图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,240
图片 106,492
书籍 19,255
相关文件 96,945
Video 1,380
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Bayram Bozyel: Hewcedariyên Kurdan em neçar kirin ku tevlî tifaqê bibin
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Bayram Bozyel: Hewcedariyên Kurdan em neçar kirin ku tevlî tifaqê bibin

Bayram Bozyel: Hewcedariyên Kurdan em neçar kirin ku tevlî tifaqê bibin
=KTML_Bold=Bayram Bozyel: Hewcedariyên Kurdan em neçar kirin ku tevlî tifaqê bibin=KTML_End=

Serokê PSK'ê Bayram Bozyel derbarê beşdarbûna “Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd” got “Ev tifaq ji hewcedariyek derket holê. Ev bu 2 sal em rewşa Kurdistanê û Tirkiyê dinirxînin û dibînin û dibêjin ku siyaseta serdest ya li ser desthilatê siyaseta xwe ya bi tevahî li dijî Kurdan dimeşîne, ne tenê li Bakur li çar parçeyan. Û ev bûye sedema wendakirin û têkçûna gelek destkeftiyên Kurdistanê.”
Li Amed a Bakurê Kurdistanê “Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd” bi partiyên Kurdî re hat avakirin û di banga xwe ya ji bo hilbijartinan de banga dengdayîna ji bo Partiya Çep a Kesk kir.
Ji bilî HDP, Partiya Çep a Kesk û DBPê partiyên Kurd jî tevlî tifaqê bûn. Yek ji partiyên ku di nav tifaqê de cih girtiye Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) bû.
Bozyel da zanîn ku her çend berê HDP rexne kiribûn jî, lê konjonktûra heyî partiyên Kurd neçar kiriye ku ji bo parastina destkeftiyên Kurdan di nava yekîtiyê de tevbigerin.
Serokê PSK'ê Bayram Bozyel di weşana zindî ya Rûdawê de diyar kir ku çima tevlî tifaqê bûne.
Serokê PSK'ê Bayram Bozyel beşdarî bultena Rûdawê ya taybe bo Bakur bû û derbarê tevlîbûna “Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd” de bersiva pirsên Hêvîdar Zana da.
Rûdaw: Berê weke PSKê rexneyên we yên tund li hemberî HDPê siyaseta HDPê hebûn. HDPê di bernameya xwe de tu guhertinek nekiriye, em dikarin bibêjin nêrînên we li hemberî HDPê hatine guhertin ku hûn beşdarî vê tifaqê bûn?
Bayram Bozyel: Ev tifaq ji hewcedariyek derket holê. Ev bu 2 sal em rewşa Kurdistanê û Tirkiyê dinirxînin û dibînin û dibêjin ku siyaseta serdest ya li ser desthilatê siyaseta xwe ya bi tevahî li dijî Kurdan dimeşîne, ne tenê li Bakur li çar parçeyan. Û ev bûye sedema wendakirin û têkçûna gelek destkeftiyên Kurdistanê. Herwiha ev desthilat li Tirkiyê jî ber bi otoriteriyê ve diçe û ew qazancên demokrasiyê di van salên dawî de tev ji holê rabûn û niha Tirkiye di qeyraneke mezin û kûr de ye ku êdî nayê meşandin. Lê li hember vêya jî em dibînin ku lêgerîn hene di nava civatê de. Daxwazên ku hatine di nava civatê roj bi roj bilind dibin. Di vê çarçovê de muxalefet çêdibin, partî dengên xwe bilind dikin, nerazîbûnek heye ku bi vî awayî nameşe, divê guhertinek çêbibe. Raya me ew e ku êdî ev siyaseta heyî nameşe. Bibe nebe sibe wê guhertin werin rojevê. qesta me ji guhertinê ne ew e ku wê sibe dusibe meseleya Kurd safî bibe lê em zanin ku sîstema heyî sîstema serokatiyê were ser maseyê, bo wê guhertina desturê dê were ser masê, bo wê dê meseleya Kurd were ser masê çunkî vana tev bi hev ve girêdayî ne yanî li Tirkiyê dê keşûhewayeke nû dest pê bike. PSK bû 2 sal ku xebateke me hebû di vê derbarê de, di derbarê daxwazên acîl de ku me û PAK û hevalên tevgerên din dimeşandin, me digot ku Kurd li ser van daxwazan werin ber hev û tevlî vê pêvajoyê bibin da ku bikaribin îstiqameta rêya vê guhertinê ber bi berjewendiyên Kurdan de biguherînin. Ev hewcedarî îro zêdetir aktuel e, zêdetir di rojevê de ye. Bi raya me wek PSKê em bibêjin ev tifaqa ku niha em tê de ne ji bo ew xebatên ku me dimeşandin bû destpêkek. Yanî destpêka ku em aliyên Kurd heta bikaribe fireh li ser daxwazin Kurdan yên acîl werin ber hev û derkevin li hember desthilatê hem jî li muxalefetê û siyaseta Tirk. Armanca me ya ku em beşdar bibin ev bûn. Esas hêviya me piştî hilbijartinê ye ku piştî hilbijartinê li parlamentoyê jî yan jî li derveyî parlamentoyê Kurd heta bikaribin li ser hev bin û beşdarî vê pêvajoyê bibin û bikaribin bandorê li vê pêvajoyê bikin da ku ber bi berjewendiyên Kurdan de bizivire. Yanî HDP HDP a berê ye, em jî PSK PSK a berê ne lê hewcedariyên civatê her roj diguherin, sibê jî diguherin. Hewcedarî me neçar dike ku em pêwendiyên xwe biguherînin em şewaza xwe biguherînin. Ez mînakek bibêjim me nexwes navê vê tifaqê Kurdistan be ji ber ku Kurdistan îdiayeke mezin e, ji ber ku partiyên ku tê de ne gelek ji wan partiyên Kurdistanî nînin, pêşniyara me bû ku Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd be. Yanî mutevazî be, em bibêjin partiyên ku pir îdiayên wan derbarê Kurdistanê de tinebe jî bikaribe tê de cih bigre. Yanî Kurd hemû anî bikaribin werin ba hev.
Hûn dê di parlamentoyê de jî hebin? Ji ber ku temamê wan hevpaymanên di bin banê HDPê de bûn û niha jî di bin banê Partiya Çep a Kesk de nûnerek an du nûnerên wan di parlamentoyê de jî têne dîtin. Hûnê jî weke PSKê di parlamantoyê de hebûn?
Bayram Bozyel: Heta roja îro jî vê meseleyê me qet qise nekiriye., ne hevalên HDPê ji me re pêşniyarek anîne, ne me daxwaz kirine. Lê piştî îro wê çi bibe ez aniha nikarim tiştek bibêjim. Yanî halê hazir di vê deqê de ti angajman, ti peymanên me yên deheqê namzetiyê de tiştek tineye. Ji bo me esas ew e ku em bikaribin aliyên Kurdî yanî HDP jî tê de em bikaribin li ser daxwazên Kurdan li hev bikin û dengên xwe heta bikaribin bilind bikin. Raya me ew e, ev mesele tenê bi aliyek du aliyan safî nabe, heta gavek jî em pêş de biçin, divê em alîkariya Tirkan jî bistînin. Yanî divê ew civat jî diyaloga me bi wan re hebe. Eger îro, sibê yan jî piştî hilbijartinê em bikaribin vê tifaqê bi rêkûpêk bixin rê, wê gavê divê em berê xwe bidin Tirkan, bi wan re diyalog deynin, ehm ji qada parlamentoyê de, hem jî qada civakî û siyasî de da ku keşûhewaya guhertinê, keşûhewaya danûstendinê vebibe ku meseleya Kurd derkeve rojevê û hewldan ji bo wî geş bibin.
Weke PSKê wê karê we yê serekî di nava vê hevpeymaniyê de çibe? Yanî hûn dê çi guhertinê di nava vê hevpeymaniyê de çêbikin, zêdetir kîjan babetan bidine pêş?
Bayram Bozyel: Berê jî me çend caran gotibûn, ev du sal ew însiyatîfa daxwazên bilez ku me ji raya giştî re parvekiribûn, îro jî em li ser wî ne. Îro em dibêjin konjonktor û rewşê me haniye noqteyê ku em li hindikahiyên hevpar de li hev bikin, ne stratejiyeke pir wisa îdayên asta wî pir bilind be. Îro wek min got hemû destkeftiyên Kurdan di bin xeterê de ne heta hinek ji wan ji holê hatine rakirin, divê em li gor şert û mercên îro daxwazan derxin ortê û li ser wî xebat bikin. Ji bo wî wek nimûne îro naskirina zimanê Kurdî wek zimanê perwerdehiyê, wek zimanê fermî yê duyem digel zimanê Tirkî. Îro gelê Kurd ji sedî 90 li ser vê li hev dike. Em jî dibêjin ku em aliyên siyasî jî li ser viya lihev bikin û aliyên Tirkan jî em dikarin reaksiyonên pozîtîf jî peyda bikin. Raya me ew e ku di mesela ziman de êdî civata Tirk jî hatiye wê qonaxê ku meriv dikare qiese bike. Yek, meseleya ziman ku ziman xala herî giring e di mesela Kurd de. Eger mesela ziman pêşiya wî vebibe wê meseleyên din jî pêşiya wan vebibin. A duduyan jî meseleya nasnameyê ye, nasnama Kurd wek nasnameyeke fermî di destûra bingehîn de cihê xwe bigre were qebûlkirin. Ji xwe eger îro ev bibe ji bo miletê Kurd ev şoreş e.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览416
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.rudaw.net/ - 03-09-2023
挂钩项目: 9
小组: 文章
Publication date: 03-04-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 94%
94%
添加( ئاراس حسۆ 03-09-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on04-09-2023
此产品最近更新( سارا ک ):03-09-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览416
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.146 KB 03-09-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,240
图片 106,492
书籍 19,255
相关文件 96,945
Video 1,380
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!