Bibliotek Bibliotek
Søk

Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!


Search Options





Avansert søk      Keyboard


Søk
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Verktøy
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Min konto
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
Søk Send Verktøy Språk Min konto
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Tilfeldig element!
 Vilkår for bruk
 Kurdipedia Archivists
 Dine tilbakemeldinger
 Bruker samlinger
 Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjelp
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 517,441
Bilder 106,013
Bøker 19,160
Relaterte filer 96,492
Video 1,307
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) il...
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-...
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-k...
Bibliotek
Det som var vanskelig å lev...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Mîtên Afirandinê yên Mezopotamyayê
Gruppe: Artikler | Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mîtên Afirandinê yên Mezopotamyayê

Mîtên Afirandinê yên Mezopotamyayê
=KTML_Bold=Mîtên Afirandinê yên Mezopotamyayê=KTML_End=
Mihyedîn Nahrîn

=KTML_Bold=Mîtên Afirandinê yên Sumerîyan=KTML_End=
Mîta An û Kî
Berî her tiştî behra pêşîn hebû. Ji bilî behrê ti tişt nebû. Behr û ezman dighin hev û di vê encamê de çîyayê kozmîk derdikeve meydanê. Ji ezman re “An” ji erdê re “Kî” tê gotin.
Îlah An û Îlahe Kî tevlîhev dibin û bi hev şa dibin. Bi vê şabûna wan “Enlîl” (Îlahê hewayê) çêdibe. Dema Enlîl çêdibe dibîne her tarîye û tarîtî her der dorpêç kirîye. Enlîl ji bo hinek ronahî çêbike Îlaha Heyvê (Nanna) diafirîne. Bi vê sayê kaînat hebekî ronî dibe. Enlîl bi Îlahe Kî re dizewice û ji vê zewacê Îlahe Nihursag çêdibe.
Nanna ji bo xwe hevalekî diafirîne û ew jî Îlahê Tavê (Utu) ye. Utu û Nanna kaînatê germ û ronî dikin. Bi vî awayî serdema tarîtîyê diqede. Utu rojê dinyayê germ û ronî dike, dema dibe şev jî vê carê Nanna derdikeve dinyayê bi şewqa xwe ronî dike.
Îlah û îlahe li ser rûyê dinyayê dijîyan. Eynî mîna mirovan bi kar û barên dinyayê ew gelekî mijûl dikirin. Ji bo ji wan re xizmetê bikin ji alîyê Enkî û Nihursag ve afirandina insanan tê pêşnîyarkirin. Ev peşnîyara wan ji alîyê Anu ve tê qebûlkirin.
Enkî ji Behra Pêşîn û ji axa sor ya Mezopotamyayê mirovên pêşî anî wicûdê û piştre ji bo şeklê wan were dayîn ew teslîmî Nîhursagê kirin. Nîhursag şeklî dawî da insanan. Lê Enkî û Nîhursag di çêkirina insanan de pir şerab vexwaribûn. Ji ber têsîra şerabê insanê hatine çêkirin hebekî bi qisûr bûn. Di encamê de sê tîp insan derketin meydanê, yek jin, yek zilam û yê din bê zayend bû.
=KTML_Bold=Mîta Adapa=KTML_End=
Adapa mirovên pêşî ye. Bi heman awayî jî rahîp û kralê pêşî yê welatê Sumerê ye. Ji alîyê emr(temen) ve fanî ye lê ji alîyê qewetê ve rehmanî ye.
Rojekê di çemê Tîgrîsê de masîyan digre. Bayê Başûr dike ececok û kêleka wî serobino dibe. Ew jî radibe û baskên Bayê Başûr dişkîne.
Xwedayê mezin Anu ji bo hesabê wî hildide ezmanan. Di rê de Enkî, parezerê Adapu şîretan lê dike û dibêje: “Li wir heke Ava Jînê bidin te jê qet venexwe. Ew ne Ava Jînê ye. Tu yê pê bimrî”. Ew jî dibêje: “Temam”.
Anu jê pirs dike: “Te çima baskê Bayê Başûr şikand?”
Adapu bersiv dide û dibêje: “Jîyan pir rengîn û xweş e. Hûn nemir in û em fanî ne. Ev neheqîye.”
Keyfa Anu ji bersiva Adapu re tê. Ji xwarinên Xwedayan amade dikin û Ava Jînê tînin. Wan tevan îkramê Adapu dikin lê ew qebûl nake.
Anu: “Ez Ava Jînê didim te. Tu çima qebûl nakî?”
Adapu: “Ji min re gotin qebûl neke. Wê jehrê bidin te.”
Anu pir hêrs dibe û Adapu ji hizûra xwe diqewirîne. Wî ji cennetê diavêje ser rûyê dinê. Ji wê rojê heta niha mirov li ser rûyê dine êsîr mane. Di laşê de fanî her roj mirine.
Bi vî awayî mirovan li ser dinê bawerîyên semavî ji xwe re çêkirine. Bi bawerîyan ji bo xwe jîyana xwe bi wate kirin. Hemû bawerî bi çîrokên xwe dighînin dilê biçûk û dilê mezinan.
Piştî Adapu tê ser rûyê dinê dînên(ol) Pir-Xwedayî ber bi dînên Yek-Xwedayî ve diguherin.
Mîta Enkî û Nînhursag
Ser-Îlahe Nînhursag Ji bo bexçeyê îlahan heşt nebatan diafrîne û wan li bexçe diçîne. Rojekê Îlah Enkî tê nava bexçe û ew her heşt nebat bala wî dikşînin. Tê nêzî nebatan wan jê dike û dixwe. Dema Nînhursag bi vê yekê dihese pir aciz dibe. Ji bo heşt organên wî heşt nexweşîyên bêderman dide.
Hemû îlah tên ba hev ji bo çareyekê ji Enkî re bibînin lê ti çare nayê dîtin. Herî dawî hemû îlah diçin ba Nînhursag û wê îkna dikin. Ew jî ji bo her heşt organên Enkî heşt Îlaheyên Şîfayê diafrîne. Piştre jî Nînhursag ji parsûyên Enkî Îlahe Nîntî diafrîne.
Nîntî îlaheya jîyanê ye. Nîn-tî, “tî” di zimanê Sumerîyan de wateya jîyanê dide. Ev peyv di zimanê Îbranîyan de wateya Hewwa dide.
=KTML_Bold=Mîtên Afirandinê yên Asûran=KTML_End=
Mîta Anû
Li kaînatê tenê Anu (îlahê ezmanan), Enlîl (îlahê xweza û dinyayê), Şamaş (îlahê tavê), Ea (îlahê avê) û Anûnakî (îlahê ezmanê mezin) hebûn.
Enlîl dinya afirand.
Anû ezman afirand û ji dinyayê re kire stargeh.
Ea hemû derya, gol, çem û ava dinayayê afirand.
Kar û barên dinyayê di destê îlahan de bûn. Rojekê îlah ji van karên dinyayê pir aciz bûn û xwestin ji xwe re xizmetkaran biafrînin. Ev wezîfe dane Anûnakî.
Anûnakî ji bo insan bi hêz bin îlah Lamga dikuje û xwîna wî tevlî axa dinyayê dike. Bi vî awayî ji bo xizmeta îlahan bikin insan hatin afirandin û ew şandin ser rûyê dinê.
*Mamoste Mihyedîn Nahrîn, Li gundekî Mêrdînê tê dinê. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stembolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdarîya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Niha li Stênbolê dijî û karê mamostetîyê dike.[1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 513 ganger
HashTag
Kilder
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | http://thehallkurdi.com/ - 10-09-2023
Koblede elementer: 22
Gruppe: Artikler
Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 26-05-2023 (1 År)
Bok: History
Dokumenttype: Originalspråket
Provinsen: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Element Kvalitet: 99%
99%
Lagt inn av ( ئاراس حسۆ ) på 10-09-2023
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 20-09-2023
Dette elementet nylig oppdatert av ( ئاراس حسۆ ) på : 20-09-2023
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 513 ganger
Attached files - Version
Type Version Redaktørnavn
Photo fil 1.0.1101 KB 10-09-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?

Actual
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Det som var vanskelig å leve med
21-03-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Det som var vanskelig å leve med
Biografi
Gelawesh Waledkhani
03-04-2022
شەرارە شەمامی
Gelawesh Waledkhani
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 517,441
Bilder 106,013
Bøker 19,160
Relaterte filer 96,492
Video 1,307
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 0.281 andre!