پەرتوکخانە پەرتوکخانە
لێ گەڕیان

کوردیپیدیا بەرفرەهترین ژێدەرێ زانیاریێن کوردییە!


گەریانا دەست نیشانکری





لێ گەڕیانا هویر      کیبورد


لێ گەڕیان
لێ گەڕیانا هویر
پەرتوکخانە
ناونامە بو زاروکێن کورد
کرونولوژیا ڕویدانا
ژێدەر
پاش
کومکری
چالاکی
چەوا لێ بگەڕهم؟
بەلاڤوکێن کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
دارشتنا پولا
بابەت ب هەلکەفتێ
ڤڕێکرن
ڤڕێکرنا بابەتی
ڤرێکرنا وێنەی
ڕاپرسی
بوچوونێن هەوە
پەیوەندی
کوردیپیدیا پێدڤی ب چ زانیاریانە!
ستاندارد
رێسایێن بکار ئینانێ
کوالیتیا ڤی بابەتی
ئامراز
دەربارێ مە
ئەرشیڤ ڤانێن کوردیپێدیا
دەربارەی مە چ گوتیە؟
کوردیپیدیایێ بکە د مالپەرێ خودا
تومارکرن / ڤەمراندنا ئیمێلی
ئامارێن مێهڤانا
ئامارا بابەتا
وەرگێرێ فونتا
گهوڕینا دیرۆکان
کۆنترلکرنا ڕاست نڤیسینێ
زمان و شێوەزارێ لاپەرا
کیبورد
لینکێت پێدڤی
ئێکستێنشنا کوردیپێدیا بو گوگڵ کروم
کوکیز
زمان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
هژمارا من
چوونا ژوور
دێ بمە هەڤکارێ هەوە
پەیڤا نهێنە تە ژبیر کریە!
لێ گەڕیان ڤڕێکرن ئامراز زمان هژمارا من
لێ گەڕیانا هویر
پەرتوکخانە
ناونامە بو زاروکێن کورد
کرونولوژیا ڕویدانا
ژێدەر
پاش
کومکری
چالاکی
چەوا لێ بگەڕهم؟
بەلاڤوکێن کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
دارشتنا پولا
بابەت ب هەلکەفتێ
ڤڕێکرنا بابەتی
ڤرێکرنا وێنەی
ڕاپرسی
بوچوونێن هەوە
پەیوەندی
کوردیپیدیا پێدڤی ب چ زانیاریانە!
ستاندارد
رێسایێن بکار ئینانێ
کوالیتیا ڤی بابەتی
دەربارێ مە
ئەرشیڤ ڤانێن کوردیپێدیا
دەربارەی مە چ گوتیە؟
کوردیپیدیایێ بکە د مالپەرێ خودا
تومارکرن / ڤەمراندنا ئیمێلی
ئامارێن مێهڤانا
ئامارا بابەتا
وەرگێرێ فونتا
گهوڕینا دیرۆکان
کۆنترلکرنا ڕاست نڤیسینێ
زمان و شێوەزارێ لاپەرا
کیبورد
لینکێت پێدڤی
ئێکستێنشنا کوردیپێدیا بو گوگڵ کروم
کوکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
چوونا ژوور
دێ بمە هەڤکارێ هەوە
پەیڤا نهێنە تە ژبیر کریە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارێ مە
 بابەت ب هەلکەفتێ
 رێسایێن بکار ئینانێ
 ئەرشیڤ ڤانێن کوردیپێدیا
 بوچوونێن هەوە
 کومکری
 کرونولوژیا ڕویدانا
 چالاکی - کوردیپێدیا
 هاریکاری
بابەتێ نوی
پەڕتووکخانە
ژانێن خەریبییێ
01-05-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
کەسایەتی
دانا جەلال
30-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
پەڕتووکخانە
رەوشنبیرییا کوردی د ناڤبەرا شیانێن تاکی و رێکخستنا جڤاکێ دا
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
پیڤەرێن رێکخستنەڤەیا جاڤاکا هەرێما کوردستانێ
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
گەهنۆم ڤارێبوون ژ بهایان
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
بێهۆدەییا جانی
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
گۆگەمێلا، چەپا کەنیزەکێن پایتۆنان
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
کەسایەتی
عەبدوڵڵا سمایل ئەحمەد
25-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
کەسایەتی
فەیروز ئازاد
25-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
جهـ
ڕەمبوسی
24-04-2024
ڤەژەن کشتۆ
ئامار
بابەت 518,591
وێنە 106,338
پەرتوک PDF 19,226
فایلێن پەیوەندیدار 96,793
ڤیدیۆ 1,357
جهـ
تل قەسەب
کەسایەتی
سەبریا هەکاری
کەسایەتی
ئەڤریم ئالاتاش
کەسایەتی
خالد بەگێ جبری
جهـ
ڕەمبوسی
HEMÛYAN AŞITÎ ÇÊKIRIN; KÎJAN AŞITÎ? HEVPEYMANA LOZANÊ Û SÎSTEMA ÎMPERATORÎ YA NÛ
ب خەمین ژبەر قەدەخەکرنا کوردیپێدیایێ ل باکوور و ڕوژهەڵاتا وڵات ژئالێ داگیرکەرێن تورک و فارسڤە
پول: کورتەباس | زمانێ بابەتی: Kurmancî - Kurdîy Serû
هەڤپشکی کرن
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
هەلسەنگاندنا بابەتی
نایاب
گەلەك باشە
ناڤنجی
خراب نینە
خراب
بو ناڤ لیستا کومکریا
ڕایا خو دەربارەی ڤی بابەی بنڤێسە!
گهوڕنکاریێن بابەتی!
Metadata
RSS
گووگلا وێنا بو بابەتێ هەلبژارتی!
گوگل دەربارەی بابەتێ هەلبژارتی!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Peymana Lozanê

Peymana Lozanê
=KTML_Bold=HEMÛYAN AŞITÎ ÇÊKIRIN; KÎJAN AŞITÎ? HEVPEYMANA LOZANÊ Û SÎSTEMA ÎMPERATORÎ YA NÛ=KTML_End=

Sernavê resen: (They All Made Peace – What Is Peace? The 1923 Treaty of Lausanne and the New Imperial Order)
Nivîskar: Komeka nivîskaran
Edîtorî: Jonathan Konalin û Ozan Ozveci
Weşan: Zanîngeha Chicagoyê, Pirtûkxaneya Kingoyê 2023
Lêveger: Navenda Kurdî ya Lêkolînan-2023

Piştî şerê Cîhanê yê Yekem, #Lozan# hevpeymana dawî ya aşitîyê bû û dûrî rêbazên ku di Hevpeymana Versaillesê da hatibû bikaranîn. Di vê çarçoveyê da, rêbazekî nû yê çêkirina aşitîyê bi rêya pevguhartina bi darê zorê ya nifûsê bi kar anî û di encamê da bandor li ser 1.5 milyon mirov kir. Her wiha, wekî hevalbendên xwe Almanya û Awusturya, Împeratorîya Osmanî ya têkçûyî, di destpêka aşitîya ku sala 1920î da hatibû ferizkirin, razî bû. Tevî vê yekê jî, di nava du salan da, xebatên leşkerî yên bi fermandarîya Mustefa Kemal hişt ku Tirkîya bibe yekemîn dewleta xwedî serwerî li Rojhilata Navîn. Di heman demê da, Yûnanistan, ermen, ereb û kurdan û civakên din ku berê di bin serwerîya Împeratorîya Osmanî da bûn, hewl dan ku awayên xwe yên taybet di serwerî û serxwebûnê da çêkin, ku ev yek li gorî Lozanê hate redkirin, lê neçar bûn ku bi encamên berê ra bijîn û yên ku heta niha piştî derbasbûna sedsalî derdikevin jî.
Pirtûk bi nirxandineka dîrokî ji gelek alî û nêrînên ve balkêş e. Di beşên pirtûkê da, behsa siyasetên Birîtanya, Tirkîya û Sovyetê di cîhanê da piştî osmanîyan tê kirin; ku tê da pevguhartineka darê zorê ya nifûsê di oxira çêkirina aşitîyê da hebû, lê gelo kîjan aşitî? Wekî ku di sernavê pirtûkê yê bi pirsgirêk da hatiye gotin ku ew aşitî mirov dikare wekî rêbazekî qirkirina etnîkî binirxîne. Her wiha, di beşên din da jî, faktorên aborî ku bûne sedema vegerandina derengxistina deynên osmanîyan û birêvebirina herikîna penaberan û siyasetên petrolê, hatin nîqaşkirin. Di heman demê da, di beşên din da nêrînên ereban, ermen, Amerîka û Îranê û bandora dirêj a ku Lozanê li ser siyaseta hemdem di hûndir û dervayê Tirkîyayê da kiriye, hatine vegotin.
Pirtûk dabeşî 5 beşan dibe, her yek tê da gelek lêkolînên hene ku mijarên sereke tê da ev in:
Di beşê yekem da ku pênaseya wê ev (Ji sîstema împeratorîyê bû sîstemeka din) di beşê bisernavê: Mafê kêmneteweyan û qanûna navdewletî di Lozanê da, Amy Genel lêkolînek derbarê nêrîna sazîya Tirkîyayê ji dawîya serdema osmanî ya derengmayî heta destpêka komarê heta kêmnetewe û qanûna navdewletî pêşkêş kir. Li gor lêkolînê, dema ku dîroknas bi navendbûna qanûna navdewletî di xîtaba dîplomatîk a osmanî ya dereng da pejirandin, çavê xwe li sazîyeka osmanî ya girîng di demeka dereng da girtin, ku hişt qanûna navdewletî bibe mijara sereke ya siyasetên wê yên derve. Ev gotar di nivîsgeha şêwirmendê qanûnî yê Wezareta Derve ya Osmanî (hukuk müşavirliği istişare odasi) û parêzgerên navdewletî da, ku di serdema hemîdîyan heta destpêka salên 20î ya serdsala borî da kar kirine, tê dîtin.
Ev pêvajo jî ya ku rola qanûna navdewletî di bikaranîna dewletê da bi awayekî mezin tê da hat guhartin. Her wiha balê dikişîne ku parêzerên osmanîyan bi awayekî erênî li qanûna navdewletî dinêrin, wekî rêbazekî lawazan di piranîya pêvajoya lêkolînê da. Lê di salên berîya Şerê Cîhanê yê Yekem da, coşa osmanî ji bo qanûna navdewletî têk çû, bi êrîşa dagîrkerîyê ya Îtalyayê li ser Lîbyayê û şerê Balkanê. Her wiha, parêzerên navdewletî bi awayekî zêde piştgirî dan xebatên leşkerî li şûna rewabûnê, ji ber ku baştirîn rêbazê garantîya siberoja dewletê ye. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, ev kesên parêzvanên berê yên Împeratorîyê xwe di nava komeka xwedî helwestên cur bi cur li hemberî siberoja dewleta Tirkîyayê ya nû da dîtin: Xemsarîya neteweyî, an jî berxwedan, an jî sirgûn, bû endezyarîya sîstema niştimanî.
Di beşê (Planên Birîtanyayê yên ji bo împeratorîya rojhilatê Deryaya Navîn a nû) da, Eric Goldstein behsa çawanîya pêkanîna plana çareserkirina aşitîyane ya Birîtanyaya Mezin dike, ku nûnerên birîtanî dikarîbûn bigihêjin rêgezên sereke ku bi awayekî rast li gorî hizira birîtanî derbarê sîstema piştî şer, bi rê ve diçû. Ev rêgez wiha bûn: Ewropaya nû, hevsengîya hêzên nû û berfirehbûna împeratorî. Ev lêkolîneka kûr derbarê siyaseta derve ya Birîtanyayê di salên dijwar da bû. Her wiha, di vî beşî da behsa siyaseta Birîtanyayê ya derbarê Ewropaya rojavayî û rojhilatî, Rûsya, Trikîya, Rojhilata Navîn, Amerîka û Rojhilata Dûr û li kêleka wê jî mijarên wekî rola serokwezîr û wezîrê derve û encûmena wezîran di formulasyona siyasetan da, tê kirin.
Dîyar e ku mijara rojhilat, ew berpirsgirêka demdirêj a têkilîyên navdewletî derbarê çarenûsa Împeratorîya Osmanî hate çareserkirin; ku jîyopolîtîka rojhilatê Deryaya Spî hate guhartin. Tevî vê yekê jî, dewletên ku bermahîyên Împeratorîya Osmanî wê piştrast bikin ku di salên pêş da ew têkeleka tevlihev e û bihêle ku diplomatîka hêzên mezin berê xwe bidin wê. Yûnanistan neçar kir ku piştî hewldaneka piçûk a vegerandina serfirazîya Împeratorîya Bîzanê ya kevnar, gav bi paş da bavêje. Her wiha, komara Tirkîyayê ya nû derket holê ku xwedî hestekî xurt a neteweyî ye. Dihate texmînkirin ku têkilîyên van her du dewletan heta salên 50'yî ji sedsala borî da, bi aiştî derbas bû. Lê dijminahîya ku di şerê Yûnanistan û Tirkîyayê 1919-1922'yan da gihaşt lûtkeya xwe, li kêleka wê dijwarbûna bandora wê, hişt ku ev têkilî di dirêjahîya salên mayî yên sedsala borî da, bi aloz be. Li Rojhilata Navîn jî, Birîtanya û Fransa wekî du hêzên serdest derketin holê. Tevî ku di gelek dozan da li cihên cuda hevkarîya wan berdewam kir, lê herdem wekî du hêzên rikber ên herêmî di Rojhilata Navîn da bûn. Ji ber şer, zirareka mezin gihaşt Birîtanya û Fransayê û tenê di destê wan da çavkanîyên hindik mabûn ku serwerîya li ser cîhana li Rojhilata Navîn a ku nû hatiye afirandin bikin. Êdî raspêrî bû barekî din ê li ser Birîtanya û Fransayê, ku miletê wan li dij wan derketin. Cîhana rojhilatê Deryaya Spî di têkilîyên navdewletî da piştî şer wê herdem bibe pirsgirêk wekî sedsala berîya wê. Ji gelek alîyan ve, lihevhatinên piştî şer, wekî pêvajoyeka nû û beşek ji mijara rojhilatê ya kevnar bû.
Di beşê (Li bara Kongreya Lozanê: Yekitîya Sovyetê û awarteyên sîstema navdewletî ya piştî Şerê Cîhanê yê Yekem) Samuel Hirst û Etienne Berat balê dikişînin ku çareserîya di Lozanê da 24'ê tîrmeha 1923'yan gihaştine, derbarê tengavan ku yek ji rêbazên Hevpeymana Lozanê ya aşitîyê bi Tirkîyayê ra ku li gorî berjewendîya Birîtanyayê ye. Bi awayekî piratîk, tengav bê çek bûn û destûr ji hêzên derve ra hat dayîn ku keştîyên xwe rêkin Deryaya Reş, lê bi awayekî sînordarkirî ku tu hêz nikare keştîyeka ku barê xwe ji asta keştîyên Soveyetê yên di Deryaya Reşê da mezintir rêbike, vê yekê hişt ku Birîtanya û Fransayê duqat bar rê bike.
Li Rûsyayê ne wekî faktorekî aramîyê dihat dîtin, lê belê wekî gefeka sereke ya bo aramîyê dihat dîtin. Ji ber vê yekê, nêzîkatîya alman û Sovyetê sala 1922'yan, bû cihê fikareka mezin û bû sedemeka sereke li tevgerên ku pişt ra rû dan, ji bo jinûvevejandina Almanyayê û di encamê da ji Rûsyayê veqitînin.
Di beşê bi sernavê (Hevpeymana Lozanê di çîrokên bi nakok yên siyaseta cîhanî da) Cemal Aydin balê dikişîne ku pîrozkirina Hevpeymana Lozanê ya sala 1923'yan di vegotina dîrokî ya Tirkîyayê ya fermî da, wekî belgeya damezrandina komara nûjen e. Her wiha, ew wekî bingeha reformên rojavaya radîkal û sekularî piştî sala 1923'yan dibîne, wekî rakirina xîlafetê, guhartina alfabeyê û bikaranîna qanûnên sivîl ên swîl, ku di encamê da qutbûnek ji dîroka tirkî ya împeratorî û îslamî çêkir, da ku zemîna li pêşîya avakriina dewleteka ewropayî ya nûjen çêbike. Tevî vê yekê jî gelek nakokî di pêşkêşkirina Lozanê da hene, ku wekî qutbûnek ji rewşa îslamî ya giştî û mijara rojhilat, ji ber ku fermandarên şerê serxwebûnê ya Tirkîyayê di nav da jî Kemal û Ismet, di deh salên berîya Lozanê da, di têkoşîna li dij yekbûna îslamê ya emperalîzm da, bi rihet bûn.
Wan xîtabên xwe yên îslamî tev li hev kirin û qanûna navdewletî ya bêalîbûna xirstiyanî li dijî mislimanan û bangên naskirina serwerîya Tirkîyayê, ji xwe ra esas ghirtin. Şanda Lozanê ji pêşîyên xwe yên osmanî ne pir cûda bû. Lêkolînên nû yên derbarê dîroka cîhanî ya împeratorîyê û pêşdarazîya nîjadî ya milslimanan û nasnameya îslamê ku sînorê niştimanî û qanûna navdewletî di fêmkirina girêdana di navbera çîrokên rikber û girêdayî hev derbarê Lozanê da derbas dike, bi me ra bibe alîkar. Gelo çima Hevpeymana Lozanê ji bo alîgirên îslamê û tîyorîyên emperalîzmê yên xwedî navendbûna ewropayî yên neteweperestî û sekularî gelek girîng dîyar dibe? Di vê lêkolînê da, wê nakokîyên vegotinên rikber derbarê Hevpeymana Lozanê da bi rêya balkişandina ser vegotina neteweyî ya îslamê, nexasim têkilîyên wê yên destberîkirî bi vegotina osmanî ewropayî yên ku girîngîyê didin xwexurtkirinê û çeksazkirinên şaristanîyê (nûjen), werin nîqaşkirin.
Lê beşê duyem ê bi sernavê (hazirbûna nehazir) gelek lêkolînên cuda tê da hene. Di beşê (nîqaşên derbarê welatê neteweyî yê ermenan di Kongreya Lozanê da û sînorê hevjîyanîyê piştî qirkirina komî) da, Lerna Îkemcioglu behsa plana ermenan û bandora wê û çima têk çû, dike. Her wiha, Lerna balê dikişîne ku rola ermenan wekî erka xeyalî ya zanistî, ji ber ku projeya wê mirî bû û pêşnîyaz dikir ku desetwerdanek di dîrokkkirna pevguhartina çênîyan bê kirin û ji nû re têkelbûna netewyan ji hev cuda bike.
Di serokatîya şanda ermenan a yekbûyî da, Myatsial Padviragutyun û Gabriel Noradongyan li ser navê ermenên Tirkîyayê û li ser navê ermenên Rûsyayê Ovadîs Aharonian amade bûn. Pêşinyaz kir ku herêmeka xweser û bêçek di hûndirê Asyaya Piçûk da were avakirin, ango welatekî neteweyî ji bo ermenan, an jî li başûr an jî li rojhilatê Tirkîyayê, ku kesên ji qirkirina komî ya ermenan rizgar bûne vegerin û komî ser hev bibin û çanda xwe biparêzin û hest bi ewlehîyê bikin. Hêzên mezin plana wan red kirin, ji ber ku şanda tirkyayî ev proje bi temamî red kir; ji ber ku tirk tirsîyan ku projeya ermenan wekî rêyekê ji bo destwerdana di karûbarên hûndirîn ên Tirkîyayê da, were bikaranîn.
Di beşê binsernavê (Dûrxistina ereban di Lozanê da: Rêçareyeka dîrokî ya girîng e) Elizabeth F. Thompson birêveçûyîna siyasî ku komên ereban ên cihêreng piştî cotmeha 1918an bi kar anîn, şirove kir. Di Lozanê da, mijarên ji bo ereban girîng hatin nîqaşkirin, lê ne bi amadebûna wan. Her wiha, encam dide ku vegerandina Lozanê di dîroka ereban a cîhanî da ya berfireh mijareka pêwîst e, ji ber sedemên ku di bin sîwana dîktatorên îro da dijîn, dibe ku salvegera çalakvanên sivîl ên ku parastina demokrasîyê ji zêdetirî sed salan kirine, bibîr bînin.
Neteweperestên ereb Ii dij tirkan serî hildan û birîtanîyan destek dane şerê ereban ji bo dewleteka serbixwe û efserekî îstîxbaratê Lornas rêkirin da ku tev li Mîr Feysel fermandarê artêşa ereban bibe. Di mijdara 1918'an da, Feysel û Lornas û ereb bi awayekî serkeftî ketin nava Şamê û hikûmeteka destûrî li Sûrîyaya Mezin a serbixwe ragihandin.
Di kongreya Parîsê ya aşitîyê da, Feysel piştgirî ji serok Wilson wergirt ê ku komîteyeka amerîkayî şand Sûrîyayê da ku daxwazên siyasî yên gelê wê bişopîne. Tevî vê yekê jî, fermandarên hevalbendîyên din li Parîsê û piştre li San Remoyê li dij dewleteka ereban plan kir û raspartin ragihandin. Tevî ku kongreya erebî ya sûrîyayî serxwebûn ragihand û Feysel bû mîr, lê Fransa û Birîtanîya red kirin ku hikûmeta Şamê nas bikin û li şûna wê sîstema raspartinê li ser kantonên ereban ên girêdayî Împeratorîya Osmanî ya têkçûyî feriz kirin, bi bihaneya ku ereb hîna ji bo xweserîyê ne amade ne. Di pêvajoya raspartinê da fransizan di nîsana 1920î da Sûrîya dagîr kir û hikûmeta erebî têk bir û Feysel û fermandarên kongreyê sirgûn kirin.
Di beşê sêyem ê bi sernavê (Pêşkêşkirina tewîzan) da, gelek lêkolîn hebûn wekî beşê bi sernavê (petrol li ser mafê ermenan: Veguherîna Lozanê di salên 20î ya sedsala borî da û têkilîyên Amerîkayê bi Rojhilata Navîn ra) ya Andrew Patrick bû ku di lêkolîna xwe da behs dike ku çawa şerê mezin ê dirêj li ser axa osmanîyan guhartineka kûr di têkilîyên Amerîkayê bi Rojhilata Navîn ra çêkirin. Tevî ku serok Wilson hat razîkirin ku aşitîyê bi Împeratorîya Osmanî ra di dema şer da dewam bike, lê lobîyê amerîkayî ya xiristîyanîya tebşîrî nikarîbû birêveberîya Harding qani bike ku destekê bide avakirina dewleteka ermenan li rojhilatê Anadolyayê. Ji berjewendîyên bazirganî li welatan û wîlayetên nû li herêmê, hiştin ku girîngîyê destpêkê bidin metoda bazirganî li herêmê, ku wekî hêmaneka girîng di siyaseta Amerîkayê heta roja me ya îro da maye.
Tevî ku Amerîka hewl da beşdarbûna xwe ya nava kongreya Lozanê sînordar bike, lê di heman demê da, ew ji bo parastina berjwendîyên xwe yên siyasî û aborî li Rojhilata Navîn bi israr bû. Ji ber kêmbûna sotemnîyê di dema şerê mezin da û bikaranîna zêde ya erebeyan, gelek amerîkayî ji “birçîbûna benzînê” piştî şer ditirsîyan, ku ji alîyê şerîketên petrolê yên amerîkayî yên mezin hate xerckirin, wekî beşek ji şerê petrolê yê xeyalî di navbera Amerîka û Birîtanîyayê wekî rêbazekî reva ji xetên petrolê yên birîtanî ku îdîa kir ku bi israr e serwerîyê li ser xetên petrolê li Amerîkayê bike. Li gorî rêgeza amerîkayî, çênabe ku tu hêz bi serê xwe, xwedî taybetmendîyên aborî yên taybet e, ku xêzek di bin sîstema herêmên serwerîyê berîya şer da, xêz dike.
Li Lozanê, tirkan jinûvedayîna xeta tirênê û petrola xam a sala 1910an a admiralê karbes ê amerîkayî Colby Mitchell Chester, vejîn kir. Ev wekî teşwîqek bû ji bo şanda amerîkayî ku petrolê bixe berîya mitirsîyên mirovahî (cezakirina kujerên qirkirina komî û avakirina welatekî neteweyî yê ermenan di hûndirê Andolyayê da), di encamê da çavdêrên amerîkayî li Lozanê li dij hevalbendên xwe yên birîtanî û fransiz derketin. Ji bo ermenan bixwe jî ku wekî gelekî bi dijwar êş kişand, hêvîyên wan di fikira Wilson a dîyarkirina çarenûsê û siberojeka baştir di hûndirê sînorê raspartina amerîkayî ya çavfireh a Wilson da, têk çûn.
Di beşê (Pirsgirêka Mûsilê: Lozan û piştî wê) da, Sara Şîldiz di xebatên komîteya taybet a bi Mûsilê da ku Neteweyên Yekbûyî piştî Şerê Cîhanê yê Yekem rê kir, nîqaş dike. Her wiha, komîte hate erkdarkirin ku binêrin eger parêzgeha Mûsilê bibe beşek ji komara Tirkîyayê ya nû an jî ji Iraqa di bin rasparina Birîtanyayê da. Rêgeza sereke ji wê ra hizirekî nû bû ya dîyarkirina çarenûsa neteweyî bû. Tevî vê yekê jî, xelkê Mûsilê, wekî mezhebên din ên osmanî girêdayî komên etnîkî yên pirreng bûn û bi rêya malbat, cih, pîşe û îdeolojîyê dihatin dîyarkirin. Têgehên pirreng ên nasnameyê, li dij nimûneya dewletê neteweyî ya ku vê dawîyê Neteweyên Yekbûyî bicih kir. Xebatên ku ji bo dîyarkirina girêdanan li ser esasê kategorîya ewropayî hatine kirin, piştrast kirin ku girêdanên etnîkî û neteweyî yên dijberî girêdanên osmanî yên kevnar ji bo Mûsilê, di destpêkê da tevlîhev bû û piştra ji bo nûneran pir xemgîn bû.
Di beşê 4 an da ê bi navê (Veguhastina mirovan) gelek beş ku siyasetên veguhestina mirovan nîqaş dike, wekî beşê bi navê (qanûna navdewletî û veguhestina nifûsa yûnanî-bûlgarî û yûnanî tirkî). Tê da Leonard F.Smith balê dikişîne ku çawa xebatên veguhestina mirovan di dîrokê da xizmeta hikûmetan kiriye, wekî rêbazekî pêkanîna armancên ewlekarî yê neteweyî an jî armancên sîstemê. Veguhestina nifûsê rewşeka taybet a mîna van guhartinan e. Li vir, dewlet destwerdana hevpeymana hikûmî ya navdewletî kir tê da alîyên hevpeymanê biryarê didin ku veguhestineka dildarî an jî ne dildarî ya nifûsê çêdibe. Dibe ku mînaka herî girîng ê vê kiryarê veguhastina nifûsa yûnanî-tirkî ku sala 1923'yan li Lozanê li ser li hev kirin. Di vê lêkolînê da, bûyerên ku hişt ev hevpeyman pêk were, bi bîr tîne ku di bingehê xwe da rewabûnek da yek ji karasetên mirovahî yên herî mezin di wê demê da, ji bo çareserkirina pirsgirêka kêmneteweya yûnanî-tirkî ya bi girêkê bi carekê û heta hetayê, ku xwe dispart protokolên kongreyê. Di rastîyê da, veguhastin bê dilê wan hate ferizkirin û li dij daxwazên kêmneteweyên ku zirar dîtine ev veguhestin çêbû û ev yek jî binpêkirineka eşkere ya sîstema navdewletî ya mafên mirovan e.
Di beşê (Aşitîya kampîtalizmê? Pere û karkirin û jinûvebicihkirina penaberan) da, Laura Robson nîqaş dike ku çawa ji ber sedemên mirovahîyê û kampîtalîzmê tevlîhev bûbûn di dema pêşketin û pêkanîna siyasetên penaxwazîyê di salên 20'î yên sedsala borî da. Di vê nîqaşê da, Robson lêkolîn dike ku çawa Fridtjon Nansen hat da ku kiryarên ku bipêşxistine dema ku dîlên şer rêkirin welatê wan di çarçoveyên cuda da ên girêdayî rûsên koçber û avakirina siyaseta Neteweyên Yekbûyî ji ber ku ji xwe ra rolek derbarê penaberan da dît. Bondên ku benka Inglîzan û dewleta Yûnanistanê derxistine ji bo fînansekirina bicihbûna wan yûnanên osmanî yên penaber, pevguhartina şênîyan li Lozanê bi mebesta ku kapîtalîzma taybet rolek wê di vê projeyê da heye, ew jî koçbera bikin karkerên derhêner.
Di dewletên raspartî li Rojhilata Navîn da, penaber wekî leşker û cotkar hatin belavkirin. Heta dema ku veguhastina nifûsê biserketî hate dîtin, rayedarên li pişt perdeyê gelek kêmasî tê da dîtin, di nava wan da jî rêbazên ku hatin bikaranîn ku dîtin dewletên neteweyî yên etnîkî ew tekane bingeha sîstema desthildarîya aram di nava sîstema aborî ya cîhanî da bi rêbazên li dij sîstemên neçarî, nexasim li Filistînê “Hin zîyonîstan fikra koçberkirina bi darê zorê ya filistînîyan wekî Lozanê ji xwe ra esas girtin.”
Her wiha, beşê pêncem (Pirwazkirina Lozanê) hewl dide ku hevpeymanê li ser asta gelêrî û fermî fêm bike. Di beşê bi sernavê (Lozan di dîroka tirkî ya fermî û gelêrî da: Şerê nasnameyan li Tirkîyayê), Gokan Çetîn Saya hin hizirên destpêkê yên girêdayî bihaneyên bi nakok derbarê kongre û Hevpeymana Lozanê di dîroka tirkî ya fermî û gelêrî da, nîqaş dike. Çetîn di lêkolîna xwe da, mînakên dîroka gelêrî derbarê vê mijarê pêşkêş bike, mirov dikare bi rêya nasnameyaên sereke bi vaka tirkî a nûjen lêkolîn bike, an jî di rastîyê da wekî tê binavêkirin “şerê nasnameyan”. Di vê çarçoveyê da, wê hînek hewl bidin bi awayekî taybet ku bihaneyên kemalîstan û kemalîstên û dijberên kemalîstê (netewperestên tûran-muhafezkar/îslamîst) fêm bikin, her wiha çawa netewperestîya tirkî di gelekî alîyên cuda da di çarçoveya bipaşketinê û li hemberî sazîyên osmanî û îslama sinî derketin ku wekî berpirsê bipaşketina osmanîyan didîtin. Tevî vê yekê jî, ji ber şerûmercên awarte ku bûne sedema jiholêrakirina Împeratorîya Osmanî, netewperestên tirk nêrînên xwe li ser îslamê veşartin. Lê dema ku Mustefa Kemal di nîvê salên 20î yên sedsala borî da desthildarîya xwe damezrand, dikaribû ku dest bi projeyeka giştî ya sekularîyê û avakirina nasnameyeka niştimanî ya tirkî beramberî mîrasa osmanî û îslamî, bike. Lê ev hemle tê da nakokî hebûn, ji ber ku îslama sinî wekî rêgezekî piratîk a tirkî li dijî civakên ne milsliman ma, heta ew civakên ku bi eslê xwe tirk in..
Di beşê (Dîplomasî û vehesîn û bîranîn? Guignol di Lozan û Kongreya Lozanê di karîkaturê da) Julia Secklehner naveroka kovara “Guignol”ê ku tê da gelek karîkaturên klasîk ên endamên şandên cuda li Lozanê da amade bûn, her wiha karîkaturên nîqaşên taybet û awayê jîyanê li kêleka kongreyê, nîqaş dike. “Guigonl” ne tenê rola wê li ser xêzkirina karîkaturên nûnerên ku beşdarî kongreyê bûn, lê belê bal kişand ser dateyên nîqaşên taybet ku çêbûn ku ew jî kêlîyên rojane yên kongreyê yên girtî bûn. Karîkaturan bûyer û bertekên lîstikvanan bi rêbazekî pêkanok nîşan da. Elbum bi xwe jî karnameyeka nenormal a kongreya aşitîyê bû. Tevî vê yekê jî, karîkaturên normal û rûxweş ên hunermendan, rêbazekî dînamîkî yê nîgarên karîkaturî gewde kir.
Tîmê rêyeka pîşeyî ya serkeftî çêkir mîna nîgarkêşên “Guignol à Lausanne” piştî berbelavbûna karîkaturê di Neteweyên Yekbûyî da, ku tê a grlrk albûmên din hebûn. Her wiha destwerdan di kovar û rojnameyên tinazkar li tevahîya Ewropyê. Ew dema zêrîn a nîgarên karîkaturî yên siyasî bû, di salên ku di pişt Şerê Cîhanî yê Yekem da hatin, di salên perestîya siyasî ya ku hêza xwe ji rewşenbîrîya gel digire. Bi her halî, nîgarên karîkaturî teşeyek ji teşeyên hunera gelêrî ye ya ku dikare dozên tevlihev û nîqaşê siyasî ji gel ra veguhêzîne. Her wiha paşê bû mijareka lêkolînê di nava hunermend û piskolojînas û dîroknasan da.
Ji bilî tiştên borî, di pirtûkê da gelek beşên din jî hebûn. Bo mînak, ê ku nîqaş dike (hewldanên Îranê ku beşdarî Lozanê bibe), her wiha (Cudakirina Tirkîyayê û dabeşkirina ola osmanî li Lozanê). Beşekî din, behsa veguhestina nifûsê di navbera Tirkîyayê û Yûaninstanê bi sernavê (li gel rêçareya dîrokî û veguhestina nifûsa yûnanî tirkî). Her wiha, di beşê bi sernavê(pirwazkirina dema borî û siberojê di kongreya Lozanê ya aşitîyê da li Rojhilata Jêrîn ), behsa hîpoteza ku Lozan bibe awayî qanûnî yê siberoja herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, dike.
Di dawîyê da, tevî ku di pirtûkê da gelek lêkolînên girîg hene ku behsa piştperdeya Hevpeymana Lozanê dike û analîzên rast û rola alîyên ku beşdarî kongreyê bûne û yên ku beşdar nebûne jî, pêşkêş dike. Lê pirtûk xaleka girîng di Lozanê da û encamên wê paşguh dike, ew jî ku tu lêkolînên bi date ku behsa doza kurdan berê û di dema û piştî Lozanê da dike, tuneye, tevî ku ev doz girîng e ku heta niha ji dema Lozanê heta roja me ya îro dewam dike. Encamên hevpeymanê bandor li çarenûsa komên cuda ên etnîkî/neteweyî li Rojhilata Navîn kir û taybet kurd ji mafê wan ên çarenûsê pêbar hîştin.[1]
ئەڤ بابەت ب زمانا (Kurmancî - Kurdîy Serû) هاتیە نڤیساندن، کلیک ل ئایکۆنا بکە ژ بو ڤەکرنا ڤی بابەتی ب ڤی زمانا کو پی هاتیە نڤیساندن!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەڤ بابەتە 1,047 جار هاتیە دیتن
هاشتاگ
ژێدەر
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://nlka.net/ - 07-08-2023
بابەتێن پەیوەستکری: 65
پەڕتووکخانە
رێکەوت و رووداو
کورتەباس
زمانێ بابەتی: Kurmancî - Kurdîy Serû
روژا تمام کرنێ: 07-08-2023 (1 سال)
جوڕێ دۆکومێنتێ: وەرگێڕدراو
جوڕێ وەشانێ: دیجیتاڵ
زمان - شێوەزار: ک. باکوور ت. لاتین
وەرگەڕکری ژ زمانێ: ئینگلیزی
وەڵات - هەرێم: کوردستان
کاتەگۆریا ناڤەڕۆکێ: وتار و دیمانە
تایبەتمەندی یێن تەکنیکی
کوالیتیا ڤی بابەتی: 99%
99%
ئەڤ بابەتە ژ لایێ: ( ئاراس حسۆ ) ل: 07-08-2023 هاتیە تومارکرن
ئەڤ بابەتە ژ ئالێ: ( سارا کامەلا ) ل : 12-08-2023 پێداچوون ژبوو هاتییە کرن و ڕەها بوویە
ئەڤ بابەتە بو دویماهیک جار ژ لایێ: ( سارا کامەلا )ڤە: 12-08-2023 هاتیە ڕاست ڤەکرن
ناڤ و نیشانێن بابەتی
ئەڤ بابەتە ب ستانداردی کوردیپێدیا هێشتا نە دروستە و پێدڤی ب داڕشتنەکا بابەتی و زمانی هەیە!
ئەڤ بابەتە 1,047 جار هاتیە دیتن
کوردیپیدیا بەرفرەهترین ژێدەرێ زانیاریێن کوردییە!
کورتەباس
گەنجینەکا زێڕین
کەسایەتی
بلند محەمەد
کەسایەتی
عیسا هادی شکور فارس
کەسایەتی
سەبریا هەکاری
کەسایەتی
خەیری ئادەم
وێنە و پێناس
زەلامێن کورد ل دەمێ یاریا تاولێ ل باژێڕۆکێ کۆیە، ساڵا 1963
کورتەباس
ئوسمان سەبری چیڤانوکا خێر و شەڕان د باهوو زێدا
پەڕتووکخانە
پیڤەرێن رێکخستنەڤەیا جاڤاکا هەرێما کوردستانێ
پەڕتووکخانە
رەوشنبیرییا کوردی د ناڤبەرا شیانێن تاکی و رێکخستنا جڤاکێ دا
پەڕتووکخانە
بێهۆدەییا جانی
شوینوار و جهێن کەڤنار
پرا دەلال
کەسایەتی
عەیشان مجۆ بەرکات جۆمەر
پەڕتووکخانە
ژانێن خەریبییێ
کورتەباس
مەردینی ب دلی یە نە ب مالێ یە
وێنە و پێناس
مستەفا بارزانی ل دەمێ پێشکێشکرنا گۆتارەکێ ل کۆیە، ساڵا 1963
کەسایەتی
فایزا دربۆ حسێن
کورتەباس
نەڤسیا ژنبابی
کورتەباس
تۆسنێ رەشید دەنگکی هەلبەستڤانێ گەش ژ کوردێن سۆڤێتێ
شوینوار و جهێن کەڤنار
کەلها سارتکە
پەڕتووکخانە
گەهنۆم ڤارێبوون ژ بهایان
شوینوار و جهێن کەڤنار
کەلها کوردا
وێنە و پێناس
کۆمەڵەکا دانعەمرێن ئێزدی ل لالش، ساڵا 1976
کەسایەتی
عەیشان هەسن دەروێش حەمۆ
شوینوار و جهێن کەڤنار
شکەفتا گوندێ گوندکی ل ئاکرێ
وێنە و پێناس
لالش ل ساڵا 1976
کەسایەتی
سەرهات ناریمان خەمۆ
کەسایەتی
فادیا فێسەڵ ڕەڤۆ حسێن
وێنە و پێناس
نەورۆزا ساڵا 1972
کەسایەتی
عەبدوڵا ساڵح ئاکرەیی

روژەڤ
جهـ
تل قەسەب
01-02-2024
ڤەژەن کشتۆ
تل قەسەب
کەسایەتی
سەبریا هەکاری
21-02-2024
زریان سەرچناری
سەبریا هەکاری
کەسایەتی
ئەڤریم ئالاتاش
14-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
ئەڤریم ئالاتاش
کەسایەتی
خالد بەگێ جبری
14-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
خالد بەگێ جبری
جهـ
ڕەمبوسی
24-04-2024
ڤەژەن کشتۆ
ڕەمبوسی
بابەتێ نوی
پەڕتووکخانە
ژانێن خەریبییێ
01-05-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
کەسایەتی
دانا جەلال
30-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
پەڕتووکخانە
رەوشنبیرییا کوردی د ناڤبەرا شیانێن تاکی و رێکخستنا جڤاکێ دا
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
پیڤەرێن رێکخستنەڤەیا جاڤاکا هەرێما کوردستانێ
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
گەهنۆم ڤارێبوون ژ بهایان
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
بێهۆدەییا جانی
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
گۆگەمێلا، چەپا کەنیزەکێن پایتۆنان
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
کەسایەتی
عەبدوڵڵا سمایل ئەحمەد
25-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
کەسایەتی
فەیروز ئازاد
25-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
جهـ
ڕەمبوسی
24-04-2024
ڤەژەن کشتۆ
ئامار
بابەت 518,591
وێنە 106,338
پەرتوک PDF 19,226
فایلێن پەیوەندیدار 96,793
ڤیدیۆ 1,357
کوردیپیدیا بەرفرەهترین ژێدەرێ زانیاریێن کوردییە!
کورتەباس
گەنجینەکا زێڕین
کەسایەتی
بلند محەمەد
کەسایەتی
عیسا هادی شکور فارس
کەسایەتی
سەبریا هەکاری
کەسایەتی
خەیری ئادەم
وێنە و پێناس
زەلامێن کورد ل دەمێ یاریا تاولێ ل باژێڕۆکێ کۆیە، ساڵا 1963
کورتەباس
ئوسمان سەبری چیڤانوکا خێر و شەڕان د باهوو زێدا
پەڕتووکخانە
پیڤەرێن رێکخستنەڤەیا جاڤاکا هەرێما کوردستانێ
پەڕتووکخانە
رەوشنبیرییا کوردی د ناڤبەرا شیانێن تاکی و رێکخستنا جڤاکێ دا
پەڕتووکخانە
بێهۆدەییا جانی
شوینوار و جهێن کەڤنار
پرا دەلال
کەسایەتی
عەیشان مجۆ بەرکات جۆمەر
پەڕتووکخانە
ژانێن خەریبییێ
کورتەباس
مەردینی ب دلی یە نە ب مالێ یە
وێنە و پێناس
مستەفا بارزانی ل دەمێ پێشکێشکرنا گۆتارەکێ ل کۆیە، ساڵا 1963
کەسایەتی
فایزا دربۆ حسێن
کورتەباس
نەڤسیا ژنبابی
کورتەباس
تۆسنێ رەشید دەنگکی هەلبەستڤانێ گەش ژ کوردێن سۆڤێتێ
شوینوار و جهێن کەڤنار
کەلها سارتکە
پەڕتووکخانە
گەهنۆم ڤارێبوون ژ بهایان
شوینوار و جهێن کەڤنار
کەلها کوردا
وێنە و پێناس
کۆمەڵەکا دانعەمرێن ئێزدی ل لالش، ساڵا 1976
کەسایەتی
عەیشان هەسن دەروێش حەمۆ
شوینوار و جهێن کەڤنار
شکەفتا گوندێ گوندکی ل ئاکرێ
وێنە و پێناس
لالش ل ساڵا 1976
کەسایەتی
سەرهات ناریمان خەمۆ
کەسایەتی
فادیا فێسەڵ ڕەڤۆ حسێن
وێنە و پێناس
نەورۆزا ساڵا 1972
کەسایەتی
عەبدوڵا ساڵح ئاکرەیی

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| دروستکرنا لاپەری 0.532 چرکە!