پەرتووکخانە پەرتووکخانە
گەڕان

کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!


بژاردەی گەڕان





گەڕانی ورد      کیبۆرد


گەڕان
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆمارکردنی بابەت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
ئامرازەکان
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
زمانەکان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
هەژماری من
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
گەڕان تۆمارکردنی بابەت ئامرازەکان زمانەکان هەژماری من
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارە
 بابەت بەهەڵکەوت
 چالاکییەکانی ڕۆژی
 ڕێساکانی بەکارهێنان
 ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 بیروڕاکانتان
 دڵخوازەکان
 کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
 یارمەتی
بابەتی نوێ
پەرتووکخانە
ڕێبەری کچە زیرەکەکان؛ چۆن لەماڵەوە بەتەنیا بین؟
16-05-2024
کشمیر کەریم
پەرتووکخانە
ڕێبەری کچە زیرەکەکان؛ چۆن نهێنی بپارێزین؟
16-05-2024
کشمیر کەریم
ڤیدیۆ
چەندین نهێنی ژیانی ئەردەڵان بەکر لەزاری خۆیەوە
14-05-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ڤیدیۆ
کۆمەڵێک خانمی سلێمانی گرووپێکی گەشتکردنیان بۆ خۆیان درووستکردووە
14-05-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ڤیدیۆ
دوپشک ئەو پیاوەی جیهان بەدوایدا دەگەڕا و لە سلێمانی دەستگیرکرا
14-05-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ڤیدیۆ
چیرۆکی سەرکەوتنی ژنە ئەفسەرێکی کورد مژدە عەبدولحەمید
14-05-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
مژدە عەبدولحەمید
14-05-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
شەم سامان
14-05-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
ئارەزوو سەردار
14-05-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
کەوسەر ئەحمەد
14-05-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ئامار
بابەت 519,365
وێنە 106,561
پەرتووک PDF 19,263
فایلی پەیوەندیدار 97,043
ڤیدیۆ 1,384
ژیاننامە
عەبدوڵڵا حەسەن زادە
ژیاننامە
قادر ڕەسوڵ مەحمود
ژیاننامە
دڵپاک سەعید
ژیاننامە
ڕەوەند سەڵاح
ژیاننامە
ڕۆستەم سابیر
Zizek ji Rûdawê re: Divê welatên bihêz piştevaniya Kurdan zêdetir bikin
زانیارییەکان لە هەردوو باری بابەتی و زمانەوانیدا پوخت و پۆلێن دەکەین و بەشێوازێکی سەردەمییانە دەیانخەینە بەردەست!
پۆل: کورتەباس | زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
بەشکردن
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Fîlozofê navdar ê Slovenyayî Slavoj Zizek û pêşkêşvanê Rûdawê

Fîlozofê navdar ê Slovenyayî Slavoj Zizek û pêşkêşvanê Rûdawê
=KTML_Bold=Zizek ji Rûdawê re: Divê welatên bihêz piştevaniya Kurdan zêdetir bikin=KTML_End=

Fîlozofê navdar ê Slovenyayî #Slavoj Zizek# ragihand ku divê welatên bihêz piştevaniya Kurdan zêdetir bikin.
Fîlozofê çepgir Slavoj Zizek diyar ki ku Kurd di warê hizirê de pir pêşketî ne û wiha heyranbûna xwe ya ji bo Kurdan anî ziman:
“Hûn mûcîze ne. Hûn dikarin bibin mînakeke, ne tenê ji bo welatên derdora we di heman demê de ji bo hemû cîhanê ku çawa miletekî bêpar dikare di warê hizirî de geş bibe. Ez hêvîdar im mûcîze biqewime.”
Slavoj Zizek herwiha got ku divê Kurd pişta xwe bi zilhêzan girê bidin ji bo ku fişarê li hêzên navçeyî yên li derdorê bikin.
Zizek amaje bi wê yekê kir ku Kurd hêjayî otonomiya rasteqîne ye û got:
“Cihê diltengiyê ye ku ji ber vê tevliheviya kolonyal, hûn bi kêmanî li ser çar welatan hatine dabeşkirin. Ew jî Îran, Îraq, Sûriye û Tirkiye ne. Ti kes naxwaze otonomiya rasteqîne û tevahî bide we lê bi nêrîna min hûn hêjayî wê ne.”
Zizek herwiha got ku divê Kurd xwe ji bo tu kesî nekin qurbanî.
Hevpeyvîna ku Fîlozofê Slovenyayî Slavoj Zizek bi pêşkêşkarê Rûdawê Zana Kayanî re kiriye bi vî awayî ye:
Rûdaw: Profesor, silav û dem baş. Spas ji bo amadebûna te. Ez şanaz im ku vê hevpeyvînê bi te re dikim. Pêşî, ez dixwazim em ji Doza Kurd dest pê bikin. Hûn heta radeyekê ji Doza Kurd haydar in. Te çawa Kurd nas kirin?
Slavoj Zizek: Nasîna Kurdan ne ji ber wê yekê ye ku ez car caran hatime vexwendin ku li ser biaxivim û tew min carekê gotarek ji bo Zanîngeha Rojavayê jî pêşkêş kir. Bi baweriya min, dibe ku rewşa Kurdan wê xitimîna ku em hemû tê de ne, bi awayê herî baş nîşan bide. Ji ber ku siyaseta kolonyal û herwiha lîstika hemû neteweyan, lîstika pîlangeriya dewletên neteweyî yên li derdora Kurdan, careke din ew yek şênber kirin ka kîjan tişt di cîhana me de çewt e.
Bibore, bila ez zelal bikim.
Yekem tiştê ku divê mirov bizane ew e ku ev kîna berçav li [welatên] Rojavayê girêdayî hinek romanên kevin ên serkêşiyê ye ku romanên serkêşiyê yên navdar in û Kurdistan di wan de navçeyeke hovane (wehşî) ye, [behsa vê dikin] dibe ku ew mirovên qehreman û rastgo bin lê hov in (wehşî ne) û filan û bêvan in. Tişta ku bi taybetî bala min kişand, wek mînak, gotûbêja balkêş û hizirî û mêjiyê ronakbîr ê mirovên Kurd e.
Herwisa, pêşmerge û şervanên we yên jin hene. Cihê diltengiyê ye ku ji ber vê tevliheviya kolonyal, hûn bi kêmanî li ser çar welatan hatine dabeşkirin. Ew jî Îran, Îraq, Sûriye û Tirkiye ne. Ti kes naxwaze otonomiya rasteqîne û tevahî bide we lê bi nêrîna min hûn hêjayî wê ne.
Ez hîna jî gelekî matmayî me. Divê zilhêz û hêzên cîhanî zêdetir piştgiriya we bikin. Bi dîtina min, cureyekî yekîtiya hemû Kurdan, dibe ku ne welatekî bi temamî serbixwe be jî, li şûnê navçeyeke bi temamî otonom aramiyeke zêdetir li wê navçeyê derxîne holê. Di navbera welatên cuda de, dê bibe weke berbendeke parastinê.
Li gorî min, hêmana xemgîn li vir zilhêz in. Herwisa, divê hûn pişta xwe bi zilhêzan girêdin ji bo ku fişarê li hêzên navçeyî yên li derdora we bikin. Wek mînak, tevî ku ez ne Çomskî me ku pir dijî min e, lê ez di xalekê de bi wî re hemfikir im ku ew bi giştî dijî destwerdanên Amerîkayê ye. Lê bila li bîra te be, berî çend salan, dema ku Trump serok bû, ferman da û hêzên Amerîka, ne şaş bim, ji bakurê Sûriyê kişandin. Ev biryareke kambax bû, xasma li cihê ku divabû Amerîka bimîne, hêzên xwe kişandin. Loma, encama ku ez ji vê yekê gihîştimê ew e ku mafê tu kesî nîne wisa li we bike hûn hest bi tawanbariyê bikin.
Ez nizanim, gelo hûn pişta xwe bi alîkariya Amerîka girêdidin an jî xizmeta emperyalîzma Amerîka dikin an tiştek din…Divê hûn xwe ji bo tu kesî nekin qurbanî.
Rûdaw: Ligel vê dabeşbûna Kurdan li ser navçe û cîhanê, faktorên mana Kurdan çi ne? Kurd çi bikin ji bo ku nola miletekî sax bimînin?
Slavoj Zizek: Tişta pir nexsweş ew e ku, li gorî min, tu garantiyek nîne. Bi nêrîna min, em li cîhanekê dijîn, cîhana îro ku bi eşkere ji hêla tu çarenivîseke bilind ve nayê rênîşankirin an tew bi wateya wê ya Marksî jidestdana gelemperî ya pêşketinê ye.
Pêkan e ku tişt bi tevahî xera bibin. Hûn mehkûmî serxwebûna xwe ne. Ne pêkan e hûn pişta xwe bi tu hêzeke mezintir girêdin da ku we biparêzin. Ez dubare dikim, ji ber vê yekê, li gor min; bi her hawî mafê we heye hûn vê lîstika jeopolîtîk a biguman red bikin ku ji we re dibêjin Hûn xizmeta emperyalîzma Amerîkî dikin ... Hûn xizmeta berjewendîyên Rûsya yan berjewendîyên îslamî yan yên her kesê din dikin. Na, bi her hawî mafê we heye hûn her tiştî bikin ku ji bo garantîkirina mana we pêwîst be. Hûn bi tiştekî ne deyndarên tu kesî ne. Lê peyama nexweş ew e ku tu garantiyek nîne.
Rûdaw: Sedema ku Kurd heta niha nebûne dewlet çi ye? Sedem ew bi xwe ne yan girêdayî jeopolîtîka axa Kurdan e?
Slavoj Zizek: Bi dîtina min, di gelek rewşan de ku komek mirov di rewşeke weke rewşa Kurdan de bin, tu dikarî tawana van mirovan bi xwe jî destnîşan bikî lê ji bo Kurdistanê ne wiha ye. Hûn dizanin trajediya we çi ye. Ez wisa dibêjim, şaş ji min fêm neke, ez ne dîn im. Min carekê gotarek li Stenbolê pêşkêş kir. Min pir bi miqateyî û haydarî pesinê Tirkiyeya kevin a siltanan heya dawiya sedsala nozdehan da.
Min got ‘Ev heta radeyekê ji bo mana we baş bû, çimkî hûn dizanin ku Tirkiyeyê heya dawiya sedsala nozdehan gelekî zêdetir pir-navendî bû. Rê dida otonomiya rêjeyî ya deverên cuda. Di demekê de, bi nêrîna min, trajedî ji bo we û ji bo pêkhateyên nijadî yên din ên Împeratoriya Tirkiyê, mîna trajediya Ermeniyan, ji wê yekê dest pê dike gava Tirkên Ciwan [peyda bûn] û Tirkiyê xwest ku bibe welatekî neteweyî yê nûjen.’
Ha bêtara we ev bû. Bi kurtasî, di vî welatî de tu cihek ji bo we [Kurdan] nebû. Ez dizanim ku Ataturk hewl da çareseriyeke gumanbar ferz bike, dema ku wiha radigihand ku hûn Kurd ‘Tirkên Kurd in.’
Eşkere ye ku ev sergihayî nebû. Loma ez dubare dikim, bobelat ne ew bû ku Tirkiye, Îraq û Sûriye dewletên bingehîn bûn, nexêr, ew jî neman lê trajediya we, wê çaxê dest pê kir gava van dewletan xwest ku bibin dewletên neteweyî yên yekreng û nûjen.
Rûdaw: Te behsa welatên kolonyal kir. Bila em ji Doza Kurd herin mijara şerê Rûsya û Ukraynayê. Ez dipirsim, gelo wekî ku Rûsya dibêje, welatên kolonyal Ukraynayê bi kar tînin?
Slavoj Zizek: Ez dizanim ku ev darazeke cemawerî ye. Tew di nav hin derdorên çep ên li Rojavayê de jî [heye], lê bi dîtina min, ev helwesteke pir hovane ye li hember Ukrayniyan dema ku dibêjin ew şerên bi wekalet dikin. Na, bibore, ev ne şerê bi wekalet e. Ew bi wateya rastîn şer dikin da wekî netewe bimînin.
Dijbera wan, Rûsyaya destdirêjker, ne tenê dixwaze wan stûxwar bike û bike beşek ji tiştekî fena Yekîtiyeke Sovyetê ya nû, na, li şûnê bi eşkereyî hebûna wan dide mandelê. Dibêjin ‘Ukraynî nînin.’ Putîn çend caran gotiye ku ‘Ukrayna dahênana Lenîn e’ û balkêş e ku wî rexne li Lenîn girt. Bêguman, Ukraynî her demekê bikarin alîkariyekê peyda bikin, dê lê bigerin. Lê bi baweriya min, li şûna ku em şerê wan biçûk bikin wekî şerekî navçeyî yê bi wekalet di navbera zilhêzan de, wê demê çêtir e ku em bi wan matmayî bibin.
Ukrayniyan tiştekî balkêş kir. Tê bîra min dema ku şer dest pê kir. Hemû zilhêzan, hêzên rojavayî û hemû welatên rojavayê Ewropayayê jî çaverê dikirin ku Ukrayna zû winda bike.
Rûdaw: Tiştê ku niha li Ukraynayê diqewime, şerê manê ye yan şerê bi wekalet e?
Slavoj Zizek: Armanc saxmayîn e. Bêguman, destê welatên din jî tê de heye, lê ma ev ne darîçav e? Balkêş e ku Putîn bi berdewamî vê tekez dike. Armanca wî celebekî vejandinê ye. Ne ya Yekîtiya Sovyetê, lê vejandina Împeratoriya Qeyserî ye.
Ew pir zelal û eşkere dibêje û dubare dike. Hewce nake mirov pişt wateya gotinan bixwîne da bibîne ka di serdema Qeyser de çi bûye. Di wê serdemê de, xeleka bandora Rûsya ji Finlenda, Polonya û her wekî din pêk dihat. [Dixwaze] careke din ew di bin desthilata Rûsyayê de dê bi tevahî neçalak bibin.
Rûdaw: Di vî şerê ku niha diqewime de, dron tên bikaranîn. Mîna şerê dronan tê nasîn. Rola teknolojiyayê di vî şerî de çi ye?
Slavoj Zizek: Rast e. Ev aliyekî din e, lê ev jî rast e ku şer zêdetir û zêdetir dibe tiştekî bê leşker. Leşker kêm û kêm dibin. Her çiqasî leşker hîna jî di qada şer de roleke girîng dilîzin lê niha şer bêtir ji aliyê wan kesan ve tê kirin ku li cihekî nola navenda biryarê yan taqîgehê rûniştîne. Tew, carinan bi hezaran kîlometreyan dûrî qada şer in, bi rêya ekranekê li şer dinêrin û destên xwe li bişkokan dixin.
Ev pêşeroja me ye û em nikarin jê birevin jî. Dibe ku ev bibe pêkenok lê xewna min tenê ew e ma gelo ne baş e ku aliyên şer li hev bikin li ser ku cihekî cîhanê ku biyabana tevahî be yan cihek be ku neyê bikaranîn û mirov lê nebin, hilbijêrin û herin li wir şer bikin? Bila em wisa pênase bikin ku zeviyek ji bo hevrikiyên wan be û êdî ziyanê negihînin kesî.
Ji aliyekî din ve, şer zêdetir bûye şerê dronan û şerê teknolojîk û her ku diçe rola leşkerên rastîn kêmtir û kêmtir dibe. Ji hêleke din ve jî, tişta nexweş derbarê bikaranîna dronan de ku armanc bêtir bi awayekî ye ku tew bi qasî ku kesên sivîl ên li pişt çeperên şer tên armanckirin, leşker nayên armanckirin. Wekî ku Rûsya niha dike û bi awayekî sîstematîk li rojavayê Ukraynayê û nêzîkî Romanyayê û li ser sînorê Romanyayê saylo û çavkaniyên dexlûdanê bombebaran dike.
Bi baweriya min, ev tengijîneke xofdar e. Bi taybetî ... eger tu bihêlî ez vê jî bibêjim…nemaze derbarê rewşa Afrîqaya Navîn de, li wir di mehên borî de çend derbeyên leşkerî çêbûn li Malî, Nîjer û Burkîna Fasoyê ku bi alîkariya Rûsyayê hatin kirin, [bi alîkariya] Koma Wagnerê û leşkerên Îslamî yên navxweyî.
Vêga Rûsya van serhildanan wekî xebata dijî kolonyalîzma Rojavayî rave dike. Hinek rastî di vê de heye. Welatên ku Fransa ew berê dagir kiribûn, hîna di bin serdestiya Fransayê de ne, Fransa wan bi kar tîne. Lê, gelo ev ne rewşeke pir nexweş e ku cîgir derbeyeke îslamiyan e?
Ev pêwendiya di navbera îslamîstên radîkal û artêşa taybet a Rûsyayê de kabûsa herî nexweş e. Ev ji bo min rewşeke pir xemgîn e ku hilbijartin di navbera xirab û xirabtir de ye, di navbera kolonyalîzma rojavayî û dîktatoriya navxweyî ya pir tund de ye.
Rûdaw: Ez dixwazim ku em bêtir li ser mijara pêşkeftina teknolojiyayê rawestin. Haya min ji hin nêrînên te heye. Li hember vê mijnarê, gelo ev pêşketina mezin a teknolojiyayê dê mirovatiyê ber bi pêş ve bibe yan wekî ku dibêjin, dê mirovatiyê ber bi jinavçûnê ve bibe?
Slavoj Zizek: Tiştekî duserî ye. Ji aliyekî ve, ez ne di wê baweriyê de me ku em di astekê de bin ku jîriya çêkirî yan pergalên ku bi komputerên mezin hatine organîzekirin biryar bidin. Bi dîtina min, zelal e ku hemû evên ku wekî amûrên leşkerî û tundûtîjiyê ku bi jîriya çêkirî tên kontrolkirin, hîna xizmeta berjewendiyên siyasî yên berbiçav ên çîna desthilatdar a di nav kesên zengîn ên hin welatan de dikin.
Ji aliyê din ve, tiştê ku ez jê ditirsim...Min pir li ser vê nivîsiye…Tiştê ku ez ji van komputerên ku li ser me serdest dibin pir zêdtir ditirsim tiştek e ku em bêtir nêzîkî wê dibin, ew jî têkiliya rasterast di navbera erkê mêjiyê me û amûrên dîjîtal de ye. Gelo, tu dizanî ku pêşketineke mezin li holê ye?
Komputer dikarin ramanên me bixwînin. Ev hîna bi kotekî tê kirin lê dîsa jî tê kirin. Mebesta me dixwîne. Em ji vê azadiya pir seretayî hatine bêparkirin. Tew ger tu kole be jî, bi awayekî ji awayan tu di nava xwe de serbest î. Tu dikarî li her tiştê ku tu bixwazî bihizirî. Heke ev di komputerê de berdest bibe, dê çi biqewime? Bi rengekî ji rengan em êdî mirov namînin. Ya ku wiha li min dike ku ez bi rastî bitirsim ev e.
Rûdaw: Li gor te, jîriya çêkirî ku tu dibêjî metirsîdar e, dê metirsiya wê di pêşerojê de zêdetir dibe? Çima divê em bitirsin ku teknolojiya dê mirovatiyê kontrol bike, ma mirovan teknolojî kontrol nekiriye?
Slavoj Zizek: Binêre, bila ez pêşî qala têbîniyeke kurt bikim. Tiştê ku pir balkêş e ew e ku zanista hevdem ji destpêka sedsala bîstan ve, êdî ne wekî zanista xwezayî ya berê ye ku dixwaze bi awayekî zaf çalak xwezayê kontrol bike û mifayê jê werbigire.
Niha astengiya mezin ew e tu çawa amûrekê çêbikî ku zîrek be û bi awayekî ji awayan ji me jîrtir û zîrektir be. Ev ne encameke nexwestî ye. Ev raman meraqa zanayan e ku bila em amûrên zîrek çêbikin. Bi nêrîna min dê bi ser nekevin. Makîne dê bi qasî zîrekiya mirov jîr nebin, lê ev ne girîng e. Pir mumkin e ku em ne tenê wan kontrol bikin, lê tew em çêkerên wan jî kontrol bikin.
Rûdaw: Di vê serdema pêşketî ya teknolojiyayê de, rola rewşenbîr an fîlozof çi ye?
Slavoj Zizek: Te di pirsa xwe de pir baş anî ziman. Bi baweriya min, rol ne pêşkêşkirina çareseriyê ye. Em nikarin vê bikin. Ji min nepirse em çi li jîriya çêkirî bikin. Ji min nepirse, wekî mînak, em çi li jîngehê bikin. Lê bi kêmanî divê em xelkê hîn bikin pirsên rast bipirsin. Ne ku çareseriyên xwerû peyda bikin lê pirsên rast bipirsin. Bila em jîngehê wekî nimûne werbigirin.
Gelek kesên ku ji pirsgirêkên jîngehê haydar in, çareseriyên sade pêşkêş dikin, wekî “trust technology” û dahênanên nû yan çareseriyên kevinperest ku dibêjin bila em vegerin ser şêwaza kevin a jiyanê. Na, ev sergihayî nabe. Ev erka feylesofan e ku nehêlin em xeletiyan bikin.
Rûdaw: Ez dixwazim teknolojiyê bi sînemayê ve girêbidim. Ez dizanim ku xwendineke te ya hûrbîn û rexnegir li ser sînemayê heye. Dibe ku haya te jê hebe ku di dema borî de hin sînemakar, aktor, derhêner û nivîskaran xwepêşandan li dar xistin. Pêşveçûna teknolojî ku rola wan kêm dike, rexne kirin. Tu çi dibêjî?
Slavoj Zizek: Têgihîştina min ji bo vê yekê lap reşbîn e. Wekî ku gelek rexnegirên jîr jî diyar kirine, arîşe ne ew e ku amûra dijîtal senaryo û tiştên din binivîse lê arîşe ew e ku ev hemû fîlmên ku herî zêde tên firotin, mîna fîlmên Marvel, pir dubare, xêvik û gêjikî ne. Pêkhateya wan berê hatiye dariştin tevî ku ji aliyê jîriyeke çêkirî ve jî bê dirustkirin ku ne zêde afirîner be. Loma tevî ku ez ji wan hez nakim lê ev her du fîlmên serketî yên nû yên Barbie û Oppenheimer bi dilê min in, çimkî di wê şêwazê de cih nagirin.
Rûdaw: Pirsa min a dawî. Yek ji hêviyên te ew bû ku tu pirtûkeke hezar rûpelî wekî pirtûka (less than nothing) binivîsî, tu dê vê pirtûkê kengî binivîsî?
Slavoj Zizek: Niha “Kêmtir ji netiştî” berdest e. Nizanim çend sal e ku heye. Lê tu dizanî çi hat serê min. Biryar bû ev karê temenê min be. 1000 rûpel e. Dema ku min ev pirtûk qedand, ji ber ramanên ku di vê pirtûkê de, ez di çi de bi ser neketime, ez di xewnên xwe de asê mabûm. Ji bo van heft-heşt salên dawî, ez tenê hewl didim tiştê min nikarîbû di wê pirtûkê de bikim, sergihayî bikim. Lê tiştê ku dibe ku sûda wê bêtir ji we re hebe ew e ku min niha, vê dawiyê, du pirtûkên nû kuta kirin.
Yek meha bê diweşe ku li ser “azadî”yê ye. “Hizira azadîyê çiqasî berevajî ye?”, “Tê çi wateyê ger tu vê serdemê bi awayekî çalak azad bî?” têgihîştina neolîberal a azadiyê rexne dike. Navnîşana pirtûka duyem dibêje “Her tişt bêbaweriya Xirîstiyantiyê ye.” Ez lêborîna xwe dixwazim ger ez hinekan ji we bêzar bikim, ez bi xwe bêbawerî me.
Bi dîtina min, pêwîstiya bêbaweriyê jî bi tiştekî heye ku meriv dikare jê re bibêje “ezmûna îrfanî ya olî”, ezmûna lawaziya me, ezmûna kendalan an valahiya ku em bi tevahî tê de niştecî ne. Bêyî vê bingehê, çi navî lê dikî bike: Ezmûna îrfanî ya ruhanî. Em bêyî vê bi rastî ne mirov in. Niha ez bi vê yekê mijûl dibim. Hinekî têkildatî wê yekê ye ku ez pîr bûme û di vê temenê pîrbûna min de, êdî meriv dest bi pirsîna van pirsên bingehîn dike.
Rûdaw: Birêz Slavoj Zizek, fîlozofê Slovenî, ez bi gotûbêja ligel te kêfxweş bûm spas ji bo vê derfetê…kerem ke
Slavoj Zizek: Ez dikarim hevokekê zêde bikim? Hin hêviyên min ên veşartî hene. Berî çend salan, berî vîrusa koronayê, berî tundûtîjiyên nû, bername hat danîn ku ez serdana Bakurê Sûriyê yan Rojava bikim. Serdana Zanîngeha Rojava. Ez nikarim navê wê baş bilêv bikim.
Rûdaw: Rojavayê Kurdistanê?
Slavoj Zizek: Erê. Min dixwest serdana hin beşên Kurdistanê bikim. Çimkî tiştê ku bala min dikişîne ew e, dema ku ez ciwan bûm, li gor nêrîna hin rojavayiyên ku li deverên çiyayî yên Kurdistanê pirtûk nivîsandibûn, hûn wekî mirovên dînik û serewtayî hatibûn behskirin. Lê, nexêr ne wisa ye. Hûn li Rojhilata Navîn ji aliyê hizirî ve gelekî pêşketî ne. Hûn mûcîze ne. Hûn dikarin bibin mînakeke, ne tenê ji bo welatên derdora we, lê ji bo hemû cîhanê ku çawa miletekî bêpar dikare di warê hizirî de geş bibe. Ez hêvîdar im mûcîze biqewime…dibe ku yek ji hêviyên min…dibe ku ez xewnê bi Kurdistanê bibînim...
Mebesta min ji Kurdistanê hemû parçeyên wê ne ku Kurd lê dijîn. Bibe cîhekî mîna Bangalora Hindistanê. Tu dizanî, program û navendên dijîtal ku tiştên baş ên şaristaniya îro ne, dikarin rasterast ber bi wan biçin bêyî çûna ber bi pîşesaziya kevin. Loma, ez dubare dikim ku yek ji hêviyên min ên herî dawî ew e ku ez serdana Kurdistanê bikim, çi beşa wê be. Ez tenê dixwazim li wir bim. We tekez kir ku hûn çiqasî baş dikarin kar bikin. Rast e ku ne pir çepgir e, lê xasma li bakurê Îraqê ku li Îraqê alozî heye lê beşa wê ya Kurdî tekane cih e li Îraqê ku bi awayekî normal bi rê ve diçe. Her wisa, ew beşa we ya li bakurê Sûriyeyê pir rewşenbîr in. Divê xelk fêrî vê bibin û pê bizanin. Hûn ne ew eşîrên seretayî ne ku em Ewropayî bixwazin we biparêzin.
Rûdaw: Profesor, ez spasiya te dikim û hêvîdar im hûn rojekê ji rojan serdana Kurdistanê bikin û em we ji nêzîk ve bibînin, dîsa spas ji bo vê derfetê.
Slavoj Zizek: Ez serbilind im ku her dem ji bo we biaxivim. Gelek spas.[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 314 جار بینراوە
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.rudaw.net/- 07-09-2023
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 4
زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
ڕۆژی دەرچوون: 06-09-2023 (1 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: وتار و دیمانە
پۆلێنی ناوەڕۆک: دۆزی کورد
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
وڵات - هەرێم: کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 07-09-2023 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا ک )ەوە لە: 12-09-2023 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( سارا ک )ەوە لە: 11-09-2023 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 314 جار بینراوە
فایلی پەیوەستکراو - ڤێرشن
جۆر ڤێرشن ناوی تۆمارکار
فایلی وێنە 1.0.139 KB 07-09-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
وێنە و پێناس
عەنکاوە ساڵی 1956
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای حەسەن ئاباد
پەرتووکخانە
دیوانی شیبلی
وێنە و پێناس
ناو قەڵاتی هەولێر ساڵی 1935
ژیاننامە
کەوسەر ئەحمەد
ژیاننامە
مژدە عەبدولحەمید
ژیاننامە
ڕەحیم مەعروف محەمەدئەمین کافرۆشی
وێنە و پێناس
هەولێر؛ فولکەی شێخ مەحموود ساڵی 1959
وێنە و پێناس
مۆزەخانەی قەڵای هەولێر لە ساڵی 1983
پەرتووکخانە
کورد و کیسنجەر، سەرەتایەکی کێشەدار و کۆتاییەکی کارەساتبار
ژیاننامە
شەم سامان
کورتەباس
فەرمانبەرانی بادینان لە ئەرشیفی عوسمانیدا
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 1
وێنە و پێناس
قەڵاتی هەولێر ساڵی 1937
کورتەباس
ڕێوڕەسمی کۆمسای.. 909 ساڵ لە کولتوور و دابونەریتی رەسەنی کوردی
پەرتووکخانە
ڕێبەری کچە زیرەکەکان؛ چۆن نهێنی بپارێزین؟
ژیاننامە
دانیا ئەحمەد
شوێنەوار و کۆنینە
قشڵەی قوشتەپە
پەرتووکخانە
خۆم و ئەستێرە گەشەکان؛ بەرگی 10
پەرتووکخانە
سایکس-پیکۆنامە - وەشانی 1
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 1
کورتەباس
دارەسووتاوەکە ... مێژووی بازاڕێک لە بازرگانی
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای نارین
ژیاننامە
داستان محەمەد قادر
کورتەباس
مۆزەخانەیەکی هاوشێوەی لۆڤەر لە هەرێمی کوردستان دروست دەکرێت
ژیاننامە
ئارەزوو سەردار
کورتەباس
گرەیەم بارکەر بۆ رووداو: لە شانەدەردا دۆزیمانەوە نیاندەرتاڵەکان بە ئاگر چێشتیان لێناوە و پێکەوە نانیان خواردووە
شوێنەوار و کۆنینە
سیاهگل.. پەرستگەی سەردەمی ساسانییەکان
پەرتووکخانە
لۆزاننامە - وەشانی 2
شوێنەوار و کۆنینە
ئەشکەوتی کاڵدار
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێمی کوردستان
ژیاننامە
ڕێکان بێستون ئەسعەد
پەرتووکخانە
ڕێبەری کچە زیرەکەکان؛ چۆن لەماڵەوە بەتەنیا بین؟
ژیاننامە
بڕوا عەبدوڵڵا عەلی
ژیاننامە
کارزان کەریم مەغدید

ڕۆژەڤ
ژیاننامە
عەبدوڵڵا حەسەن زادە
21-11-2008
هاوڕێ باخەوان
عەبدوڵڵا حەسەن زادە
ژیاننامە
قادر ڕەسوڵ مەحمود
28-04-2018
هاوڕێ باخەوان
قادر ڕەسوڵ مەحمود
ژیاننامە
دڵپاک سەعید
14-05-2019
هاوڕێ باخەوان
دڵپاک سەعید
ژیاننامە
ڕەوەند سەڵاح
16-05-2022
سروشت بەکر
ڕەوەند سەڵاح
ژیاننامە
ڕۆستەم سابیر
07-07-2022
زریان عەلی
ڕۆستەم سابیر
 چالاکییەکانی ڕۆژی
بابەتی نوێ
پەرتووکخانە
ڕێبەری کچە زیرەکەکان؛ چۆن لەماڵەوە بەتەنیا بین؟
16-05-2024
کشمیر کەریم
پەرتووکخانە
ڕێبەری کچە زیرەکەکان؛ چۆن نهێنی بپارێزین؟
16-05-2024
کشمیر کەریم
ڤیدیۆ
چەندین نهێنی ژیانی ئەردەڵان بەکر لەزاری خۆیەوە
14-05-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ڤیدیۆ
کۆمەڵێک خانمی سلێمانی گرووپێکی گەشتکردنیان بۆ خۆیان درووستکردووە
14-05-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ڤیدیۆ
دوپشک ئەو پیاوەی جیهان بەدوایدا دەگەڕا و لە سلێمانی دەستگیرکرا
14-05-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ڤیدیۆ
چیرۆکی سەرکەوتنی ژنە ئەفسەرێکی کورد مژدە عەبدولحەمید
14-05-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
مژدە عەبدولحەمید
14-05-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
شەم سامان
14-05-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
ئارەزوو سەردار
14-05-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
کەوسەر ئەحمەد
14-05-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ئامار
بابەت 519,365
وێنە 106,561
پەرتووک PDF 19,263
فایلی پەیوەندیدار 97,043
ڤیدیۆ 1,384
کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
وێنە و پێناس
عەنکاوە ساڵی 1956
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای حەسەن ئاباد
پەرتووکخانە
دیوانی شیبلی
وێنە و پێناس
ناو قەڵاتی هەولێر ساڵی 1935
ژیاننامە
کەوسەر ئەحمەد
ژیاننامە
مژدە عەبدولحەمید
ژیاننامە
ڕەحیم مەعروف محەمەدئەمین کافرۆشی
وێنە و پێناس
هەولێر؛ فولکەی شێخ مەحموود ساڵی 1959
وێنە و پێناس
مۆزەخانەی قەڵای هەولێر لە ساڵی 1983
پەرتووکخانە
کورد و کیسنجەر، سەرەتایەکی کێشەدار و کۆتاییەکی کارەساتبار
ژیاننامە
شەم سامان
کورتەباس
فەرمانبەرانی بادینان لە ئەرشیفی عوسمانیدا
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 1
وێنە و پێناس
قەڵاتی هەولێر ساڵی 1937
کورتەباس
ڕێوڕەسمی کۆمسای.. 909 ساڵ لە کولتوور و دابونەریتی رەسەنی کوردی
پەرتووکخانە
ڕێبەری کچە زیرەکەکان؛ چۆن نهێنی بپارێزین؟
ژیاننامە
دانیا ئەحمەد
شوێنەوار و کۆنینە
قشڵەی قوشتەپە
پەرتووکخانە
خۆم و ئەستێرە گەشەکان؛ بەرگی 10
پەرتووکخانە
سایکس-پیکۆنامە - وەشانی 1
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 1
کورتەباس
دارەسووتاوەکە ... مێژووی بازاڕێک لە بازرگانی
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای نارین
ژیاننامە
داستان محەمەد قادر
کورتەباس
مۆزەخانەیەکی هاوشێوەی لۆڤەر لە هەرێمی کوردستان دروست دەکرێت
ژیاننامە
ئارەزوو سەردار
کورتەباس
گرەیەم بارکەر بۆ رووداو: لە شانەدەردا دۆزیمانەوە نیاندەرتاڵەکان بە ئاگر چێشتیان لێناوە و پێکەوە نانیان خواردووە
شوێنەوار و کۆنینە
سیاهگل.. پەرستگەی سەردەمی ساسانییەکان
پەرتووکخانە
لۆزاننامە - وەشانی 2
شوێنەوار و کۆنینە
ئەشکەوتی کاڵدار
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێمی کوردستان
ژیاننامە
ڕێکان بێستون ئەسعەد
پەرتووکخانە
ڕێبەری کچە زیرەکەکان؛ چۆن لەماڵەوە بەتەنیا بین؟
ژیاننامە
بڕوا عەبدوڵڵا عەلی
ژیاننامە
کارزان کەریم مەغدید

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 1 چرکە!