کتاووخانه کتاووخانه
مِنِی کردن(گێردین)

 کوردی پدیا کەڵنگتەرین بنچەک چەن زوون دار أڕا زانستەنیەل کؤردیە!


Search Options





مِنِی کردن(گێردین) ترەختی کریا      تەختە کلید


مِنِی کردن(گێردین)
مِنِی کردن(گێردین) ترەختی کریا
کتاووخانه
نامنامەی کردی
کرونولوژیا از وقایع
بنچەکەل(سەرکەنی=سرچشمە)
وەرینە(پێشینە)
کووکریائەل(گردآکریائەل)کاربەری
کارەل(فعالیتەل)
چؤی مِنِی کەم ؟
انتشار(بەشآکرن)
Video
ڕزگ بەنی(دەسە بەنی)
بەخش بەختەکی!
کِل کِردِن
 مەقاڵە کِل کە
عەسگێ کِل کە(ڕئ کە)
Survey
قسەل(گەپەل) هۆمە
تماس
چه نوع اطلاعاتی را که ما نیاز داریم!
إستانداردەل
 إگرەک بینەل استفاده
 کیفیت بەخش
 أبزار
دەربارە
Kurdipedia Archivists
 درەباره ایمە چە مووشن !
اضافه کوردیپیدیا به وب سایت شما
اضافه کردن / حذف ایمیل
آمار مهمان
 آمار بەخش
 فونت چاوواشآکەر(مبدل)
 تەقویم چاوواشآکەر(مبدل)
زبان و گویش از صفحات
تەختە کلید
پیوەندەل خوو(خاس)
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
زبان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
 سامانە مإ
ورود به سیستم
هامیاری أگەرد هۆمە
رمز عبور خود را فراموش کرده اید!
مِنِی کردن(گێردین) کِل کِردِن  أبزار زبان  سامانە مإ
مِنِی کردن(گێردین) ترەختی کریا
کتاووخانه
نامنامەی کردی
کرونولوژیا از وقایع
بنچەکەل(سەرکەنی=سرچشمە)
وەرینە(پێشینە)
کووکریائەل(گردآکریائەل)کاربەری
کارەل(فعالیتەل)
چؤی مِنِی کەم ؟
انتشار(بەشآکرن)
Video
ڕزگ بەنی(دەسە بەنی)
بەخش بەختەکی!
 مەقاڵە کِل کە
عەسگێ کِل کە(ڕئ کە)
Survey
قسەل(گەپەل) هۆمە
تماس
چه نوع اطلاعاتی را که ما نیاز داریم!
إستانداردەل
 إگرەک بینەل استفاده
 کیفیت بەخش
دەربارە
Kurdipedia Archivists
 درەباره ایمە چە مووشن !
اضافه کوردیپیدیا به وب سایت شما
اضافه کردن / حذف ایمیل
آمار مهمان
 آمار بەخش
 فونت چاوواشآکەر(مبدل)
 تەقویم چاوواشآکەر(مبدل)
زبان و گویش از صفحات
تەختە کلید
پیوەندەل خوو(خاس)
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
ورود به سیستم
هامیاری أگەرد هۆمە
رمز عبور خود را فراموش کرده اید!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارە
 بەخش بەختەکی!
  إگرەک بینەل استفاده
 Kurdipedia Archivists
 قسەل(گەپەل) هۆمە
 کووکریائەل(گردآکریائەل)کاربەری
 کرونولوژیا از وقایع
 کارەل(فعالیتەل) - کؤردی پدیا
 کمک
 بەخش نوو(جەدید)
 کتاووخانە
بۊش کامە وەرزی؟
30-09-2023
زریان سەرچناری
 کتاووخانە
گوڵدەم سۊر
18-12-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
 کتاووخانە
سەرەوژێری
17-12-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
موحسن قەیسەری
01-10-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
 کتاووخانە
هۊرد کەم
20-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
مەهوەش سولێمانپوور
19-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
کەژال وەتەنپوور
18-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
 کتاووخانە
واژا
18-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
مازیار نەزەربەیگی
17-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
ئەفشین غوڵامی
12-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
آمار
 شؤمارە مەقاڵەل 517,545
 شؤمارە عەسگەل  106,159
 کتاووەل 19,170
فایل های مرتبط 96,557
Video 1,312
 مەقاڵەل گؤجەر
وتوێژ تایبەت وەگەرد حسام لو...
 مەقاڵەل گؤجەر
چیرۆکی مسافرکیش لە ئێحسان ن...
 کتاووخانە
واژا
 مەقاڵەل گؤجەر
باشوور و بنەڕەتەل یەکاگرتن ...
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
موحسن قەیسەری
Mîrê Ziman û Alfabeya Kurdî Celadet Bedirxan 1893–1951
ڕزگ(دەسە):  مەقاڵەل گؤجەر | زبان مقاله: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ارزیابی مقالە
نایاب
عالی
متوسط
بد نیست
بد
اضاف کردن أ کووکریال
نظر خود را در مورد این مقاله بنویسید!
پێشینە(وەرینەل) بەخش
Metadata
RSS
به دنبال تصویر رکورد انتخاب شده در گوگل
به دنبال رکورد انتخاب شده در گوگل
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mîrê Ziman û Alfabeya Kurdî Celadet Bedirxan 1893–1951

Mîrê Ziman û Alfabeya Kurdî Celadet Bedirxan 1893–1951
=KTML_Bold=Mîrê Ziman û Alfabeya Kurdî Celadet Bedirxan 1893–1951=KTML_End=
#Konê Reş#

Gelên xelkê xwe bi mirovên xwe, yên şareze, zane û mêrxas pesin û paye dikin. Ewên ku gelên wan sûdeyek ji wan dîtibin, çi di warê hilgirtina tivingê de û çi di warê hilgirtina pênûs û xamê de. Lê mixabin em gelê kurd di vî warî de jî paşketî mane. Bêguman sedemên vê yekê jî pir in. Qey ev jî Qedera me kurda ye?
Piştî çend mehên din, anku di roja 15-07-2023 an de, 72 sal di ser koçkirina rêberê zimanê kurdî, Mîr Celadet Bedirxan re derbas dibe. Gelo kesî gotiye emê vê rojê bi bîr bînin an haziriya xwe û vê rojê bikin? Tevî ku bêtir ji 10 navendên kulturî û çandî yên kurdan, di van salên dawî de, çi li welat û çi li derveyî welat be hatine dameziran. Roja îro dor 20-30 kovar û rojname hene ku bi wê alfabeya ku wî ji zimanê kurdî re bijartiye têne weşandin. Ew alfabeya ku 13 salan pêre dirêj kir û bi wê alfabeyê di Gulana 1932 an de hawar û gazî li kurdan kir û got:
Bavo li dinê ji me kêmtir kes nemaye, heçî milet hene tevde bûne dewlet û hikûmet, xwedan kitêb û dibistan. Bi tenê em miletê kurd bi şûnde mane, reben, feqîr, nezan, belengaz di destê xelkê de lihîstok. Xelkê hevsarê me kiriye destê xwe li gor kêf û menfîeta xwe, berê me ji bakur dide nîvro, ji rojave dide rojhilat, ji lewra divêt em jî bixebitin, xelkê xwe hînî xwendin û nivîsandinê bikin, vî miletê belengaz ji tariyê xelas bikin, berê wî bidin tav û ronahiyê. (1)
Mîr Celadet yê ku li ser rêk û şopa apê xwe (Mîr Miqdad Medhet Bedirxan) diliviya, hawar û gaziya wî ji ya apê wî bû. Ew apê ku di roja 22-04-1898an de, anku ji berî 125 salan ve, yekemîn Rojnameya kurdî li Qahîre bi navê “KURDISTAN” weşandiye, di nav kurdan de belav kiriye û gotiye:
Gelî mîr û axano, kurmancino! Qenc bizanin, xwendin, ilm û marifet li dinya û axretê rûyê mirov sipî dike. Niho zaroyên xwe bi elîmînin ilm û marifetê. Hûn bi xulaqeta xwe şûcah û cesûrin. Hekê hûn bibin xweyî ilm, hûnê ji dinê hemiya xurttir, dewlemendtir bin. (2)
Ma negereke ku ev navendên çandî, kovar û rojnameyên kurdî, li dor jiyan û ramanên vî kesî rawestin, nav û nîşanên wi di nav gelê wi de belav bikin, da ku xelkên wî, ji nêzîk ve, wî nas bikin, serwextî xebat û berhemên wî bibin, navê wî ji tariya salan derkeve ronahîya rojên îro.
Di baweriya min de, yê ku li kevnê xwe nepirse û neparêze, zore ku karibe di pêşerojê de, tiştekî durist û aktîv ji gelê xwe re pêşkêş bike. Vêca gereke em guhdariyê li vê yekê bikin, li wan mirovan miqate bin û gelê xwe serwextî jiyan û xebata wan bikin. Fermo bi kurtebirî jiyan û xebata Mir Celadet Bedirxan.
Tevî ku mirê dûmahiya welatê Botan, Mir Bedirxanê Azîzî sala 1868an, di sirgunê de li Şamê, çûye ber rehma Xwedê, lê siltanê Osmanî rê neda kurên wî bi vegera warê bav û kalan “Cizîra Botan”. Piraniya kurên wî kirin hakim, walî û paşa, lê li derveyî welatê wan, da ku ji şer û bela wan xelas be.
Hingê, Mîr Emin Alî, bavê Celadet, kurek ji wan kuran bû, para wî hakimiya cezayê bû li Stanbolê. Di roja 26ê Nisana 1893an de Xwedê kurekî didêyê, navê wî dike “Celadet”, bi wateya sebir û samanê. Ji ber ku bi hêvî bû rojekê vegere welatê xwe Botan. Vêca sebir û saman dikişand. Lê mixabin, ew hêviyên wî di sala 1926an de, li Misrê, bajarê Qahîreyê, pê re çûne gorê.
Di nav salan de, kurê wî Celadet, ew hêviyên bav û bapîrên xwe, bi xwe re hilgirtin û hilanîn û di ber wan de xebitî ta roja dawî ji temenê xwe. Mîr Celadet bi bav, ap, pismam, bira û welatparêzên kurdan re beşdarî di avakirina komeleyên kurdî yên pêşî de li Stenbolê kir. Di sala 1914an de, beşdarî di şerê cîhanî yê yekemîn de li eniya Qefqasê kir, ta ku di Tebrîz û Bakoyê de derket.
Di sala 1919an de, digel birayê xwe Dr. Kamîran, Ekremê Cemîl paşa û Fayiq Tewfîq ji Silêmaniyê (Pîremerd), bi mêcer Newêl yê inglîzî re li bakurî Kurdistanê geriya, da ku daxwazên gelê kurd berî morkirina peymana Sîverê, di navbeva hevalbendan û dewleta Osmanî de nas bikin. Di sala 1922-1923an de Mistefa Kemal paşa fermanek bi kuştin û sirgunkirina malbata Bedirxaniyan û welatparêzên kurdan deranî, vêca ji neçarî wana tirkiye li şûn xwe hiştin û bi şar û welatên dinyê ketin. Hingî, Celadet û van birayên xwe: Kamîran, Tewfîq û Sefder di Almaniya re derketin, bavê wî Emîn Alî Bedirxan û birayê wî yê mezin (Sureya Bedirxan: Dr. Bileç Şêrko) di Misrê, bajare Qahire re derketin.
Mîr Celadet li Almanya, xwendina xwe di parêzeriyê de bir serî û dest bi xwendina doktorayê kir. Lê dema ku şoreşa şêx Saîdê Pîranî di sala 1925an de destpê kir, xwendina xwe li rexekî hişt û xwe bi şoreşê ve gîhand. Mixabin ew şoreş ne di çax û demê xwe de destpê kiribû û dawî bi hovitî hat perçiqandin. Mîr Celadet jî, polîpoşman careke din zîvirî Almaniya ku xwendina xwe di doktorayê de bibe serî. Lê nexweşî û mirina bavê wî li Qahîreyê di sala 1926an de, ew derfet nedayê..
Di sala 1927an de Mîr Celadet û Memdûh Selim Beg Wanlî, bi alîkariya ermenan û beşdariya gelek welatparêz û serokên eşîran komeleya” Xoybûn” li Libnanê damezirandin. Di sala 1929-1930yî de, endamên komeleya” Xoybûn” li Sûriyê xwe ji alîkariya şoreşa Agrî re amade kirin, ku ji sînorê Sûriyê ve êrîşî tirkan bikin û bavêjin ser Mêrdinê, Midyadê, Ûrfa û Cizîrê, da ku akama artêşa tirkan ji ser şoreşvanên Agirî sivik bibe. Lê sed mixabin wek ku Mîr Celadet û hevalên xwe dixwestin bi wan re neçû serî. Ji ber nakokiya axa û begên Binxetê û nerazîbûna wan ji hev. Vêca Mîr Celadet ji neçarî, wî û çend hevalan xwe bi şoreşa Agrî ve gîhandin, da ku li kêleka Îhsan Nûrî Paşa, Îbrahîm Hesko Têlî û hevalên wan bin.
Lê sed heyf û mixabin, ew şoreş jî, bi hovitî û tundî hat qurmicandin, serokên wê jî, ji neçarî xwe li îranê girtin û Mîr Celadet Bedirxan di gel wan. Li Tehranê, Mîr Celadet ji şah Riza Pehlewî alîkarî xwest, lê şah Riza xwe neda ber tiştekî, tiştê ku xwe da ber, ji Mîr Celadet xwest ku bibe şalyarekî Îranî li dewleteke Ewropî. Mîr Celadet bi vê pêşniyara wî razî nebû. Vêca Riza Pehlewî ew bi darê zorê ji tixûbên Îranê derbasî Îraqê kir. Li Îraqê, hikumeta ingilîzî şerê kurdan dikir, dema sehkir ku mîr Celadet li Bexdayê ye, rêtengî jêre çêkirin. Ji ber ku Mîr wek semboleke netewî ya kurdan bû. Û dawî Mîr ji neçarî, ji Iraqê derket û vegeriya Sûriyê/ Şamê. Li Sûriyê hikûmeta firansî, ew û hevalên wî kirin bin rûniştina zorê de.
Di sala 1931ê de Mîr Celadet bi serokên êl û eşîrên kurdan re, komelayek bi navê “Civata alîkariyê ji bona kurdên belengaz li Cizîrê” damezirand. Ji bona alîkariya wan kurdên ku ji tirkiyê mişextî û sirgunî binxetê bibûn.
Di sala 1931ê de jî, Mîr destûra kovara xwe HAWARê, bi zimanê kurdî tîpên latînî ji hikumeta Fransizî di Sûriyê de distîne û di roja 15-05-1932an de hejmara pêşî ji kovara xwe Hawarê li Şamê çap dike û di nav kurd û biyaniyan de belav dike. Di rûpelên wê de hawar û gazî li kurdan dike û dibêje:
Hawara me berê her tiştî heyîna zimanê me dê bide naskirin lewma ku ziman şerta heyînê ya pêşîn e. (3)
Û di kovara Hawarê, hejmara 27/1941ê de wiha dibêje:
Kuro eyb e, şerme, fihête, an hînî xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe bibin, an mebêjin em Kurd in. Bê ziman Kurdîtî ji we ra ne romete, ji me ra rûreşîyeke giran e. Heyf û xebînet û hezar mixabin, nemaze ji wan ra ko bi zimanên din dizanin bixwînin û binivîsînin û alfabêya zimanê xwe hêj nas nakin.
Ew cara pêşîye ku alfabêya kurdî latînî berdestî zimanê Kurdî dibe. Di gel kovara “HAWAR”ê, di roja 1/4/1942an de, mîr Celadet kovareke din bi navê “Ronahî” xwerû bi kurdîya latînî çap û belav dike. Ji ber nebûna nivîskaran, Mîr Celadet bi bêtîrî “15” navan di van herdû kovarên xwe de dinivîsîne. Nedixwest ku biyanî zanibin ku bi tenê ew û birayê xwe (Dr. Kamîran) tev babetên van kovaran dinivîsînin. Paşê Mîr di nav gelek kesan de, ew dehif dan ber nivîsandina bi zimanê kurdî. Di roja îro de gelekan ji wan nav û deng dane wek: Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can, Mistefa Ehmed Botî, Hesen Hişyar… Hingê jî, gelek kesên bi nav û deng di kovarên wî de nivîsandine wek: Goran, Bêkes –Ihsan Nûrî Paşa, Evdulrehmanê Eliyê Ûnis, mele Ehmed Nami û hwd.
Mîr Celadet, di ber çapkirina herdû kovarên xwe re pirtûkxaneyek bi navê Pirtûkxana Hawarê vedike û bi navê wê pirtûkxaneyê 20 pirtûk çap dikin, dîwana Cegerxwîn a yekemîn: Pirîsk û Pêt “ yek ji wa ye. Hem jî Mîr Celadet pêşgotina vê diwana Cegerxwîn dinivîsîne.
Di sala 1935an de bi dotmama xwe “Rewşen xanim Bedirxan” re dizewice. Ji zewaca wan kur û keçek li wan zêde bûye, kur navî wî “Cemşîd” e di sala 1939an de çêbûye, doktor bû di bijîşkiyê de, jiyana xwe li Almaniya derbas dikir, di sala 1999an de li Brazîl çûye ber dilovaniya Xwedê. Lê keça wî navê wê Sînemxan e, kebaniya nivîskarê kurd ê rehmetî Selah Saadella ye, niha li Hewlêrê dimîne. Mîr Celadet bi van zimanan zanîbû: tirkî – inglîzî – firansî – farisî –rûsî-yûnanî- almanî-erebî û zimanê kurdî, zimanê axaftinê bû li mala wî.
Eger mirov li dîroka malbata Bedirxaniyan vegere û berpêl bike, wê bibîne ku piraniya Bedirxanî di sirgûn û zîvariyan de mirine û hatine kuştin û ev yek bi tena sere xwe xweş nîşane ji dilsozî û wefadariya wan re. Pêwîste em navê wan bi tîpên zêrîn di dîroka gelê xwe de binivîsînin. Sed rehmet li giyanê tev referên malbata Bedirxaniyan bibare, bihûşt cih û warê wan be.
Di roja 15-07-1951ê de, dema ku Mîr Celadet Bedirxan li gundê Hêcanê, nêzîkî Şamê çûye ber dilovaniya Xwedê hevalê wî Qedrî Can, ev gotin li ser kêla ber serê wî nivîsandine:
=KTML_Bold=Mîrê kurd lawê Kurdistan=KTML_End=
Neviyê Bedirxan
CELADET
Fidakar xwediyê himet
Cendekê ku di vir de binax bû
Giyanê wî bilindî asman bû
Di riya neştiman
Xwedî bican
Giyanê xwe kir qurban
Nemirîye, zindîye
Navê wî ebedîye.
15-07-1951
Ji berhem û afirandinên mîr Celadet Bedirxan:
1-Rêzimana alfabêya kurdî, Şam 1932.
2-Rûpelinine alfabê, Şam 1932.
3-Bîyîsa Pêxember, Şam 1933.
4-Nevêjên Êzdiyan, Şam 1933.
5-Nameyek ji Mistefa Kemal Paşa re, Şam 1934.
6-Li dordoza Kurdistanê, Misir 1943.
7-Giramêra kurdî, Şam 1943.
8-Giramêra kurdî-bi firansî
9-Sebebên rastyi ketina edivne
10-Ferhenga kurdî –kurdî
11-Ferhenga kurdî-firansî
12-Xwebinas
13-Kitêba sînemxanê
14-Hevind (şano ye)
15-Dîwanek helbest, (çapnebûyî)
=KTML_Bold=Jêder:=KTML_End=
1- Mîr Celadet Bedirxan, kovara “Roja Nû” jimar “1” Beyrût, 1943
2- Mîr Miqdad Medhet Bedirxan, rojnameya “Kurdistan” jimar 4 Qahîre 1898.
3- Mîr Celadet Bedirxan, Hawar, jimar 1.Şam 1932.
Konê Reş
Nivîskar, Qamişlo
[1]
اێ مەقاڵە أ زوون (Kurmancî - Kurdîy Serû) نۆیسیائە، أڕا واز کردن بەخش أ زوون بنچێنە(اصلی)!أڕؤی آیکون کلیک کەن
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
اێ بەخشە 784 گل سئرکریائە(دێینە)
HashTag
بنچەکەل(سەرکەنی=سرچشمە)
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | http://thehallkurdi.com/ - 10-09-2023
آیتم های مرتبط: 23
ڕزگ(دەسە):  مەقاڵەل گؤجەر
زبان مقاله: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 11-04-2023 (1 سال)
Publication Type: Born-digital
نوع سند: زبان اصلی
کتاب: زبانی
Technical Metadata
 کیفیت بەخش : 98%
98%
اێ ڕکؤردە إژ لآ 10-09-2023 أڕا( ئاراس حسۆ )
اێ بەخشە گل دؤمائن(آخرین گل) إژ لآ( سارا ک ): أڕا13-09-2023 نووآ بی(بروز بی)
نیشانی مەقاڵە
اێ بەخشە إڕؤی(طبق) إستانداردەل كوردی پدیا هەنی(هالی) ناتەمامە ؤ بازنگری متن إگرەکەسێ(نیازە)
اێ بەخشە 784 گل سئرکریائە(دێینە)
 کوردی پدیا کەڵنگتەرین بنچەک چەن زوون دار أڕا زانستەنیەل کؤردیە!
 مەقاڵەل گؤجەر
یانزە مەلۊچگ مازیار حەیدەری
 مەقاڵەل گؤجەر
داستانێگ لە مامووستا مەنووچێر کەێخسرەوپووڕ
 کتاووخانە
گوڵدەم سۊر
 مەقاڵەل گؤجەر
چیرۆکی مسافرکیش لە ئێحسان نیک‌پەی
 کتاووخانە
هۊرد کەم
 کتاووخانە
سەرەوژێری
 مەقاڵەل گؤجەر
چرچ بوودە پاساکەر ڕەخنەگری! ئایا ڕەخنەێ هەشار یا لە پشت کەل و کورچ، تۊەنێد یارمیەتی کوومەڵگای ئیمە بەێدن؟ /مازیار نەزەربەیگی
 کتاووخانە
بۊش کامە وەرزی؟
 کتاووخانە
واژا
 مەقاڵەل گؤجەر
باشوور و بنەڕەتەل یەکاگرتن زوانی وژمان
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
کەژال وەتەنپوور
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
ئەفشین غوڵامی
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
مازیار نەزەربەیگی
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
موحسن قەیسەری

Actual
 مەقاڵەل گؤجەر
وتوێژ تایبەت وەگەرد حسام لوڕنژاد گوورانی چڕ کرماشانی
13-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
وتوێژ تایبەت وەگەرد حسام لوڕنژاد گوورانی چڕ کرماشانی
 مەقاڵەل گؤجەر
چیرۆکی مسافرکیش لە ئێحسان نیک‌پەی
15-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
چیرۆکی مسافرکیش لە ئێحسان نیک‌پەی
 کتاووخانە
واژا
18-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
واژا
 مەقاڵەل گؤجەر
باشوور و بنەڕەتەل یەکاگرتن زوانی وژمان
19-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
باشوور و بنەڕەتەل یەکاگرتن زوانی وژمان
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
موحسن قەیسەری
01-10-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
موحسن قەیسەری
 بەخش نوو(جەدید)
 کتاووخانە
بۊش کامە وەرزی؟
30-09-2023
زریان سەرچناری
 کتاووخانە
گوڵدەم سۊر
18-12-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
 کتاووخانە
سەرەوژێری
17-12-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
موحسن قەیسەری
01-10-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
 کتاووخانە
هۊرد کەم
20-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
مەهوەش سولێمانپوور
19-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
کەژال وەتەنپوور
18-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
 کتاووخانە
واژا
18-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
مازیار نەزەربەیگی
17-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
ئەفشین غوڵامی
12-09-2022
حوسێن باقری - ژاکان باران
آمار
 شؤمارە مەقاڵەل 517,545
 شؤمارە عەسگەل  106,159
 کتاووەل 19,170
فایل های مرتبط 96,557
Video 1,312
 کوردی پدیا کەڵنگتەرین بنچەک چەن زوون دار أڕا زانستەنیەل کؤردیە!
 مەقاڵەل گؤجەر
یانزە مەلۊچگ مازیار حەیدەری
 مەقاڵەل گؤجەر
داستانێگ لە مامووستا مەنووچێر کەێخسرەوپووڕ
 کتاووخانە
گوڵدەم سۊر
 مەقاڵەل گؤجەر
چیرۆکی مسافرکیش لە ئێحسان نیک‌پەی
 کتاووخانە
هۊرد کەم
 کتاووخانە
سەرەوژێری
 مەقاڵەل گؤجەر
چرچ بوودە پاساکەر ڕەخنەگری! ئایا ڕەخنەێ هەشار یا لە پشت کەل و کورچ، تۊەنێد یارمیەتی کوومەڵگای ئیمە بەێدن؟ /مازیار نەزەربەیگی
 کتاووخانە
بۊش کامە وەرزی؟
 کتاووخانە
واژا
 مەقاڵەل گؤجەر
باشوور و بنەڕەتەل یەکاگرتن زوانی وژمان
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
کەژال وەتەنپوور
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
ئەفشین غوڵامی
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
مازیار نەزەربەیگی
 زنی نۆیسە (ژیان ناۆمە)
موحسن قەیسەری

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| تماس | CSS3 | HTML5

| زمان دؤرسکردن وەڵگە(پەڕە): 0.39 ثانیه(اێس)