ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 517,641
画像 106,194
書籍 19,172
関連ファイル 96,649
Video 1,330
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Di Edebiyatê De Jin
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Di Edebiyatê De Jin

Di Edebiyatê De Jin
=KTML_Bold=Di Edebiyatê De Jin=KTML_End=
Dîrok: 03-06-2023 Beş: Serbest
=KTML_Underline=Gulbejn=KTML_End=

Ji destpêka mirovahiyê ve edebiyatê wekî beşek hunerî tim bi awayekî giştî civak kiriye mijara xwe ya sereke. Dema em ji vê şibakê lê meze bikin, bingeha edebiyatê mirov e. Objeya sereke ya vê hunerê rasterast mirov e.
Her ku mirov e, wê demê mijar jî gelek berfireh e. Ji gelek aliyan ve rê heye ku were nirxandin. Civak yan jî yên ku civakê pêk tînin jin û mêr in.
Wekî gelek mijarên sereke yên hunerî, ku di edebiyatê de jî rewşa zayendî ya civakî, li hemû dinyayê bûye mijarek girîng.
Di berhemên edebî de jî, wekî nasnameya jinê û mîsyona jinê ya ku nîvê civakê ye bi sed salan tim hatiye qalkirin. Di berhemên edebî de jin her tim bûye mijar. Gelek caran bi destê mêran mîna objeyeke zayendî hatiye bikaranîn. Vê bikaranînê rê li ber gelek nîqaş û alozîyan jî vekiriye. Bi qasî bi navê “Rexneya Femînîst” pêlekê rake nerazîbûn çêbûye.
=KTML_Bold=JINAN BI NAVÊ MÊRAN BERHEM ÇAPKIRIN=KTML_End=
Heta demekê ji ber helwesta mêrane ya civakê, em karekterên ji bidin aliyekî tew nivîskarên jin jî ji ber gelek sebeban bi navê mêran an jî bi navekî anonîm berhemên ku nivîsandine dane çapkirin û belavkirin. Gelek mînakên wiha li her devera dinyayê hene. Bi taybetî di sedsala 18 û 19’an de, ji ber edebiyat di bin hukmê mêran de bû jin bi navên gelek awayan hatine çewisandin, çavtirsî bûne yan jî rê li ber wan hatiye girtin. Nivîskara navdar Virginia Wolf jî di romana xwe ya bi navê “Odeyek Ji Bo Xwe” de tim balê dikşîne ser jin û nivîskariyê. Di eynî pirtûkê de îdîakirin ku hemû navên anonîm ên nivîskarên jin in. Dibe ku ev îdîa were nîqaşkirin, lê hemû dinya bi rastîyek rê ji nîqaşê re nahêle dizane êdî. Charlotte, Emily, Anne Bronte ku xwişkên hev in û bi navên mêran (Currer, Ellis, Acton Bell) nivîs û berhem belavkirine. Berhemên xwe yên hê jî li hemû dinayê tên xwendin Jane Eyre û Girên Bi Gumînî jî bi navê mêran dane çapkirin. Mînak gelek in, pir dûr ji vê serdemê em lê mêze bikin; Nivîskara “Harry Poter” gelek ji me tenê navê wê “J.K.Rowlin” dizane. Ji ber weşangerê wê jê re dibêje; “Xortên ciwan, belkî nexwazin pirtûka nivîskarek jin bixwînin” jê dixwaze tenê tîpên pêşî yên navê xwe bikar bîne dike. Gelek mînakên bi vî rengî bi rehetî peyda dibin.
Yek ji sebeba vê a sereke jî rola jinê ku ji aliyê civaka mêrane ve hatibû diyarkirin. Jin encax di malê de, wekî jinekê bijî.
=KTML_Bold=NASNAMEYEKE SÎNORKIRÎ=KTML_End=
Civakê ji huner û edebiyatê wêdetir, di jiyana rojane de cih li jinê teng kiriye, tim dîwar lêkirine û sînor jê re daniye. Norm û qeîdeyên jiyana rojane ku mêran ji bo desthilatdariya wan li ser piyan bimîne danîne, rê tim li ber jinê girtiye. Encama wê jî di huner û hemû qadên jiyanê de nasnameyek sînorkirî û çewisandî derxistine pêş.
Jinbûn û mêrbûn, ne taybetiyek ji zayînê tê, nasnameyek ji hêla civakê ve hatiye afirandin e. Civaka ku bedenê wekî zayenda jin û mêr kod dike û diafirîne, bedenê beralî dike, kontrol dike û ji nû ve diafirîne (Bayhan, 2013, rp. 147-164). Îjar hewce ye em bifikirin, civakek wilo bike, ew ê bi çavên civakeke mêrane çi nekin êdî?
Em ji kîjan hêlê ve li jiyanê binêrin, desthilatdar tim “yên din” ji nedîtî ve tên, wan kêm dikin, rê li ber wan digrin, rêka wan dirêjtir dikin û nahêlin bi temamî derkevin derî normên civakê. Ji alîyê civakê ve ev yek normalîze bûye, loma jî bi dehan nivîskarên jin serî li heman rêbazên li banî min qal kiriye dane.
Em bixwazin an nexwazin ev yek wê wekî nîqaşeke sereke der dixe pêşiya me.
Bi saya vê nîqaşê, gelek meseleyên bi vî rengî yên di qada edebiyatê de û bi saya tevgerek xurt a jinan, a femînîst êdî hîç nebe di edebiyatê de ev problem kêmtir bûye. Di metnên nivîskaran de ku çi jin çi jî mêr, li dijî hemû qeîde û pêkutiyên hişk ên baviksalarî jî rewş ber bi wekhevî yan jî hinekî demokratîze bûye êdî.
=KTML_Bold=MÎNARA JINÊN YEWNANAN=KTML_End=
Dema em qala rola jinan an jî rewşa jinan a di edebiyatê de dikin, sedî sed ev seranserî cîhanê ye û hemû dişibin hev. Wekî mînak ku em yek bi yek li ciavaka grekiyan (yewnanan) binêrin, ku wekî civakeke pêşketî em zanin û di dîrokê de jî ev rastiyek e çi ji aliyê zanînê ve çi ji aliyê civakî ve; Lê em li destanek wan a gelekî navdar ku bi navê Odysseia de dibînin, di civakê de jin di gelek waran de wekî kesên li paş sînorekî çêkirî dijîn.
Bêguman jinên serdest li her civakê hene, di ya wan de jî. Lê ev yek rê li ber rewşa hemû jinan venake û wan dîsa li paş wan sînoran hepiskirî dihêle. Ev mînaka civaka grekiyan belkî ji bo hemû mînakeke baştir be ji bo têgihandinek dîrokî.
=KTML_Bold=DI DESTANA GILGAMÊŞÊ DE ROLA JINÊ=KTML_End=
Di ser van hemûyan re dema em bala xwe bidin serboriya jinê ya di edebiyatê de gelek çîrok û tecrubeyên bi êş dertên pêşîya me. Mînaka herî ronî destana Gilgamêş e: Di vê destanê de, her çiqas Înnana, Stêr/Star (Îştar) wekî xwedawendan bin jî, di vê destana dîrokî/mîtolojîk de, li paş perdeyê rola jinê wekî jirêderxistina mêr hatiye diyarkirin. Gilgamêş wiha dibêje; “Tolê sîng û berê xwe vekir ji bo zewqê bide wî, ji nefesgirtina wî nereviya, keçikê cilên xwe ji xwe şeqitand, wî jî xwe li ser keçikê dirêj kir, keçikê jinbûna xwe bi wî hovî da hîskirin, êrîşa wî ya bi şewhet keçik bi mêşinî rapêça.” Welhesil ji bilî vê destanê, di metnên destpêkê yên nivîskî de jî em ê lê rast werin ku jin çawa wekî objeyek, pêlîstokek cinsî û amûrek cinsî hatine bikaranîn. Gilgamêş tenê mînak e.
=KTML_Bold=TEVGERE CIDÎ YA JINÊ=KTML_End=
Di metnên îro de heger ev yek kêm bûbe, wekî li banî jî hatiye diyarkirin, bi saya tevgereke cidî ya jinan e. Ev meseleya ku hemû civakê esîr dike tim kiriye nîqaşek sereke.
Di vê atmosfera ku JIN JIYAN AZADÎ wekî mottoyeke kurdistanî li hemû dinyayê belav bûye de, belkî jî rê li ber gelek tiştên ne li rê were girtin û rêka azadiya huner û edebiyatê jî sekantir bibe.
Ji bilî van agahiyên ku li banî hatine nivîsandin, di metneke edebî de her çi qas nirxandin û rexneyên derbarê nasnameyên zayendî de bi awayekî objektîf were nivîsandin û mafê zayenda mêr û jin bi awayê xwezayî were dayîn, ew yek wê rê li ber azadiyê veke: Azadiya edebiyatê, azadiya civakê û azadîya jinê. Ev rêbaz rêbaza herî rasyonel a civakî ye di eynî demê de.[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは1,211表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://diyarname.com/ - 01-08-2023
リンクされたアイテム: 60
イメージと説明
クルド文書
引用&フレーズ
日程&イベント
記事
グループ: 記事
Publication date: 03-06-2023 (1 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 文学
ブック: 女性
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 01-08-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 03-08-2023
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 01-08-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは1,211表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 517,641
画像 106,194
書籍 19,172
関連ファイル 96,649
Video 1,330
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.891 秒(秒) !