图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,633
图片 106,172
书籍 19,172
相关文件 96,585
Video 1,317
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
ÇAND Û KEVNEŞOPA KURDAN
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

ÇAND Û KEVNEŞOPA KURDAN

ÇAND Û KEVNEŞOPA KURDAN
=KTML_Bold=ÇAND Û KEVNEŞOPA KURDAN=KTML_End=
War BOTAN

=KTML_Bold=Texta cihgir=KTML_End=
Ger nirxandina giranbihabûna tiştên jiyanî bê kirin, dê di vê pîvanê de çand di rêza pêşî de cih bigire, ji ber ku hemî şaristaniyên pêk hatine bi destxistiyên mirovahiyê yên çandî pêk hatine. Her çi qas dema îro peyva çandê tê bilêvkirin jî, di serê de bîra tiştên kevin ên daringî-maddi bên hişê mirov jî, ji bo rastiyê ev pênase gelek qels dimîne. Lewma zanyarek dibêje: ‘’Di pênaseya teng de çand, pêkhatina zêna (bîr) civakî, çarçova hizirkirina wê û zimanê wê be, wekî pênaseya berfireh jî çand, bi ser van ve zêdekirina destxistiyên daringî-maddî (hemû amûrên hewcedariyan pêk tînin, tişt afirandin, rêbazên veşartin û veguherîna xwarinê, têkilî, parastin, bawermendî û hemû amûrên spehîbûnê) tîne zimêm.’’ Bi kurtasî mirov dikare çandê weke, di afirandin û teşeya afirandinê de hemî destxistiyên sazîbûn û watedarkirina civakê pênase bike.
Derbarê girîngiya çandê ya di gelbûn, netewbûn û têkiliyên wan de J.Delaros dibêje, ‘’Şerên di demên pêş de, ji bilî bandora aborî û birdozî dê bi bandora çandan bên lidarxistin.’’ Nêrinên zanistan û pêşketinên li cîhanê (tixûbên bêwate, têkiliyên girêdayî berjewendiyan, taktîkên alîguhertinên demildest, teknolojî,…hwd) dide xuyakirin ku dê êdî di pîvanên qetbûn û yekbûnan de çandên gelan diyarker be.
=KTML_Bold=Erdnîgarî û Çand=KTML_End=
Li gorî şert û mercên demsalên erdnîgariya beşa Bakûr ya cîhanê: Başûr, germ û zuha ye û Bakûr jî bi sir û seqem e. Erdnîgariya ku di navbera seqem û germahiya zêde de maye ji jiyînê re erdnîgariya herî guncaw e. Rojhilata Navîn jî erdnîgariya di vê navberê de dimîne ye. Lewra di warê jiyanî de cihê herî guncaw e. Ev avantajî di afirandina çandeke pêşketî de bûye sedemeke diyarker û girîng. Her wiha ji ber ku cihwarekî navendî ye, xwediyê wê avantajê ye ku kariye têkilî/ danûstandin bi gelên xwedî çandên cuda re jî bike . Girêdayî vê destpêka civakîbûna çanda dewlemend jî li Kurdistanê, li derdora rêzeçiyayên Zagrosan pêk hatiye. Navê xwe “Kevana Zêrîn jî “ ji ber vê guncawiya jiyînê girtiye. Her çi qas vê dewlemendiya xwezayî ev erdnîgarî kiribe îstasyona gelên koçber jî, Proto-Kurdên (Arî) ne koçber, niştecihên vê erdnîgariyê ne. Cihê Rojhilata Navîn a navendî û dewlemendiya erdnîgariya wê, gelek caran di dîrokê de bûye sedema erîşên gel û komên cuda. Kurdên ku bi van êrîşan re rû bi rû mane , her tim xwe spartine çiyan. Bi zêdebûna hejmara êrîşan re Kurd piranî li çiyayan bûne niştecih. Hebûna xwe, bi xwespartina çiyan xwe parastîne û xwe wekî qewmeke çiyayî dihesibînin.
Ev yek jî bûye çandeke Kurdistanî. Her wisa bi vê spartinê çanda bajaran gelek neketiye di nav kurdan de. Kevneşopiya qebîletî û eşîrtiyê jî bi vê yekê parastiye. Ev çand di piraniya dîrokê de bûye çanda kurdan a bîngehîn û forma xwe ya çandî bi vî awayî girtîne. Dîsa jî ji ber ku gelê Kurd di dîrokê de li himber van êrîşên dagirkeran, her tim şerê hebûn û tûnebûnê dane, çanda Kurdan a berxwedêrî û serhildêriyê ye jî, bi van têkoşînan li hember êrîşan teşe girtiye. Bi herikîna demê re ev berxwedêrî ketiye nav qalibê çanda eşîrtiyê û heta roja me ya îro jî ev çand di asteke xurt de tê jiyîn.
=KTML_Bold=Bandora Olî/Dînî a li ser Çanda Kurdan=KTML_End=
Şopdarê baweriya xwedavendî, çanda Zerdeştî (xwezaparêzî, ehlaq û dualîstiyê esas digire) di pêkhatina çanda kurdan de roleke mezin girtiye ser xwe. Baweriya zerdeştî, pêşiyê baweriya totemîk derbas kiriye û pêşiya baweriyên ehlaqî û têgehî vekiriye (B.Z.VI.). Di rastiyê de ev yek, şoreşeke mezin a ku dîrok li ser nesekinîye. Piştî serweriya Medan di dema deshilatdariya Med û Persan de bi dek û dolabên Persan ev çanda qedîm hatiye bêqedirkirin û çanda zerdeştî paşve hatiye hiştin. Her wisa saya kurdên li himber êrîşan xwe spartin çiyan – taybetî kurdên Elewî û Êzidî- taybetmendiyên xwe yên otantîkî- bi gelemperî parastine.
Bi riya tesewûf û terîqêtan Kurdên ku di deştan de dijiyan jî çanda olî hatiye parastin. Van terîqetan ji xwe re qalikek yê parastinê çêkirine, lê belê di nava xwe de jî çanda xwe dane jiyîn. Tespîtên zanistî ên derbarê ve mijarê de gelek watedar in. ‘’ Tesewûf û terîqatên nebûyîn amûrên deshilatdariyê, ji kurdan re rola parastina rewa û cewherî pêk anîne.’’
=KTML_Bold=Komara Tirkiyê û Bişaftina Çanda Kurdan=KTML_End=
Li her çar beşên Kurdistanê hewldana tunekirina çanda kurdan bi rêbazên qirêj tê meşandin. Dewletên Iraq û Sûriyeyê dixwazin kurdan di nav çanda Ereban de, Îran dixwaze di nav ya farisan de û ya tirk jî dixwaze çanda kurdan di nav çanda Tirkîtiyê de bihelînin.
Ger çandeke ji xwezahiya ku jê afirî ye dûr ketibe, wê demê bi xetereya helandinê, guhertin û bişaftinê re rû bi rû dimîne. Mînakên vê yekê di dîroka cîhanê de pir in. Çermesorên niştecihên DYE, Bedewiyên Ereban, Tirkmenên Tirkan, Kurmancên Kurdan hwd. Minakên berbiçav ên gelên hatine/tên bişaftin in. Di nav van mînakan de gelê herî balkêş gelê Kurd e. Gelekî din mîna kurdan bi gelheyeke ev qas zêde û li ser erdnîgariya xwe bê/tê tunehesibandin nîn e.
Bi şewitandin û valakirina gundan xwestin kurdan di nava çanda bajarbûnê de bihelînin û tune bikin. Ev bişaftin gihaştiye wê astê ku kurd bi xwe hebûn û tunebûna xwe di nava xwe de bikin meseleya nîqaşê. Gava mirov berê xwe dide rewşê, ev rewş heta sala 2000’ê gihaştiye asteke geleke pêşketî Bi avakirina saziyên çand û hunerê û xebatên kifşkirina rastiyan, pêşiya vê bişaftina madî-menewî heta derekê rawestandiye. Bi van xebatan çanda kurdan bi giştî derneketî be holê jî hişmendiya kifşkirinê ya rastiya çanda Kurdewarî pêş dikeve. Bi taybetî bi xebatên saziyên çand û hunerê çanda kurdan a daringî gihaştiye astekî ne xirab. Her çi qas bi riya koçberkirinê welatiyên kurd hatibin ajotin û mehkûmî jiyana çanda bajarî hatibin kirin jî, bi hişmendiya çanda arişî-manevî li ber xwe dane û xwe parastine. Taybetî li Bakurê Kurdistanê, di sih salên dawî de ev parastin û pêşketinên wiha di radeyeke pêş de ne.
NÎŞE: Ev nivîs di çapa yekemîn a Kovara BANG de hatiye weşandin.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览792
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.kurdiskainstitutet.org/ - 17-08-2023
挂钩项目: 19
小组: 文章
Publication date: 13-07-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文化
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 17-08-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on18-08-2023
此产品最近更新( سارا ک ):18-08-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览792
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,633
图片 106,172
书籍 19,172
相关文件 96,585
Video 1,317
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!