ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 517,442
画像 105,710
書籍 19,160
関連ファイル 96,454
Video 1,307
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Piştgiriya Kurdên Sûriyê ji bo Şoreşa Araratê (Agirî) û parçebûna Xoybûnê
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Siyamend Haco

Siyamend Haco
$Piştgiriya Kurdên Sûriyê ji bo Şoreşa Araratê (Agirî) û parçebûna Xoybûnê$
Siyamend Haco

Berî çend rojan, min bi tesadufî nivîseke nivîskar #Konê Reş# xwend. Nivîs li ser êrîşa leşkerî ya bi serkirdatiya Kurdên Sûriyê dijî hêzên Tirkiyê bi armanca piştgiriya Şoreşa Araratê bû. Tê zanîn ku Konê Reş ji bûyerên wê serdemê serwext e. Her wiha gelek nivîsên Kon li ser Xoybûn û malbata Bedirxanî hene. Diyar e ku ev malbat di organîzekirina êrîşa hêzên Kurdî de roleke sereke lîst.
Di vê nivîsa navborî de, nivîskar ronahiyê dixe ser rola Mistefa Şahîn Beg (serokê eşîra Berazî) di operasyona leşkerî de. Ew balê dibe ser wê yekê ku Mistefa Şahîn Beg û birayê wî Bozan di nav wan koman de bûn ku ji bo piştgiriya Şoreşa Araratê ji bo şerê artêşa tirkan derbasî Kurdistana Tirkiyê bûn.
Lê di rastiyê de tu hîm û bingeheke vê nêrînê tune ye. Bi dîtina min, nivîskar xwe dispêre agahiyên ku bi awayekî devkî ji çavkaniyekê bi dest xistiye. Bi rastî, xwespartina çavkanî û vegotinên devkî pirsgirêk e, xasma têkildarî bûyerên dîrokî ku bi dehan sal berê qewimîne. Ya rast ev pirsgirêk di çend nivîsarên Konê Reş de tê dîtin. Loma jî divê hin ji wan bi rengekî şikberî û pirsiyarkirin û bi çavekî rexneyî werin nihêrtin.
Kêmbûna zanyariyên li ser van bûyeran pir sosret û ecêb e. Bi taybetî ku di hişê gelek kesan de, wêneyek heye ku bi dehan serok û serkirdeyên kurd li Sûriyê dicivîne. Ev foto li Şamê hatiye kişandin. Piştî ku ew serkirde ji bo wê derê hatibûn sirgûnkirin û di bin rûniştina mecbûrî de hatibûn hêlan. Ji ber ku gelek ji wan beşdarî derbasbûna sînorê Kurdistana Tirkiyê ji bo piştgiriya Şoreşa Araratê bûn.
Hejmarek serkirdeyên Kurd li SûriyêHejmarek serkirdeyên Kurd li Sûriyê
Eşkere ye ku êrîşa çekdarî ku serkirdeyên Kurdên Sûriyê li dij hêzên Tirkiyê pêk anîn, bû sedema hêrs û dilgiraniya hikûmet û desthilatên Tirkiyê. Desthilatên Fransî jî neçar man ku serî li ber zextên Tirkiyê biçemînin. Rabû gelek serok û rêberên Kurdên Sûriyê sirgûn kirin, û yên din jî xistin bin rûniştina mecbûrî.
Di heman demê de, desthilatdarên Fransî hest bi xencerekê di pişta xwe de kirin, her wiha hêviya wan ji Kurdên Sûriyê şikest. Vê yekê jî cûrekî hêrs û nerazîbûnê li hember karê hêz û îstixbaratên Fransî ku li Kurdistana Sûriyê kar dikirin derxist holê. Desthilatdarên Fransî li Parîsa paytext daxwaza lêkolîneke cidî û berfireh li ser bûyeran û rola fermandarên fransî yên li Cizîrê di wan de kir.
Lewra, di warê cezakirina beşdar û berpirsên organîzekirina êrîşa çekdarî li dij hêzên Tirk de û bi armanca nîşandana asta cidîbûna xwe ji desthilatdarên Tirk re, desthilatdarên Fransî bi dehan serokên eşîran û serokên kurdan ji bo demekê di bin rûniştina mecbûrî de hêla. Hin kesayet, serok û rêberên kurd ku tu têkilî û beşdariya wan di êrîşa çekdarî de nebû jî ketin ber vî karê desthilatdarên Fransî. Wek mînak kurên Şahîn Bozan ku beşdar nebûn û kurên Îbrahîm Beg (serokê eşîra Millî) ku berî operasyona hêzên kurdî bi rojekê xwe radestî desthilatdarên Fransayê kirin.
=KTML_Bold=Xoybûn biryar dide ji xaka Kurdistana Sûriyê piştgiriya leşkerî ya şoreşa Araratê bike=KTML_End=
Wê demê, Xoybûnê biryar dabû ku ji axa Kurdistana Sûriyê piştgiriya leşkerî pêşkêşî Şoreşa Araratê bike. Di vê gotara xwe de, ez xwe dispêrim raporên hêzên îstixbaratî û leşkerî yên Fransî yên wê demê. Her wisa ez xwe dispêrim naveroka lêpirsînên ku ji hêla desthilatên Fransî bi kesayetên kurd re hatin kirin. Mebesta min ew kesayetên kurd in ku êrîşa leşkerî li ser hêzên tirkî li Kurdistana Sûriyê birêve birin û piştre vegeriya Kurdistana Sûriyê.
Operasyona leşkerî ya kurdî ya taybet ji aliyê Xoybûnê ve hatibû organîzekirin. Lêbelê, tê zanîn ku Xoybûn di sala 1927an de li Libnanê hate damezrandin. Di destpêka damezrandina xwe de, Xoybûnê nûnertiya baskê siyasî yê Şoreşa Araratê ji xwe re kir armanc û jê re xebat kir. Loma jî di civîna damezrandina Xoybûnê de, Îhsan Nûrî Paşa wek fermandarê giştî yê hêzên şerker li Araratê hat hilbijartin. Tevî ku eşkere ye ku Îhsan Nûrî Paşa bi xwe di civînê de ne hazir bû û wê demê li Araratê bû.
Hêjayî gotinê ye ku di rastiyê de şerê çekdarî li Araratê berî lidarxistina civîna Xoybûnê, her wisa berî ku Îhsan Nûrî Paşa bigihêje Araratê dest pê kiribû. Destpêkirina şer encama xwesteka desthilatên tirk a cîhilkirin û sirgûnkirina gelek eşîrên kurd û serokên wan ji Kurdistana Tirkiyê bû. Çinku wan jî fermanên desthilatên tirk red kiribûn.
Heta wê demê, Îbrahîm Biro Heskî Têlî – Biroyê Heskî Têlî- (serokê eşîra Celaliyan) serokatiya hêzên kurdî dijî hêzên tirkî dikir. Balkêş e ku Îbrahîm Biro Heskî Têlî – Biroyê Heskî Têlî- di dema pêketina şoreşa Şêx Seîd de alîgirê hikûmeta Tirkiyê bû. Lê Biroyê Heskî Têlî paşê nemaze piştî ku hikûmeta tirkî xwest wî û hin endamên eşîra wî cîhil û sirgûn bike, serî dijî hêzên tirkî hilda. Rabûna Biroyê Heskî Têlî li dij hêzên Tirk berdewam kir, pê re pê re jî eşîrên kurdan ên dîtir jî dest bi tevlîbûna şerê li dij hêzên Tirk kirin.
Di destpêka şer de tu daxwazên siyasî yên zelal ên şerker û şoreşgerên Kurd nebûn, lê piştî ku Îhsan Nûrî Paşa, ku ew jî ji eşîra Celaliyan bû, gihişte Araratê, hingê daxwazên şoreşgerên Kurd li Araratê zelal bûn û hatin formulekirin. Îhsan Nûrî Paşa eşîrên kurdan di warê leşkerî de bi rêxistin kir, rêveberiyeke sivîl ji bo deverê ava kir, alên kurdî li ser şerkeran belav kir, sirûdek ji hêzên leşkerî re danî û dest bi derxistina rojnameyeke siyasî kir.
Heta sala 1930î, Hêzên Kurdî bi ser ketin ku kontrol û bandora xwe li ser navçe û deverên berfireh ferz bikin. Yek ji faktorên girîng ên serkeftina hêzên Kurdî di berfirehkirina bandora xwe de, ew piştgirî bû ku wan hêzan ji eşîrên kurd li Kurdistana Îranê wergir. Êdî xaka Kurdistana Îranê di dema operasyonên êrîş û berevanî û jinûve birêxistina hêzan di qonaxên şerî de, bû wargeheke ewle ji hêz û şerkerên Kurd re.
Lê piştî ku rayedarên Tirk gefên giran li Şahê Îranê xwarin, Şahê Îranê di sala 1930î de biryara cîhilkirin û sirgûnkirina eşîrên Kurdên Îranê yên ku piştgirî dabûn Şoreşa Araratê, derxist û her wisa rê li ber hêzên Tirk vekir ku derbasî axa Îranê bibin û li çekdar û serhildêrên Kurd bigerin. Van geşedanan zexteke mezin li ser Şoreşa Araratê û hêzên Kurdî pêk anî. Derket holê ku bi tenê meseleya demê ye heta şerkerên kurd xwe li Îranê radest bikin û şoreş têk here (Çavkanî: Peydabûna Tevgera Neteweyî ya Kurdî li Sûriyê di Serdema Mandata Fransî de: Tevgera Otonomî ya Haco Axayê Hevêrkî. Teza doktorayê, Dr. Eva Savlsberg, r. 221-223).
Di encama van geşedanan de, serkirdayetiya Xoybûnê ku bi xebata siyasî ve mijûl bû, biryareke bingehîn da ku veguhere rêxistinekê ku piştgiriya leşkerî pêşkêşî Şoreşa Araratê bike, her wisan eniyên leşkerî li ser çendîn hêlan veke û fişarên li ser Şoreşa Araratê sivik bike.
Di 18-07-1930î de, bi merema gengeşekirina awa û çawaniya rêgirtina li têkçûna Şoreşa Araratê, lîderên Xoybûnê li mala Cemîl Paşa li Hesekê civiyan. Di vê civînê de, kesayetên beşdar li vekirina eniyên leşkerî yên din li dij hêzên Tirkiyê hizirîn. Her wisa birina çekdaran ji Kurdistana Sûriyê bo Araratê û pêkanîna êrîşeke leşkerî li dij hêzên Tirk gotûbêj kirin.
Di yekê ji raporên îstîxbarata Fransî de ku di 23-07-1930î derket, wiha li ser civîna serokên Xoybûnê tê gotin: Mijara avakirina hêzên çekdar ên kurdî hat gotûbêjkirin. Her wisa ev mesele jî hat behskirin: Vekirina eniyên leşkerî yên din li Midyad, Sêrt, Mêrdîn û Amedê (Diyarbekirê) dema ku şoreşgerên Kurd ber bi Sêrtê ve biçin û ku ev hêzên çekdar ên nû dê di bin şert û mercên jêrîn de bêne damezrandin:
* Kurdên Tûr Abidînê (Êzidiyên Nisêbînê) bi serokatiya Haco Axa wê berê xwe bidin Midyad û Sêrtê.
* Eşîra Omeriyan bi serokatiya yek ji berpirsên xwe Yûsif Qaso Îbrahîm Osman Axa wê berê xwe bidin Mêrdînê.
* Eşîra Millî (Fran Şahîr) bi serokatiya Ebdilrehman Begê kurê Îbrahîm Paşayê birayê Mehmûd û Xelîl wê berê xwe bidin Amedê.
Di belgeyeke din a ku di 23-07-1930î de hatiye weşandin, berpirsê wê demê yê îstixbarata Fransayê bi navê Dilemmann dibêje ku Qedûr Beg ev agahî dane wî.
Li gor agahiyên desthilatên Fransî, ev kesayet di wê civînê de beşdar bûn: Celadet Bedirxan, Sureya Elî Bedirxan, çar kurên Cemîl Paşa (Ekraem, Qedrî, Mihemed û Bedrî), Mistefa Şahîn Beg, her du kurên Îbrahîm Paşa (Xelîl û Mehmûd), Haco Axa, Resûl Axa ji eşîra Ciyalan û Heraj Papazyan ji rêxistina Ermenî ya Daşnakê. Di vê civînê de biryar hat dayîn ku Sureya Bedirxan û Cemîl Paşa yên ji Xoybûnê û rêxistina Daşnak ji bo misogerkirina çek û cebilxaneyan diravan kom bikin.
Di 29-07-1930î de hat gotin ku Xoybûnê civîneke din li Hesekê li dar xist. Di vê civînê de biryara dawî hat standin ku êrîşeke çekdarî ya leşkerî li ser hêzên Tirkiyê ji axa Kurdistana Sûriyê were destpêkirin. Li gor naveroka belgeyê, yên ku beşdarî vê civînê bûn Haco Axa, Resûl Axa, Qedrî Cemîl Paşa, Xelîl Îbrahîm Paşa û Mistefa Şahîn Beg in.
Di heman çarçoveyê de, li gor zanyariyên Fransiyan, dema êrîşê hatiye diyarkirin û dê bi beşdarbûn û çûna heşt tîm û pêkhateyên çekdar ber bi Kurdistana Tirkiyê ve, di şevekê de ji 4/5-08-1930î de pêk were. Her wiha hat bibîrxistin ku alayên Kurdî li ser beşdarên civînê hatin belavkirin, û beşdaran li hev kir ku biryar nihênî bimîne û pêwîst e ku hêzên Fransî bi vê biryarê nehesin.
Li gor belgeyeke ku di 30-07-1930î de hatiye weşandin, her heşt kom û pêkhateyên leşkerî ku divabû beşdarî operasyona leşkerî bibûna û derbasî Kurdistana Tirkiyê bibûna wiha ne:
* Mistefa Şahîn Beg bi hêzeke ji 600 şervanan ji Cerablus û Ereb Pinarê.
* Xelîl Beg Îbrahîm Paşa, serokê êla Millî, tevî birayê xwe Mehmûd, bi hêzeke ji 100 şervanan ji Sûriyê û hejmarek ji şervanên eşîrên Kurdên Tirkiyê, ji Fran Şehîrê.
* Kurên Cemîl Paşa dê tevlî hêzeke ji eşîra Zazan ku li Diyarbekirê ne bibin.
* Qedûr Beg bi hêzeke şervanên xwebexş ku wê ji herêmê kom bike.
* Haco Axa, serokê eşîra Hevêrka, bi hêzeke ji 300 şervanan ji Sûriyê û hêzeke din jî wê li Tirkiyê tevlî wan bibe.
* Nayif Beg ji Cezîrê, serokê eşîra Mîran, bi hêzeke 30 çekdaran ji Sûriyê û piraniya hêzên wî yên çekdar dê ji Iraqê bên û nêzîkî 200 çekdaran e li Iraqê.
* Resûl Axayê ku li Cankarfê dijî, serokê eşîra Cîlan e û hêzeke wî ji 40 çekdarên ji Sûriyê û 250 çekdarên ji Tirkiyê pêk tê.
* Hecî Silêman Ebbasê mellakê Dugirê bi hêzeke ji 40 şervanan pêk tê.
Li gor naveroka belgeyên ku min xwe di vê gotarê de spart wan, her çiqasî serokên Xoybûnê li hev kiribûn ku civîn û encamên wan di asteke bilind a nihêniyê de bimînin, lê pir diyar e ku desthilatên Fransî haydarî tevaya hûrguliyên girêdayî civînên Xoybûnê û encamên wan bûn. Efserê Fransî Dilemmann di belgeyekê de nivîsiye ku hejmara şervanan hatiye zêdekirin û piştre derket holê ku wî di derbarê hejmara şerkeran de rast gotiye.
Navenda civîn û plansaziya Xoybûnê li mala Cemîl Paşa li Hesekê bû. Çawa ku agahiyên li ser çalakiyên Xoybûnê ji rayedarên Fransî re ne veşartî bûn, bi heman rengî ji rayedarên tirk jî ne veşartî bûn. Di nameyeke bi dîroka 02-08-1930î de ku ii aliyê Qeyimeqamê Nisêbînê yê wê demê yê bi navê Necîb ve hatiye nivîsandin û ji efserê Fransî Dilemmann re hatiye şandin, tê de wisa hatiye gotin Kurdên Sûriyê bi serokatiya Haco Axa bi niyaz in ku êrişî gundên Tirkiyê bikin.
Di rastiyê de, dilgiranî û nerazîbûna rayedarên Tirk li dij çalakiyên tevgera siyasî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê ne tiştekî nû bû. Çinku ji sala 1928an û vir ve, rayedarên Tirk gelek caran daxwaza rawestandina xebata siyasî ya Kurdan kir û daxwaz kir ku siyasetmedarên Kurd ên weke kurên Cemîl Paşa, Haco Axa û Resûl Axa bi dûrahiya ne kêmtir ji 50 km ji sînorê Tirkiyê bên derxistin û karê siyasî li wan bê qedexekirin.
Lê ev daxwazên rayedarên Tirk jî hatin nûkirin û zêdekirin. Di nameyekê de ku ji hêla Waliyê Mêrdînê Telet ve hatiye şandin, ew bi vê yekê têr nebû ku ji rayedarên Fransî xwest ku siyasetmedarên navborî 50 km ji sînorê Tirkiyê dûr bixe, lêbelê wî xwest ku rê li wan bê girtin ku propagandaya li dijî hikûmeta tirkî bikin.
Dema ku destilhatên Fransî gihîştin wê qinyatê ku Kurdên li Kurdistana Sûriyê piştgiriya Şoreşa Araratê dikin, rayedarên Fransayê bersiv dan daxwazên rayedarên Tirk. Di 1ê tebaxa sala 1930î de (sê rojan berî roja ku Xoybûnê ji bo destpêkirina êrîşê destnîşan kiribû), rayedarên Fransî biryarek derxistin ku qedexe ye her yek ji kurên Bedirxan û kurên Cemîl Paşa û Haco Axa heta 50 km nêzîkî sînorê Tirkiyê bibin.
Kêmbûna hejmara pêkhateyên kurd ên çekdar
Wekî ku li jor jî hate gotin, di belgeya fransî ku di 07-30-1930î de derketiye, heşt yekîneyên çekdar hatine bibîrxistin. Lê belê, di belgeyeke ku piştre hat weşandin de, tenê behsa çar hêzên çekdar tê kirin. Li gor naveroka van belgeyan, komên leşkerî yên bi serokatiya Nayif Beg, Qudûr Beg û Silêman Ebbas Axa, bi dîtina min Xoybûnê pêşbînî dikir ku ev dê bêyî agahdarkirin an bêyî ku bi wan re bişêwire tevlî operasyona leşkerî bibin. Yan jî van serkirdeyan ragihandibûn ku ji bo destpêkirina êrîşê dê bi hêzên xwe re beşdar bibin û paşê nêrîna xwe guhertin, lê ez nikarim her du îhtîmalan jî piştrast bikim.
Di civîna Xoybûnê de ku di 29-07-1930 de li bajarê Hesekê li mala Cemîl Paşa hate lidarxistin, biryara yekkirina hêzên çekdar ên Resûl Axa û Haco Axa hate standin. Her wisa, li ser daxwaza Haco Axa, Celadet Bedirxan pejirand ku di dema ketina wê ya nav Kurdistana Tirkiyê de bi hêza çekdar re biçe. Berê hatibû plankirin ku Celadet Bedirxan û Resûl Axa bi hêzan re biçin Botanê, lê Haco Axa di wê baweriyê de bû ku hebûna Celadet Bedirxan li gel wan û hêzan wê bibe sedem ku eşîrên Mêrdînê û derdora piştgiriyeke zêdetir pêşkêş bikin, jixwe sedema daxwaza Haco Axayî ev bi xwe bû.
Li gor wê belgeyê, Osman Sebrî hat erkdarkirin ku biçe Araratê ji bo piştevaniya şoreşê û karê propagandayê bike, lê tiştê balkêş ew e ku haya piraniya endamên Xoybûnê ji vê erkdarkirinê nebû, lê li gor naveroka belgeyê ev yek di çarçoveyeke berteng de bû.
Berevajî biryara Xoybûnê ku di civîna 29-07-1930î de hatibû standin, ku hêzên çekdar di şeva 5-08-1930 de bikevin nav axa Kurdistana Tirkiyê, hêzên çekdar ên bi serokatiya kurên Cemîl Paşa (Ekrem û Qedrî) û hêzên çekdar ên bi serokatiya Haco Axa û bi wan re Celadet Bedirxan di şeva ¾.08.1930î de ketin Kurdistana Tirkiyê.
Di belgeyeke ku roja 27.08.1930î ji hêla Îstîxbarata Fransayê hatiye derxistin de, behsa hêzên leşkerî yên bi serokatiya Mistefa Şahîn Beg, Bozan Şahîn Begê Berazî û kurên Îbrahîm Paşa tê kirin û wiha tê gotin: Mistefa Şahîn û Bozan Şahîn ku soza beşdarbûna êrîşê dabûn, beşdar nebûn. Her wisa Mehmûd û Xelîl Beg kurên Îbrahîm Paşa ku wan jî soza beşdarbûna êrîşê dabûn, di 04.08 de çûn hevdîtina kaptan Jonquier, fermandarê leşkerî li Serê Kaniyê, û jê re gotin ku ew hatine neçarkirin ku bi şervanan re herin Tirkiyê ji bo piştgiriya serhildêrên kurd bikin, û ji kaptanî pirsîn ka gelo divê ew çi bikin. Kaptan Jonquier hişyarî da wan ku tevlî hêzan nebin û ferman li wan kir ku neçin, û her duyan jî fermanên kaptanî qebûl kirin.
Êdî agahî û rastiyên ku di belgeyê de cih girtine, zanyariyên ku di nivîsa nivîskar Konê Reş de hatine red dikin, xasma dema ku Kon dibêje kurên Şahîn Beg Paşa piştgiriya şoreşa Araratê kirin. Her wisa di vê belgeyê de hatiye gotin ku: Koma kurên Cemîl Paşa li gundê Te`likê kom bûn. Ev kom ji 16 kurdên mesîhî yên ku ji Qamişlo kom kiribûn û her wiha ji 14 cotkar û karkerên gundê Te`likê pêk dihat. Yekîneya çekdar ji rojhilatê Qermanî sînor derbas kir û li gundê Kozê (15 km li rojavayê Mêrdînê) kom bû. Ekrem û Qedrî Beg dîtin ku hevbeşên wan qels in ku bikarin karekî cidî bikin û di şeva 6/7.08 de bi hêzên xwe yên leşkerî re vegeriyan Sûriyê.
=KTML_Bold=Di raporê de wiha jî hatiye gotin:=KTML_End=
Grûpa Haco: Piştî ku Haco di 04-08-1930î de nameyek ji General Kale re li Qamişloyê şand, Haco ferman da zilamên xwe ku bi rê kevin. Van peyayan bi komên piçûk piçûk sînor derbas kirin û gihîştin gundê Hebabê, cihê ku ji bo kombûnê hatibû destnîşankirin û ew di navbera 70 ta 80 çekdaran de bûn. Celadet Bedirxan, Mihemed lawê Cemîl Paşa, kurên Haco yên ku berî du mehan xizmeta leşkerî qedandibûn û Şêx Ebdilrehman di vê komê de cih digirtin. (Şêx Ebdilrehman iraqî bû û xala gihanekê di navbera her du komên 1 û 2 yên Xoybûnê bû). Haco dît ku ew û hevalên xwe yên kurd ne xwediyên hêzeke bi hejmar mezin in, lewma biryar da ku tu karekî leşkerî neke û di şeva 5/6.08 vegeriya Qibûr el Bîdê (Tirbespiyê) û çekdar wekî çawa çûbûn, dîsa bi komên piçûk piçûk vegeriyan gundên xwe.
Kolonel (General) di vê raporê de wiha berdewam dike:
Ev rastiyên ku min li ser koma Cemîl Paşa û Haco Axa li jor bi cih kirin, min ji serokên her du koman bi xwe bi dest xistin. Di dema lêpirsînê de ku min bi xwe di 14.08an de bi wan re kir.
Di demeke taybet de.. Kurdên Kurdistana Sûriye, Îran û Iraqê di warê leşkerî de piştgiriya Şoreşa Araratê dikin
Min li jor behs kir ku hin eşîrên ji Kurdistana Îranê di warê leşkerî de piştgiriya şoreşgerên Araratê kirin. Tevî ku plana Kurdên Sûriyê ya piştgiriya leşkerî ji Şoreşa Araratê re bi ser neket jî, lê ev bizav û çalakî nola bûyereke nû di dîroka şoreşên kurdî de têne hesibandin. Nexasim cara yekem bû ku eşîrên kurd ên sê parçeyên Kurdistanê ji bo piştgiriya Şoreşa Araratê li parçeyê çaremîn ango Kurdistana Tirkiyeyê sînor derbas kirin.
Mîna Kurdên Kurdistana Sûriyê û Kurdistana Îranê, Kurdên Kurdistana Iraqê jî di meha 7an a sala 1930î de, sînor derbas kirin û ber bi Kurdistana Tirkiyê çûn. Bi dîtina min, êrîşa ku ji aliyê Kurdên Kurdistana Iraqê ve hat kirin, bersiva destpêşxerî û plana Xoybûnê bû. Çinku di raporeke Brîtanî de wiha hatiye gotin:
Di raporeke nû de, tê gotin ku Haco (Hevêrka) dixwaze qasidekî ku nameyek pê re ye, bişîne cem Şêx Ehmed Barzanî. Dibêje ku di vê nameyê de Haco dê ji Şêx Ehmed Barzanî re ragihîne ku ew pêşniyar dike ku ew tevlî şoreşgerên Kurd li dij Tirkiyê bibe û her wiha ku ew dê daxwazê jê bike ku beşdarî vê tevgerê bibe.
Wer dixuye ku Şêx Ehmed Barzanî bi 500 cengaweran re çû Kurdistana Tirkiyê û di 21-07-1930î de derbasî Kurdistana Tirkiyê bû. Şêx Ehmed Barzanî û hêzên pê re li Oremarê dest bi şerê dijî hêzên Tirkiyê kir heta roja 28-07-1930î. Paşê xwe vekişand. Çinku hêzên wî rastî bombebarana esmanî ya artêşa Tirkiyê hatin.
Em dizanin ku Şoreşa Araratê têk çû û bi ser neket. Lê belê Şêx Ehmedê Barzanî karîbû şer bike û şeş rojan li ber xwe bide. Berevajî hevtayên wî yên Kurdên Sûriyê ku plan kirin tevî bi sedan şerkeran sînor derbas bikin û bi hezaran şerker li Tirkiyê kom bikin. Lê di rastiyê de, tenê bi dehan şerkeran re sînor derbas kirin û di plana xwe de bi awayekî herî kambax têk çûn û bi ser neketin.
Ji hêlekê ve, hin eşîrên mezin wekî Berazî û Millî ku soza beşdarbûna di proseyê de dabûn, soz û peymanên xwe nebirin serî, tew xwe bi wê yekê re bêzar nekirin ku mijara nebeşarbûna xwe Xoybûnê ragihînin. Ji hêla din ve, piraniya eşîrên kurdan li Kurdistana Tirkiyê amadebûna xwe ya şer nîşan nedan. Piştî ku kurên Cemîl Paşa û Haco Axa pê hesiyan ku hêzên kurên Şahîn Beg û kurên Îbrahîm Paşa tevlî proseya leşkerî nebûn û tê de beşdar nebûn, êdî ne amade bûn ku şer bikin û gihîştin wê baweriyê ku dê şerê dijî hêzên tirkî bi vî rengî bibe nola xwekuştinê. Di van deman de, derket holê ku hêzên Tirk rê li hêzên ku Haco Axa fermandariya wan dikir negirtin û hewl nedan rûbirûyî wan bibin. Celadet Bedirxan daxwaz ji Haco Axa kir ku here Midyadê, lê Haco Axa ev daxwaza Celadet Bedirxan red kir.
Piştî van bûyeran û di çarçoveya lêpirsînên ku desthilatên Fransî bi lîderên Kurdan re kirin, Celadet Bedirxan di îfadeya xwe de wiha got: Ji ber ku di bin fermana min de tu şervan nînin ku em operasyona leşkerî bidomînin û piştî redkirina Haco Axa, em şeva 5/6.08 vegeriyan Sûriyê (..) Ez merivekê birûmet im, ez qet ne wek kurên Şahîn Beg û kurên Îbrahîm Paşa yên xayîn im.
Pêşveçûn û guhertinek di karê rojnamegerî û medyayî de
Dema ku Xoybûn di 29-07-1930î de li Hesekê (Hisiçayê) civiya, yek ji biryarên ku Xoybûnê di wê civînê de derxist ew bû ku nabe Kamuran Bedirxan û Surreya Bedirxan derbasî Kurdistana Tirkiyê bibin û divê Kamuran Bedirxan li Beyrûtê bimîne. Di belgeyê de hatiye gotin ku Piştî çend gotûbêjan, Xoybûnê biryar da ku Kamuran bimîne, ji ber ku hebûna Kamuran li Beyrûtê pêwîst e di egera têkçûna şoreşê de. Her wiha, di egera serketina operasyona leşkerî de jî hebûna Kamuranî li Beyrûtê pêwîst e ji bo ku danûstandinê bi Fransiyan re bike.
Operasyona leşkerî ku ji aliyê Xoybûnê ve hatibû plankirin bi ser neket û şoreşa Araratê di 15-09-1930î de têk çû û cengawer vekişiyan Kurdistana Îranê.
Lê ji aliyekî din ve, êrîşa ku ji aliyê Kurdên Kurdistana Sûriyê ve hatibû plankirin, hêla ku rojnamevanî û çapemeniya navdewletî bi berfirehî li ser tevgera siyasî ya Kurdî binivîse. Tevî ku çûna hêzên çekdar ên kurdên Sûriyê bo nav Kurdistana Tirkiyê ji bo piştgirîkirina Şoreşa Araratê tenê çend rojan dom kir û hêzan tu êrîş û şer bi artêşa Tirkiyê re nekir; lê rojnameyên Ewropî, Erebî û Tirkî gotar, rapor û nûçe li ser vê êrîşê weşandin. Bi nêrîna min, ev rûmala berfireh a medyayê berhem û encama ked û xebata Kamuran û Surreya Bedirxan bû.
Li vir, ez ê navê hinek rojnameyên ku hin nûçe û mijar li ser êrîşa Kurdên Sûriyê weşandin, bi bîr bînim: New York Times, Daily Telegraph, Berlinertagplatz, Turkish Post, Alif Baa, El-Ahrar, Vakit, Istanbul, Cumhuriyet, Milliyet û hin rojnameyên dîtir.
Bo nimûne rojnameya Berlinertagplatz di 07-08-1930î de wiha nivîsî: Şerekî nû li Kurdistanê. Şer û pevçûnên bi kurdan re hêdî hêdî berfirehtir dibin. Bi derbasbûna kurdên Iraqê û êrişa kurdên Sûriyê re, tundiya operasyonên leşkerî li ser sînorên Farisan zêde dibin. Kurd li pişt kesayeta metirsîdar Haco rawestiyane. Ew belavokan belav dikin û doza Kurdistaneke serbixwe dikin.
Balkêş e ku piraniya babetên medyayî û hevpeyvînên ku wê demê hatine belavkirin, Haco wekî serkirdeyê operasyona êrîşê destnîşan dikin. Tevî ku komên çekdar ku ji xaka Kurdistana Sûriyê beşdarî operasyonê bûn, wî çaxî ji du grûpan pêk dihatin. Yek ji wan li jêr fermandariya kurên Îbrahîm Paşa bû û ya din jî li jêr fermandariya Haco Axa bû. Lê bi baweriya min, divê em li Celadet Bedirxan wekî serkirdeyê tevgerê binêrin. Ji ber ku Celadet Bedirxan serpereştyar, ramanwerê sereke û plansazê stratejîk ê vê operasyonê bû.
Bê guman, mêzekirina li Haco Axa mîna serokê vê operasyonê, çend sedemên wê hene. Yek ji van sedeman ew e ku Haco Axa serokê yek ji mezintirîn eşîrên kurdan li navçeyê bû, her wiha bi serîhildana xwe dijî Tirkiyê di sala 1926an de û şerê xwe yê dijî hêzên Tirkiyê di sala 1928an de nav û deng dabû. Celadet Bedirxan jî yek ji mîrên Botanê bû û di wî çaxî de yek ji ramanwerên kurd ên herî girîng bû û xwediyê rêbaz û ramaneke neteweyî bû. Lê faktora hebûna Celadet Bedirxan li derveyî welat û neçûna wî ya bi dehan salan bo Kurdistana Tirkiyê, roleke negatîf lîst û bandor li ser têkiliyên wî bi Kurdistana Tirkiyê re kir, jixwe ev têkilî heta astekê sînordar bûn. Van faktoran nehiştin ku Celadet Bedirxan tu cengaweran di bin fermandariya xwe de kom bike. Haco Axa, Celadet Bedirxan ji xwe re wekî mîrekî didît û bi rastgoyî û dilpakî rêz û hurmeta wî digirt. Celadet Bedirxan jî Haco wek serokê eşîreke mezin a kurdan didît û ji dil û can rêz jê re digirt. Her wiha, Celadet Bedirxan di wê baweriyê de ye ku îmkana bidestveanîna armancên xwe yên siyasî û serxwebûna Kurdistanê heye û hebûna Haco Axa li kêleka wî dê bi giranî li ser vê yekê bibe alîkar.
=KTML_Bold=Encamên desttêwerdanê=KTML_End=
Operasyona leşkerî ya Kurdên Sûriyê derzên kûr xist nav lîderên Xoybûnê. Li astekê ku hebûna Xoybûnê piştî wê operasyonê bû mîna hibra li ser kaxezê (pûç bû).
Desthilatên Fransî ji hêla xwe ve wek bersivdana fişarên desthilatên Tirkiyê, lêpirsîn û lêkolîneke berfireh û seranserî pêk anî. Desthilatên Tirkiyê, desthilatên Fransî ji êrîşa Kurdan berpirsyar dît. Tew desthilatdarî û serkirdeyên Fransî yên li herêmê bi lihevkirina bi çekdarên Kurd re, piştgirî û hêsankirina operasyonê tawanbar kir.
Encamên lêkolîna Fransî gihiştin wê yekê ku desthilat û berpirsên Fransî ji karê leşkerî yê kurdan ne berpirsiyar in, lê berpirsê îstîxbarata Fransî yê li deverê bi kar û barên zêde mijûl bû û ji îdiaya Haco ya ku niyeta wî ya ketina Tirkiyê tunebû, bawer kir. Di encamê de ew efserê Fransî ji posta xwe hat dûrxistin û efserekî din li şûna wî hat danîn. Lê biker û beşdarên kurd heta roja dawî ya hebûna hêzên Fransî li Sûriyê, rastî çavdêriyeke tund ji hêla desthilatên Fransî ve hatin. Piraniya serkirde û beşdarên kurd ketin bin rûniştina mecbûrî û nêzîkbûna ji sînorên Tirkiyê heta 50 km li wan hat qedexekirin. Rewşa Haco Axa jî ev bû, ku di bin rûniştina mecbûrî de ma li Hesekê heta di nîsana 1940î de koça dawî kir.
Biker û yekane kesê ku di operasyona leşkerî ya Kurdên Sûriyê de derbasî Tirkiyê nebû, li gor belgeyên Fransî Osman Sebrî bû. Di raporeke Fransî de hatiye gotin ku Osman Sebrî di 06-08-1930î de, di bin rûniştina mecbûrî û çavdêriya tund de bû li malekê li Reqayê. Wer dixuye ku proseya sirgûnkirina Osman Sebrî bo Madagaskarê di sala 1932an de, ne têkildarî operasyona derbasbûna yekîneyên leşkerî yên kurdî bo nav Tirkiyê bû. Çinku du rê li ber desthilatên Fransî hebûn: Yan Osman Sebrî radestî Tirkiyê bikin, ji ber ku ji aliyê rayedarên Tirkiyê ve bi sûcê pêkanîna tawanekê li Tirkiyê dihat xwestin, yan jî wî ji Sûriyê derxin.
Destwerdana kurdan li Tirkiyê bandoreke erênî jî kir, çinku ji wê demê ve, tevgera siyasî ku giraniya xwe didanî ser Kurdistana Tirkiyê, dest pê kir û berê xwe da Kurdistana Sûriyê. Ji ber ku berê, du faktorên sereke bûn sedem ku siyasetmedarên kurd li Kurdistana Sûriyê di kar û çalakiyên xwe de giraniyê bidin Kurdistana Tirkiyê. Yek ji van hokaran rola bingehdar û sereke ya Celadet Bedirxan bû, xasma di danîna siyasetan de, çinku Celadet Bedirxan bi xwe girîngî û giraniyeke herî mezin dida Kurdistana Tirkiyê. Sedema din jî ew bû ku hejmarek ji siyasetvanên kurd li Kurdistana Sûriyê ji Kurdistana Tirkiyê hatibûn.
Di sala 1932an de, encamên girîngîdana siyasetvanên kurd bi Kurdistana Sûriyê êdî derketin holê. Her wiha tevgera siyasî ya Kurd û Xirîstiyanan li Cizîrê peyda bû ku vêga wekî mezintirîn tevgera siyasî li navçeyê tê hesibandin.[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは454表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.rudaw.net/ - 07-09-2023
リンクされたアイテム: 10
グループ: 記事
Publication date: 22-05-2023 (1 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: クルド発行
プロヴァンス: 西クルディスタン
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 07-09-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 12-09-2023
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 11-09-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは454表示された回数
Attached files - Version
タイプ Version エディタ名
写真ファイル 1.0.118 KB 07-09-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 517,442
画像 105,710
書籍 19,160
関連ファイル 96,454
Video 1,307
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.938 秒(秒) !