הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,044
תמונות 106,644
ספרים 19,284
קבצים הקשורים 97,264
Video 1,392
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
WÊJE Û NIVÎSKARÎ: SÎDAR JÎR
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Sîdar Jîr

Sîdar Jîr
=KTML_Bold=WÊJE Û NIVÎSKARÎ: #SÎDAR JÎR#=KTML_End=

#Çetoyê Zêdo# : Tu dikarî kurtejiyana xwe bi me bide nasîn?
Sîdar Jîr: Di sala 1980’yî de li Şemrexa Mêrdînê hatime dinyayê. Min xwendina xwe ya seretayî û ya navîn li Şemrexê kir û ya lîse li Amedê kir. Min li Zanîngeha Dîjleyê Fakulteya perwerdehiyê xwend. Paşê min li fakulteya Îktisadê beşa Têkiliyên Navneteweyî (Navdewletî) xwend… Di dema xwendekariya xwe ya zanîngehê de ligel hevalekî xwe (Deştî Rewşen) fanzîneke Kurdî bi navê Kulîlk derxist (2 hejmar)(2002), piştî fanzîna Kulîlkê bi navê Kulîlka Ciwan (2003) me (min û Deştî Rewşen) kovarek ku navenda wê Amedê bû derxist. Demekê min edîtoriya rojnameya Azadiya Welat kir… Piştre ligel çend hevalan min edîtoriya kovara zarokan a bi navê Şemamok kir, piştî edîtoriya Şemamokê min edîtoriya kovareke bi navê Dergûş (2005) a zarokan kir. Dema ku Kulîlka Ciwan bi fermî hate girtin min(ligel Dilawer Zeraq) dest bi edîtoriya Kovara W’yê kir(me 13 nivîskaran bi hev re ev kovar derxist).
Li Amedê dijîm û li Akademiya Cegerxwîn Beşa Ziman û Wêjeyê mamoste me.
Çetoyê Zêdo: Tu ji kengî ve bi nivîsa Kurdî re têkildarî?
Sîdar Jîr: Têkiliya min a Kurdî ji destpêka salên 90’î anku ji zarokatiya min ve ye… Ji ber ku di wan salan de min belavkariya rojnameyê dikir. Bawer im 12-13 salî bûm min nivîsek jî bi mexlasekî din şandibû ji rojnameyê re, ew nivîs hê jî li ba min e. Lê ji bo çîroknûsî û gotara sala 96’an de destpêk e ji bo min. Çîroka min a bi navê “Zeytûniroş” min di sala 96’an de nivîsî û wê çîrokê di birtûka pêşîn(Ariya Giyanên Stewr) de jî cî girt.
Çetoyê Zêdo: Mijarên ku dibin astengî yên ji bo nivîskariya te hene, ku hebin tu dikarî ji me re qal bikî?
Sîdar Jîr: Mirov wekî kes, wekî nivîskar çawa ku dinivîse wisa dikare bibe astengî jî ji bo nivîsandinê… Ez li sedemeke ji derveyî xwe qet negeriyame. Lê astengiyeke zêde mezin an jî em bibêjin ku bikaibe rê li ber nivîskarî anku nivîsandina min bigre li holê nîn e… Hebe ez bi xwe me.
Çetoyê Zêdo: Ji bo çi tu dinivîsî? Xwestek û helwesta te ji bo nivîsê çi ye? Di nivîskariyê te de “Çi?”, “ji bo çi?”, “çawa?” li gora poetîka xwe, tu dikarî binirxîne?
Sîdar Jîr: Li azadiya xwe digerim. Carinan jî li belaya xwe… Dibe ku ji bo dermankirina birînên xwe yan jî estetîzekirina birînên xwe… Ev sûbjektîf e. Ji bo ku beden û giyanê xwe sivik bikim dinivîsim. Belkî jî derdekî min bi jiyanê re heye. Bawer im ew derd e ya ku ji bo wê tê nivîsandin. Îcar “çi nivîsandin û “çawa” nivîsandin hemû li gorî van dirûv digire. Awayekî statîk nîn e, ne bawer im ji bo yek nivîskarekî jî ew rewş statîk be.
Çetoyê Zêdo: Ji bo te nivîskarî tiştekî çawa ye?
Sîdar Jîr: Nivîskarî ji bo min rêwîtiyek e. Naqede. Her ku diçe tu barê xwe girantir dikî, her ku diçe tu bêhtir didî ber dasa xwe, her ku diçî tu bi ya ji rêzê êdî nayê ser, her ku diçe tu dest didî ser wijdanê xwe, her ku diçe dilê te bêhtir bi lez lêdide, her ku diçe mejiyê te bêhtir zingîniyê dide jiyana te. Hemû rêwîtiyek e… Rêwîtiyeke bênavber û bê ser û ber… Di vê rêwîtiyê de di buxçika te de dilê te, wijdanê te û mejiyê te heye.
Çetoyê Zêdo: Çi hêza te ya nivîskariyê xurt dike?
Sîdar Jîr: Civak, xweza û rêwîtî… Dema ku dadikevim kolanan, li çayxaneyekê rûdinim, diçim bazarê, li muzîkeke bi dilê xwe guhdarî dikim ku muzîk jî parçeyekî civakê ye… Dest bi rêwîtiyekê dikim an jî diçim nava “xwezayê” xwe xurtir hîs dikim ji bo nivîsandinê.
Bêguman tenêtî rêheval e di nivîskariyê de… Bêguman beriya van hemûyan mîna ku Erebê Şemo şîret li me kiriye; xwendin, xwendin û dîsa xwendin.
Çetoyê Zêdo: Li gora te, derfet û taktîkên nivîskariyê çi nin? Hûn çawa dinivîsin, ji kerema xwe bi giştî tu dikarî qala disiplîna xebatên xwendin û nivîsandina xwe bikî?
Sîdar Jîr: Nivîskar derfetên xwe jî taktîkên xwe jî diafirînin… Derfet dibe ku ji bo gelek nivîskaran bişibin hev lê taktîk bawer im ên her nivîskarekî/ê cuda ne. Derfetên nivîskariyê ji bo min, devjêberdana hin tiştên rûtîn ên di jiyanê de ne… Ya min jî di serî de min ji xewê dest bi devjêberdanê kir… Kêm radizêm a rast zêde ranazêm. Taktîk jî ji bo her kesekî/ê taybet e, bawer im tu qala tiştekî mîna “dersên nivîskariyê” yên Woolf’ê nakî, lewma jî li gorî dema nivîsê û cureyê nivîsê diguhere.
Her roj nivîsandin gelekî zehmet e. Lê ev zehmetî ji bo xwendinê ne derbasdar e. Lê em li hev mikur werin, ez xwe nivîskarekî tiral lê xwendevanekî jîr dibînim. Xwendinên min hem bi roj hem jî bi şev dibe ku pêk werin lê nayê hişê min ku min bi roj nivîsandiye. Hemû nivîsên min(ji bilî peyamên li ser torên civakî yên înternetê) bi şev hatine nivîsandin. Jixwe min berê jî li hin deverên din gotibû. Ji bo min û li gorî min dema ku deng bi çivîkan dikeve şeva nivîskar û xewa nivîskar tê… Lê piştî senfoniya wan çivîkan.
Çetoyê Zêdo: Li gorî te edebiyata kurdî ber bi ku ve diçe?
Sîdar Jîr: Digel hemû mînakên xerab jî li gorî min bi awayekî giştî wêjeya Kurdî ber bi xwebûnê ve diçe. Min di nivîs xwe ya quncika rojnameyê de jî nivîsandibû (Afirandina Lehengan, 28.04.2014 Azadiya Welat), li ser divêtiyê min qal kiribû ku wêjeya Kurdî bi awayekî xwezayî wê li ser bingeha “berxwedan” û “azadiyê” teşe bigire. Ev ne tenê sekneke polîtîk e. Tespîtk e di heman demê de, mînakên berbiçav hene. Wekî mînak ya Îngilîzan, ya Elmanan, ya Ûrisan, ya Fransewiyan, ya Ereban û gelek neteweyên din çawa li gorî “rastiya” civaka xwe teşe girtine, ya me jî ew ê ji bo demeke gelekî dirêj bi wê şêweyê teşe bigire… Heger wêjeya Kurdî ew karakterê xwe yê “azadî” û “berxwedanê” girt(ez qala sloganan nakim) wê demê îhtimala ku em qala tiştên spesîfîk bikin zêdtir be. Bêguman her kes azad e di hewldan û ceribandinên xwe de, lê tiştê dixuye ew e ku ji bilî vê rastiyê tu hewldan wê tesîrekê li vê civakê û wêjeya wê neke. Taliye ew li ya xwe rast were…
Çetoyê Zêdo: Ji me re qala bi deh salan berê ya wêjeya kurdî bikin û piştî deh salên din wê wêjeya kurdi li gorî dîtina te, ew ê bigihîje ku? Têbîniyên xwe bêjin?
Sîdar Jîr: Heta 10 sal berê wêjeya Kurdî(l Bakur) wekî hejmar gelekî kêm bû. Bawer im hemû xwendevanên jîr dikaribûn hemû berhemên ku dihatin çapkirin bixwendana. Ew ê di ber re bigihîştina. Lê bi taybetî yên ji dema Rewşenê û heta destpêka W’yê qismî be jî hinekî din cidî ne… Bawer im ku bêhtir hay ji meseleya giştî ya wêjeyê hene. Niha yên piştî vê hê jî nasnameyek ji xwe re nedîtine yan jî ( ne bi awayê negatîf dibêjim, belkî normal e, kesên baş hene). Lê deh sal paşê bawer im wêjeya Kurdî ew ê karakterê xwe pir hindik zevt bike. Yên vê serdemê jî wê nasnameyê zevt bikin ew ê karakterekî xurtir derê… Lê bi awayê giştî ew ê deh sal paşê li gorî deh sal berê bêhtir ji civaka xwe xwe xwedî bike… ew ê li hemû rehên bedena ‘axa xwe’ bigere.
Çetoyê Zêdo: Bandora kîjan nivîskarî/ê (nivîskaran) li te çê bû? Bi mînakan hûn dikarin ji me re vebêjin?
Sîdar Jîr: Di çîrokê de min ji Maupassant, Sadiqê Hidayet, O Henry û Poe gelekî hez kir…
Çetoyê Zêdo: Bijarteyên xwendinên te?
Sîdar Jîr: Ez bawer im ku tu qala yên cîhanê dikî, hema bi carekê re yên ku min çêjek ji xwendina wan wergirtibe yan jî tesîr li min kiribin hinekan bibêjim; Kafka, Conrad, Boccaccio, Poe, Dostoyevskî, Tolstoy, Maupassant, Sadiq Hîdayet, D. H Lawrance, Sallinger, O Henry, Proust, Woolf, Samarakis, Necîb Mahfûz, Sartre û gelekên din hene ku dikarim rêz bikim.
Çetoyê Zêdo: Ji me re qala pirtûkxaneya xwe bikin?
Sîdar Jîr: Di pirtûkxaneya min de bi deh hezaran pirtûk nîn e… odeya herî biçûk a malê ye. Ez, pirtûk, paldankek, mase, mîndera min û çend tabloyên(kevalên) ku nedaleqandî ne. Ji 4 zimanan pêk tê… Mala pîrê gora pîrê ye di taliyê de.
Çetoyê Zêdo: Tu kîjan berhemê/an car bi car dixwînî an jî te xwendiye?
Sîdar Jîr: Dîwana Cizîrî, Mem û Zîn a Xanî, Dîwana Feqî… Çîrokên Maupassant, Veguherîna Kafka… Janya ya Rênas Jiyan, Dîwana Ehmed Huseynî Û Siya Evîna ê Mehmed Uzun(Bawer im ji ber karîzmaya Memduh Selîm Beg bû). Niha jî Çarînên Omer Xeyam( Bi wergere Îkram Balekanî)
Çetoyê Zêdo: Lehengên te yê/n edebî kî y/ne?
Sîdar Jîr: Gregor Samsa serkêşiya lehengên min dike…
Çetoyê Zêdo: Rengê jiyana kesayetiya te (ji bilî nivîskariyê) çawa ye?
Sîdar Jîr: Ma bersiva min ew ê çiqasî objektîf be gelo… Bawer im divê tu vê pirsê ji derdorê bikî.
Çetoyê Zêdo: Di derbarê berhemên te yên çapbûyî de, tu dixwazî ji me re çi bêjî?
Sîdar Jîr: Dixwazim bibêjim ku tu gotineke min a derbarê yên çapbûyî de nîn e. berhem û xwînêr in mûxatan ne ez û xwînêr. Lewma jî xwînêr çi bibêjin ew e.
Çetoyê Zêdo: Berhemên te yên çapnebûyî hene? Ku hebin tu dikarî ji me re qala wan bikî?
Sîdar Jîr: Erê, hene. (4-5 berhemên werger hene 1 jê ji tirkî yên din ji îngilîzî ne), yên min bi xwe hene(1 çîrok, 1 lêkolîn, 2 jî gotar û ceribîn û 1 jê jî tenê hevpeyvîn in). Bawer im ew ê ji dawiya vê salê (2014) û şûnde peyder pey werin çapkirin.
Çetoyê Zêdo: Ji nivîskariya xwe, tu ji çi dereng ma?
Sîdar Jîr: Min li gorî nifşê xwe zû dest pê kir… Lê xwezî ez hînî fransewî jî bibûma. Bi ya min tenê ew e ya ku di dil de ma.
Çetoyê Zêdo: Xetereyên “lêpoşmaniyên” te yên bihurî çê bûne?
Sîdar Jîr: Ne wekî xetere, lê ku hebûya bawer im ew ê çêtir bûya ew meseleya xwestka min a hînbûna zimanê fransewî.
Çetoyê Zêdo: Heta niha di nivîskariya xwe de, tu zêde li ser çi disekinî û lê hûr dibû?
Sîdar Jîr: Herî zêde li ser çîrokê, teoriya wêjeyê(nivîsên min bi navê “NASNAME” di rojnameyê de hatin belavkirin 2013-2014), dîroka wêjeyê. Lê heta niha wisa bû .
Çetoyê Zêdo: Vê gavê tu li ser çi mijûl î?
Sîdar Jîr: Vê gavê di vê havîna 2014’an de ez tenê li ser çîrokên xwe mijûl im ku hêvî dikim bigihînim payizê.
Çetoyê Zêdo: Guhertinên nivîskariya te (berê – niha) çi ne?
Sîdar Jîr: Henûn bûme.. Bawer im heta 4-5 sal berê jî gelekî agresîf bûm.
Çetoyê Zêdo: Tu bêyî çi/kê nikare binivîsînî?
Sîdar Jîr: Bêyî birîna xwe, cixareya xwe û şevê nikarim binivîsim.
Çetoyê Zêdo: Di têkiliya jiyan û nivîskariya te de, tiştê/a ku te nedixwest biqewime çi ye / çi ne?
Sîdar Jîr: Carek du caran li ser navê “rexnegiriyê” qest li kesayeta min hat kirin, min nedixwest ew biqewime. Ji ber ku beriya nivîskariya xwe em însan in. Nivîskarî li pey însaniyeta me ye… Dema ku em wijdanê xwe car bi car nepelînin û nivîskarî û “rexnegiriya” me ji însanetî û wijdanê me bixwe, ew ê tu tişt di nivîskarî û rexnegiriya me jî nemîne.
Çetoyê Zêdo: Li gora te hejmara xwendevanên kurdî çend kes e? Texmîna xwe hûn dikarin bibêjin?
Sîdar Jîr: Nizanim… Texmîn zehmet e.
Çetoyê Zêdo: Li gora çavderiyên te, navêndên xwendina Kurdî li ku derê pêşketiye?
Sîdar Jîr: Amed, Mêrdîn û Stenbol… Lê berendamên navendbûnê jî gelek in li gorî min. Wan, Cizîr, Êlih.
Çetoyê Zêdo: Tu dikarî di derbarê folklora Kurdî dîtinên xwe bibêjî?
Sîdar Jîr: Folklora Kurdî wekî dara mazî ye. Bi rik e li hember gelek serboriyan. Kok xurt e û her çiqas bê av were hiştin jî ew her li ser piyan dimîne. Ji aliyê din ve bêguman wekî erdnîgarî hem erênî hem jî neyînî li ser axekê şîn hatiye. Ji her du faktoran(erênî-neyînî) para xwe girtiye. Ji ber ku kok zexm û qewîn e tim hêşîn û li ser koka xwe maye.
Çetoyê Zêdo: Kîjan diyalekt (devok) ji bo te taybet e/in?
Sîdar Jîr: Hemû diyaletk li gorî xwe taybet in.
Çetoyê Zêdo: Li gora te, piraniya nivîskarên Kurdî çima mamoste ne? Tu vê yekê çawa dibînî?
Sîdar Jîr: Bi ya min rasthatiniyek e. Dibe ku di vê rasthatiniyê de para rewşa civakî ya mamosteyan û xwendinê hebe. Ji ber ku di civaka me de beşa herî xwende(!) mamoste ne.
Çetoyê Zêdo: Xwendevanên te kî ne? Ji me re qala xwendevanên xwe bike? Teybetî û bertekên xwendevanên te çawa nin?
Sîdar Jîr: Xwendevanên Kurdî hema bibêje ji bo hemû nivîskaran yek in. Lê tiştekî baş dizanim êdî (bi vê yekê bawer im), heger xwendevanên min ên taybet(yanî ku bi taybet min dişopînin) hebin jî ne fanatîk in û ne tenê xwendevanên min in… Yên her kesî ne. Ev tiştekî gelekî baş e. Ji ber ku xwendevanên fanatîk hem zirarê didin “xendinên xwe” hem jî didin nivîskarên ku xwe bi asta fanatîzmê pê ve girêdidin. Bêguman xwendevanek dikare ji nivîskarê ku ji deqên wî/ê hez dikin derxe pêş li gorî xwe, lê divê ne di asta fanatîzmê de be.
Çetoyê Zêdo: Tu ji xwendevanên xwe çi dixwazî, divê xwendevanên te çi bikin? Ji bo xwedevanên xwe tu çi difikirî?
Sîdar Jîr: Ya rast ez tiştekî ji xwendevanan naxwazim, her çawa ku di serî de ez ji bo xwe û ji xwe ber bi wan ve diçim di nivîsandinê de, ew jî divê ji bo xwe û jixwe ber bi nivîskar ve biçin di xwendinên xwe de. Ev yek dike ku mirov bêhtir bixwîne û bêhtir kûr lê biçe. Xwendin jî nivîsandin jî “bêdengiyê” dixwaze û ew bêdengî bi xwe dengê wan vedide jixwe.
Çetoyê Zêdo: Li gorî te rexneya wêjeyî divê çawa be?
Sîdar Jîr: Pîvanên rexneya wêjeyî pir hindik hene jixwe… Li dinyayê çawa tê kirin diyar e. Lê em hinekî hestiyar tevdigerin di rexneyên xwe de. Tenê dixwazim tiştekî bi taybet û dîsa bi taybet bibêjim ku di wêjeya Kurdî de dema ku “nivîskar” dikeve navenda rexneyê çewtiyên/kêmasiyên gelekî mezin ku “rexnegir” nikarin hesabê wan bidin dertê holê. Ji ber ku dema nivîskar di navenda rexneyê de be, divê bi du awayan rexne were kirin(ev ne pîvana min e, ya ku li hemû cîhanê-ji bilî Kurdan- tê kirin e); yek divê rexneya biyografîk be(ev yek di nava me de nayê kirin), ya duyem jî rexneya psîkanalîstî ye(bawer im rexnegirên me jî newêrin xwe di vê derxin)… Her du jî nayên kirin û nivîskar dixin navêndê. Tenê tiştek dimîne, yan egoya nivîskar difirînin asîmanan yan jî neheqî û heqaretê lê dikin.
Çetoyê Zêdo: Tu di derbarê “şêwir û komên xwendinê” de çi difikirî?
Sîdar Jîr: Li gorî min hinekî dereng mabin jî sîrkulasyoneke gelek baş çêbû… Lê divê wekî komên xwendinê heta demekê bi awayekî cidî bidome. Ne ku bibin sazî û perspektîfan bidin derdorê… Lê tiştê ku di şêwir û komên xwendinê de hate kirin li ba dilê min xebateke ezîz e.
Çetoyê Zêdo: Li gora te bi giştî nivîskarên Kurdî, poetîka nivîskariya xwe çawa dibînin û dinirxînin?
Sîdar Jîr: Xwetatmînkirin e… Her kes baş e!
Çetoyê Zêdo: Li gora te niviskariya Kurdî û rojeva Kurdî çi qasî li hev dike?
Sîdar Jîr: Di tiştên giştî (wekî armancên dûr) de li hev bikin baş e. Ew jî divê lihevkirineke xwezayî ne. Lê di keftûlefta rojane de li hev bikin xeter e.
Çetoyê Zêdo: Li gorî te nivîskariya Kurdî ya îroyîn di çi rewşê de ye?
Sîdar Jîr: Bi awayê giştî li nasnameya xwe digere…
Çetoyê Zêdo: Li gora te xwenirxandina niviskarên Kurdî di kîjan astê de ye?
Sîdar Jîr: Di asta berheman de ye. Di asta destpêkê û îro de ye. Çiqas pêşketin hebe, xwenirxandin an jî xwerexnekirin jî ewqas e.
Çetoyê Zêdo: Jiyana civakî/siyasî kîjan bandoran li ser nivîskariyê û wêjeyê dikin?
Sîdar Jîr: Ma mumkin e ku nivîskar û wêje ji civakê dûr be? Ne bawer im. Lê dîsa jî tercîh e… Dibe ku hinek tercîha xwe ji dûrbûna civakê bikar bîne, wê demê mafê heyî yê hilbijartinê yê civakê çendbare qat dibe…
Çetoyê Zêdo: Têkiliya nivîskar û civakê li gorî te çawa ye û yan jî divê çawa be?
Sîdar Jîr: Têkilî bi her awayî heye… Nivîskar beriya her tiştî endamekî/e civakê ye. Vebeyandina civakê ye, wijdanê civakê ye, hêza civakê ye, şanaziya civakê ye heger xwe zanibe. Civak, ez qala klîkan nakim, civak her tiştî ji nivîskar çêtir dibîne gelek caran.
Çetoyê Zêdo: Ji bo perwerdehiya bi zimanê kurdî dîtin û pêşniyazên te hene?
Sîdar Jîr: Divê mafê perwerdehiya bi Kurdî li derveyî hemû bazarî û nîqaşên siyasî be. Yanî heta ku ew pêk neyê divê Kurd bazara tu tiştekî nekin bi tu kesî re…
Çetoyê Zêdo: Ji bo zarokan, tu xebatên te yên wêjeyî û hunerî heye?
Sîdar Jîr: Berê jî hebûn ( min edîtoriya 2 kovarên zarokan kir, demekê min di rojnameyê de beşa zarokan amade kir) niha jî çîrok û şano didomin…Wergera fîlmên karton gelek çêbûn. Bawer im zêdetirî 100 beşan çêbû.
Çetoyê Zêdo: Xwendevanên wêjeya Kurdî, bi eşqa nivîsandina kurdî ketine yan na?
Sîdar Jîr: Mixabin… Hem jî çi eşq(!) Piranî jî mixabin xwendevanên fanatîk in. Pê li pişta hinekan dikin û xwe dikin qurbanî di taliyê de. Heyfa min gelekî tê li vê rewşê. Ji ber ku li ber dilê min bi kêmanî bi qasî nivîskarekî/e hêja xwendevanekî/e jîr jî ewqas giranbuha ye.
Çetoyê Zêdo: Beriya ku xwendevanên te dest bi nivîsê bikin divê çi bikin?
Sîdar Jîr: Erebê Şemo 40-50 sal berê gotibû, ez li vir dîsa bêjim, dubare bikim; Xwendin, xwendin û dubare dîsa xwendin.
Çetoyê Zêdo: Ji bo xwesteka xwendin û nivîsandinê çê bibe, ji xwendevên re çi lazim e?
Sîdar Jîr: Divê ji dil were û beriya her tiştî ji bo xwe bixwîne.
Çetoyê Zêdo: Mirov çawa dinivîsîne û dibe xwedî şêwazekê?
Sîdar Jîr: Dema mirov xwe be, dema mirov bi zimanê xwe birînên xwe bialêse dibe xwedî şêwaz.
Çetoyê Zêdo: Xwendina wêjeyî ya çê û xerab çawa ji hevdu tê derxistin? Mirov vê yekê çawa dikare ji hev derxe?
Sîdar Jîr: Xwendin, xwendin e. Yan heye yan jî tuneye. Li gorî min xwenddina “çê” û “xerab” tuneye. Belkî mirov bikaribe wekî çavlêgerandin û lêhûrbûnê ji hev biqetîne lê dubare bibêjim, bi ya min xwendina “çê” û “xerab” tuneye.
Çetoyê Zêdo: Li gora te pîvanên afirandina edebî û hunerî çi ye?
Sîdar Jîr: Bi giştî ye… Ne spesîfîk e. Yanî bi giştî berhem e, berhemdarî ye. Dibe ku bi berhemekê be û ew berhem tenê yek be jî. Lê berhem(darî) pîvan e li gorî min.
Çetoyê Zêdo: Kêşeyên xwendin û nivîsandinê çi ne?
Sîdar Jîr: Kêşeyên xwendinê dibe ku tunebe, lê nivîsandin bi xwe kêşe ye.
Çetoyê Zêdo: Wêrekiya afirênerî ya nivîsandinê çawa çê dibe?
Sîdar Jîr: Xwendin û çavdêriyên xurt nivîskar wêrek dike ku binivîse, lê newqa nivîskarên ku xwendin û çavdêriyên wan xurt in tim vala ye…
Çetoyê Zêdo: Kî nikare bibe nivîskar?
Sîdar Jîr: Nizanim kî nikare bibe nivîskar. Lê belê nivîskarî wijdan, wêrekî, xwendin û çavdêrî divê, ked divê, sebir divê, bêxewî divê, êş divê.
Çetoyê Zêdo: Tu ji kîjan hîleyên edebî û nivîskariyê aciz e? Hîleyên nivîskariyê çawa xwe didin der? Kîjan taybetiya berheman, bi xwendina xwe, te çawa aciz dike?
Sîdar Jîr: Li gorî min “wêje” qadeke paqij e, ne hewceyî hîleyan e. Hest divê, best divê, ked divê, sebir divê.
Çetoyê Zêdo: Şano ji bo te çiye, tu dikarî têkiliya xwe û şanoyê vebêjî?
Sîdar Jîr: Beriya her tiştî şanoyê temaşevanek im, çavdêrek im. Di dilê xwe de her daîm leheng im di hemû lîstikên ku temaşe dikim û dixwînim de. Şano jî beşeke hunerê ye ku ji aliyê nivîskî ve ji wêjeyê dizê… Çiqasî mumkin e ku nivîskarek ne qaleqedar be. Şano helwesteke zindî û hunerî ye li jiyanê… Lewma jî her nivîskar gelekî nêzî şanoyê ye.
Çetoyê Zêdo: Li gora te, ji nav berhemên xwe ya ku tu ji bo şanoyê pêşniyar dikî heye?
Sîdar Jîr: Bawer im ji nava pirtûka “Dozdeh Çirk”ê mirov dikare gelek dîmen û sahneyên teatral derxe.
Çetoyê Zêdo: Li gora te, ji wêjeya Kurdî ya klasîk/folklorîk an jî destanên Kurdî divê kîjan di sehneya şanoya Kurdî de hebe? Bi ya te bûya, te dixwest kîjan berhem, bûyer an jî mijar têketa şanoya Kurdî?
Sîdar Jîr: Mem û Zîn a Ehmedê Xanî (Baş e ku ew hate çêkirin), Zembîlfiroş, Şahmaran…[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 741
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://cetoyezedo.blogspot.com/ - 06-08-2023
פריטים המקושרים: 11
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 07-11-2014 (10 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
ספר: ספרותי
פרובנס: Kurdistan
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 06-08-2023
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 12-08-2023
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا ک ) על: 12-08-2023
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 741
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,044
תמונות 106,644
ספרים 19,284
קבצים הקשורים 97,264
Video 1,392
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.578 2!