پەرتووکخانە پەرتووکخانە
گەڕان

کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!


بژاردەی گەڕان





گەڕانی ورد      کیبۆرد


گەڕان
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆمارکردنی بابەت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
ئامرازەکان
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
زمانەکان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
هەژماری من
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
گەڕان تۆمارکردنی بابەت ئامرازەکان زمانەکان هەژماری من
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارە
 بابەت بەهەڵکەوت
 چالاکییەکانی ڕۆژی
 ڕێساکانی بەکارهێنان
 ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 بیروڕاکانتان
 دڵخوازەکان
 کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
 یارمەتی
بابەتی نوێ
پەرتووکخانە
مام ئەحمەدی ئیلاهی
26-02-2024
زریان سەرچناری
پارت و ڕێکخراوەکان
دادگای باڵای فیدراڵیی
26-02-2024
زریان سەرچناری
ژیاننامە
ڕێبوار هەمەوەندی
25-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
فێربوونی هێمای پیتەکانی زمانی کوردی
25-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
عەباس عەبدوڵڵا یوسف
25-02-2024
زریان سەرچناری
ڤیدیۆ
حاجی قارەمان پیرەپیاوێکی خەڵکی قەڵادزێ ئاڵای ئێراق و وێنەی سوودانی بەرزدەکاتەوە!
24-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
عەبدوڵڵا جەمال سەگرمە
24-02-2024
لانۆ ڕێبوار جەمال سەگرمە
ژیاننامە
هۆشەنگ ساڵح نەجاڕ
24-02-2024
شادی ئاکۆیی
ژیاننامە
مستەفا مەزهەر
24-02-2024
زریان سەرچناری
پەرتووکخانە
هەولێر لە بەڵگەنامە عێراقی و بریتانییەکاندا 1922-1957؛ بەرگی یەکەم
23-02-2024
شادی ئاکۆیی
ئامار
بابەت 510,248
وێنە 102,976
پەرتووک PDF 18,708
فایلی پەیوەندیدار 92,728
ڤیدیۆ 1,191
ژیاننامە
محەمەد فایەق تاڵەبانی
ژیاننامە
عیماد زەنگەنە
ژیاننامە
سەعید یوسف
ژیاننامە
سوهەیلا قازی محەمەد
ژیاننامە
عەبدوڵڵا جەمال سەگرمە
Rocka Kurdî û kêmasiyên bilêvkirina Kurdî
زانیارییەکانی کوردیپێدیا لە هەموو کات و شوێنێکەوەیە و بۆ هەموو کات و شوێنێکیشە!
پۆل: کورتەباس | زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
بەشکردن
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Rocka Kurdî û kêmasiyên bilêvkirina Kurdî

Rocka Kurdî û kêmasiyên bilêvkirina Kurdî
=KTML_Bold=Rocka Kurdî û kêmasiyên bilêvkirina Kurdî=KTML_End=
=KTML_Underline=Abdullah BÎLEN=KTML_End=

Yunus Orak ku solîstê Koma Teq û Reqê ye, di heman demê de mamosteyê Kurdî ye jî. Orak diyar dike ku têkiliya stranbêjên Kurd bi wêjeyê re ne xurt e û bal kişand ser kêmasiyên bilêvkirinê yên stranbêj û hunermendên Kurd û dibêje; “Tiştekî pir sosret e ku hê jî gelek hunermend bi qasî ku bikarin bistrên bi Kurdî dizanin, an bi çanda Kurdî ranebûne û bi Kurdî najîn an jî Kurdî bo wan tenê zimanê hunerê ye lê bala wan qet ne li ser xweşikahiya (estetîk) zimanî ye.” Orak her wiha balê dikişîne ser mûzîka rokc a Kurdî û diyar dike ku niha tenê sê-çar hunermend bi temamî bi şêwaza Rockê dibêjin.Koma Teq û Req, bi yekem albuma xwe ya bi navê “Keft û left” derket pêşberê mûzîkhezan. Her wiha, bi klîba xwe ya bi navê “Çar Zarok” ku gotinên wê yên helbestkarê navdar ê Kurd Şêrko Bêkes in, di televizyonên Kurdî û tora civakî de deng veda. Her wiha, di heman albûmê de du helbestên Arjen Arî jî hene.Solîstê komê Yunus Orak ku di heman demê de li Cizîrê mamostetiya Kurdî dike, bersiv da pirsên ANF’ê û bal kişand ser asta Rocka Kurdî û, rexne û hişyariyên girîng ji ber bilêvkirina zimanê Kurdî di stranan de li stranbêj û hunermendên Kurd kir. Orak derbarê xebatên koma xwe ya li ser mûzika rockê de dibêje: “me gelek şêwazên cihê yên mîna rocka hişk-nerm-folk jî di nava albûmê de ceribandin. Lê me mûzîka xwe li tu deran pêşkêş nekir û em derneketin ser tu dik û sehneyan.
=KTML_Bold=”KOMA TEQ Û REQ Û ROCKA KURDÎ=KTML_End=
Tu dikarî hinek agahiyan li ser Teq û Req’ê bidî û te çawa dest bi rockê kir?Di sala 2008’ê de bi saya hevalinan rastî hevalekî (Erdal Dağhan) hatim ku ji bo avakirina komeke rockê ya bi Kurdî di nava lêgerînekê de bû ku berê di nav rocka biyanî(Îngilîzî-Tirkî) de bû û bi hesteke lixwevegerînî dixwest êdî hêz û heza xwe ya hunerî berde coka mûzîka Kurdî. Ew daholvan bû. Xwest ku em çend heval bigihin hev û komekê ava bikin. Her çendî ez ne rockbêj bûm jî bêhntengiya min a ji mûzîka me ya dubareyî ya hingî jî ji min re bû hincet ku em xebateke nûjen bikin û tiştine nû û pêşerojî bihêlin. Erdal hevalên din ên enstrumanîst peyda kirin û ez xwendekar, ew karmend, karker û mûzîsyen em çend kesên ji pîşeyê cihê ji bo avakirin û afirandina mûzîkê ketin nav hewldanekê. Koma me di destpêka 2009’an de li Stenbolê ava bû. Em serê çend roj, carinan heftiyan li stûdyoyên provayê dihatin rex hev û me xebatên xwe yên atolyeyî bi rê ve dibirin. Bi wan keftûleft û çêkirina stranan me şêwaza xwe wek rock û bluesê diyar kir. Wekî din jî me gelek şêwazên cihê yên mîna rocka hişk-nerm-folk jî di nava albûmê de ceribandin. Lê me mûzîka xwe li tu deran pêşkêş nekir û em derneketin ser tu dik û sehneyan. Anku çêtir mitale û endîşeya me li ser hilberîna mûzîkê bû û em li ser vê yekê lebikîn û xebitîn. A rast ez di nav wan xebatên ku rista dibistanê de bûn bêhtir serwerî mûzîkê bûm û gihiştim qonaxa îro. Bi kurtasî ez ne rockbêjekî qewî bûm. Lê min xwe di nav lêgerîneke mûzîkjenên ji nifşê xwe de dît ku hest û heza wan rock bû û Kurdîbûna wê rockê jî bêhtir kelecan dida min û ez jî bûm tebayî vê xebatê û her ku çû min jî ji vî cureyê lêgerînî û azad bêhtir hez kir û hêza min a hilberîn û afirandinê ber bi wê herikînê ve çû...Her kes vî navî mereq dike.
Çima “Teq û Req”?Teqûreq di Kurdî de cotepeyvek e. Wekî biwêjan jî tê bikaranîn. Çend wateyên wê yên cuda hene. A yekemîn tê wateya dengderxistina “xirecirî” ya “teperepî”.  Wateya duyemîn jî  “Îdare dike.”, “Ne xerab e.” Ez li ser her du pêkhateyên peyvê rawestiyam û min ew ji hev veqetandin. “Teq” dengê ku ji çek û amûrên mûzîkê yên lêdanî derdikeve ku ev deng ji bo me Kurdan hişyarbûn û serhildêriyekê îfade dike. Her wiha bingeha mûzîka rockê jî serhildêrî û îsyan ne. “Req” jî tê wateya “hişk”ê ku ev hêman têra xwe di nava mûzîka rockê peyda dibe. Wekî din jî dema peyva rock bi Kurdî tê bilêvkirin wekî “req” tê xwendin. Bi kurtasî “Teq” û “Req” bo me du peyvên serhildêr ên hevalbend dixuyan.  Her çi qas rasthatî be jî ji bo me xweş û levhatî hat û me ev pejirand. Wekî din jî me nexwest em navekî mezin li xwe bikin. Ev nav piçekî ji rêzê bû û bi ser mûzîk û xebata me ve bû.REWŞA ROCKA KURDÎBi taybet mûzîka Rock a Kurdî di çi astê de ye? Gelo eleqeyeke çawa ya civaka me ji bo vêşêwazê mûzîkê heye? Heçî huner e tiştekî rasterast bi civakê re têkildar e. Rewşa civakekê rasterast xwe li ser huner û çanda wê civakê dide der. Ji bo ku em li rewşa hunera Kurdan a îroyîn binêrin, divê em bi giştî berê xwe bidin jiyana Kurdan...Ji destpêka sedsala bîstan û vir ve welatê Kurdan bûye piçûparî jiyana wan bûye bindestî. Elbet berî vê perçebûnê jî heye ku bi sedan sal in qismekî Kurdan li Sowyetan dijîn. Ha Koma Wetan di salên heftêyî de ji welatê xwe dûr li Sowyetan bi têsîreke rojavayî, bi dilekî bi bêriya welêt mişt lê bêyî ku haya welat ji wan heyî dest bi Rocka Kurdî dike. Weke gelek hunerên Kurdan ên nûjen, mûzîka Kurdî ya nûjen jî li dîasporayê dest pê kiriye. Her wiha divê Ciwan Hacoyê ku di salên heştêyî  de ji welatê xwe dûr û li sirgûniyê jî neyê jibîrkirin ku di salên heştêyî de hin hêmanên rockê di mûzîka wî de jî peyda dibûn.
=KTML_Bold=JI BER KÊMBÛNA GUHDARÊN ROCKA KURDÎ, BER BI ŞÊWAZÊN DIN VE  ŞEMITÎNE...=KTML_End=
Ji aliyekî din ve li seranserê Kurdistanê ji civaka Kurd re fersend nehatiye dayîn ku çand û hunera xwe bi pêş ve bibe. Dev ji pêşvebirinê berde, qet derfet çênebûne ku Kurd bi çand û hunera xwe jî bijîn. Ji ber wê jî mûzîka Kurdî li ser koka xwe ya gelerî û dengbêjiyê encex di şêvbuhêrkan de kariye bijî an jî bi hin radyoyên derveyî welêt... Li bakur bi geşbûna têkoşînê re di salên notî de derfetên mîna navendên çand û huneran rê li ber geşbûneke berhevkirina folklora Kurdî vekiriye. Çima berhevkirin? Ji ber ku mirov li ser koka xwe şîn tê. Ji bo ku tu tiştinan biafirînî di destpêkê de kokek pêwîst e. Bi hin derfetên sazîbûn û geşbûna şoreşê re êdî wê demê Kurd dikarin mûzîka xwe ya adedî û gelerî derxin û mûzîka sîyasî ya ku li ser hîmê gelerîbûnê avabûyî -her çendî qedexe jî be- guhdarî bikin. Di heman salan de bi koçberkirina Kurdan a metropolan re -bi kotekî jî be- Kurd ji jiyaneke gundewar derbasî jiyaneke bajarî dibin. Lê ev jiyana bajarî ji ber ku ne li ser hîmê asayî ye, Kurd li bajaran ne dikarin bibin bajarî ne jî dikarin jiyaneke xwe ya gelerî bijîn. Di vir de jî deformasyona giyanî dest pê dike. Qismekî mezin ê Kurdên li bajaran ji ber ku ji çanda xwe bi dûr ketine, bi bêrîkirineke xurt domandina îcra û guhdarîkirina mûzîka gelerî û waryasyonê wê dikin. Di wan salên notî de êdî piraniya mûzîkjenên Kurd li ser bingeh û bandora mûzîka Kurdî ya gelerî xebatên xwe bi rê ve dibin. Di salên navborî de kêm jî be bi bandora jiyana bajarîbûn û guhdarkirina li mûzîkên rojavayî, komên mûzîkê yên ku ceribînên nûjen dikin derdikevin. Ev ceribîn serdanpê ber bi mûzîka rockê ve naçin. Lê hêman û enstrumanên rockê têkelî mûzîka Kurdî dibin. Piştî salên 2000’î êdî bi awayekî eşkere û zelal em dibînin ku hunermend an jî komên mûzîkê yên Kurdan ên ku rock ceribandîn an jî bi tevahî rock çêkirîn derdikevin. Koma Çarnewa, Koma Rewşen, Siya Şevê, Mehmet Atli, Jan Axîn, Rojhan Beken, Mirady, Hîvron, Bajar, Jan Arslan, Ferec, Ercan Bingol... Îro ji van navan yên ku bi tevahî li ser şêwaza rockê çûne bi tenê sê-çarek in. Hin ji wan jî nema mûzîka rockê dikin. Piraniya wan jî ji ber kêmbûna guhdarên rocka Kurdî, ber bi celebên din ên mûzîkê ve şemitîne...Bi kurtasî em dikarin bibêjin ku bingeh û pêwendiyek bo rocka Kurdî çêbûye û roj bi roj bi veguherîna civaka Kurdan re guhdêrên wê ber bi zêdebûnê ve diçin. Lê em neşên bibêjin ku pêwendiya bo rocka Kurdî di asteke welê de ye ku em zirt û pesnê xwe bidin.DIXWAZIM BINIVÎSIMDema em li albûmê dinêrin em rastî helbestên Arjen Arî û Şêrko Bêkes tên. Têkiliya we ya wêjeyê çi ye û di mûzîka Kurdan de çi qasî şopên wejeyî peyda dibin?Hevalê me Sedatê bas gîtarîst ku ji destpêkê heta demeke dirêj di nav xebatên Teq û Req’ê de cih girt mamosteyê wêjeya Tirkî bû û ew bi xwe jî bi helbesta Kurdî re têkildar bû û dinivîsand. Her wiha du helbestên wî yên bi navên “şev” û “xewnereşk” jî di albûmê de cih digirin. Ez bi xwe jî mamosteyê Kurdî me ku bêhtir heza min li ser helbestê ye û heta ku ji destê min tê wêjeyê dişopînim. Helbesta Şêrko Bêkes “Çar Zarok” û helbestên Arjen Arî “Şîrove” û “Serjimêrî” bi lêgerîneke min a berfirehî ya di nav pirtûkên helbestên Kurdî yên nûjen de hatin peydakirin. Û hêj jî dema ku helbesteke ku dil ji min bibe rastî min were, dixwazim kirasê melodîk lê bikim. Lê ez bi xwe neşêm bibêjim ku helbestan dinivîsim. Tişta min nivîsandî “gotinên stranan” bûn. Lê her dem ji dihesidim wêjevanan û dixwazim binivîsim...Di mûzîka Kurdan de sûdwergirtina ji wêjeya nivîskî bi têra xwe heye. Koma Wetan, Aram Tîgran, Mihemed Şêxo, Ciwan Haco, Nizamettin Ariç, Şivan Perwer, Mehmet Atli, Hîvron, Mirady, Jan Axîn... ji helbesta Kurdî ya adedî û nûjen sûd wergirtine.  Dema mirov bala xwe didiyê yên ku ji wêjeya Kurdî avê berdidin ser birka mûzîka xwe bi piranî mûzîkjênên ku şêwazên nû diceribînin in. Lê mixabin di roja me ya îroyîn de ev sûdwergirtin ne di asteke baş de ye. Piraniya gotinên stranan ên ku resen xuya dikin bi ser gotinên gelerî ve diçin. Em dikarin bibêjin ku helbesta pastoral serwerî gotinan e û balkêş e gotinên stranan pir dişibin hev.
=KTML_Bold=TÊKILIYA STRANBÊJÊN KURD Û WÊJEYÊ NE XURT=KTML_End=
EBi giştî îro em nikarin bibêjin ku têkiliya stranbêjiya Kurdî bi wêjeyê re xurt e. An jî em dişên bibêjin ku yên têkildar pir kêm in û ez dibêjim yek ji sedemên xetimîn xwedubarekirina stranan û melodiyan jî ji vê qelsî û dûrbûna stranbêjn a ji wêje û çanda Kurdî ye. Bikaranîna wêjeyê yek ji hîmên sereke yên mûzîkê ye û divê di ser guhan re neyê avêtin. Ji vî alî ve îro stranbêjiya Kurdî rexneyên tund heq dike û ez li gel hemû rexneyên di vî warî de me.Hûn dikarin qala zimanê “keftûleft”ê bikin? Hûn di heman demê de mamosteyê Kurdî ne jî... Hûn dikarin pirsgirêkên zimanê mûzîkê û bilêvkirinê yên mûzîka Kurdî destnîşan bikin? Gelo ev yek di mûzîka nûjen a Kurdî de çawa ye?XEMA ME KARANÎNA KURDIYEKE ORGANÎK Û RÊKÛPÊK EDi serî de dikarim bibêjim ji destpêkê çêkirina albûma me û heta dawiyê bikaranîna zimên ji bo me pir girîng bû. Her dem bala me li ser zimanê stranên me bû û her wiha ji ber ku fêhmkirina sounda rockê li gor mûzîkên din zehmettir bû me hêmana zimên a keftûleftê derxist pêş da ku Kurdîbûna wê baştir bê fêhmkirin. Ji xwe yek ji xema me jî ew bû ku em Kurdiyeke organîk û rêkûpêk bi kar bînin...CARNAN =KTML_Bold=GAVA EM GUH DIDIN HIN STRANAN EM FÊM NAKIN=KTML_End=
Em bên ser zimanê stranbêjiya Kurdî... Ji bo mûzîkên gelerî û heremî em nikarin bibêjin ku divê li gor bilêvkirina Kurdiya nivîskî çêbe. Mafê hunermend nîn e ku reseniya straneke gelerî xera bike û guhertinan lê bike. Ev qebûliyet e. Lê heke stranek îro bê çêkirin, divê bala wî/wê hunermendî/ê li ser zimanê ku bi kar tîne be. Di vir de em rastî gelek kêmasiyan tên. Tiştekî pir sosret e ku hê jî gelek hunermend bi qasî ku bikarin bistrên bi Kurdî dizanin, an bi çanda Kurdî ranebûne û bi Kurdî najîn an jî Kurdî bo wan tenê zimanê hunerê ye lê bala wan qet ne li ser xweşikahiya(estetîk) zimanî ye. Carinan dema guh didin hin stranan, em fêhm nakin bê hunermed çi dibêjin.Di serî de ez çend mînakên pirsgirêkên bilêvkirinê desnîşan bikim:- Dîk wan de dîkê nîw şev – Dîk ban da dîkê nîv şev.- Ez cîvan bûm. – Ez ciwan bûm.- Ez ê harim.  – Ez ê herim.- Şew tarî – Şev tarî.- Gûlê domamê – Gulê dotmamêEm di hin stranan de rastî zimanekî felişî tên:- Êdî qelem gişt çûne jor.- Êdî qelem ket şûna şûr.- Dawiya şev nayê. – Dawiya şevê nayê.- Rojek min dî ez winda bûm. – Rojekê min dî ez winda bûm.- Wî fîstana sor dîsa li xwe ke. – Wî fîstanê sor dîsa li xwe (bi)ke.Em di hin stranan de jî rastî yekser wergerandina ji Tirkî tên.- Bila çavê we vekirî neçe. – “Gözünüz açık gitmesin”.- Li xwe baş binêre. – “Kendine iyi bak.”Bi tenê ev çendek ji wan çewtiyan e. Heman çewtî bi awayekî nivîskî li ser kartonetên albûman jî peyda dibin. Heke em li ser çewtiyên zimanê stranbêjiya Kurdî rawestin em ê rastî gelek xeletehiyên bi vî rengî werin... Ev jî mijareke dûvdirêj e.Bi kurtasî çend stranbêj ne tê de bi giştî rewşa bikaranîna zimên a stranbêjiya me Kurdan ne di asteke ku em qîma xwe pê bînin de ye. Madem em dibêjin hunermend di sazkirina jiyanê de roleke sereke dileyîze, îcar divê hunermend serê xwe li ser çavkaniya zimanê xwe yê devkî û nivîskî biêşîne û pê bilebike...
=KTML_Bold=YUNÛS ORAK KÎ YE?=KTML_End=
Tu dikarî xwe bidî nasîn?Di sala 1985’an de li Cizîrê çêbûm. Di sala 2006’an de min li Zanîngeha Marmarayê beşa mekatronîkê qezenc kir û hatim Stenbolê.  Ji ber ku bêhtir bala min li ser çand û hunerê bû, Stenbol di vî warî de gelek derfet dan min ku bêhtir li ser çand û hunerên cihêreng hûr bibim. Ji ber ku kok û hevîrtirşê çand û hunerê jî ziman bû û bingeheke min a zimên jî hebû, bi xwendekariya xwe re di nav tevgera zimên de, min pê re pê re mamostetiya Kurdî jî dikir. Ji aliyekî ve jî li ser mûzîkê jî xebatên min ên şexsî û yên bi hevalan re jî hebûn. Piştre ev hewldan û hewesên mûzîkê ber bi berheminan ve çûn.  Piştî kutakirina zanîngehê ya 2010’an dîsa vegeriyam welêt û niha li Cizîrê dijîm, di nava sazî û dezgehên zimên de hê jî mamostetiya Kurdî dikim. Her wiha xebatên min ên li ser çêkirina materyalên dersê, werger û wêjeyê jî hene. [1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 663 جار بینراوە
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 07-08-2023
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 52
بەڵگەنامەکان
پەرتووکخانە
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا)
کورتەباس
پۆل: کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
ڕۆژی دەرچوون: 06-06-2013 (11 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: زمانەوانی و ڕێزمان
پۆلێنی ناوەڕۆک: وتار و دیمانە
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
زمان - شێوەزار: کرمانجیی سەروو - تیپی لاتینی
وڵات - هەرێم: کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 07-08-2023 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( زریان سەرچناری )ەوە لە: 09-08-2023 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 08-08-2023 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 663 جار بینراوە

ڕۆژەڤ
ژیاننامە
محەمەد فایەق تاڵەبانی
26-02-2010
هاوڕێ باخەوان
محەمەد فایەق تاڵەبانی
ژیاننامە
عیماد زەنگەنە
07-03-2017
سەریاس ئەحمەد
عیماد زەنگەنە
ژیاننامە
سەعید یوسف
31-05-2018
سەریاس ئەحمەد
سەعید یوسف
ژیاننامە
سوهەیلا قازی محەمەد
25-02-2023
شەنە ئەحمەد
سوهەیلا قازی محەمەد
ژیاننامە
عەبدوڵڵا جەمال سەگرمە
24-02-2024
لانۆ ڕێبوار جەمال سەگرمە
عەبدوڵڵا جەمال سەگرمە
 چالاکییەکانی ڕۆژی
بابەتی نوێ
پەرتووکخانە
مام ئەحمەدی ئیلاهی
26-02-2024
زریان سەرچناری
پارت و ڕێکخراوەکان
دادگای باڵای فیدراڵیی
26-02-2024
زریان سەرچناری
ژیاننامە
ڕێبوار هەمەوەندی
25-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
فێربوونی هێمای پیتەکانی زمانی کوردی
25-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
عەباس عەبدوڵڵا یوسف
25-02-2024
زریان سەرچناری
ڤیدیۆ
حاجی قارەمان پیرەپیاوێکی خەڵکی قەڵادزێ ئاڵای ئێراق و وێنەی سوودانی بەرزدەکاتەوە!
24-02-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
عەبدوڵڵا جەمال سەگرمە
24-02-2024
لانۆ ڕێبوار جەمال سەگرمە
ژیاننامە
هۆشەنگ ساڵح نەجاڕ
24-02-2024
شادی ئاکۆیی
ژیاننامە
مستەفا مەزهەر
24-02-2024
زریان سەرچناری
پەرتووکخانە
هەولێر لە بەڵگەنامە عێراقی و بریتانییەکاندا 1922-1957؛ بەرگی یەکەم
23-02-2024
شادی ئاکۆیی
ئامار
بابەت 510,248
وێنە 102,976
پەرتووک PDF 18,708
فایلی پەیوەندیدار 92,728
ڤیدیۆ 1,191

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.25
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.171 چرکە!