图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,545
图片 106,165
书籍 19,170
相关文件 96,571
Video 1,317
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Mensûr Sadiqî 2 - Lokman Dilşêr
小组: 烈士 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Lokman Dilşêr - Mensûr Sadiqî

Lokman Dilşêr - Mensûr Sadiqî
$Agahiyên şehîd:$
Nav û paşnav: Mensûr Sadiqî
Nasnav: Lokman Dilşêr
Cihê çêbûnê: Mako
Navê Dayik û Bav: Şekir – Teymur
Cih û dîroka şehîdbûnê: 19-08- 2021 /Cîlo
$Kurtejiyana şehîd:$
LOKMAN DILŞÊR
Rêber Apo bi destpêkeke dîrokî kir ku gelê me axa mirinê ji ser xwe biavêje û li her derê xwe azad bike gel rakir serhildanê û li Kurdistanê pêvajoyeke dîrokî dest pê bû. Bi têkoşîna me ya azadiyê ku 50 sal in berdewam e, bi gelê Kurdistanê re ne bi tenê guherînên siyasî û civakî çêbûn, di warê hişmendiyê de jî şoreş çêbû û li her derê rastiyeke gel ku ji bo heman armancê li ber xwe dide, şer dike, derket holê. Rastiya Kurd a beriya PKK’ê ku bi tenê li herêmê lê bû, bi eşîra jê bû re mijûl dibû, asoya wê ji herêma lê dijiya, çîna aîdê wê bû derbas nedikir, bi saya gelek hewildanên Rêber Apo û partiya me PKK’ê serobino bû.
Ji çar aliyên Kurdistanê û derveyê welêt bi dehhezaran ciwan bi hişmendiya neteweyî gihîştin gerîla. Bi saya ruhê neteweyî ku Partiya me çê kir, ciwanekê Hewreman ê ji Kirmanşanê gihîşt gerîla, li Dersimê, mîlîtanekê Efrînî li Rojhilatê Kurdistanê, ji bo azadiya gelê me şer kir û şehadet da ber çavên xwe.
Partiya me PKK’ê ku hemû taybetiyên paşverû û kevneşopî yên di nava civaka me de avêtin aliyekî û bû tevgereke nûjen a Kawa û li hemû Kurdistanê û Rojhilata bi bandor bû, bêyî guman gelek bandor li ser gelê me yê Rojhilat jî çêbû. Bi saya birêxistibûn, hişmendiya neteweyî ku bi salan hat bipêşvebirin, gelê me yê Rojhilat ku xwe li dora Rêber Apo û PKK’ê kir xelek, bi serhildanên xwe yên li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê û paşê ku ewladên xwe yê herî hêja tev li nava refên gerîla kirin, di têkoşîna me de bû pêşeng. Di pêvajoya şoreşgerî ya li Rojhilatê Kurdistanê çêbû, bandor li hemû derdorên Rojhilatê Kurdistanê kir û potansiyeleke niwaze derxist holê.
Hevrêyê me Lokman li gundê Rayvan ê Kotolê ku pêvajoyeke wiha ya zihnî û civakî çêbûye, di nava malbateke welatparêz a girêdayê nirxên xwe yên neteweyî de ji dayik bûye. Ji derdora wê ya nêz kes ku gihîştine gerîla û bandora gerîla roj bi roj li ser Kotolê zêde bûye, bandora wê li ser hevrêyê me Lokman jî çêbûye. Ditiye ku gerîla qedirê wî digirin, têkiliyên navbeyna wan û têkoşîna wan a ji bo gel bi fedakariyeke zêde, hevrêyê me Lokman di bin bandora xwe de hiştiye. Hevrêyê me difikire ku divê ew jî endamekê bi rûmet ê gelê me bikeve nava refên têkoşînê, dest bi lêgerîneke ji vê boneyê dike. Hevrêyê me Lokman ku ji bo xwe jiyaneke jirêzê bi tu awayî qebûl nake, her tim ketiye hewila jiyaneke watedar. Hevrêyê me sala 2007’an berê xwe dide çiyayên azad ên Kurdistanê û bi gihîştina gerîla gava ewil a jiyana watedar diavêje.
Hevrêyê me Lokman ku perwerdehiya xwe ya pêşîn li qada Zapê dibîne, bi sekinîna li ser xwe ya di pêvajoya vê perwerdehiyê de, zû bi zû hînê jiyana li serê çiyayan û ya gerîla dibe. Perwerdehiyên ku ji fermandarê me yê hêja Şehîd Rustem Cûdî dibîne û sekinîna li ser xwe dike bingeha hemû jiyana xwe ya gerîlatiyê, bi coş, moral û di her warê jiyana xwe de bi çalaktiya xwe xwe dide ber erka pêşengtiyê. Li vê mîsyona ku xwe dide ber, heta ku sax be ku dewam dike û tu car bi tiştên heyî qîma xwe nayne. Fikira hevrêyê me Lokman ew e ku divê her dem ji bo azadiya gelê xwe bêhtir têbikoşe, tempoya xwe ya tevlêbûna roj bi roj zêde dike û têkoşîna xwe geş dike. Hevrêyê me sê salan li qada Zapê gerîlatiyê dike; li vir hem di warê jiyanê hem jî di warê leşkerî de gelek tecrûbeya wî çêdibe. Hemû sekinîna li ser xwe dixwaze bi meriyet bike, bi vê taybetiya xwe bûye mîlitanekê mînak ji bo hemû hevrêyên xwe. Piştî pratîka xwe ya serkeftî ya li qada Zapê, wek endamekê fermandariyê yê hêvîbexiş, sala 2010’an li çiyayên asê yên Zagrosan dest bi gerîlatiyê dike.
Hevrêyê me Lokman li vir jî li pratîka xwe ya serkeftî dewam dike, tevlî Pêngava Şoreşger a Şemzînanê ya bi pêşengtiya fermandarên efsanewî ya Şehîd Reşîd Serdar û Rojîn Gewda dibe. Di çalakiyê Rindikê de bi awayekê fedaî şer dike. Gava şer ji ser û pêyê xwe birîndar dibe. Lê bi vîneke di ser ya mirovan re zû bi zû birînên xwe baş dike. Hevrêyê me ji bo nirxandina xebatên xwe yên pratîkî yên demdirêj ên sala 2013’an, ji bo derxistina dersên giring jê û destpêkên nû, di Akademiya Hakî Karer de tev li xebata perwerdehiyê dibe, bi sekinîna li ser xwe li vir, dikeve hewila temamkirina kêmasiyên xwe yên warên leşkerî û îdeolojîk da ku bibe bersiv ji bo pêvajoya dîrokî ku gelê me di nav de ye. Xwe di taktîka şerê gerîla de bi pêş ve bir û wek fermandarekê pêşeng ji akademiyê derçû.
Hevrêyê me Lokman li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên bi ser gelê me yê Rojava de, xwest bi gelê xwe re be û ev wek berpirsyariyeke neteweyî dît. Derbasê Rojava bû. Cih di nava hemû pêngavên leşkerî yên li dijî çeteyan de girt. Pêşengtî kir. Hevrê Lokman carek di şer de birîndar bû, lê birîndarî ji xwe re nekir astengî, zû bi zû baş bû cihê xwe di nava refên berxwedanê de girt. Di şer de bi taybetî di warê çekên giran de yekê gelek karîger bû, bi dehan hevrêyên xwe perwerde kirin û kirin pispor. Di tevlêbûna her pêngavê de xwe hêj bi pêş ve bir. Tevlêbûna wî bi duristî, fedakarî û wêrekî bû. Hevrêyê me Lokman ku herî dawî fermandariya alayê dikir, tevî bi dehan hevrêyên xwe, bû mîna xewneke bi tirs a çeteyan. Di her pêngavê de pêşengtî dikir û ew û hevrêyên xwe di têkçûna çeteyên DAÎŞ’ê de bi rolekê dîrokî rabûn. Di şer de bû şahidê şehadeta gelek hevrêyên xwe, têkoşîna bi her şehadetê yekcar zêde bû. Baweriya wî ew bû ku wê encax bi geşkirina têkoşînê bike ku bibîranînên şehîdan bimînin û bibe liyaqê rastiya şehîdan û her tim bêhtir xebitî û têkoşiya. Sala 2018’an ku çeteyên DAÎŞ’ê bi piranî hatin têkbirin, hevrê Lokman fikirî ku bi erka xwe rabûye û cardin berê xwe da çiyayên Kurdistanê.
Bi xwegihandina çiyayên Kurdistanê ku bi salan jê dûr ma, hestên pênasekirina wan zehmet bi hevrê Lokman re çêbûn. Şer giran bû û wek fermandarekî hay ji hêviya jê dihat kirin hebû. Piştî temamkirina perwerdehiya xwe li Akademiya Mahsûm Korkmaz, wek endamekê fermandariya eyaletê derbasê qada Zapê bû, nêzîkê du salan bi awayekê pratîk xebitî. Hevrê Lokman gelek çalakiyên li dijî êrîşên dijmin ên bi ser qada Zapê de koordîne kirin, tecrûbeya xwe ya leşkerî bi hevrêyên xwe re jî parve kir, kir ku her yek ji wan jî bibe bibe mîlîtanekê/e pêşeng.
Piştî pratîka xwe ya serkeftî ya li Zapê, sala 2020’an cardin çû qada Cîloyê û bû fermandarê eyaletê. Li qada Cîloyê ku bi erdnîgariya xwe ya asê û zehmet tê zanîn, li dijî dewleta Tirk a dagirker bi derfetên kêm têkoşiya û çalakiyên serkeftî bi rêxistin kirin û bû pêşengekê xeta me ya têkoşînê.
Hevrê Lokman ku bi hişmendiya neteweyî gihîşt PKK’ê, her tim qedirekê giran dida hevrêtiya di nava refên PKK’ê de. Hevrêyekê me yê jidil û durist bû. Her tim sivikkirina barê hevrêyên xwe ji xwe re dikir esas û bi erka xwe ya hevrêtiyê radibû. Bi wêrekî ya xwe ya di şer de, bi şarezahiya xwe ya di mijarên taktîkî de û bi otorîteriya xwe ya xwezayî xwe bi hevalên xwe dida qebûlkirin û li her qada lê bû karî bibe fermandarekê pêşeng. Bi kesayeta xwe zindî, bi moral û xwezayî bandor li ser hemû hevrêyên xwe dikir, bi van taybetiyên xwe hem di şer hem jî di jiyanê de bû yekê pêşeng.
Hevrê Lokman, jiyana xwe ya bi şoreşgerî ya bi 14 salan, her tim bi awayekê girêdayê Rêbertiyê û şehîdên me yên qehreman, têkoşiya, di her kêliya jiyana xwe de hest bi bibîranînên wan kir û wisa jiya. Erkên giring ên divê mirov bi ser bixe û bibîranînên hêja yên divê mirov girêdayî be hiştin ji me re. Di şexsê hevrêyê me Lokman de, em soza xwe ya serkeftinê ku me daye şehîdan dubare dikin em ê eseh bi cih bînin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览209
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://anfkurdi.com/ - 08-09-2023
挂钩项目: 2
日期与活动
烈士
小组: 烈士
Cause of death: No specified T4 645
Military rank: No specified T4 708
No specified T3 81: 北库尔德斯坦
No specified T3 82: Mako
No specified T3 85: 东库尔德斯坦
人键: 军事
性别:
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئەڤین تەیفوور 08-09-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on09-09-2023
此产品最近更新( سارا ک ):09-09-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览209
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.132 KB 08-09-2023 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,545
图片 106,165
书籍 19,170
相关文件 96,571
Video 1,317
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!