Bibliothek Bibliothek
Suchen

Kurdipedia ist die grösste Quelle für Informationen


Suchoptionen





Erweiterte Suche      Tastatur


Suchen
Erweiterte Suche
Bibliothek
Kurdische Namen
Chronologie der Ereignisse
Quellen
Geschichte
Benutzer Sammlungen
Aktivitäten
Suche Hilfe?
Kurdipedische Publikationen
Video
Klassifikation
Zufälliger Artikel!
Registrierung der Artikel
Registrierung neuer artikel
Bild senden
Umfrage
Ihre Rückmeldung
Kontakt
Welche Informationen brauchen wir!
Standards
Nutzungsbedingungen
Artikel Qualität
Instrumente (Hilfsmittel)
Über
Kurdipedi Archivare
Artikel über uns!
Fügen Sie Kurdipedia auf Ihre Website hinzu
E-Mail hinzufügen / löschen
Besucherstatistiken
Artikel Statistik
Schriftarten-Wandler
Kalender-Konverter
Rechtschreibkontrolle
Sprachen und Dialekte der Seiten
Tastatur
Lebenslauf Nützliche Links
Kurdipedia extension for Google Chrome
Kekse
Sprachen
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Mein Konto
Anmelden
Mitgliedschaft!
Passwort vergessen!
Suchen Registrierung der Artikel Instrumente (Hilfsmittel) Sprachen Mein Konto
Erweiterte Suche
Bibliothek
Kurdische Namen
Chronologie der Ereignisse
Quellen
Geschichte
Benutzer Sammlungen
Aktivitäten
Suche Hilfe?
Kurdipedische Publikationen
Video
Klassifikation
Zufälliger Artikel!
Registrierung neuer artikel
Bild senden
Umfrage
Ihre Rückmeldung
Kontakt
Welche Informationen brauchen wir!
Standards
Nutzungsbedingungen
Artikel Qualität
Über
Kurdipedi Archivare
Artikel über uns!
Fügen Sie Kurdipedia auf Ihre Website hinzu
E-Mail hinzufügen / löschen
Besucherstatistiken
Artikel Statistik
Schriftarten-Wandler
Kalender-Konverter
Rechtschreibkontrolle
Sprachen und Dialekte der Seiten
Tastatur
Lebenslauf Nützliche Links
Kurdipedia extension for Google Chrome
Kekse
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Anmelden
Mitgliedschaft!
Passwort vergessen!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Über
 Zufälliger Artikel!
 Nutzungsbedingungen
 Kurdipedi Archivare
 Ihre Rückmeldung
 Benutzer Sammlungen
 Chronologie der Ereignisse
 Aktivitäten - Kurdipedia
 Hilfe
Neue Artikel
Bibliothek
Themen Aus Der Kurdischen Wortbildung
06-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothek
FREIHEIT FÜR DIE KURDISCHEN POLITISCHEN GEFANGENEN IN DEUTSCHLAND
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Der Iran in der internationalen Politik 1939-1948
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Die neue Kurdenfrage: Irakisch-Kurdistan und seine Nachbarn
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Tausend Tränen, tausend Hoffnungen
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Revolution in Rojava
28-03-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Die türkische Filmindustrie
26-03-2024
هەژار کامەلا
Biografie
Müslüm Aslan
17-03-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
saiten Her biji Azadi!
17-03-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
LEIDENSCHAFTLICHE LIEDER AUS KURDISTAN
17-03-2024
هەژار کامەلا
Statistik
Artikel  517,358
Bilder  105,642
PDF-Buch 19,138
verwandte Ordner 96,355
Video 1,306
Bibliothek
Die WELT hat mich VERGESSEN
Biografie
Said Nursi
Artikel
Gökay Akbulut zu Solidaritä...
Bibliothek
Konflikte mit der kurdische...
Bibliothek
Themen Aus Der Kurdischen W...
HEVIND
Suchen Sie mit einer prägnanten Schreibweise in unserer Suchmaschine, Sie werden bestimmt gute Ergebnisse erhalten!
Gruppe: Artikel | Artikel Sprache: Kurmancî - Kurdîy Serû
Teilen Sie
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Rangliste Artikel
Ausgezeichnet
Sehr gut
Durchschnitt
Nicht schlecht
Schlecht
Zu meinen Favoriten hinzufügen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!
Geschichte des Items
Metadata
RSS
Suche im Google nach Bildern im Zusammenhang mit dem gewählten Artikel!
Googeln Sie das ausgewählte Thema.
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

HEVİND

HEVİND
HEVIND (ŞANO- Hawar Hejmar 20, 1933)
#CELADET ALÎ BEDİRXAN#
(Hawar Hejmar 20, 1933)
TEMAŞA 1 PERDE
Kesên Lîstikê:
Serwer Beg: Ji torinên Serhedan
Lewend Axa: Serekê Eşîrekê
Xurşît Axa: Serekê Eşîrekê
Bijîjkek: Pisaxakî Madenê
Gurgîn: Pisaxayek
Felemêz: Birayê Gurgîn
Qeşem: Destgirtiya Gurgîn
Menije: Destgirtiya Felemez
Qubad: Xulamê Serwer Begê
Hevind: Sewiyekî diwanzde salî
Qasidek, Zar û Zêç, Kalek, Pîrejinek, Birîndarin, Segman û Xelk
(Di vebûna perdeyê de pehnava ( Navsera) çiyakî Kurdistanê xuya dibe. Dûre devî û zinar in. Cih cih şiker û ferş, di alîkî de holikek, di ser holikê re aleke kurdî pêl dibe. Ji aliyê rojavayî şiverêyek dirêj dibe û pehnavê digihîne newalê. Ji dûr ve serên çiya yên bi berf diyar in. Di ber devê holikê de Qeşem û Menîje rûniştine, dibihnijin.)
CIVANOK 1
QEŞEM û MENÎJE
QEŞEM: (Di xwe dîtine der û ji Menîjê re) Xwehê dinivî?
MENÎJE: (Bi hilfirînekê çavên xwe vedike) No, lê nizanim çi li min qewimiye. Serê min giran bû, dilê min borî.
QEŞEM: (Dikene) Jixwe xew çiye?
MENÎJE: Ne xwehê, xew li ku, ma divê demê de ez çawan binivim. Birîndarên me çawan in?
QEŞEM: Dengê wan nayê. Bawer ke rahet in. Ê sêvanok şikestî heta sibehê dinalî û ji pesnan xeber dida. Çi xortekî delal e, dibêjin ew çend jî mêr e. Birînên wî xedar in. Ne yek ne dido. Heft heştek in.
MENÎJE: Jixwe berê sibehê de, tu ne li hir bûyî, birîndarinin din dianîn û dibirin şikeftê. Bijîşk bi wan re bû. Kete holikê lê nihêrt, serê xwe hejand û ji min re got: Bêfêde ye. Halê wî ne tu hal e, gelek namîne.
(Ji dûr ve dengên wek guregura ezmanan têne bihîstin.)
QEŞEM: Guh bide, top dîsan dest pê kirine. Mala minê yên me, hesin û agir dîsan dê bibarin ser serê wan. Topên me jî hebûwana ne xem bû. Dido ji dijmin standibûn lê gule nemane. Mîtralyozên me hene, lê çi fêde şûna topê nagirin.
(Ji holikê nalînek têt, keçik dibejin û dikevinê. Paş gavekê nalîn nizim dibe û li şûna wê xirexirek tête bihîstin, pêleke din ne nalîn e ne xirexir e. Keçik ji holikê derdikevin, çavên wan hêstir dikin.)
MENÎJE: Çû, reben çû. Me nizanîbû ji ku ye, ji kîjan eşîrê ye. Tinê digotin xelkê Dêrsimê ye. Dêrsîm li ku Serhedan li kû. Reben hatibû mirina xwe.
QEŞEM: Ne xwehê hatibû şerê welatê xwe.
MENÎJE: Belê şerê welatê xwe, rizgariya welatê xwe. Welato! Welato! Welatê xopan, neyarên te zehf, dostên te kêm in. Dostên te tenê em in, keç û kurên te. Em jî qels bêçek, bê tu tişt. Çarmedora me girtî; ji her alî rêya me birî, ji her milî dijmin. Çarnikar neyar, neyarê xurt, herkes yarê neyar, dostê zexm. Belê Menîje welê. Me di digot reben çû, gelo di dilê wî de çi hebû. Ma tiştekî wî nîn bû ko bibêje.
QEŞEM: Hebû, di dema paşîn de, wekî ketibû cankêşiyê, tiştek digot.
MENÎJE: Belê dil dikir ku bibêje, lê nikarîbû lêvên wî nedigihan hev. Navek di ser lêvên wî re digeriya, lê nedihate der.
QEŞEM: Bawer bike navê keçikekê bû.
MENÎJE: Bi min digot Zîzê.
QEŞEM: Bi min Zînê.
MENÎJE: Navê destgirtiya xwe digot. Kî zane destgirtiya wî jî çi keçikeke delal û çeleng e. Ax dinya, hêj serê xwe nekiribûn balgehekî. Herê herhal delal e. Ma nebêjin keçên Dêrsimî gellek sipehî ne, kej in çav belek in. Ax heke yên me jî di vê dem û saetê de…
QEŞEM: Menîje çi re holê dibêjî, Xwedê mekit.
MENÎJE: Ma Xwedê mekit jî heye. Tu nabînî gule ji xwe re kiriye adet hima xort û zava û destgirtiyan dibijêre. Li xwe danayine dest bide pîr û kokiman.
QEŞEM: Te xêr e Menîje çire îro holê bêmade yî û tiştinin ne qenc û ne bixêr dibêjî?
MENÎJE: Tu dixwazî ji te re rastiyê bibêjim, lê nizanim çawan bêjim te. Dilê min de tiştek heye. Belê tiştek ji min re dibêje…
QEŞEM: Ax li min…
MENÎJE: Ax…
(Keçik dikevin hembêza hev û bi deng digirîn. Demekê di hembêza hev de dimînin. Qeşem xwe ji hembêza Menîjeyê vedike hêstiran ji rûyê xwe dimale. Menîje ecêbmayî lê dinihêre.)
QEŞEM: Megrî xwehê megrî. Ji me re şerm e ko em ji yên xwe re bigrîn. Herçî ko di şerî de ne tevda birayên me, mêrên me ne. Hemî yên me ne. Girîn hebe divê em ji bona hemiyan bigirîn. Liberketin hebe divêt em li ber wan bikevin ko di mêraniyê de ji ên dîtir kêmtir bûn. Belê li ber wan bikevin ko di cihê xwe de xwe nedane kuştin, ji mirinê revîn, rûyên xwe reş kirin û sax man. Yên me di pêşiya hemiyan de diçin. Ji mirinê narevin. Heger heta niho sax mane û sax in jî, ne ji wê ye ko xwe nedane kuştin, lê mirinê nediwêrî dest bide wan.
CIVANOK 2
ÊN BERÊ Û HEVIND
HEVIND: (Ji şeverê li wan derdibe. Li dora xwe dinihêre, dikeve holikê, derdikeve, ji keçikan re) Keçinon penbû li kû ye? Ka çend pakêtan bidin min.
QEŞEM: Nik me nema. Here şikeftê, li wê heye. (Hevind bazdide ber bi şikeftê diçe.)
CIVANOK 3
QEŞEM, MENÎJE
MENÎJE: Belê, belê xebera te ye Qeşem. Xwedê meke, yên me nemerdî bikin, ji xwe kê kiriye, ma nayê bîra te di şerê Zerketê de topa di nav neqebê kê sitandibûn. Ne herdu biran, ne yên me, Gurgîn û Felemêz.
QEŞEM: Çawan nayê bîra min. Ma tenê hingê, di herşerî, di herderavê tend de xwe bi mêraniya xwe nedane naskirin.
(Dengê topan xurtir dibin)
MENÎJE: Guh dibe Qeşem, dengê topan nêzing dibe.
QEŞEM: Top di cihê xwe de ne, ba guheriye, ji lewra.
MENÎJE: Heke hêj nebûye jî dê bibit. Qeşem ez welê dibînim ko di van çiyayan de ava me nemaye. Ma tu nabînî tenê di rojên paşîn de balafirên dijminan ji deh caran bêtir li me firiyan û guleyên xwe avêtine heta pehnava me. Ma nexuyaye, vê carê fikra wan xirab e. Bîne bîra xwe. Ev bûne çar sal em di van çiyayan de asê ne. Belê hergav teq û req e şer e. Lê ne holê, çend roj şer, paşê çend rojên din jî rahetî. Vê carê ji çar mehan bêtir e êrîşa dijminan dest pê kiriye weqt nizane bisekine. Berê şer di quntarên çiyê de dibû. Dijmin hêdî hêdî hilkişiya û xwe gihandiye bilindcihan. Ma berî deh rojan berikên dijminan qet li pehnava me diketin. Lê niho pehnava me ji çeperê xerabtir bûye. Ji aliyê din mezinan digotin zad ji xwe yekcar nemaye, berikên segmanên me jî ne gelek in. Hero kêm dibin.
CIVANOK 4
ÊN BERÊ Û HEVIND
HEVIND: (Di destê wî de çend pakêt penbû dikeve diyarê. Li keçikan dinihêre, bi ken dibêje wan) Keçinon we xêr e, ez dibînim hûn herdu jî madekirî ne. Bawer bike tirs gelek gihaye we. Metirsin, ez kekê we me.
MENÎJE: Dê, tu jî biqeş…
(Hevind di şeverê de winda dibe.)
CIVANOK 5
ÊN BERÊ, JI HEVIND PÊ VE
QEŞEM: Çire dixeyidî Menîje, bi Xwedê zarokekî delal e.
MENÎJE: Belê, ez jî dizanim, ma dema yariyê ye.
(Ji dûr ve guregura balefiran tête bihîstin)
QEŞEM: Eve dîsan Dêwên Guhderzî û balafir, herwekî di çîrokan de digotin.
MENÎJE: Fedkire (fekre) Qeşem, rast bi rast bi ser me de tên.
(Keçik li ezmên dinihêrin, balafir nêzing dibin, li dorê gule dikevin. Paş bîstekê li pehnavê jî. Qeşem û Menîj xwe li erdê dirêj dikin. Sê çar bombe ser hev dikevin holikê. Dinya toz û tarî ye. çav çavan nabîne. Balafir heta qedandina bombeyê xwe di ser pehnavê re digerin. Gaveke din vedigerin qerargeha xwe. Dinya hêdî hêdî vedibe, holik hilweşiyaye, di cihê wê de çalin xuyane. Ji birîndaran yek jî nemaye. Di nav şikêr û zinaran de hin serî, mil û hestî têne dîtin. Ji newalê ve dengê tivingan. Desterêjeke xurt. Ji şeverê çend peya derdikevin, di nav şikêran de disekinin, Gurgîn û Felemêz di nav wan de ne.)
CIVANOK 6
QEŞEM, GURGÎN, FELEMÊZ
ÇEND SEGMAN Û ESKER
QEŞEM: (Ji cihê xwe) Gurgîn tu yî, Felemêz.
GURGÎN: Qet melive, cihê xwe de bimîne.
FELEMÊZ: Menîje li kû ye?
QEŞEM: Ew jî li hir e di nav keviran de.
GURGÎN: Xwe dirêj bike (ji hevalên xwe re) kanî esker, dabûn pey me.
FELEMÊZ: Ev e tên.
(Ji şeverê qederê deh panzdeh eskerê reş derdikevin, segmanên kurdan û esker dikevin bidarî hev. Li hev dixin. Ji eskeran sê çarek têne kuştin. Eskerên din jî tên. Herdu alî xwe ditelînin, şer e. Paş pêlekê piştmêrên kurdan e.)
YEK JI PIŞTMÊRAN: Hey guhpehninon min hesp bere ser mêlaka dêya we da û!...
(Çend destrêjên din, esker direvin, segmanên kurdan didin pey. Dengê tivingan hêdî hêdî dûr dikeve. Diyar vala dimîne. Cendekên kurdan û eskeran tevlî hev li erdê ne.)
CIVANOK 7
QEŞEM PAŞÊ MENÎJE
QEŞEM: (Ji cihê xwe serê xwe hildide û ban dike) Menîje, Menîje (ji xirexira miriyan pê ve tu deng lê venagerîne. Careke din ban dike) Menîje, Menîje, keçê (xwe bi xwe) mala minê çi lê qewimiye, mebe ko… (dikeve nav cendekan lê digere. Menîje di nav keviran de deverû vezeliyaye. Qeşem wê dibîne. Xwe lê ditewîne û dikişîne hembêza xwe. Ruyê Menîje bi xwîn e. Qeşem ruyê wê dişot. Menîje hêdî hêdî xwe dilivîne. Birîna wê sivik e. Menîje radibe ser xwe.) Ax keçê dijminan tu nekuştî te ez kuştim. Hindik mabû ez dîn dibûm. Bê te min û çi bikira, ax keçê ax…
MENÎJE: Dilê xwe runine, tu tiştê min nîne, birîneke sivik. Lê min ji te re negotibû halê me ne tu hal e. Tu nabînî dijmin xwe gihandiye heta pahnava me. Ma ji hir wê ve çi heye? Em ê herin kû. Çar sal tivav. Ew çend şer û xebat ew çend xwîn. Jin, mêr, pîr, zar û hewqas kuştî û mirî. Ma hemî ji bona vê paşiyê. Ji bona ko em pehnava xwe berdin destê dijminan. Ji xwe destê me de ev gir, ev gir maye. Geliyê Zîlan û Tendûrek ketine destê dijminan. Di nav Kurdistanê de tinê ev gir maye ko di serê wê de em di dora wê de dijmin têne kuştin.
QEŞEM: Hêj rastir di destê me de tinê ev der maye ko em dikujin û lê têne kuştin. Di derên din de kurd nayêne kuştin. Lê wek pez û dewaran têne şerjêkirin.
CIVANOK 8
ÊN PÊŞÎN, HEVIND
HEVIND:(ji şeverê dertêt) Bûkinon, ji we ee kefaret be (Ji Menîjê re) mala minê birîndar î (madê wî diguhêre) birîna te ne xedar e.
MENÎJE: Tiştekî sivik.
HEVİND:(Li dora xwe dinihêre) Ka ala me xuya nake, çû kû? ( Tevda li alê digerin, ji nav keviran derdixînin; diedilînin û ji nû ve dadiçikînin serê şikerekê)
HEVİND: Bi vê bumbardimanê dijmin em gelek êşandin, min digot qê tenê di çeperan de, lê dibînim ev der jî. Divêt ez herim nik Qubad. (Xwe dide şeverê)
CİVANOK 9
QEŞEM , MENÎJE
QEŞEM: Belê me çi digot?
MENÎJE: Min ê bigota, ji xwe nayê bîra te, berî çend rojan ew xortê bi cilên teng ko dibêjin li ewropayê xwendiyê, rojnameke dijminan dixwend û ji dora xwe re digot: “Belê xebera wan e. Ev şerê ha, şerê me digel wan ne wek şerên zemanê berê ye. Berê me li ser qemçûr an mîriyê şer dikir. Carin habûn ji bona xwîniyekî jî. Lê îro ji bona welêt û heyîna xwe şer dikin, diqewimînin. Belê ev şerên ha ko çend salin di welatê me de dibin şerinin bi armanc in. Û xistine serê xwe mala me ji destê me bibin. Ew mala ko ji mêj ve ji pênchezar salî ve em tê de ne. Ew mala ko gelek neyar û dijmin hewandine, lê tu car nehiştiye ko ew tê de cih bibin û warên me ji me bistînin. Biyanî, wekî dihatin û welatê me vedigirtin me xwe dida çiyan. Û ji jor ve li çûn û hatina wan dinihêrt. Lê îro ne welê ye. Hildikişin çiyayên me jî, nahêlin em di ser wan de jî bisekinin. Ji lewra, ji bona me du rê nînin. Rêyek heye. Divêt em dijminê xwe ji mala xwe derînin û xweyiyê mala xwe bibin.”
QEŞEM: Belê, Menîje welê digot. Xebera wî ye jî. Qesta wan qelandina me ye. Dilê wan heye navê me ji dinyayê rakin.
(Ji şeverê pêjna lingan têt. Keçik xwe kerr dikin û ber bi pêjnê ve diçin. Birek birîndar xuya dibin. Hin di dar û bestan de hinin din di pişta mêran de hilgirtî. Dar û bestan pêşîn didênin erdê, keçik diçin ser. Li birîndarî dinihêrin û wek mihînen veciniqî xwe didin paş)
CIVANOK 10
ÊN PÊŞÎN , SERWER BEG, DU SEGMAN Û PEYAYÊN DIN
HER DU KEÇİK Bİ HEV RE: Ax, ew e, xortê cilteng.
(Birîndarên din dibin şikeftê û cendekan ji diyarî kaş dikin)
SEGMANÊ PÊŞÎN: Serwer Beg bi xwe ye.
SEGMANÊ DUWEM: Qurbana mêraniya xwe ye.
SEGMANÊ PÊŞÎN: Berberê hezar mêrî bû.
SEGMANÊ DUWEM: Serek bû, serakan re serî bû.
SEGMANÊ PÊŞÎN: Xwenda bû, zana bû.
SEGMANÊ DUWEM: Bi her awayî hêja bû.
SEGMANÊ PÊŞÎN: Xelk pê disekinîn.
SEGMANÊ DUWEM: Dijmin jê dilerizîn.
SEGMANÊ PÊŞÎN:Ruhniya çavên Kurdistanê bû.
SEGMANÊ DUWEM: Ne mêrê gornistanê bû.
SEGMANÊ PÊŞÎN: Ji bona mêraniyê ji bona qewmandinê ji dêya xwe bûbû.
(Di wê navberê de peyayek dikeve diyarê, bi destê xwe re dûrebîn û şeşderba Serwer Begê digire, xwe digihîne dar û bestê û ser ejnûyên xwe disekine.)
CIVANOK 11
ÊN BERÊ, QUBAD Û paşî HEVIND
Qubad : (Bi dengekî bi girîn) Ax ez benî,ez gorî min digot xwe ew çend mede pêş. Ma em seyên te nizanim (em) ji bo çi bûn. Te keriyê xwe çawan bê serî hişt. Ez gorî min digot ez goriya serê te bibim,te ez kirim kêla gorna xwe. Bego! Bego! Begê zirav mirin ji bo te hêj gelek zû ye. Dinya din rehetî ye. Tu ne mêrê rehetiyê yî. Tu mêrê şer û qewimandinê yî. Ev çiya gir û gaz tenê bi deng û navtêdana te şên û ser xwe ne. Bê te çiya nizim,rûbar zuwa,ezman bê roj û tav e. tu bi mirina xwe gelek tiştan ji me dibî ko îro ji her demê bêtir ji me re gerek in. Tu qîma xwe bi mirinê ditînî lê em nayînin. Tu ne yê xwe yîtu yê me yî. Mirovên wek te ne qesr in,karwanseray in. Heqê rûniştina her kesî lê heye. Bego! Bego! Te hertişt ,dê û bav zar û zêç ji bona welatê xwe hiştin. Niho welatê xwe ji bona çi û kê dihêlî? Ma nayê bîra te wekî em bi rê diketin,dotmama te dixwest bi me re were. Te nedihişt,ji te re çi digot: “Tu min ji bona welatê xwe dihêlî û diçî,ma ez te ji bona kê bihêlim û herim kû? Welatê min jî tu yî,berde ez jî herim welatê xwe, ez jî bi te re bêm”
Hevind : (Hevind dikeve diyarê,li dora xwe dinihêre,li ber darûbestê ser ejnuyan disekine,herdu destên Serwer Begê maçî dike û bi dengekî zîz)Ax min nizanîbû ko mirov dikare du caran jî sêwî bimîne.
Qubad : Ax ez çi dibêjim. Ma zanim çi dibêjim. Bego! Bego! Begê zirav rabe serê xwe hilde.
Serwer Beg : (Çavên xwe nîvbell dike,li dora xwe dinihêre,çavê wî li Qubadî dikeve. Bi dengekî nizim) Qubad tu li hir î?
Qubad : Belê ez benî,ji bêfihêtiya xwe hêj heme û li hir im. Hêj nemirime.
Serwer Beg : Memire jî. Da ko kirasê min ê bi xwîn bibî mal,bidî dotmama min,kurê min tê de bi xwedî bikin,zû bigihînin û bêxin xizmeta milletî. Millet nikare gelek li hêviyê bimîne. Jê re canfeda û canbêzarin divêtin. Ji diya wî re holê bêje.
Qubad : Ma çire ez benî,Xwedê hez bike tu bi xwe kurê xwe bi xwedî bikî û bigihînî. Birînên te ne xedar in.
(Ji devê Serwer Begê xwîn têt û dîsan ji ber ve diçit)
Qubad : Xwezî min ev negotana,xwezî min ev dem nedîtana,ditirsim pê dilê xwe xira kiriye.
Serwer Beg : (Dîsan çavê xwe vedike û li Hevindî) Hevind kurê min tu jî li hir î?
Hevind : Belê ez benî li hir im. Emrekî te heye?
Serwer Beg : Ne kurê min, lê herwekî min ji te re berê jî gotibû,serê xwe ji çeperê gelek dernexîne,te seh kir?
Hevind : Belê ez benî dernaêxînim.
CİVANOK 12
ÊN BERÊ, LEWEND AXA, BIJÎŞK Û ÇEND PEYAYÊN DIN
Lewend Axa: Beg çawan e?
Qubad : (Bê hemti xwe) Rahet e.
Serwer Beg: hûn bi xêr hatine axanon. Segmanên şikeftê çawan bûne? Ditirsim dijmin li wan hatiye hev, dîl ketine.
Lewend Axa: belê ez benî dijmin li wan hatibû hev,lê dîl neketine. Jixwe di şikeftê de bîst û pênc peya hebûn. Qederê dused eskerê dijminan bi ser wan de girtibûn. Yên me vê paşiyê du mitralyozên dijminan xistibûn destê xwe. Bi êrîşekê li dijminan bûne der. Ji du saetan bêtir bi hev çûn,dawî dijmin şikiya û xwe da paş. Segmanên me xwe gihandine çeperên me.
Vêca dijminan dîsa berê xwe dan şikeftê. Lê şikeft êdî li wan ranedibû. Hatin û ketinê. Şikeft û hijde cendek ketine destê wan.
Serwer Beg : Di newalê de.
Lewend Axa: Dijminan eskerê xwe bi şûnda kişandin. Newal weke berê ye. Tu deng û pêjn jê nayê. Sih miriyên me û qederê sed cendekên dijminan lê miqate ne. Di Girê Şêran de ji ber ko tu sîngên segmanên me nemane,dijmin gule û berikên xwe davêje rûyê ax û keviran. Me serê kaniyê ji destê dijminan derêxistibû. Vê paşiyê dîsan ji me zemt kirine. Lê me ew çend cendekên wan xistine navê ko devê kaniyê xitimiye av sor diherike…
Serwer Beg : Di herderî de mêranî,di herderî de kurdanî. Lê dijmin serdest,em di herderî de qels û bêkes,ji lewra di herderî de bindest. Belê mêranî qenc e,di hertiştî,nemaze di şerî de mêranî şertê pêşîn e. Belê mêranî giyan e. Lê ji bona ko giyan bilive,tev bigere jê re dest û ling û ji wan destan re şûr û rim divêtin. Ne peya ne çek. Çar meh di vî kerî de dorgirtî,hero peya û çek kêm dibin. Li şanû(şûna) wan tu nayê. Ava ko serê xwe nedaye kaniyekê,rojekê dê biçike.(Dengê wî diguhere,bi vîn û hişkî)Axano! Qerara we çi ye? Êdî dem e,divêt hûn qerareke xwe bidin.
Lewend Axa: Beg esil tu yî. Heke qerar divêt,dîsan tu zanî. Te çawan emir kir em ê welê bikin. Ma kengê me bêemriya te kiriye.
Serwer Beg: Lê heye ko ez nemam.
(Hemiyan xwe ker dikin,deng ji tu kesî nayê. Bijîşk dikeve nêzîngî Serwer Begê,zenda wî dibe destê xwe. Bijîşk bêmad e)
Lewend Axa : Belê Beg tu çi emir dikî?
Serwer Beg: Yê min,divêt hûn xelk ê çekhilgir ji yê ne çekhilgir veqetînin. Zar û zêç bi rê xin bila bikevin deşta Ecemistanê herin nav kurdên Erdelanê. Ên çekhilgir ji vî girî derbasî girê din bibin û heta paşiyê lê bimînin. Xwe giran bifiroşin. Belê xwe rind biparêzin zû zû xwe medin kuştin. Ji hergavî bêtir mêrê mêrkuj bibin û ne xwekuj. Da ko dijminê xwe bê dijmin mehêlin û di erdê Kurdistanê de agirê serxwerabûnê medin temirandin(dengê wî tête birîn,nema dilive).
Bijîşk : (Xwe digihîne wî, serê xwe dike sînga wî, çavên wî hêstir dikin) Çû, herê serwerê me çû,stûna me a blind û xurt hilweşiya.
(Qubad û Hevind xwe davêjin lingên wî,keçik digirîn,çavên xelkê hêstir dikin. Pêlekê di vî halî de dimînin.)
Lewend Axa: Hevalno! Serwerê me çû. Herwekî bijîşkê me gotiye bayekî ne bi xêr stûna me a bilind û xurt hilweşand,konê me di ser serê me re xist,lê divêt em konê xwe rakin,vedin û şopa serwerê xwe winda mekin.
Birano! Ne ji min ne jî ji kesekî din têt,herwekî divêt pesnê Serwer Begê bidit û li ber bikevit.Heke em dixwazin giyanê wî şa bikin divêt em bixebitin û wesiyeta wî bînin cih. Di jîna wî de em bi emrê wî ve diçûn,paş mirina wî divêt em bi wesiyeta wî ve herin.(Alê ji şikêrê dibe û bi Serwer Begê dadike)Bego! Di jîna xwe de te ew hildigirt,di mirina te de divêt ew te hilgirit.
(Lewend Axa,Bijîşk,Qubad û peyayên din darûbestê hiltînin,datînin ser piyên xwe,hêdî hêdî diçin,xelk didin pey wan. Qeşem davêje ser: )
Way li min,way li min,porkurê ax û ez ê
Serwero! Serwero! Serwerê qewmekî
Şehîdê, bilind î,şehîdê Bihuştê
Li te xist ne bi çav berikê korekî
Serwer î,geram î ax li me way ez ê
Bextreşê dayikê! Dotmamê porkurê
Reşa xwe girêdin,Serwer çû gorinê
Lê bêyî! Rebenê! Dotmama xwelîser
Lê bigrî! Lê bigrî,delal î! Torin î
Way li min, way li min porkurê ax ezê
(Diyar pêlekê vala dimîne. Ji eniya şer dengê top û mitralyozan têt. Hêdî hêdî deng nêzîng dibin. Qasid ji şeverê de tê û dikeve diyarî li dora xwe dinihêre kesî nabîne pêşve diçe. Dengê tivingan hêj nêzîngtir û xurttir dibe.)
CIVANOK 13
LEWEND AXA,BIJÎŞK,QASID,HEVIND,QEŞEM,MENÎJE Û PEYAYÊN DIN VEDIGERIN
Lewend Axa: (Ji qasid re) Te digot cih li yên me teng bûye. Dijmin ketiye newalê û dikişine pehnavê(Deng û pêjn hêj nêzîngtir dibin. Çend berik li pehnavê dikevin. Segmanek birîndar dibe û dikeve Bijîşk lê ditewe,yekî dîtir jî… )
Lewend Axa: Herçend em ê vî girî vala bikin lê niho nikarin. Me hêj kar û barê xwe nekiriye. Jê pê ve di vî halî de em ê çawan pişta xwe bidin dijminan û derbasî girê din bibin. Ji lewra divêt em bi êrîşekê dijminan ji çeperan hilkin û bavêjin rûbarê din. Dê xortino! Zarono! Herçî ko ziravê wî tenik e bila li paşiyê bimînit,êrîş zarono êrîş.. (Tevda xwe didin şeverê. Lewend Axa dikeve pêşiyê. Peya dibezin dikin ko ji hev derkevin. Birîndar gihane cankişiyê.)
Bijîşk: (Li dora xwe li keçikan dinihêre. Radihêje tivinga kuştiyekî) Ez ko dizanim birînan derman bikim divêt bizanim birînan jî vekim.(Dide şeverê)
CIVANOK14
QEŞEM,MENÎJE, PÊŞDETIR XELKEKî TEVLÎ HEV
Qeşem: Dijmin dîsan har bûye.
Menîje: Emrê seyê har ne dirêj e.
(Degnê tivingan li ser hev têt. Gule dikevin dorê,guregura balafiran jî dikevin navê. Qêrîn ,ax, û nalîn. Ji aliyê rojavayî xelkekî tevlî hev,jin û zaro,kal û kokim,çend birîndar dikevin diyarê. Hin li ser lingan in. Hin jî bi zikêşkê xwe digihînin hevalên xwe. Ji newalê ve deng tên. Geh nêzing dibin,geh dûr. Balafir tên,diçin,bomban davêjin. Gurînek… balafirek berbijêr dibe û dikeve newalê… )
Menîje : Ma em çire sekinîne. Birîndar nemane ku em li wan miqate bibin. Piranî bi birînên xwe ketine. Ên mayî bê me jî dikarin. An ewê sax bibin an xwe bigihînin hevalên xwe. Êdî cihê me jî çeper e,eniya şer e(radihêje tivinga segmanê mirî û dide şeverê)
Qeşem : Ma ez te kengê bi tenê dihêlim.(dide pey wê)
Pîrejinek: Keçê! Keçino! Kû ve? Kû ve? Xwelî li serê we mebit. Mala minê…
CIVANOK 15
ÊN BERÊ JI DU KEÇIKAN PÊ VE
Kalek: (Ji pîrejinê re) Tu jî dengê xwe bibire.
Pîrejin: Jixwe min tiştek negot. Eve min dengê xwe jî birî.
Kalo: Xwedêo! Tu bi rehma xwe bike. Li ber vî halî çawan hedara te têt. Heke te mirovên dîndar divêtin, em in. Heke te mêren qenc,xudan bext û rûmet divêtin dîsan em in.
Pîrejin: (Bi dengekî nizim) Xebera te ye bira. Lê kes bi şolê Xwedê nizane.
Kalo: (Ew jî bi dengekî nizim)Belê Xwehê welê ye. Lê ev şol bi darî çavan e.
(Dengê tivingan hinekî dûr dibe)
Birîndarek: Hey, ez qurbana dest û lepên we bim. Yên me pêş ve diçin. Dijmin pişta xwe da wan.
Pîrejin :Ma tu ji kû zanî xorto? Tu jî wek me li hir î,tu kesî nabînî. An nav di me didî.
Birîndarek: Yadê,ma tu nabihîsî ko dengê tivingan dûr dikeve.
Pîrejin: Ko dengê tivingan dûr diket.
Birîndarek: Ko dengê tivingan dûr diket,jê dixuye ko dijmin bazdidin û yên me didin pey…
Kalo: Xebera wî ye xwehê. Niho tu nizanî çi kêf e. dijmin direve, yên me dikevin pey. Carin hene bi seriyan bi sîngê li hev diqelibin. Hingê tiving wek ço ne. Tenê zîqezîqa şilfa xenceran e(bi dengekî nizim dinihûrîne: )
Lê xencerê lê xencerê
Qevdreşê kalanzerê
Ez li te geriyam delalê! Çavreşê delalê!
Tu kanê,enî zêrê kanî
Jina Kalo: Ma min negotibû tu xurufî yî,ma dema berdolaviyê ye?
Kalo: Pîrê tu kerr be,tu ji kû bizanî,belê berdolavî mazîçînê,ma tu ji ku bizanî wekî dengê top û tivingan dibihîsim çawan dilê min hildavêje. Herê mirin hebiwa kalbûn nebiwa. Xwezî! Xwezî! Li wan wextan,li wan zemanan. Heta ko em nedigihan sîngên hev me tiving bernedida hev. Ne ji paş talde û nav çeperan. Hertişt kurdmancî bû. Jixwe eskerê reş yekcar bi me nikaribû. Ji heft bavê wan zêde bû ko hilkişin çiyan û bikevin warên me. Ko me xwe digihand quntara çiyê ewan ruyê xwe badidan. Ji me vedibûn,heta sala din,heta hingê ko em diketin deştê.
(Dengê tivingan yekcar dûr dikeve)
CIVANOK : 16
ÊN BERÊ, QEŞEM,MENÎJE,GURGÎN,FELEMEZ Û PÊŞDETIR HEVIND
(Tevde ji şeverê derdikevin. Menîje birîndar e,Felemêz ew hilgirtiye. Gurgîn jî birîndar e,Qeşem ketiye bin çengê wî. Birînên wan ne xedar in)
Kalo:Axanino xêr e?
Gurgîn: Xêr e apo.
Pîrejin: Mala minê keçik jî birîndar e,min digot meçe,lê guh neda min.
Birîndar:Ma min negotibû dijmin şikiyaye.
Felemêz:Belê şikiyaye.
Gurgîn: Şikiya û kişiya rûbarê din,yên me dane pey,heta ko wî bibin bajon hinda newala din.
Felemêz: Dijmin gelek êşiya ,di newalê de bikare xwe biparêze jî,heta ko xwe bi edilîne jê re çend roj divêtin.
Kalo:Ji yên me pir hatine kuştin.
Gurgîn:Kuştiyên dijminan bêtir in.
Kalo: Ji piran pir ji hindikan hindik.
Birîndar: Pismam,gelo niyeta mezinên me çi ye? Ma ji me re jî tevdîrek nayê dîtin. Ez biketam piştê kevirekî min dikarîbû tivingê bişolînim. Lê çawan xwe bigihînim heta wê derê.
Felemêz: (Bê hemti xwe) Ko Xwedê hezkir,ew jî dibit(ji Menîje re) çawan gelek diêşe.
Menîje: Ma ez kengê di destê te û di hilma canê te de diêşim,tenê ditirsim.
Felemêz: Ji çi ditirsî?
Menîje: Ne ji tu tiştî,ko ez bibêjim ,mebe ko bixeyidî.
Felemêz: Naxeyidim,ka bêje çi ye?
Menîje: Ma tu nizanî,belê ditirsim ko tu min dîsan berdî,em dîsan ji hev veqetin. Ma çire ji min veqetî,te nedît rex te de min jî şer dikir. Te bi xwe digot,berikên min qet şaş nedibûn,digihan armancê,êdî em ji hev veneqetin ne?
Felemêz: Nizanim keçê! Kar zane,derb zane. Ez çi bêjim,dinya şer e,şer hero bi awakî ye.
Hevind: (bi deng û qîr ji şeverê derdikeve bi destê wî re çend bombe hene) Baş êvar axano! Hûn çawan in, rahet in,êdî metirsin,dijmin gelekî dûr ketin. Pişta wî şikiya,zûzû nikare vegere (bomban şanî wan dide) ev sêvên ha jî ji we re rêkirine.
(Xelk dikenin)
Gurgîn: Te ev ji kû peyda kirine?
Hevind: Keko heke naxiyidî ez ê bêjim te.
Gurgîn: Qet naxeyidim,hema bêje.
Hevind: Wekî dijmin bazda û hûn ketin paşila destgirtiyên xwe kofî û guliyên wan diedilandin ez jî ketim hembêza çeperên dijminan û ev dane hev.
(Xelk tevda dikenin)
Qeşem: (Hevindî hembêz dike û radimîse) Tu çi xortekî delal î.
Hevind: Keçê welê mebêje Gurgîn Axa dê bidexise.
(Xelk dîsan dikenin)
Pîrejin: Xwedê te bihêle kuro di vî halî de te em kenandin.
Hevind: Di halê me de çi heye,me dijmin kevand,guhpehn revand,bûkên xwe civand.Jixwe talaniya tevê êlê dawet e. Ez herim li Bijîşkê xwe bigerim.
(Xwe dide şeverê)
Qeşem: Çi lawikekî delal û bi dil e.
Menîje: Xwedê wî bihêle (ji Qeşemê re) birîna Gurgîn çawan e?
Qeşem: Ji halê wî xuyaye, tu nabînî halê wî ne tu hal e.
Gurgîn: Guh mede xwehê, ma tu nizanî Qeşem e,ji xwe re dibêje. Tu tiştê min nîne,niho dikarim tivingê hilgirim.
Menîje: Xebera Qeşemê ye,tu ê çawan bikarî tivingê hilgirî,tu nikarî xwe hilgirî.
Qeşem: Tu nizanî çi xwîn ji te çûye.
(Ji şeverê pêjna lingan û dengên mêran tête bihîstin. Lewend Axa û hevalên wî)
CIVANOK 17
ÊN BERÊ,LEWEND AXA,XURŞÎD AXA, BIJÎŞK,HEVIND Û PEYAYÊN DIN Û PÊŞDETIR QUBAD
Lewend Axa:( Li xelkê dinihêre û ji hevalê xwe re ) Me tu wext nîne ko em winda bikin. Divêt tavil dest bi xebata xwe bikin.
Xurşîd Axa: Belê,hima niho.
Bijîşk: Dê rûnin,em biaxivin.(Xwe ji xelkê vediqetînin û didin quncikekê)
Lewend Axa: Ji xwe rehmetî rêya me şanî me dabû.
Xurşîd Axa: Ma jê pê ve rê heye.
Bijîşk: Hingê ez û Xurşîd bikevin nav peyan. Xelkê çekhilgir ji yê neçekhilgir veqetînin û karwanê neçekhilgiran bi rê xin.
Lewend Axa: Ji xwe ev de,tu şêwr û mişêwra din nîne.
Xurşîd Axa: Tenê,divêt qederê deh panzdeh peyan jî bişînin ber bi eniya şer,arîkariya Filît bikin.
Lewend Axa:Ne jixwe.
Xurşîd Axa: Bi peyan re tu ê kê bişînî?
Lewend Axa: Bila Gurgîn bi wan re here.
Bijîşk: Gurgîn birîndar e,bila ew bi te re bê.
Lewend Axa: Hingê Felemêz,herdu jî hêja ne,yek ji ê din çêtir e.
Menîje: Ax.
Lewend Axa: (Li xwe dizivire) Ev çi deng e?
Felemêz: Ne tu tişt e ez benî,dengê birîndarekî ( ji Menîjê re) dîn mebe.
Menîje: Dengê birînekê.
Felemêz: (Devê Menîje digire) Keçê,dîn mebe.
Xurşîd Axa: Tu zanî ,lê bi min ez biçûwama çêtir dibû. Tu li pêş ez li paş. Tu segmanên me bigihînî girê din ez jî herim pêşiya dijmin bi Filît ra heta sibe êvarê pêşiya dijmin bigirim û paşê digel peyan bêm xwe bigihînim we.
(Bijîşk û Lewend Axa li hev du dinihêrin)
Lewend Axa: (Ji Xurşîd re) Keko tu gelek westiyayî. Di her deravê teng de tu. Lê heke te dil heye.
Xurşîd Axa: Dilhebûn jî heye. Ji bona selametiya tevayiyê divêt ez herim.
Bijîşk: Pezê nêr ji bo kêra ye.
Menîje: (Ji Felemêz re) Te dît ji te mêrtir hene.
Felemêz :( Bi irn) Ji min mezintir hene.
Xurşîd Axa: Êdî divêt em dest bi karê xwe bikin.
Lewend Axa: (Ji xelkê re) Jinino! Mêrnino! Ev bûne çar sal em tevda di van çiyayan de ji bona azahî û serxwebûna welatê xwe dixebitin. Di nav van çar salan de me gelek tişt dîtine. Lê çavên me ji tu tiştî netirsiyane û di ber her dijwariyê de dilên me xurttir û zexmtir bûne. Em tevda malek bûn. Jin û mêr zar û zêç nav hev da diman. Herkesî karê xwe, wezîfa xwe kiriye. Tu kesî nehiştiye ko lo jê bibit. Di mêranî û fedakariyê de hûn ji hev derketine. Rojin hebûn em birçî diman. Şevin hebûn em ji sermayê diqefilîn. Lê gilî û gazind nedihat bîra me. Nedihat bîra tu kesî. Herkesî ji bona welat û milletê xwe her zehmetî dikişand û pê şa dibû. Ji ber ko herkes bîrewerê kar û xebata xwe bû.
Kurdinon! Em ê îro mala xwe biguhêzînin. Em ê mala xwe a çar salîn berdin,jê derkevin. Lê di vê guhastinê de em ê bibin du ber. Xelkê çekhilgir derbasî girê din bibin,yên ne çelhilgir xwe bidin deşta Ecemistanê,nav kurdên ecemî. Ko Xwedê hizkir pêşdetir em ê dîsan hev du bibînin. Di vê navê de herçî ko ji me mirine dibin hîmê avahiya serxwebûna me. Herçî ko dimînin sitûn û dîwarên wê . avahiya bê hîm nikare bisekine,hîm bi tenê bi ser erdê nakeve. (Xelk xwe kerr dikin û li hev du dinihêrin. Xurşîd Axa peyan dibijêre. Bijîşk bi birîndaran mijûl dibe)
Birîndarek: Ma çire? Ez bi çekhilgiran re naçim,birîna min sivik e.
Yekî Din : Heke xwîn ji min diçe ez herim kû derê jî bi rê ve bimirim.
Lewend Axa: Zarono! Wextê me hindik e,dev ji kurt û pistan berdin. Peyayên ko divêt bêne hilgirtin ji me re ne gerek in. Dirêj mekin,divêt herkes qîma xwe bi qedera xwe bînit.
Qeşem û Menîje: (Ji Lewend Axa re) Ma Axa em jî ne çekhilgir in. Te bi çavên xwe dît,me çawan şer dikir.
Lewend Axa: (Keçikan hembêz dike) Belê xebera we ye,min bi çavên xwe dît,hûn çekhilgir û segmanin rind in. Lê xortin hene bê tiving in. Em ê tivingên we bidin wan.
Keçik: Ma em ne xort in. Tu me pîr dihesibîne. Tu ji kû anî ko em hinge xortên te ne mêr in. Ka kî ne wan şanî me bide.
Lewend Axa: Çavên min canê min bê fêde ye.
(Keçik vedigerin nik destgirtiyên xwe,xatir dixwazin û dikevin nav neçekhilgiran)
Hevind: (Ji destê Xurşîd Axa direve xwe li pêşiya Lewend Axa dadiçikîne) Axa, ez dikim ji te re du pirsan bikim.
Lewend Axa: Tu hêj nikarî tivingê hilgirî,hîn neh,deh salî yî.
Hevind: Hûn jî êcêb in lo! Ez ji we re canê xwe pêşkêş dikim. Hûn ji min salên min dipirsin. Ma hûn hatine hire tenê ji bona kuştinê,heke welê ye rabe min jî bikuje. Ne heger we mirin jî daye çavê xwe hingê ez bi kêrî kuştinê meyim jî ma bi kêrî mirinê jî nayêm. Dema ko tu bimirî ez dikevim şûna te dimirim û te dihêlim ji bona ko tu bikujî û welê bi kêrî we têm. Te seh kir Axao!
Bijîşk: Ji xwe ew berdestiyê min e.
Hevind: (Direve nik Bijîşkî) Apo ez xulamê destê te me,min mehêle,ev Lewend Axa zalimek e,dixwaze min bişîne deştê.
Bijîşk : Metirse,tu ê bi min re bêyî.
(Karwanê neçekhilgiran bi rê dikeve,xelk ji hevdu xatir dixwazin. Qeşem ketiye bin çengê Menîje)
Qeşem: (Ji Menîje re) Xwezî em keç nebiwana.
Menîje: Ma hingê em ev çend bi van ve girêdayî dibûn.
Jinek: Hûn keç nebiwana,em jin nebiwana kê camêrên ha dianîn.
Qeşem: Yên ko anîne.
Jinek: Yên ko anîn an mirine an nema ditînin,divêt sibe hûn jî ji bona dusibê bînin.
Menîje: Yadê dev ji me berde.
(Paşiya karwanî ji diyarî kuta dibe)
Lewend Axa: Êdî dem e, divêt em jî bi rê kevin.
Bijîşk: Ne jixwe.
(Segman dibin du ber û çare çar rêz digrin. Birê Xurşîd Axa serê xwe daye şeverê. Birê Lewend Axa aliyê rohilatê)
Lewend Axa: Hevalnon! Ma gerek ez nav di we bidim. Hûn hemî mêr in şerdîtî û karê xwe bîrbirî ne. Tinê ji îro pêda şerê me ji şerên borî girantir û dijwartir bibin. Ji lewra divêt hûn jî ji berê xurtir û zexmtir bibin. Dilên we dido û gurçêlkên we çar. Hevalnon! Bila çavên me hergav li pêşiyê bibin, wekî em pêş ve diçin didin pey mirinê û gava ko em xwe didin paş mirin dikeve pey me.
Lê herwekî rehmetî gotiye,herçend ji me têt divê em canê xwe biparêzînin û zû zû xwe medin kuştin,da ko dijminên xwe bê dijmin mehêlin. Pêşve zarono pêşve,Xwedê bi me re ye.
(Segman tevda marşa jêrîn dixwînin û bi rê dikevin)
Marşa Segmanan
Em bira ne tevde kurd in
Enîbilind serevraz
Cihên me ne şehar,zinar
Em êlo ne,teyrê baz
Welatê me dêya me ye
Em tev jê re gorî ne
Hişyar bûne herçî kurd in
Demên tarî borîne
Daxwaza me heqê me ye
Doza me ye serxwebûn
Em dixwazin serxwe bibin
Demên dîlî neman,çûn
Me sond xwarî ser bextê xwe
Bi rûmet û bi xencer
Welatê me aza bibit
Em bibin jî kerbiker
Mirin,mirin,mirin hebit
Vê jînê re bê serî
Êdî bes e,dîlî bes e
Şerm e kurd re hesîrî
Top lê dixin ,tiving teqîn
Deng e ceng e to! To!
Şer e,şer e lawno şer e
Teq e req e lo! Lo!
Di şerî de wekî şêr in
Kes namîne paş… paş
Pêşve diçin xortên me tev
Yek du sê çar marş marş
Qubad: (Dikeve diyarê. Xwe dighîne paşiya segmanên Lewend Axa. Tiving bi milê wî,dûrebîna Serwer Begê bi stuyê wî ve ye. Destê wî de kiras) Ev e kirasê wî ê bi xwîn.
(Perde datêt)
Hawar
Hejmar 20,1933
[1]
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî - Kurdîy Serû) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol , um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 882 mal angesehen
HashTag
Quellen
[1] Website | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://cetoyezedo.blogspot.com/ - 06-08-2023
Verlinkte Artikel: 48
Artikel
Bibliothek
4. Hevind
Bild und Beschreibung
Biografie
Geschichte und Ereignisse
Kurdische Namen
1. Şano
Wörter und Phrasen
1. şano
Zitate und Redewendungen
Gruppe: Artikel
Artikel Sprache: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 31-07-2013 (11 Jahr)
Art der Veröffentlichung: Born-digital
Dokumenttyp: Ursprache
Inhaltskategorie: Literarische
Inhaltskategorie: Theater
Inhaltskategorie: Artikel und Interviews
Provinz: Kurdistan
Technische Metadaten
Artikel Qualität: 99%
99%
Hinzugefügt von ( ئاراس حسۆ ) am 06-08-2023
Dieser Artikel wurde überprüft und veröffentlicht von ( سارا ک ) auf 21-08-2023
Dieser Artikel wurde kürzlich von ( سارا ک ) am 21-08-2023 aktualisiert
URL
Dieser Artikel ist gemäss Kurdipedia noch nicht finalisiert
Dieser Artikel wurde bereits 882 mal angesehen
Kurdipedia ist die grösste Quelle für Informationen
Biografie
Cahit Sıtkı Tarancı
Artikel
Monika Morres: Mutig und beharrlich weitermachen
Artikel
Die Ezid:innen und das Ezidentum
Bibliothek
Themen Aus Der Kurdischen Wortbildung
Biografie
Halil Öztoprak (Xalil Alxas)
Bibliothek
FREIHEIT FÜR DIE KURDISCHEN POLITISCHEN GEFANGENEN IN DEUTSCHLAND
Bibliothek
Die neue Kurdenfrage: Irakisch-Kurdistan und seine Nachbarn
Biografie
Dilan Yeşilgöz
Biografie
Kenan Engin
Artikel
Spontane Feiern zur „Revolution von Wan“ in Kurdistan und der Türkei
Biografie
Fevzi Özmen
Artikel
KNK-Vorsitzende rufen zur Einheit auf
Biografie
Mely Kiyak
Bibliothek
Tausend Tränen, tausend Hoffnungen
Artikel
„Die irakische Regierung muss Haltung gegenüber den Angriffen beziehen“
Biografie
Ismail Küpeli
Bibliothek
Der Iran in der internationalen Politik 1939-1948
Biografie
Sebahat Tuncel
Biografie
Saya Ahmad
Biografie
Leyla Îmret

Actual
Bibliothek
Die WELT hat mich VERGESSEN
28-11-2018
نالیا ئیبراهیم
Die WELT hat mich VERGESSEN
Biografie
Said Nursi
19-01-2022
هەژار کامەلا
Said Nursi
Artikel
Gökay Akbulut zu Solidaritätsbesuch in Amed
30-07-2022
سارا ک
Gökay Akbulut zu Solidaritätsbesuch in Amed
Bibliothek
Konflikte mit der kurdischen Sprache in der Türkei
11-06-2023
هەژار کامەلا
Konflikte mit der kurdischen Sprache in der Türkei
Bibliothek
Themen Aus Der Kurdischen Wortbildung
06-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Themen Aus Der Kurdischen Wortbildung
Neue Artikel
Bibliothek
Themen Aus Der Kurdischen Wortbildung
06-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothek
FREIHEIT FÜR DIE KURDISCHEN POLITISCHEN GEFANGENEN IN DEUTSCHLAND
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Der Iran in der internationalen Politik 1939-1948
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Die neue Kurdenfrage: Irakisch-Kurdistan und seine Nachbarn
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Tausend Tränen, tausend Hoffnungen
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Revolution in Rojava
28-03-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Die türkische Filmindustrie
26-03-2024
هەژار کامەلا
Biografie
Müslüm Aslan
17-03-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
saiten Her biji Azadi!
17-03-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
LEIDENSCHAFTLICHE LIEDER AUS KURDISTAN
17-03-2024
هەژار کامەلا
Statistik
Artikel  517,358
Bilder  105,642
PDF-Buch 19,138
verwandte Ordner 96,355
Video 1,306
Kurdipedia ist die grösste Quelle für Informationen
Biografie
Cahit Sıtkı Tarancı
Artikel
Monika Morres: Mutig und beharrlich weitermachen
Artikel
Die Ezid:innen und das Ezidentum
Bibliothek
Themen Aus Der Kurdischen Wortbildung
Biografie
Halil Öztoprak (Xalil Alxas)
Bibliothek
FREIHEIT FÜR DIE KURDISCHEN POLITISCHEN GEFANGENEN IN DEUTSCHLAND
Bibliothek
Die neue Kurdenfrage: Irakisch-Kurdistan und seine Nachbarn
Biografie
Dilan Yeşilgöz
Biografie
Kenan Engin
Artikel
Spontane Feiern zur „Revolution von Wan“ in Kurdistan und der Türkei
Biografie
Fevzi Özmen
Artikel
KNK-Vorsitzende rufen zur Einheit auf
Biografie
Mely Kiyak
Bibliothek
Tausend Tränen, tausend Hoffnungen
Artikel
„Die irakische Regierung muss Haltung gegenüber den Angriffen beziehen“
Biografie
Ismail Küpeli
Bibliothek
Der Iran in der internationalen Politik 1939-1948
Biografie
Sebahat Tuncel
Biografie
Saya Ahmad
Biografie
Leyla Îmret

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Generationszeit Seite: 0.468 Sekunde(n)!