Biblioteca Biblioteca
Ricerca

Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!


Search Options





Ricerca Avanzata      Keyboard


Ricerca
Ricerca Avanzata
Biblioteca
nomi curdi
Cronologia degli eventi
Fonti
Storia
collezioni degli utenti
Attività
Cerca Aiuto?
pubblicazione
Video
Classifiche
Voce a caso !
Invia
Invia l'articolo
Invia immagine
Survey
tuo feedback
Contatto
Che tipo di informazioni abbiamo bisogno !
Standards
Condizioni di utilizzo
Qualità Voce
Strumenti
A proposito
Kurdipedia Archivists
Articoli su di noi !
Kurdipedia Aggiungi al tuo sito web
Aggiungi / Elimina e-mail
Statistiche di accesso
Statistiche voce
Convertitore di font
Calendari Converter
Lingue e dialetti delle pagine
Keyboard
Link a portata di mano
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Lingue
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Il mio conto
Entra
appartenenza !
dimenticato la password !
Ricerca Invia Strumenti Lingue Il mio conto
Ricerca Avanzata
Biblioteca
nomi curdi
Cronologia degli eventi
Fonti
Storia
collezioni degli utenti
Attività
Cerca Aiuto?
pubblicazione
Video
Classifiche
Voce a caso !
Invia l'articolo
Invia immagine
Survey
tuo feedback
Contatto
Che tipo di informazioni abbiamo bisogno !
Standards
Condizioni di utilizzo
Qualità Voce
A proposito
Kurdipedia Archivists
Articoli su di noi !
Kurdipedia Aggiungi al tuo sito web
Aggiungi / Elimina e-mail
Statistiche di accesso
Statistiche voce
Convertitore di font
Calendari Converter
Lingue e dialetti delle pagine
Keyboard
Link a portata di mano
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Entra
appartenenza !
dimenticato la password !
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 A proposito
 Voce a caso !
 Condizioni di utilizzo
 Kurdipedia Archivists
 tuo feedback
 collezioni degli utenti
 Cronologia degli eventi
 Attività - Kurdipedia
 Aiuto
Nuovo elemento
Biblioteca
Essere Curdo ; Il più grande popolo senza Stato, tradito dalla storia
17-02-2020
زریان سەرچناری
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Canti d’amore e di libertà del popolo kurdo
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
I Curdi nella storia
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
Guerra e Pace in Kurdistan
11-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
GRAMMATICA E VOCABULARIO DELLA LINGUA KURDA
16-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistiche
Articoli 519,162
Immagini 106,480
Libri 19,249
File correlati 96,940
Video 1,379
Biblioteca
Kurdistan. Cucina e Tradizi...
Biblioteca
I curdi / Viaggio in un pae...
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio pos...
Biblioteca
Memorandum sulla situazione...
Biblioteca
Un destino in versi, lirici...
Bi derhêner Ferhat Keskîn re hevpeyvîn
Gruppo: Articoli | linguaggio articoli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
voce Classifica
Eccellente
Molto buono
media
Povero
Bad
Aggiungi alle mie collezioni
Scrivi il tuo commento su questo articolo!
elementi della cronologia
Metadata
RSS
ricerca in Google per le immagini relative alla voce selezionata !
ricerca in Google per la voce selezionata !
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Ferhat Keskîn

Ferhat Keskîn
Bi derhêner #Ferhat Keskîn# re hevpeyvîn

Derhêner Ferhat Keskin, bi navê xwe yê kurdî weke “Ferhadê Feqî” jî tê nasîn, di sala 1967 an de li Çewligê ji dayik dibe. Piştî xwendina dibîstana seretayî, berê Stenbol, piştî du salan jî, koçî Elmanya dike, diçe cem malbata xwe. Li wir perwerdehiya diqedîne, dûre dest bi karmendîtiyê dike. Dev ji karmendiyê berdide, di nav komên cuda yên Almanî de dest bi lîstikvaniya şanoyê dike.
Di sala 1992 an de, li bajarê Kolonê, tev hevalên xwe koma “Teatira Botan” saz dike, li wir wek derhêneriya şanoya Eskerê Boyîk a bi navê “Mem û Zîn”ê dike û pişt re lîstika Herold Pînter a bi navê “Zimanê Çîyan” derdixe.
Ji 1992 an heta 2006an, weke lîstikvanê şanogeriya Almanan di “Theater an der Ruhr” de cî digre, di heman demê de, di rêveberiya derhêneriya “Roberto Cîûllî” karên xwe yên hunerî didomîne.
Di 2006 an de li Duhokê lîstika F. Garcia Lorca, bi navê “Şahiya Xwînî” dîsa heman şano li Şanoya Şaredariya Amedê bi navê “Daweta Xwînî” di 2012 an û di 2008an de li Amedê lîstika Azîz Nesîn “Yaşar ne Heye ne Tune ye” derdixe ser sehnê.
Ferhat Keskin, li Elmanya ji xêynî şanogerîyê, di fîlmên tv û Sînemayê da aktorî yê jî dike.
Çetoyê Zêdo: Tu ji kengî ve bi şanoya kurdî re têkildarî?
Ferhat Keskîn: Ji 17, 18 salî ya xwe ve û virde alaqa min bi şanoya kurdi heye.
#Çetoyê Zêdo# : Mijarên ku dibin astengî yên ji bo şanogeriya te hene, ku hebin tu dikarî ji me re qal bikî?
Ferhat Keskîn: Şixulê şanogerîyê herdem rastî astengîyan tê, lê em ku bixwazin, dikarin bi hêza xwe ya xeyalan çare yan bibînin û rêka xwe ji astengîyan paqijkin, vekin.
Çetoyê Zêdo: Xwestek û helwesta te ji bo şanoyê çi ye?
Ferhat Keskîn: Ji bo min ger Şano politik be. Ew belkî nikare dinyayê biguherîne, lê dikare piştgirî ya ferdan, takekesan di rêka wan ya azadbûnê de bike. Ji ber ku hetan takekes azad nebe, ne civak ne jî dinya diguhere.
Çetoyê Zêdo: Ji bo te şanogerî tiştekî çawa ye?
Ferhat Keskîn: Tiştekî xweş e! Bê henek bibêjim: şanogerî yê, aktorî yê tarî ya hundirê min ronî kir. Min di aktorî yê de xwe naskir.
Çetoyê Zêdo: Çi hêza te ya hunerê xurt dike?
Ferhat Keskîn: Eşq, evîn!Bextewarî û jan!
Çetoyê Zêdo: Ji kerema xwe bi giştî tu dikarî qala disiplîna xebatên xwe bikî?
Ferhat Keskîn: Disîplîn mijarekî serekeye di karê min de. Rast e şano Lîstik e, lîstik zaroktî ye, zaroktî xwe berdan e, azadî ye, lê ku nebe disîplîn û cidîyet, ew lîstika nayê terbîye kirin û nabe huner.
Çetoyê Zêdo: Li gorî te şanoya kurdî ber bi ku ve diçe?
Ferhat Keskîn: Şano ya kurdî, şikur bi van rojan, ber bi xweşî yê diçe. Ez ji pêşaroja wî hêvîdarim.
Çetoyê Zêdo: Ji me re qala bi deh salan berê ya şanoya kurdî bikin û piştî deh salên din wê şanoya kurdi li gorî dîtina te, ew ê bigihîje ku? Têbîniyên xwe bêjin?
Ferhat Keskîn: Berî deh salan rewşa şano ya kurdî ji îro xirabtir bû. Ew hunera herçî diçe zêtir bala kurdan dikşîne. Ji ber ku ev xelka hewcê vê hacetê ye. Travma yên giran di ser kurdan de hatin. Ruhê wan bi kul e, bi birîn e. Hemû beşên hunerî, di nav wan de şano jî dikare bibe derman ji bo wan, di saxbûyîna wan de rolekî bileyîze. Di çav min de bînerê kurd hay ji vê tiştê heye, lewma jî herçî diçe ji tîyatro yê hez dike.
Çetoyê Zêdo: Bandora kîjan şanogeran li te çê bû?
Ferhat Keskîn: Roberto Ciulli, Peter Brook, Cristoph Marthaler, Jürgen Gosch...
Çetoyê Zêdo: Ji klasikên şanoya cîhanê tu kê dixwînî û diecibînî?
Ferhat Keskîn: Williem Shakespeare, Georg Büchner, Hendrik Ibsen, Federiko Garcia Lorca, Bertolt Brecht, Moliere...
Çetoyê Zêdo: Tu ji şanogerên nû kê diecibînî?
Ferhat Keskîn: Wan hevalên xwe yên ku dildarê şanoya kurdî ne û wî karê bi zehmet, beyî ku biwestin didomînin. Ez ji wan hemûyan hez dikim û diecibînim.
Çetoyê Zêdo: Tu debara xwe bi çi dikî?
Ferhat Keskîn: Bi derhênarî ya şanoyê, bi aktorî ya şano û sînema û televizyonê.
Çetoyê Zêdo: Ji bo şanoyên ku te derhêneriya wan kir, tu dixwazî ji me re çi bêjî?
Ferhat Keskîn: Ew berhemên min û yên hevkarên min hevra ne. Wekî din çi bibêjim? Nizanim!
Çetoyê Zêdo: Xetereyên “lêpoşmaniyên” te yên bihurî çê bûne?
Ferhat Keskîn: Xwezila min bikarîya bêtir wextê xwe bida şanogerî ya kurdî.
Çetoyê Zêdo: Heta niha di şanogeriya xwe de, tu zêde li ser çi disekinî û lê hûr dibû?
Ferhat Keskîn: Li ser pirsa “çawa”. Ango, ez çawa, bi çi şiklê, çi estetikê dikarim gotinê xwe bibêjim, ser wîya disekinim. Ji ber ku, ez dixwazim bigihîşim binehişî ya bîner û ew jî ne kare kî hêsan e. Ji xwe ez jî, ji karên zor hez dikim.
Çetoyê Zêdo: Vê gavê tu li ser çi mijûl î?
Ferhat Keskîn: Min, bi xêr du sê proje yen şano yê li Kurdistanê daye ber çaven xwe, hazirî ya wan dikim..
Çetoyê Zêdo: Guhertinên şanogeriya te berê û niha hene?
Ferhat Keskîn: Di xortanî ya xwe de, min pir tişt bi darê zorê rêva dibir. Niha bawerî ya min bi zor kirinê nemaye. Niha hez dikim, her tişt bi xwezayî çê bibe, were holê. Karê min jî ewe ku, zemîne kî çê bikim, ji bo wê xwezayî yê.
Çetoyê Zêdo: Tu bêyî çi/kê nikare şanoyê bikî?
Ferhat Keskîn: Bê eşq û bêyî aktoran.
Çetoyê Zêdo: Di têkiliya jiyan û hunera te de, tiştê/a ku te nedixwest biqewime çi ye / çi ne?
Ferhat Keskîn: Xerîbî! Lê xerîbî nebûna min çi dikir!
Çetoyê Zêdo: Li gora çavderiyên te temaşevanên şanoya kurdî kîne? Teybetî û bertekên temaşevanan tu çawa dinirxînî?
Ferhat Keskîn: Min gava din jî got... Şanoya kurdî, mîna insanekî birîndar e, bi kul e, bi derd e, tiştên ku ruhên wî sax bikin, li wan digere. Hez dike bikene, şa bibe. Zarok, tiştên ku tesîr dide wan dikin lîstik û di nav lîstikê de dikin ku ji wê tesîra xirab xwe jê xilas bikin. Şanogerîya kurdî jî, bi karmend û bînerên xwe wisa ye.
Çetoyê Zêdo: Şanogerên kurdî, têkiliya wan ziman çawa ye?
Ferhat Keskîn: Ne baş e! Lê em hîn di serê rêyeke dirêj de ne. Kurdî ya bîneran çiqas baş be, yên şanogeran jî ewqas baş dibe.
Çetoyê Zêdo: Divê şanogerên Kurd, kîjan devokan bizanibin?
Ferhat Keskîn: Hemûyan. Ku vêyajî nikaribin, qene diyalekt û devokên xwe bila biparêzin. Ji ber ku ew dewlemendîyên vî zimanî ne. Nebe ku em di rişya standardkirinê de zimanê xwe beyar bikin. Da ku pêşerojê de, ew standardkirina ziman bi şiklekî xwezayî pêk were, ger şano wan diyalektan ser dikayê bine cem hev. Wek mînak, Comedia Dell Art a İtalî di vî warî de li wî welatî, rolekî gelek giran leyistîye.
Çetoyê Zêdo: Li gorî te rexneya şanoyî divê çawa be?
Ferhat Keskîn: Rexnegerî ya şanoyê beşekî bi sere xwe ye. Li welaten Ewrûpî stûnekî sereke ye di hunermendîya tîyatroyê de. Pirek e di navbera şanoger û bîneran de. Divê zimanê bîner, şanoger ji bo kêmasîyan rexne bike, ji bo xweşiyan dipesîne, bi vî awayî pêşda çûyîna wî teşvîq dike. Wekî ez dizanim, li tirkîyê û li kurdîstane jî ev pîşe hîn cîhê xwe negirtîye.
Çetoyê Zêdo: Tu di derbarê perwerdehiya şanoya Kurdî de çi difikirî?
Ferhat Keskîn: Ev mijarekî giriftar e. Di alîkî de tiyatro hunerekî gerdûnî ye, bi kîjan zimanî perwerda wî dibînî, bibîne ferq nake. Lê taybetmendî yên şanogerî ya kurdî jî hene û hebin jî. Ji bo vîyan jî perwerde ya tiyatroyê bi kurdî hebe baştir e. Lê mixabin, me ew kadro yên ku lîstikvanan perwerde bikin yan tune ne, yan jî pir kêm in. Dîsan jî di vî wari de hewldan hene û ez keyfxweşim bi van hewldanan. Lê qasî ku ez dizanim, zahmetî yên xwe pir in. Eşkere ye ku gelek lîstikvanên kurd hene derçû yên dibîstanên tirkî ne. Berê her tiştî, mirov cehd bike, wanan bikşîne şanoya kurdî, aktorîya bi kurdî bike dilgir, bike atraktif da ku ew bixwazin bi zimanê xwe yên zikmakî bileyîzin.
Çetoyê Zêdo: Li gora te şanoya Kurdî û rojeva Kurdî çi qasî li hev dike?
Ferhat Keskîn: Pir li hev dike. Zêde li hev dike. Pir bi boçika rojevê digre û diçe. Lewma pir caran dibe cîhgirê siyaseta rojane. Ew ne tiştekî baş e. Ger çavên me hunermendan li kurahî yê û li durahî yê be.
Çetoyê Zêdo: Li ser şanoya bo zarokan dîtinên we?
Ferhat Keskîn: Şuxulekî rêzdar e, hêja yê. Kesayetiya insanekî di zarokatiya wî de, her wiha di nav lîstikê de geş dibe, pêş dikeve, erê şiklê xwe digre. Lê mixabin kurdî di lîstika zarokan de winda bû. Berê kurd, bingehekî wanê zaroktî ya kurdî hebû. Asîmîlasyonê pîl û baskên me dixwarin, le niha kete nav hinavên me. Şano ku bikare, zimanê kurdî wek zimanê lîstikê cardin bide zarokan, karekî pîroz dike.
Çetoyê Zêdo: Ji bo zarokan, xebatên we hene? Ku hebe tu dikarî qala wan bikî?
Ferhat Keskîn: Mixabin, tune ye. Şanokarî ya zarokan taybetmendîyên xwe hene, nizanim ez heqê wî derkevim an na. Lê ez hez dikim karên şano yê bo zarokan bikim. Zarok bînerên herî canecan û minetdar in.
Çetoyê Zêdo: Kî nikare bibe şanoger?
Ferhat Keskîn: Kesên ku zaroktî ya xwe du xwe hiştine an jî ji bîr kirine.
Çetoyê Zêdo: Li gora te, ji wêjeya Kurdî û ji ya cihanê divê kîjan çîrok, roman û hwd, di sehneya şanoya Kurdî de hebe?
Ferhat Keskîn: Heta niha, kurdan para xwe ji berhemên însanetîyê hilnegirtî ne. Heq ê wan e, ji wan berheman çi li wan tê, çi bi dilê wane, bigrin û bi keyf û eşq zayî bikin.[1]
Questo articolo è stato scritto in (Kurmancî - Kurdîy Serû) lingua, fare clic sull'icona per aprire l'articolo in lingua originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Questo oggetto è stato visto volte 366
HashTag
Fonti
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://cetoyezedo.blogspot.com/ - 06-08-2023
Articoli collegati: 6
Gruppo: Articoli
linguaggio articoli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 22-02-2015 (9 Anno)
Libro: Scenario
Provincia: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Tipo di documento: Lingua originale
Technical Metadata
Qualità Voce: 99%
99%
Aggiunto da ( ئاراس حسۆ ) su 06-08-2023
Questo articolo è stato esaminato e rilasciato da ( سارا ک ) su 21-08-2023
Questa voce recentemente aggiornato da ( سارا ک ) in: 21-08-2023
URL
Questa voce secondo Kurdipedia di Standards è non ancora esauriti !
Questo oggetto è stato visto volte 366
Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!
Biblioteca
La questione curda
Articoli
Storia dei curdi
Biblioteca
Kurdistan iraqeno: un caso di passaggio alla democrazia?
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno

Actual
Biblioteca
Kurdistan. Cucina e Tradizioni Del Popolo Curdo
21-11-2013
بەناز جۆڵا
Kurdistan. Cucina e Tradizioni Del Popolo Curdo
Biblioteca
I curdi / Viaggio in un paese che non c\'è
17-09-2013
هاوڕێ باخەوان
I curdi / Viaggio in un paese che non c\'è
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Kurdistan: un genocidio postmoderno
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
Biblioteca
Un destino in versi, lirici curdi
28-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Un destino in versi, lirici curdi
Nuovo elemento
Biblioteca
Essere Curdo ; Il più grande popolo senza Stato, tradito dalla storia
17-02-2020
زریان سەرچناری
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Canti d’amore e di libertà del popolo kurdo
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
I Curdi nella storia
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
Guerra e Pace in Kurdistan
11-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
GRAMMATICA E VOCABULARIO DELLA LINGUA KURDA
16-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistiche
Articoli 519,162
Immagini 106,480
Libri 19,249
File correlati 96,940
Video 1,379
Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!
Biblioteca
La questione curda
Articoli
Storia dei curdi
Biblioteca
Kurdistan iraqeno: un caso di passaggio alla democrazia?
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Contatto | CSS3 | HTML5

| Pagina tempo di generazione: 0.641 secondo (s)!