图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,988
图片 106,397
书籍 19,240
相关文件 96,836
Video 1,376
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Di zimanê kurdî de axaftinên şîfrekirî - 1
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Di zimanê kurdî de axaftinên şîfrekirî - 1

Di zimanê kurdî de axaftinên şîfrekirî - 1
Di zimanê kurdî de axaftinên şîfrekirî - 1.
#Umîd Demîrhan#
$Pêşek$
Bi rastî jî zimanê kurdî zimanekî qedîm î ezîm e. Wan rojên han axaftineke şîfrekirî ya heyama zarokatiyê hate bîra min û min hanzûka derbasî ser kaxezê kir; ji bo ku ev zanyarî di nava kaxez û arşîvên dîjîtal de winda nebe jî, min hanzûka li ser vê blogê tomar kir û bi we re pareve dikim. Bi rastî kînaye û şîfreyên guhertoyekê gelekî berzeq û erotîk bûn; lê heta ku ji destê min hat, min ew di qalibekî meqbûl de ro kir.
$1.Çîrok û rastiya bûyerekê$
Dibêjin ku merivek di nava cimaetê de rûniştibû û dixwest derbarê mijarekê de hin zanyariyan wergire; lê nedixwest ku kesek rastî û çîroka bûyerê hîn bibe. Lewre berê xwe da nasekî xwe yê ku ji zimanên hev fêm dikirin û jê pirsî:
-Kuro ewî pozkêm qe çi kir?
Diyar e ku bersivdar pisporekî bîrkariyê (matematîkê) bûye ku bi çar hêmayên bingehîn ên hesabê (+,-,:,/) rewş wiha kurteve kiriye:
-Pozkêm kêma xwe kêmanî kir, kira xwe kiranî kir, cara xwe caranî kir û para xwe paranî kir. Niha her du serî li ber holikekê rûniştî ne, birrê cûcikan li dorê û dest-pê şûştî-veşûştî ne.
$2. Rastiya pirsê û vereşandina bersiva şîfrekirî$
Li gorî gotina gotindaran, van her du hişmendên jîr û jêhatî bi pirs û bersivekê ev mijara han zelal kiriye:
Ewî pozkêm qe çi kir?: Ew ciwanê ku kêm ji pozê wî dikişiya, hê nizanibû pozê xwe paqij bike, di nava cimaetan de rûne û şekala xwe dayne nav solên maqûlan qe çi kir? Ka serpêhatiya wî ji min re bi awayekî şîfrekirî bibêje!
Pozkêm kêma xwe kêmanî kir: Ew nuciwan bi kêmasiya xwe hesiya û tiştê kêm ji sercemê derxist (-), ango keçek peyda kir û xwazgîn şandin mala bavê wê.
Kira xwe kiranî kir: Tiştên ku ji bo zewac, qelend, cihêz, nikah û dawetê pêwist bûn peyda kirin (+).
Cara xwe caranî kir: Zavayî bûk li ber derê bavê xwe peya kir, lê piştî zeyîtiyê bûk û xwesûyê li hev nekir û beziyane hev, navbera wan li hev ket (x); an jî piştî dawetê çendek zarokên wan çêbûn û hejmara neferên malê gelekî zêde bû.
Para xwe paranî kir: Lewre ev kes ji malê cihê bû, para xwe hilda û ji nav malê derket (:).
Niha her du serî li ber holikekê rûniştî ne: Niha ew kesê qalkirî û jina wî bûne mirovên navsere, xwe dane ber malekê û jiyana xwe berdewam dikin; an jî niha zarokên wan mezin bûne, mêrik û jinik li ber malê mane.
Birrê cûcikan li dorê û dest-pê şûştî-veşûştî ne: Zarokên wan bi firê ketine û mezin bûne, êdî halxweş in û tu kêmasiyeke wan tunene, zarok li dê-bavên xwe dinêrin û pêwistiyên wan dabîn dikin; an jî dê-bav li mala xwe rûdinin, zarok cihê kirine û xaniyên wan nêzikî hev in, pêwistiya wan bi xebatê tuneye û ji serweta xwe ya qezenckirî dixwin.
$3. Li gorî guhertoyeke din vereşandina vê axaftina şîfrekirî$
Li gorî guhertoyeke din, xwesûya bûkê ji berbûyê pirsiye bê ka têkiliya zayendî ya bûk û zavayî çawan derbas bûye. Îcar li gorî vê şirovekirinê jî axaftin wiha hatiye vereşandin:
Ewî pozkêm qe çi kir?: Di vê rewşê de mebest ji “pozkêm”î ne merivek e; lê mîzî/qamîşê zavayî ye; ango rastiya pirsê wiha bûye: “Ewê ku avik mîna kêmê jê dikişe qe çi kir?”
Pozkêm kêma xwe kêmanî kir: Zavayî bûk vexiste ser nivînê, kincên wê jê xistin û ew tazî kir; wî êdî kêmasiya xwe dabîn kiriye û bûye mêrê bûkê An jî gava mîziya zavayî ya sist endamê bûkê dît, bi xwe hesiya û hişk bû.
Kira xwe kiranî kir: Gava mîzî hişk bû, zavayî xwe şidande hev û karê xwe yê şevê qedand.
Cara xwe caranî kir: Zava bi carekê têr nebû û çend carên din jî xwe ceriband.
Para xwe paranî kir: Piştî çend caran her aliyekî para xwe ya ji têkiliyê wergirt.
Niha her du serî li ber holikekê rûniştî ne: Niha bûk û zava piştî hevşabûnê sist bûne; an jî zavayî derê xaniyê bûkê vekiriye û ev kar êdî bê şermezarî qediyaye.
Birrê cûcikan li dorê û dest-pê şûştî-veşûştî ne: Di pêvajoya hevşabûnê de mitêla doşekê bi avik û xwînê lewitiye; lê wan hem serên xwe şûştine hem jî mitêla doşekê ya lewitî şûştiye.
$Nirxandin û encam:$
Bi rastî min hinek axaftinên şîfrekirî yên dizan û stranên wan ên dirêj jî bihîstibûn; lê di dema demê de nenivîsandibûn û gelekî poşman bûbûm. Îcar ev bûyer û şiroveya deşîfrekirî qet ji bîra min nediçûn û min îro biryar da ku derbasî ser kaxezê bikim. Hêjayî gotinê ye ku kurdên berê her çiqasî alfabeya morsê ya krîptokirî nizanibûn jî, bi awayekî gelêrî peyamên xwe bi şêwazên cihêreng radigihandin muxatabên xwe. Bêguman ev cureyê axaftinan di nava kurdan de zêde ne; bi taybetî ji bo karên nihênî tê bikaranîn û heta gotindar mebestên xwe eşkere nekin, razên wan di tarîtî û nepeniyê de dimînin. Hêvîdar im ku ev bîranîna kurt bi kêrî fesahet û belaxeta kurdî were û razên rewanbêjiya kurdî bên zelalkirin; her wiha bi kêrî berpirsên kurdan jî were ku nihêniyên tawanbaran eşkere bikin an jî peyamên fermî bi riya hevokên şîfrekirî bi silametî bigihînin meqamên eleqedar. Bêguman ihtimal heye ku hinek kesên ruhnexweş jî sûdê ji vê cureyê axaftinê wergirin; lê qe nebe divê haya kurdan ji vê yekê jî hebe û gelek ihtimalan binirxînin ku bigihêjin encamên rast.
Cihê gotinê ye ku mebesta xwe ya ji vê parvekirinê aşkera bikim. Mebesta sereke zelalkirina mijareke bîrkariya kurdî ye; ji ber ku di vê axaftinê de karên “kêmkirin”, “komkirin”, “lihevxistin (derbdan)” û “parkirin”ê li derveyî rêbazên naskirî hatine afirandin û dariştin. Bi kurtasî dikarim bibêjim ku di vê axaftina şîfrekirî de çar karên bîrkariyê yên bingehîn bi awayekî folklorîk wiha hatine çareserkirin:
komkirin/zêdekirin (+): kira xwe kiranî kirin
kêmkirin/jêxistin (-): kêma xwe kêmanî kirin
carandin/derbdan (x): cara xwe caranî kirin
parkirin/dabeşkirin (:): para xwe paranî kirin.
Xuya ye ku di çanda kurdî ya gelêrî de hinek kesan ji bo mebestine nihênî hêmayên bîrkariyê afirandine û bi rastî pêwistiya bîrkariya kurdî bi van zanyariyan jî heye.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览935
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://umiddemirhan.wordpress.com/ 28-08-2023
挂钩项目: 38
传记
图书馆
文章
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 27-08-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 语言
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 94%
94%
添加( ڕاپەر عوسمان عوزێری 28-08-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on28-08-2023
此产品最近更新( ڕاپەر عوسمان عوزێری ):29-08-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览935
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,988
图片 106,397
书籍 19,240
相关文件 96,836
Video 1,376
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!