图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,079
图片 106,529
书籍 19,256
相关文件 96,988
Video 1,384
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Civaka Bê Rewşenbîr Kor û Lal e
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Civaka Bê Rewşenbîr Kor û Lal e

Civaka Bê Rewşenbîr Kor û Lal e
=KTML_Bold=Civaka Bê Rewşenbîr Kor û Lal e=KTML_End=
Çare Riya Apoyî ya Kurdewar e
=KTML_Underline=Hasan Harranî=KTML_End=

Tirkîyê û Bakurê Kurdistan helbijartinekî derbas kir, bihurî. Encama helbijartinê wekî hewara li xwe mukûrhatinê derket pêşîya me. Ên ku bixwazin ji vê encamê dersekî derxin ev wekî sînîya zêr e û li meydanêye, yên nexwazin jê ders derêxin tu bixî bêrîka wan jî bê faydeye. Di vê nivîsê de wê mebesta min ya pêşîn û bingehîn ne şîrovekirina helbijartin û encam û sedemên wê be. Lê emê di navêde carinan dev bavêjin wê jî. Mebesta me ya pêşîn ev e: Me çima winda kir? Doh min li nivîsekî camêrekî nihêrî bi qasî deh sedem ji alîyê dewleta kûr û serdehatinên faşîzmê û xayînî û hesûdîya derdorên Kurd rêz kiribû. Him sedemê şaşbûn û heyîrî manê bû, him jî rastîyek bû. Ger mirov hemî sedemên windakirinê dijminê xwe bibîne ev bi awayekî jî dibe bahane. Niha mijara me tam ev e. Lê berîya ku ez bikevim mijarê pêwîste rê li pêşîya hinek şaşfamkirinan bigirim. Ew jî ev in. Kurd miletekî ecêbin. Camêrên wî jî, lehengên wî jî, rastgoyê wî jî gelekin û xayîn û hesûdên wî, hevalbendên wî yên bi dijminê xwere jî, nezan û derewkerên wî jî pir in. Ev rewş bi xwezayî di nava hêlên berxwedêr de refleksekî çêkirîye ku ev refleks wek girêkekî bûye
sedema negodarkirina aqilan, bûye sedema balnegirtina rastîyan û bûye sedema xweparastinekî refleksî ya psîîkolojîk. Ev jî rê li pêşîya dîtin, famkirin, manedayîn û kirinê girtîye. Ev heman demê de di van deh salên dawî de bûye nexweşîyekî û bûye bela serê tevger û partîyên Kurdan. Bawerim pîştî ku me vê xalê danî holê û şûnde em dikarin bikevin mijara xwe ya esasî.
Di cîhanê de neteweyên ku tiştên mezin kirine, helberîn û pêşketinên dîrokî bidestê xwe xistine hemî bi hêza ramanê û bi kiryarên di bin ronahîya wê ramanê de kirine. Li pişt serkeftinên dîrokî yên neteweyên pêşketî ew aqil û ramana civakê ku nûnertîya wî rewşenbîr û zanyarên wê civakê dikin heye. Ez vîya dikarim bi wêrekî bêjim ku hemî kiryarên rêxistinekî ger ji vî aqilî qut be nake biqasî kiryarê rewşenbîrekî baş. Rewşenbîrîya rast û aqilane ji nava dilê netewêye û bi hemî hêz û hebûna wê netewê a dîrokî ve girêdayîye. Rewşenbîrîya rast û resen dil û ûjdan, çav û goh û şexsîyeta wê civakê ye. Lewre ji rewşenbîrîya wî miletî ku ji vê xezînê û vî cewherî were, tê de tu xeterî, tu nebaşî û tu wendakirin nîne. Eksê wî tê de serkevtin, pêşketin û rast dîtin heye. Ger mirov bixwaze bibîne.
Bêsiûdîya me Kurdan ewe ku em civakekî rojhelatnavînîne. Ger em li ser koka xwe hûr û kûr bibin emê bibînin ku di esl û feslê vê civakê de rewşenbîrî heye û koka wî di kûrdeye.
Ramana ku têde felsefe hebe koka wî zanyarîye û zanyarî karekî rewşenbîrîyêye. Ramanaku têde felsefe hebe hêza xwe ji ramana azad digire û ev jî rewşenbîrîye.
Di esl û feslê Kurdayetîya resen de ol nîne. Raman heye. Hizirîn heye, gotin heye. Yênberîya Zerdeşt jî yên piştî wî jî vê rehê û vê şopê dişopandin. Lê çibû? Çi bi serê vê mîrasa Kurdewarîya resen hat ku wenda bû û cihê xwe terkî van olêngenî û ji derî aqil kir? Bi bawerîya min her Kurdekî zane, her Kurdekî resen û hetta her partî rêxistinên Kurd divê di vê xalê de kuma xwe deynin pêşîya xwe û hezar hezar caran bifikirin. Bêjin law em çi dikin? Çi bi me hatîye? Çima em wiha qels û lewazin? Çima em wiha bêhêz û qirpokin zû dişikin û zû lixwe digirin? Vana pirsên girîngin divê em ji xwe bikin. Mixabin ne di nava me Kurdan de hêzekî rewşenbîrîyê ya xurt û rast derket û ne jî hêzekî sîyasî ya rasteqîn ku li ser koka xwe bimeşe derket. Ger Kurdan û di serî de ji partî û tevgera Kurdistanî goh bida Qazî Mihemmed û Rêber Apo wê bkjarîbûya li ser koka xwe rêyekî bimeşîyan. Lê bi ya min ev nîne. Yan jî qut bû.
=KTML_Bold=Çima min got Qazî Mihemmed û Rêber Apo?=KTML_End=
Lewre rihê netewa Kurd di rih û ramana van herdu kesan de mewcût e. Yek rihê vê netewê yê herî xwerû kevnar e yê din jî hin ew rih e hin jî pira pêşeroj û paşeroja Kurdan e. Yek aqilê rewşenbîrîyêye yê dawî ruknê raman û sîyaseta hemdemîye.
Ya muhîm ewe ku ev bên famkirin. Ev der rojhelata navîn e. Kûra gotinan e. Û hişmendîya sîyaseta gemar ku bi destê ol û xurifîyê ketîye nava gelên rojhelata navîn ji kişandina gotinan ya virde-wêde de hostaye. Ev hostatî herî zêde di ola Îslamê de derketîye lûtkeya herî jorin. Çîye ev? Ev tiştekî wihaye. Sîyaset û hêz gotinên kesayeta bingehîn her tim ji riya wî derdixin û her
yek wî bi alîyê xwe ve dikişîne. Her yek bi gorî berjewendî û nîyetên xwe wate li fikir û ramana ew kesayeta serkêş dike. Wekî ku hezar hizb û terîqet û mezhep gotin û kitêba Mihemmed li gorî berjewendî û armancê xwe şîrove dike û bi teşe dike ev tsybetmendî di nava tevgera azadî de jî dijî. Herkes Rêber Apo li gorî hişmendî û zanîna xee dinirxîne.
=KTML_Bold=Çima min vê mînakê da?=KTML_End=
Nexweşîya me ev e. Ev rewş rêça kûz û mişkî (tirk ji vîya re rêça hesp û kûçik dibêjin) tevlîhev dike. (Kûz kurtenavê Kûzeye.) Bi olên genî û derî ûjdana mirovî rih û mejîyê hişmendîya civaka Kurd felc kirîye. Dike û nake nikare here li ser xeta xwe ya resen û dêrokî bicîh bibe û bimeşe. Ew jî tevlî kerwanên virde wêde kişandina raman û îdeolojîyan bûne. Ramanên Rêberan sereke ewe ku pêşî yên jibo miletê wî hatîye gotin bê esas girtin. Û karê rêxistin û sîyasetê ewe pêşî miletê xwe bi ramanên wî bide rizgarkirin. Ger we pêşî gotinên wan jibo miletên din girt pêşî wê çaxê we ga daye pêşîya nîr. Îmkana ku hun xelasîyek, pêşveçûnek çêbikin nîne. Niha em mijarê vebêjin. Di van salên dawî de bi dîtin û nêrîna min tevgera azadî ji xeta xwe ya esasî derketîye an jî dûrketîye.. Fikr û ramanên Apoyî yên jibo netewa Kurd bi zanetî ne bizanetî dane rêza talîyê. Tevgerê xwe li ser gotinên wî yên aktuelî ku bi sîyasetî hatine gotin bi rêk û pêk kirîye. Ev jî
bû sedema dûrketina ji resenîya Kurdeyatîya xwe. Ev ne tenê xetekî sîyasîye. Bi ya min û biqasî ku ez dibînim di vê xetê de hişmendîyekî berfireh heye. Di vê hişmendîyê de çav gitina ji rastîyan heye, goh girtina ji dengê civakê heye, di vê hişmendîyê de tenê esasgirtina gotin û ramana xwe heye. Ev bi temamî kevneşopîya hişmendêya hêza kevneperest ya rojhelata navîn e. Di wê hişmendîyê de raberê her tiştî Ellah e. Yê emir û gotinên wî jî fam dike tenê nûnerê wî yan siltan e yan şah e. Ji xeynî wî kesî ku rastî zanibe nîne kesê ku rastîyê bêje jî nîne. Ev hişmendî îro di nava hemî partî û hêzên sîtasî yên rojhelata navîn de bi awayekî hebûna xwe didomîne û li ser kar e. Lê Rêber Apo neşterekî li vê hişmendîya xerab û rizî dabû û deşîfre kiribû. Lê mixabin ev
neçû serî. Di nava tevgera Kurd de ev hişmendî bi awayekî kone û bidizî bi hostatîyekî xurt tê meşandin. Ji xwe re zirxekî polayî ji refleksa parastina ji xayîn û xwefiroşan çêkirine kirine sedema
negodarkirina hemî hêlan. Ma çîye ku xayîn û xwefiroşên me hene, fêlbaz û derewkerên me hene divê em çav û gohê famedarîya xwe ji hemî rastîyan re bigirin!
Çîye ku xayîn û hesûdên me hene mafê me heye ku em çav û gohê xwe ji dengê ûjdan û gelê xwe ku rewşenbîrin bigirin. Sîyaset û hêzên sîyasî her dem dkjarin şaşî bikin. Her dem dibe birizin û lewaz bibin. Lê ema xezîna gel û ramyarîya rewşenbîrî qet û qet narize û şaş nabîne. Di xwezayîya rêxistinan de ji ber kar û barên wan yên sîyasî û tekoşînî jixwe ne gengaze ku hemî rastîyan, hemî nexweşîyan û hemî xeterîyanû sedemên paşvemayînê bibînin. Yên hemî dibînin rewşenbîrin. Ew temaşevanin û di nava gelde ne. Ew nêzîkî her tiştîne lewms baş dibînin. Ew dema dibînin tenê bi awayê ku xuya dike na, piştperdeya wî ji her hêlîve dikarin bibînin. Lewre jî ew dikarin di gelek hêlan de analîz û raberîyên xwe pêşkêş bikin. Ji hêla sosyolojîk ve, ji hêla zanyarî, endezyarî, sîyasî û aborîve. Ya dikeve ser milê hêza sîyasî famkirina vê yekê ye. Mane dayîn e. Û di wê çarçoveyê de pozîsyon girtine.
Lê mixabin ji ber hinek refleksên ku me li jor dabû nîşan xuyaye tevgera azadî vê mezîyetê wenda kirîye an jî piştgoh kirîye. Gelek hêl û derdorên Kurdistanî û hindik be jî gelek rewşenbîr û zaneyên Kurdan di warê xeta Kurdewarî de di demên berê de gelek raman û nêrîn anînin ziman. Gelo xebera we jê heye? Di vê seruwena Tirkîyebûnê de em Kurdewarîya xwe kêm dikin an zêde dikin? Her kesê sîyaseta Kurdistanî yên ku di nava tevgera azadî de cih girtîye û xebat dike bila bi awayekî durust ji xwe bipirse û bersiv bide. Gelo bidestketin û jidestçûyînên me
çine bila binin berhev û qiyasekî bêalî bikin. Wê ewçax rastîyê bibînin. Xebera kesî jê nîne. Ev pêvajo asîmîlasyona nava Kurdan de ewqas bilez kirîye ku wiha bidome piştî dehsal paşê kesê ku bi Kurdî biaxive wê nemîne.
=KTML_Bold=Asîmîlasyon tenê di ziman deye ma?=KTML_End=
Asîmîlasyona herî zêde û kambax di rih û mêjîyê kesên di bin bandora sîyasetêdene. Bi lez û bezekî mezin hişmendîya Kurdan dişibe çepgirîya Tirkan. Dişibe hişmendêya Tirkan. Di vê seruwenê de mixabin realîta ramana Kurdî ya Apoyî û ya Qazî wenda dibe. Çend kes wesîyeta Qazî guhdar kirîye an jî xwendîye. Hevok bi hevok şîreta xelasîyêye. Fikir û ramana Apoyî ji xwe paradigma civakî û jîyanîye. Lê ka? Ev hemî di nava vî aşê bişavtinê de dihelin û wenda dibin.
=KTML_Bold=Sedem çîye?=KTML_End=
Rik û înatekî bêwate ya sîyasîye ku me girtîye û em bernadin. Civaka bê rewşenbîr kor e, lal e û felce. Rewşenbîr rê û metoda guherînê ji we re nabêjin. Ew tehlîl dikin. Pênase dikin. Rê û metotê guherînê karê sîyasetêye. Divê hun jê hîkmetekî derêxin û guherînê hun çêbikin. Dema rewşenbîr diaxivin an jî dinivîsin hema ew refleksa ku ji we ye rewşenbîr dixwazin we ji holê rabikin bila di we de çênebe. Yan jî ji we ye rewşenbîr dixwazin we reş bikin û lewaz bikin famnekin. Di gotinên wan de hindikbe jî li rastîyan bigerin. Dibe ku hemî bikêrî we neyên lê ji dehan dudu jî hebe ger bi kêrî we tê bigirin. Lê ger hun bi temamî gohê xwe, çavê xwe, rihê xwe, dilê xwe ji rewşenbîrên xwe re bigirin
ne mimkûne ku hun rastîyan bibînin. Ez bi dilnizmîyekî mezin dibêjim û rica dikim xwe ji wê zanîna ku rewşenbîrên Kurdan nînin an jî yên hene jî şaşin rizgar bikin. Gelek tişt li hemberî hevudu pêşdikeve. Gelek tişt hevudu xurt dike. Ger alerjîya mirov li hemberî rewşenbêran hebe wê mirov tim di derbarê wan de neyînî bifikire. Ew jî wê li hemberî mirov heman bertekî bidin nîşan. Ji ber vê yekê gavavêtina pêşîn dikeve ser milê sîyasetê. Divê sîyaset nêrîna xwe li hemberî rewşenbîrîya Kurdistanê biguherîne. Divê rewşenbîrîya Kurdistanî di agirê xayîntî û alîgirîyê de neşewite. Ramana azad û rewşenbîrîya Kurdî divê di nava sînorê exlaqî û hurmetdayînê de pêşbikeve. Ev pêşî jibo sîyastê pêwîste. Rewşenbîrîya Kurdî jî divê xwe ji nexweşîya zû lixwegirtinê rizgar bike û bi wêrekî ramanên kamil tim bide pêşîya civakê û sîyasetê. Bêrêtî û hurmet nedayîn jixwe ne rewşenbîrîye ne jî karê rewşenbîrîyêye. Bila kes di bin navê van sîfetan de hemî rewşenbîran tawanbar neke.Ji her demî zêdetir hewcedarîya me bi ramana zanînê û rewşenbîran heye. Û ya din divê em gavek zû li ser koka xwe vegerin û em riya xwe di çarçoveya raman û paradîgmaya Apoyî ya jibo Kurdistanê bişopînin. Berî Kurd azad bibe hevalbendîya bi her netewekî re ji faydê zêdetir xesar tîne. Em vê
rastîyê di sîyaseta me ys nabeyna me û Tirkan de baş dibînin. [1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览652
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 07-08-2023
挂钩项目: 8
小组: 文章
Publication date: 20-05-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 社会
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 07-08-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on12-08-2023
此产品最近更新( سارا ک ):09-08-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览652
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,079
图片 106,529
书籍 19,256
相关文件 96,988
Video 1,384
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!