图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,474
图片 106,577
书籍 19,270
相关文件 97,131
Video 1,391
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Ehmedê Xanî
小组: 传记 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Ehmedê Xanî

Ehmedê Xanî
Nav: Ehmed
Nasnav: Ehmedê Xanî
Navê Bav: Şêx Îlyas
Sala jidayîkbûnê: 1650
Sala koçkirinê: 1707
Cihê jidayîkbûnê: Colemêrg
Cihê koçkirinê: Agirî / Bazîd
$Jîname$
Ehmedê Xanî (jdb. 1650 gundê Xanê, Colemêrg − m. 1707 Bazîd, Agirî), helbestvan, dîroknas, stêrnas, erdnas û fîlozofê mezin ê kurd e.
hmedê Xanî di sala 1650 an jî 1651ê de li bajarê Colemêrgê li gundê Xanê hatiye dinyayê. Di sala 1707an de li Bazîdê wefat kiriye. Navê bavê wî Şêx Îlyas e, navê kalikê wî Eyaz e û ji eşîra Xaniyan e. Di derbarê zewaca wî de agahî tuneye lê tê gotin ku bi xwe qet nezewiciye.
$Perwerdehiya wî$
Jiyana Xanî di nav perwerdehiyê de derbas bûye. Xanî perwerdehiya xwe ya pêşîn Quran û fiqihê li cem bavê xwe Şêx Îlyas digire, piştî xwendina li cem bavê diçe di medreseyên Bidlîs û Xelatê de dixwîne, xwendina xwe li Bexda, Şam, Heleb û di medreseyên Îranê de jî pêş ve dixe. Di medreseyên Îranê de hînê felsefeya îslamê, stêrnasî û fîlolojiyê dibe. Di medreseyên Sûriyê de jî hînî felsefeya yewnanê dibe. Xanî piştî demekî diçe bajarê Mekeyê heca xwe dike, ji wê şûn de diçe Misirê jî digere û dizivire Bazîdê.
Xanî bi xwe di bin bandora fîlozofên weke Arîstotelês, Farabî, Şihabedînê Suhrewerdî, Muhyedîn ibn Erebî, Eliyê Herîrî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û gelek fîlozofên din de dimîne û bi fikir û ramanên xwe ve rê li pêşiya fîlozofên dû xwe vekiriye. Ehmedê Xanî di dîroka kurd û Kurdistanê de bi nav û deng e. Derbarê pêşveçûna çand, huner, wêje û zimanê kurdî de cihê wî cuda û pir girîng e. Xanî di 14 saliya xwe de dest bi nivîsandinê dike, piraniya pirtûkên xwe bi kurdî bi zaravayê kurmancî nivîsandine. Xanî bi taybetî, ji bo ku zarokên kurda baş dîn û zimanê xwe hîn bibin pirtûkeke bi navê Nûbihara biçûkan dinivîse û nîvê pirtûkê jî dike ferhenga kurdî-erebî û ev ferhenga wî di dîroka kurdan de bûye ferhenga herî pêşîn û bi sed salan ve di Medreseyên Kurdistanê de tê xwendin.
Xanî tevê kurdî, çar ziman (tirkî, erebî û farisî) dizanî bû. Ehmedê Xanî ji bona perwerdehiya zarokên kurdan medrese jî vekiriye û li wir ders daye telebeyan. Di medresa Ehmedê Xanî de dersên olî fiqih û hedîs û dersên zanistê yên weke felsefe, dîrok, wêje, erdnîgarî, stêrnasî û hwd. dihatin dayîn. Helbestvanê binavûdeng Îsmaîlê Bazîdî û gelek wêjevanên kurd di bin bandora Xanî de mane. Ehmedê Xanî di sala 1707an de li Bazîdê diçe ber rehma Xwedê û tirbeya wî li Bazîdê ye.
$Ramana Ehmedê Xanî$
Rûpelên yekem ên destnivîsek Edîqeya Îmanê li British Library, Or. 5932, folio 14 verso.
Ehmedê Xanî netewperwerekî kurd bû û xwestiye ku yekitiya kurdan çê bike. Îxtîlafên di nava kurdan de ji bo wî, pirsgirekeke mezin bûye. Ji ber hindê ye ku wî di helbestên xwe de hertim qala yekitiya kurdan kiriye û li ser mijara pirsgirêka perçebûna civak û erdnîgariya Kurdistanê sekiniye û di berhema xwe de çareseriyê wisa nîşan dike:
Ger dê hebûya me ittifaqek
Vêk ra bikira me inqiyadek
Rûm û ereb û ecem temamî
Hemiyan ji me ra dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet
Tehsîl dikir me ilm û hikmet
Li gor Xanî, kêmasiya kurdan ji ereb, tirk û farsan nebûye, tenê kêmasî bêrêzanî û neyekbûna kurdan e. Bi kurtasî Xanî xwestiye ku gelê kurd ji binê mêtingeha ereb, tirk û farsan rizgar bikin. Helbesteke Xanî ya li dewletiyê:
Ez mame di hîkmeta Xwedê da
Kurmanc di dewleta dinê da
Aya bi çi wechî mane mehrûm?
Bîlcumle ji bo çi bûne mehkûm?
Lê di berhemên Ehmedê Xanî de, nijadperestî li dijî tirk, ereb û farisan tuneye. Ji xwe di hinek helbestên xwe de bi tirkî, erebî û farisî jî nivîsiye. Berî Ehmedê Xanî helbestvanên wek Eliyê Herîrî, Baba Tahir Hemedanî , Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran jî bi zimanê kurdî berhemên hêja afirandine, ango Xanî ne kesê yekemîn e ku bi kurdî helbest nivîsîne, lê ferqa wî ji wan helbestvanên kurdî yên berî wî ev e ku wî doza azadiya gelê kurd wek mijara sereke daye ber xwe. Berhema wî ya menzûm Mem û Zîn wek sertaca wêjeya kurdî ya klasîk tê pejirandin. Ew ji bo gelê kurd bûye çavkaniyeke netewî ya giranbiha. Xanî ji bo afrandina nasnameya netewî, ji bo bilindkirina alaya yekitî û azadiya kurdan ev berhem nivîsiye. Herçend ew destan-çîrokeke evînî be jî, hozanê mezin xwestiye bi riya wê çîrokê fikr û ramanên xwe, daxwaz û pêşniyazên xwe pêkêşê gelê xwe bike. Di xebat û fikir xwe de Firdewsî ji Îraniyan, Platon ji bo yewnaniyan, Rûstavelî ji bo Gurciyan çi be Ehmedê Xanî jî ji Kurdan ew e.
$Gotinên ji bo wî$
Seîdê Nûrsî: Ehmedê Xanî mamostê min ê manewî ye.
Nurettin Turgay: Li gor berhemên wî, xuya ye ku Ehmedê Xanî kesekî bawermend e: Jiyana Şêx Ehmedê Xanî di nav perwerdehiyê de derbas bûye. Xanî di medreseyên ku vekiriye, li gel perwerdeya olî, perwerdeya zanistên wek felsefe, dîrok, wêje, erdnigarî û astronomî jî daye zarokan û xwendekarên xwe.
Zana Farqînî: Metaryalên kurdî yekemîn ji bo perwerdeyê, Xanî amade kiriye û ew weke stûna zimanê kurdî ye .
Mehmed Uzun: Ehmedî Xanî, bêgûman, hosteyê ziman û edebiyatê ye. Girîngiya William Shakespeare, Miguel de Cervantes û Firdewsî ji bo ziman, edebiyat û çandên wan çi ye, girîngiya Ehmedî Xanî jî ji bo ziman, edebiyat û çanda kurdî ew e.
Abdurrahman Dürre: Dibêjin ku; di bihiştê da darekî pir bi xêr û bêr, bi bereket û pîroz heye, ku navê wê Tûba ye. Bi her alî da pej û şax daye, bi her şax û çiqil û çepelên wê yên pîroz va, fêkiyên cûr be cûrên lezîz û giranbiha hene, ku herkesên bihîştî, di her demêda dikarin her fêkîyên dilêwan bibêje û bixwaze, ji şaxên wê dara pîroz da biçînin, para xwe jê hilînin.
Dema kû mirov, li şexsiyeta Xanî mêze dike, bi hêsanî dikare bibêje: Kû Xanî jî dara Tûba ya Kurdistanê ye. Pir şaxên wê yên pîroz û bi xêr û bêr jî hene, ku ne bi tenê gelê Kurdistanê, belkî hemû gelê cîhanê dikarin ji wan fêkîyên wî yên ezîz û lezîz îstîfade bikin. Ew şaxên wî yên pîroz kû ez bikarim bihejmêrim eve; helbest û wêjê tesewuf û qeder felsefe û wehdetil-wucûd millet û welatparêziye.
$Mamosteyê Sêyemîn Xanî$
Tê pejirandin ku Ehmedê Xanî di nav zanistvanên dinyayê de bi fikr û ramanên xwe mamosteyê sêyemîn e. Yê yekemîn Arîstoteles, yê dûemîn Farabî yê sêyemîn jî Ehmedê Xanî ye.
$Karên wî$
Ji bo zarokên kurdan perwerdehî bi zimanê kurdî bibînin, Medrese (Dibistan) ava kir.
Hîmê zimanê kurdî avêtê.
Herî pêşîn ferhenga kurdî nivîsand.
Herî pêşîn bi Zimanê kurdî li ser zanista stêrnasî û erdnîgariyê pirtûk nivîsand.
Ji bo yekîtîya kurdan xebitî.
Herî pêşîn (perçebûna) pirsgirêka kurd aniye ser ziman û li ser fikirî û çareseriya wî rave daye.
Hîmê Kurdperweriyê avêtê.(Kurdperweriya Xanî neku li ser nijadperestiyê bû, Tenê li dijî kedxwariya Kurdan bû)
$Berhem$
Ehmedê Xanî di 14 saliya xwe de dest bi nivîsandinê dike, heta dawiya temenê xwe gelek pirtûk bi zimanê kurdî nivîsand, pirtûkên wî yek a helbestan e, yek li ser stêrnasî û erdnîgariyê ye, yek li ser evîna Mem û Zînê ye, yek ji bo zarokên kurda ye ku navê Nûbihara biçûkan lê kiriye, yek li ser felsefeyê ye, yên din jî pirtûkên îslamîne. Lê tenê çend pirtûkên wî xwe gihandine destê me ên dinê wendakirî ne.
$Berhemên wî$
$Berhemên wêjeyê$
Mem û Zîn
Nûbihara Piçûkan
Dîwana Helbestan
Berhemên zanistê
Erdê Xweda
Berhemên Îslamî
Eqîda Îmanê
Eqîdeya Îslamê
Fî Beyanî Erkanî Îslam
Berhemên felsefeyê
Şirên Fîlozofî
$Bîbliyografî$
Ehmedê Xanî (1995/2005). Mem û Zîn. Wergera bi tîpên latînî û kurdiya xwerû: M. Emîn Bozarslan. Deng, Stembol.
Ehmedê Xanî (2010). Mem û Zîn. Şirove û bi kurdiya îro, Jan Dost. Avesta, Stembol.
Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, (bi kurdî û bi tirkî), Kadri Yıldırım (werg.), Stenbol, Avesta, 2010, 424 r. (ISBN 978-605-5585-38-9)
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览572
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://ku.wikipedia.org/ 09-09-2023
挂钩项目: 11
小组: 传记
Date of Birth: 00-00-1650
Date of Death: 00-00-1707 (57 年份的)
Cause of death: No specified T4 625
Country of death: 北库尔德斯坦
No specified T3 20: No specified T4 468
No specified T3 82: Cullemêrg
No specified T3 85: 北库尔德斯坦
Place of death: 拜齐德
人键: 作家
人键: 诗人
性别:
方言: 波斯
方言: 阿拉伯语
方言: 土耳其
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ڕاپەر عوسمان عوزێری 09-09-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on09-09-2023
此产品最近更新( سارا ک ):09-09-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览572
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,474
图片 106,577
书籍 19,270
相关文件 97,131
Video 1,391
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!