图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,032
图片 106,222
书籍 19,187
相关文件 96,698
Video 1,332
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Seîd Veroj: Ti sinorek ji temenê Peymana Lozanê re nehatiye diyarkirin
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Peymana Lozanê

Peymana Lozanê
=KTML_Bold=#Seîd Veroj# : Ti sinorek ji temenê Peymana Lozanê re nehatiye diyarkirin=KTML_End=

Li ser nîqaşên ku tên gotin temênê Peymana Lozanê 100 sal e û piştî 100 salan temamê xalên wê betal dibin Sedî Veroj wiha dibêje “Hîç peymaneke navnetewî temenekî jê re nehatiye diyarkirin. Ew têgihiştina ku dibêjin 100 sal tije bibe, wê peyman bê tesîr bibe, betal bibe tegihiştineke xelet e. Di peymana Lozanê de jî dem nehatiye diyarkirin. Peymana Lozanê ew dewletên ku peymanê îmze kirine tu sînorekî bo emrê vê peymanê nehatine diyarkirin. Ji ber wê yekê heta ku aliyên peymanê, delwtên ku îmzeya wan di bin vê peymanê de heye yek û yek îmzeya xwe paşve nekişînin û peyman neyê betalkirin hetahetayê ew peyman dikare berdewam bike.”
Veroj bal kişand ser wê yekê ku Peymana Lozanê ji bo Tirkan serkeftineke girîng bûye û got “Tirk wek netewe dewleteke li dinyayê hatin qebûlkirin. Kurdistan jî bi Peymana Lozanê hate parçekirin. Ev parçebûna miletê Kurd, parçebûna cografyay Kurd di nav 100 salan de tahrîbateke mezin di civaka Kurd de peyda kiriye. Ew ne bi dilê Kurdan bû, ne bi îradeya Kurdan bû.”
Seîd Veroj tekez kir ku tu nûnerekî Kurd li ser navê miletê Kurd di heyeta Peymana Lozanê de cih negirtiye.
Lêkolîner û Dîroknas Seîd Veroj beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser Peymana Lozanê, helwest û çalakiyên Kurdan ên dijî Peymana Lozanê de bersiva pirsên Hêvîdar Zana da.
Rûdaw: Ez dixwazim hema yekser ji şert û mercên wê demê dest pê bikim. Di wan şert û mercan de derfet hebû ku Kurd li Lozanê destkefteke baş bi dest xwe ve bînin?
Seîd Veroj: Pêvajoya ku Peymana Lozanê hate îmzekirin rewşa Kurdan ne baş bû. Beriya Lozanê, divê em behsa Peymana Sevrê bikin. Dema ku di peymanên navnetewî de behsa mafên netewî yên miletê Kurdan çêbibe, peymana herî giring a ku behsa mafê netewa Kurd dike û behsa çêbûna dewleteke Kurdistanê dike Peymana Sevrê ye. Lozan versiyoneke Sevrê ye. Yanî di pêvajoyê de guhertina Sevrê ye. Sevr ji ber ku ew deweletên zilhêz ên ku Sevr pêk anîbûn, Peymana Sevrê amade kiribûn, nankokiyên navbera xwe çareser nekirin, Sev pêk nehat li şûna wê piştî 2 sal û nîvan Peymana Lozanê pêk hat.Di Peymana Lozanê de dema em bala xwe bidinê Kurd di aliyê rêxistinê de belawela ne. Wê demê rêxistna herî girîng a Kurdan Cemiyeta Tealiya Kurdistanê bû. Cemiyeta Tealiya Kurdistanê li Stenbolê hatiye girtin, endamên cemiyetê hatine girtin. 19 şûbeyên Cemiyeta Tealiya Kurdistanê li Kurdistanê hebûn, ew 19 şûbe yek û yek hatine girtin. Cemiyet di nav cikava Kurdan de zêde xwedî hêzeke bi bandor nebû. Ji ber wê yekê nekarî civaka Kurd bi rêk bixe da ku denê xwe di Peymana Lozanê de bigihînin aliyên navnetewî. Di rewşeke wiha de Peymana Lozanê hate îmzekirin. Kurd bê hêz bûn, Kurd bê deng bûn.
Rûdaw: Birêz Veroj gelek kes balê dikişînin ser wê yekê dibêjin piştî 100 salan êdî temamê xalên wê peymanê ji kar dikevin yanî dem di ser wan re derbas dibe. Dema mirov li naveroka peymanê dinêre tu tarîxek jê re nehatiye danîn, negotine temenê vê peymanê 100 sal in. Çima wiha tê hesibandin ku temenê wê 100 sal in û piştre êdî betal dibe?
Seîd Veroj: Ew têgihîştineke gelek xelet e, şaş e. Hîç peymaneke navnetewî temenekî jê re nehatiye diyarkirin. Eger di dema peymanê de temen bê diyarkirin, bêjin ku ew peyman 50 sal, 70 sal, 100 sal an 200 sal wê berdewam bike tiştek wisa nîne. Peymana Lozanê jî ew dewletên ku peymanê îmze kirine tu sînorekî bo emrê vê peymanê nehatine diyarkirin. Ji ber wê yekê heta ku aliyên peymanê, delwtên ku îmzeya wan di bin vê peymanê de heye yek û yek îmzeya xwe paşve nekişînin û peyman neyê betalkirin hetahetayê ew peyman dikare berdewam bike. Ew têgihiştina ku dibêjin 100 sal tije bibe, wê peyman bê tesîr bibe, betal bibe tegihiştineke xelet e, ne di hiqûqa navnetewî de ne di siyaseta navnetewî de mînakên wê tunene, eger di wê peymanê de dem nehatibe diyarkirin. Di peymana Lozanê de jî dem nehatiye diyarkirin. Eger hêza Kurdan, têkiliyên navnetewî rewşeke nû peyda bibe ew peyman bê tesîr bimîne, dîzayneke nû bê çêkirin ji aliyê hêzên navnetewî ve, wê demê mimkune ew peyman têk biçe. Lê eger sazûmaneke nû, nîzameke nû li dinyayê neyê avakirin, li herêmî neyê avakirin û aliyê vê peymanê jî dev ji vê peymanê bernedin hetahetayê ew peyman dikare berdewam bike. Ji ber vê yekê 100 sal wê peyman têk biçe, bê tesîr bibe tiştekî ne rast e.
Rûdaw: Ez dixwazim em hinekî behsa çalakiyên Kurdan jî bikin di 100 saliya Lozanê de. Beriya wê jî ev demek e gelek konferans hatin lidarxistin, çalakiyên takekesî hatin kirin, her wiha dozek li dijî dewleta Tirk hate tomarkirin. Ev helwesta Kurdan tu çawa dibînî? Helwesta Kurdan di 100 saliya Lozanê de têrê dike yan pêwîst bû baştir bûya?
Seîd Veroj: Bêguman Peymana Lozanê bo Tirkan serkeftineke girîng bû, Tirk wek netewe dewleteke li dinyayê hatin qebûlkirin. Kurdistan jî bi Peymana Lozanê hate parçekirin. Beşekî Kurdistanê di bin desthilatdariya dewleta Iraqê, beşek li bin desthilatdariya dewleta Tirkiyê, beşek li bin desthilatdariya dewleta Sûriyê ma. Ev parçebûna miletê Kurd, parçebûna cografyay Kurd di nav 100 salan de tahrîbateke mezin di civaka Kurd de peyda kiriye. Ew ne bi dilê Kurdan bû, ne bi îradeya Kurdan bû. Tu nûnerekî Kurd di peymana Lozanê de nîne. Tenê yek parlamenterê ku ji aliyê merkezî ve, wê demê ji aliyê hereketa Mistefa Kemal ve hatiye destnîşankirin xelkê Diyarbekirê bû; Zulfî Tîgren. Ew (Zulfî Tîgren) weke Kurd di heyeta Tirkiyê de hebû. Bêguman Zulfî Tîgrenê Diyarbekirî bi tu awayî weke nûnerê rêxistineke Kurd, weke nûnerê miletê Kurd di heyeta Peymana Lozanê de cih negirtiye. Jixwe camêr bi xwe di pêvajoya peymanê de gotinek jî nekiriye derheqê Kurdan de. Ji ber vê yekê ew peyman bo Kurdan peymaneke bextreş e, peymaneke zilm e, înkarkirin û tunekirina miletê Kurd daye ber xwe. Ji roja ku peymana Lozanê hatiye îmzekirin heta roja îro Kurd li hemeberî vê peymana neheq, ew peymana ku hebûna miletê Kurd înkar dike, red dike hewldanên wan çêbûne. Îro jî hewldanên wan çêdibin. Bêguman ew hewldanên ku têne kirin, ew çalakiyên ku têne diristkirin, konferansên ku têne diristkirin hejayî pesindanê ne. Ne bes bin jî hêjayî pesindanê ne, divê vana dewlemendtir û berfirehtir bibin daku em bikarin aliyên îmzekerên Peymana Lozanê îkna bikin ku bi vê peymanê xedirekî mezin li netewa Kurd hatiye kirin. Divê aliyên îmzeker ên vê peymanê vê xedra sedsaliya netewa Kurd telafî bikin. Di vî alî de ez hewldana ji bo mehkemekirina Peymana Lozanê gelek girîng dibînim. Kurd dikarin di çarçoveya mafê self-determonasyonê de dawa li saziyên navnetewî bikin, dawa li dewletîn alîkar bikin û her wiha di gelek platformên navnetewî de bi awayekî demokratîk neheqî û encamên neyînî yên Peymana Lozanê bînin ziman û netewa Kurd di vê zemînê de hişyar bikin, dengê xwe bigihînin dinyayê heta ku ew peymana neheq a ku li ser netewa Kurd hatiye kirin, ew peyman xesarên wê, xeletiyên wê, şaşiyên wê bêne telafîkirin. Ji bo vê yekê ew xebatên ku têne kirin girîng in lê ne bes in. Lazim e em bi hev re karibin van çalakiyan zêdetir bikin, dengê xwe bilindtir bikin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览858
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.rudaw.net/ - 03-09-2023
挂钩项目: 61
图书馆
文章
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 24-07-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 03-09-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on04-09-2023
此产品最近更新( سارا ک ):03-09-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览858
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,032
图片 106,222
书籍 19,187
相关文件 96,698
Video 1,332
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!