …tu jî biçe
di înşaatê de bixebitî. (“e”)!  r.63
…dinêrin û sar sar bi helwesta wan
dikeniyan.
r.70 (“dinêrin” dema niha ye û “dikeniyan” dema borî ye.)
…lê Bertanê li ser poz re li Bernas dinêrî…(Bertan “nêr” e, ne “mê”) r.75
Pişta wê di wî de bû. r.81 (Ne forma kurdî ye. “Pişta wê lê bû”)
…destmala selpakê… r.81(“Selpak” marqeyeka tirkî ya destmalê ye û bi sedan marqeyên din jî hene.
Dikaribû “destmala kaxez” bihata gotin, li şûna marqeyeka tirkî.)
…vê hestî (vî hestî)
r.82
…ferîşteyê emanzîpatsiyonê… r.82 (Gotineke
biyanî ye ku dikare pir kes tênegihêje çiye. Min jî li wikipedia´yê nihêrî.)
…jîvanekê jî çêkir! r.82 (jîvanek tê çêkirin? An tê kirin? Hêjayî
nîqaşê ye.)
…plana berdana we çêkiribû,… r.90 (Heman
tişt li vir jî heye: “çêkir” an “kir”?)
…ez ne ew mêra me! r.90 (Ez ne ew mêr im)
…jeneke kurd… r.91 (“jineka” an jî “jineke kurd”)
Ez nikanin
xiniziyên wiha rabigirin! r.92
…bi çavên fêrên xwe wendakirî… r.93 (Nizanim
gelo li deverek welat ji bo ronahiya çavan “fer” an jî “fêr” tê gotin?)
…hezne kir. (hez nekir) r.93
…erebeya cenazeyê bi qasê deh pazdeh
deqeyan li wir dan sekinandine. r.98
…tirsiya ku rastê aliyê wî yê ters
were,… r.128 (Ne forma kurdî ye, bêhna wergera ji tirkî jê
tê.)
Gava tu gihîşte wê reşdîtinê… r.97, Divê tu ji bo pêleke nû li ber xwe de!
r.97,
Tu çima mirovên komelê tine mala min! r.136, Tu hatiye nava qewmê xwe! r.173, Tu
were wê êşê ji min bipirsî! R.181, …tu cemidiye,… r.249, Kî çi dizane tu yê di nava nivînan de çendî û çend teqleyan
bi mirovan bide
avêtin û di nava kulîlkên bihuştê de bîne coşa giyanmestkirinê! r.180 (Cînavk li nav guhên hev ketine.
Bêtir nivîskarên ji hêla mêrdînê vê şaşiyê dikin.)
…bi dileke sar… r.196 (Bi
dilekî sar)
Bernas, zîq li navenda çavên wî nêrî,… r.237 (Ne
forma kurdî ye. Di kurdî de “navenda çav” nayê gotin. “nava çav” an jî “bîbik” tê gotin.)
…pîşoyê agirvêxistinê… r.246
(Gotina “agirvêxistinê” li wir zêde ye û beloq e. Lewra ji xwe pîşo ye
û ji bo vêxistinê ye.”
Di destpêka
romanê de, nave kurê Bernas ê mezin Dilberz
e, lê ji nîveka romanê û heya dawî, nav bûye Dilxwaz!
…wê berê xwe da diya xwe (Tahîr),…Diya wê bi…(wê ji bo Tahîr tê gotin lê Tahîr “nêr” e ne “mê”) r.332,
Sevdayê dest li ba kir, Tahîr rabû û berbi wî
çû. (Li vir jî
Sevda bûye “wî”,) r.340, Dibe apê min wan nas
bike. Divê ez wê
(ap bûye “wê”) bibînim û bipirsim. r.342
Bi tevgereke veciniqîn û axîneke… r.332 (Ne forma kurdî ye. (“Veciniqîn” ji xwe bi xwe tevgerek e. Loma jî gotina “tevgereke…” li wir zêde ye û beloq e.)
Mîna ku astima xeniqandinê lê çêbûbû r.343 (Heman tişt ji bo vê hevokê jî
derbas dibe.)
Di romanê de gelek caran di heman rûpelê de û bi tenê bi guherandina paragrafê mijar guheriye, ango derbasê mijareka din bûye nivîskar. Beşên wiha ji hev cuda,
dikaribû bi hejmaran an bi guherîna rûpelê ji hev bihata diyarkirin û zelalkirin. Lewra hişê mirov li ser paragrafa ku nû temam bûye ye û ji nişke ve di paragrafa bin de mijar dibe tiştekî din. Dîsa “Pirtûka yekem”“Pirtûka Duyem”… hatiye gotin, lê di heman demê de hejmar hatine danîn. Ew dikarin hejmarên beşên pirtûka yekem an duyem an ya sêyem bin. Lê nav jî li beşan tê kirin. Weke; “Çay Kultur”, “Rojbûna Peter” û hwd. Caran hejmar bi sere xwe ne, caran li gel hin sernavan hatine nivîsîn. Caran bûye B1, S2, B3 û hwd. Ku mirov tênagihêje ka ev çi tîp û çi hejmar in û ji bo çi hatine danîn. Bi raya min ji bo mamoste Fêrgîn Melîk Aykoç qet hewceyî bi van mînakan jî tuneye, an diviya tunebûya. Lê min bi tenê xwest bidime nîşan ku çewa ecele kiriye.
Min hevpeyvîna birêz Aykoç a Ozgur Polîtîkayê jî xwend û ez jî maf didimê ku weşanger berhemên mirov li gor xwe diguherin û diherimînin. Lê, pêşniyaza min ew
e ku an mirov berhemên xwe bi yek-du kesên pêbawer bide xwendin û kontrolkirin, piştre bide weşanê, an jî mirov bi xwe bi hûrgulî, carek, nebe çend caran di
ber çav re derbas bike. Lewra mirov bi xwe şaşiyên xwe zahmettir dibîne ku ev rastiyek e û ji bo me hemuyan derbas dibe. Ez bawer dikim ku kêmasî carek an du caran nivîskar bi xwe jî bi hûrgulî redakte kiribûna, dê ev şaşiyên destnîşankirî bi giranî nebûna. Bila mehek, du meh, heta sê-çar mehan bi derengî be, lê bila
ji ber pirsgirêkên redakteyî û rêzimanî, kalîteya romanê nekeve û keda mirov bêtir cihê xwe bibîne.
Romanên dîrokî, ango romanên ku bahsa serdemekê dikin timî bala min ji romanên din pir bêtir kişandine. Lewra tu çav bi qasê çavên wêjeyê nêzî rastiyan nîne û
rastiyan nabîne. Ji ber vê taybetiya wêjeyê ye ku wêje ji hemû beşên din bêtir bandorê li mirovan dike û bêtir mayînde ye. Loma jî, ez careka din spasiya mamosteyê hêja Fêrgîn Melîk Aykoç û keda wî ya hêja dikim.[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 344
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 16-09-2023
פריטים המקושרים: 4
ביוגרפיה
הספרייה
מאמרים
תאריכים ואירועים
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 28-10-2015 (9 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
ספר: רומן
פרובנס: Kurdistan
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 16-09-2023
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 18-09-2023
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا ک ) על: 18-09-2023
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 344
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 517,545
תמונות 106,159
ספרים 19,170
קבצים הקשורים 96,557
Video 1,317
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.766 2!