图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,148
图片 106,541
书籍 19,258
相关文件 97,026
Video 1,384
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Şeva Çileyê ango Şeva Yeldayê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Şeva Yeldayê

Şeva Yeldayê
=KTML_Bold=Şeva Çileyê ango Şeva Yeldayê=KTML_End=
#MAHABAD FELAT ARDA#

Me çanda xwe ji têkiliyên xwe yên bi xweza û cografyaya xwe re girt û me li ser bingeha çanda xwe jî reng û teşe girt.  Ew bûne kodên me yên civakî. Çanda me ya li ser bingeha fenomenên xwezayî û li ser bingeha cografyaya me ya wekî bihuşt tê pênasekirin şînbûyî, bû bingeha şaristaniya mirovahiyê. Gelek çandên îroj bûne nirxên hevpar ên mirovahiyê jî li ser wê bingehê şîn bûn. 
YELDA ango Şeva Çile dirêjtirîn şeva salê ye. Ev roj ji dîrokeka pir kevin a serdema baweriya Mîtra ve wekî cejin tê pîrozkirin. Têkçûna tariyê tê pîrozkirin û bixêrhatina ronahiyê tê kirin. Bi bihêzbûna ronahiyê re Mîtra bihêztir dibe û giyan û enerjî dide xwezayê û hemû caneweran. Roj û cejnên êzdiyan jî, herçendî piştre û ji ber sedemên cuda di nav herikîna dîrokê de di bin bandora hin reng û motîfên îslamiyetê de mabin û manîpule bûbin jî, li ser bingeha vê çand û baweriyê reng û teşe girtine.
21 ê meha 12 an şeva herî dirêj e. Piştre şev êdî dirêj nabin lê ronahî jî 3 rojan li ber xwe dide û di 24 ê mehê de dest pê dike dirêjtir dibe. Ev dibe têkçûna tariyê. 
Ronahî mizgîniya germê ya liv û tevgera xweza û hemû caneweran e jî. Ronahî û germî, ber û berhemdariya xwezayê û mizgîniya berdewamiya jiyanê ne ku hemû jî, bi enerjiya ji rojê li hemû cîhan û jiyanê belav dibe ve girêdayî ne. Enerjî liv, tevger û jiyan bixwe ye ku ew jî ji rojê tê girtin. Loma ye ku roj sembola herî mezin a afirîneriyê ye û sembola pîroziya herî mezin e. Loma ku sembola herî kevin a kurdan e jî û loma ku di nav ala û hemû sembolên kurdayetiyê de roj ciyê sereke digire.
Şeva Çile ango Şeva Yeldayê bi şahî û germahiya têkilî, dan û stendinên mirovan, a xizm û malbatan, a der û cîranan, a heval û hogiran tê pîrozkirin. Mêweyên di rengê agir de û bi taybet jî hinar û zebeş têne xwarin, çerez û xwarinên curbecur têne amadekirin û her dever bi find û ronahiyan têne xemilandin, rohnîkirin. 
24ê mehê jî Noel´a cîhana xirîstiyan e. Weke rojbûna Îsa pîroz dikin, lê wekî gelek tiştên din, ev jî ji fenomenên xwezayî li mirovan hatiye barkirin. Ango ji bo her fenomeneke xwezayî wekî sembol mirov hatine hilbijartin û ew mirov hatine pîrozkirin û pîrozdîtin. Lewre nekarîne tu wate bidine van fenomenan û şirove bikin. Mirov di nav hemû canewerên din de ji ber mêjiyê xwe pêşketîtir bûye, loma ev fenomen bi mirovan hatine sembolîzekirin. Tenê divê bê dîtin ku kurdan ev yek nekirine. Ji destpêkê ve her tiştî bi liv û tevgerên roj û ronahiyê ve watedar û şirove kirine, ango roj û xwezayê serdestî mirovan girtine û mirovahiyê wekî parceyeke xwezayê ku dikare ew jî mîna besên din ên xwezayê, bi rojê jiyana xwe bidomîne nirxandine. Tista îroj zanist dibêje, jixwe bingeha jiyan, cand û folklore kurdan bûye. Ji çîrok û pîrozbahiyên wan bigire, heya reng û teşeya jiyana wan û çanda wan li ser vê bingehê şîn bûye, wate girtiye. Kodên civaka kurd jî li ser vê bingehê afirîne û teşe dane civakê. Lê ev çand dîsa ji ber sedemên cografîk û xwazeyî û gelek sedemên din, di nav gelên din de bi pêş neketiye û ji çanda me girtine, li gor xwe şirove kirine. 24 ê mehê pîrozbahiya Noelê jî yek ji van rastiyan e ku di bin bandora çanda kevnar a kurd de bi pêş ketiye, li mirovan hatiye barkirin, ango di kesayetiya mirovan de hatiye sembolîzekirin, wekî rojbûna Îsa (Jesus-Mesîh) û Kalê Noelê (Ezîz Nicholas. Swêdî dibêjinê Tomte). 
Gelek tiştên din hene ku bingeha xwe ji fenomenên xwezayî digirin û bi olan ve hatine pînekirin. Lewre tênegihiştinên mirovan di her dem û serdeman de bûne tirsên wan û mirovan rolên xudayî li wan bar kirine. Bi wan ve ango bi tirsên xwe yên bingeha xwe ji tênegihiştinê digire ve hatine girêdan. Ev girêdana bê ser û çav û bêyî hiş û zanîn piştî demekê bûye derfet û fersend ji bo hin mirovan û tirs û nezanî wekî amûr hâtive bikaranîn.
Ciyê serbilindiyê ye ku kurd ji destpêkê ve rastiya xwezayî dîtine û jiyana xwe li ser wê bingehê honane. Yek ji sedema herî mezin a ku kurd îroj li gel hemû tofanan jî li ser piyan in, ev bi xwe ye. Ziman û çanda me bûye sedema hebûna me û amûra herî bi hêz a berxwedana li dijî her cure tofan û bahozî. 
Loma jî banga min li her kurdekî û saziyên kurd heye ku çewa Newroz û Çarşema Sor têne pîrozkirin, divê Şeva Yeldayê ango Şeva Çile jî bi heman coş û xweşiyê bê pîrozkirin. Bila çanda me di nav vê cîhana ku ji me girtiye û li ser înkariya me şîn bûye dîsa bibe sedema ronahiya giyanî ya civaka kurd û kurd li dora van çand û rastiyên xwe kom bibin, vegerin ser rastiya xwe. Ev dê bibe ronahiyek ji mirovahiya pêşverû re jî. Kurd dikarin bi xwedîderketina li rastiya xwe û çanda xwe jî bibine ronahî ji mirovahiyê re.  [1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览411
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 15-09-2023
挂钩项目: 6
小组: 文章
Publication date: 12-12-2019 (5 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 15-09-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on18-09-2023
此产品最近更新( سارا ک ):18-09-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览411
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,148
图片 106,541
书籍 19,258
相关文件 97,026
Video 1,384
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!