图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,311
图片 106,240
书籍 19,186
相关文件 96,733
Video 1,348
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Kurdistan’ê rêûresmek ava kir
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

‘Kurdistan’ê rêûresmek ava kir

‘Kurdistan’ê rêûresmek ava kir
$Kurdistan’ê rêûresmek ava kir$
ARDÎN DÎREN
Diyar e, nihêrînên Hacî Qadirê Koyî bandor li Mîqdad Mîdhet Bedirxan jî kiriye û vê bandorê ew ber bi çapkirina rojnameya Kurdistanê ve biriye.
Hejmara yekê ya Rojnameya Kurdistanê, di 22’ê Nîsana 1898’an de, li peytexta Misrê Qahîreyê derçû. Mîqdad Mîdhet Bedirxan ew hejmar û 4 hejmarên din amade kirin û weşandin. Rojnameya Kurdistanê beriya bi 123 salan, li sirgûniyê armanca xwe wiha diyarkiribû, “Rojnameyek Kurdî ye ku niha ji panzdeh rojan carekî tête weşandin bo Kurdan hişyar bike û wan teşwîqê hînkirina pîşeyan bike.”
Destpêka rojnameya Kurdistanê di heman demê de wek xebateke rewşenbîrî tê nirxandin û ev destpêka rojnamevanî û çapemeniya Kurdî jî tê qebûl kirin. Ev rojname yekemîn rojnameya bi zimanê Kurdî ye; xwedî û weşangerê wê jî yekem rojnamevanê Kurdî ye. Ji ber vê taybetmendiya rojnameyê, hêj di wê demê de him bala rayedarên Osmanî, him jî bala xwendevanên Kurdî kişandiye ser xwe.
=KTML_Bold=Kurdistan li sirgûniyê çap dibe=KTML_End=
Di dema ku Rojnameya Kurdistanê der ketî de, hemû cihan di bin bandora ramanên nû de ye. Li welatên wek Kurdistanê ku bi pirranî di bin desthilatdarîya Dewleta Osmanî de bûn, hêdî hêdî hestên neteweperwer û welatperwerîyê bi pêş dikevin. Berî ku rojnameya Kurdistanê derkeve, di sedsala 19’an de, Împaratoriya Osmanî bi çend awayan dixwest ku pêşiya neteweyên doza mafê neteweyî dikirin, bigire. Piştî şikandina Bedirxaniyan a sala 1847’an, Dewleta Osmanî malbata Bedirxaniyan sirgûn dike, û ev serpêhatiya sirgûnê jî li Stenbol, Girît, Şam û Qahîrê xwedî çend qonax bû.
Mîqdad Mîdhet Bedirxan, sala 1858’an, li girava Girîtê ji dayik bûye. Salên destpêka zaroktiya xwe li vê giravê dimîne. Dema malbata wî bi efûya Siltan Evdilhemîdê Duyem li Stenbolê bi cih dibe, di Mekteb-î Riştiye-î Eskeriye û Mekteb-î Siltaniye de dixwîne.
=KTML_Bold=Bandora H. Qadirê Koyî=KTML_End=
Tê zanîn ku rola mamoste û zanyarê kurd Hacî Qadirê Koyî di derxistina rojnameya Kurdistanê de heye. Hacî Qadirê Koyî yê di gelek çavkanîyan de wek mamosteyê zarokên malbata Bedirxaniyan yên wek Mîqdad Mîdhet Bedirxan û Evdirehman Bedirxan û yên din tê nîşandan. Koyî hingê li ser girîngiya rojnameyan rawestiyaye. Wî her tim pesnê zanîn û xwendinê daye û berê wan daye xwendinê. Diyar e, nihêrînên Koyî bandor li Mîdhet Bedirxan jî kiriye û vê bandorê ew ber bi çapkirina rojnameya Kurdistanê ve biriye. Mixabin Koyî beriya rojname derkeve bi salekê wefat dike û ew rojnameyê nabîne.
Di hejmara sêyem a Kurdistanê de, gelek pesnê Koyî tê dayîn. Helbesta Koyî ya ku pesnê rojnameyan û romanê dide tê weşandin. Wiha dibêje Koyî;
Le dewrî ême roman û cerîde
Eger çi meqsed e zanînî baw e
Ez ê qala qenciya zanyariyê bikim
Di hejmara yekem de, Mîdhet Bedirxan berî ku bi kurtî armanca rojnameyê binivîse, dibêje, li dinyayê çiqas Misilman hene di hemû gund û bajarên wan de, dibistan û rojname hene ku li dinyayê çi bibe di rojnameyên wan de tê nivîsîn. Piştî vê hinek pesnê Kurdan dide û dibêje, mixabin heta niha ti rojnameyeke Kurdan tine ye, ji ber vê, “ez ê rojnameyekê bi navê Kurdistanê biweşînim”. Mîdhet Bedirxan sedema weşandina rojnameyê wiha tîne ziman; “Mixabin Kurd ji rojnameyekê bê par in û nizanin di dinyayê de çi diqewime, cîranê wan Mosqof çawa ye dê çi bike. Loma di riya Xwedê de min ev rojnama ha nivîsî. Bi îzna Xwedê Teala ji niha pê ve di her panzdeh rojan de ezê rojnameyekê binivîsim. Min navê wê kiriye Kurdistan. Di vê rojnameyê de ezê qala qenciya zanyariyê û têgihîştinê bikim; li ku derê mirov fêr dibe, li ku derê xwendingeh û dibistanên qenc hene, ezê nîşanî Kurdan bidim; li ku derê çi şer dibe, dewletên mezin çi dikin, çawa şer dikin, tîcaretê çawa dikin; ezê qala hemûyan bikim.”
Mem û Zîn û Şerefname têne weşandin
Heta vê serdemê hemû nivîsên Kurdî, çi helbest çi pexşan bi destxetan dihatin amadekirin. Wek mînak cara pêşîn beş bi beş Mem û Zîna Ehmedê Xanî û Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî têne weşandin. Bi rêya rojnameya Kurdistanê pexşanên çapkirî yên dîrok û edebiyata Kurdî digihîjin ber destê Kurdan.
Mîdhet Bedirxan di hejmara 4’an a Kurdistanê de wiha bang li gelê Kurd dike; “Gelî Mîr û Axano, Kurmancino! qenc bizanin, xwendin, ilm û marifet li dinya û axretê rûyê mirov sipî dike. Niho zaroyên xwe bielîmînin ilm û marîfeta. Hûn bi xulaqeta xwe şûcah û cesûr in. Hekê hûn bibin xweyî ilm, hûnê ji dinê hemiya xurttir, dewlimendtir bin.”
=KTML_Bold=Kurdistan ji aliyê Osmaniyan ve tê girtin=KTML_End=
Piştî zexta Osmaniyan li ser Misrê, rojnameya Kurdistanê ji neçarî gelek cih guherandin. Bedirxaniyan weşandina rojnameya Kurdistanê li hin welat û deverên Ewrûpayê, mîna Cenewre, London û Folkstonê domand. Hejmarên 1’ê ta 5’an li Qahîreyê, ji ya 6’an ta 9’an li bajarê Cenewre yê Swîsreyê, ji ya 20’an ta 23’yan dîsa li Qahîreyê, hejmara 24’an li Londonê, ji 25’an ta 29’an li Folkistona Başûrê Ingilîstanê û ji hejmarên 30 û 31’ê jî dîsa li Cenewreyê hatine weşandin.
Piştî Mîdhed Bedirxan, Evdirehman Bedirxan xwe da ber barê derxistina rojnameyê, di 47 meh û 22 rojan de, li sirgûnê di rewşeke dijwar de 31 hejmar hatine weşandin. Pênc hejmarên ku Mîdhet Bedirxan diweşîne, ji bilî du daxwaznameyên ku di hejmarên 4 û 5’an de ne, hemû bi zimanê Kurdî ne. Ji hejmara 6’an heta 31’an, 26 hejmar ji aliyê Evdirehman Bedirxan ve hatine amadekirin û weşandin. Ev hejmarên ku Evdirehman Bedirxan weşandîne, bêhtir bi mijarên sîyasî yên serdemê re elaqedar in. Di 13-04-1909‘an rojnameya “Kurdistan” ji aliyê Osmaniyan ve hate girtin.
=KTML_Bold=Kurdistan bû nimûneyeke baş=KTML_End=
Rojnameya Kurdistanê destpêkeke girîng û bi wate bû ji bo rojnamevaniya Kurd. Rojnameya Kurdistanê rê li ber çapemenî û kovargeriya Kurd vekir û ji nifşên nû re bû nimûneyeke baş. Piştî rojnameya Kurdistanê li Stenbolê kovarên bi navê Hetawî Kurd û Rojî Kurd çap bûn. Di sala 1932’an de ji hêla Celadet Elî Bedirxan ve kovara Hewarê hat çapkirin. Di sala 1942’an de kovara Ronahiyê li Şamê derket. Di salên 1943’an de li Beyrûdê Roja Nû hat çapkirin û vê rêûresmê dewam kir. Her wiha li Silêmaniyê rojnameya Jiyan, li Bexdayê kovara Gelawêj, li Êrîvanê jî Rya Teze derket û roj bi roj çapemeniye Kurd xwe bi pêş xist û geştir bû.
=KTML_Bold=Çavkanî=KTML_End=
Analîza Naveroka Rojnameya Kurdistanê-Teza Ahmet Kan
Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya Kurdistan-Gotar-Konê Reş
Rojnameya Kurdî ya Pêşîn Kurdistan-Felat Dilgeş-Weşanên Nûbihar
Hejmarên Rojnameya Kurdistanê 1-2-3 [1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览571
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurmanci.ozgurpolitika.com/ - 20-07-2023
挂钩项目: 5
小组: 文章
Publication date: 22-04-2021 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
书: 媒体
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئەڤین تەیفوور 20-07-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on24-07-2023
此产品最近更新( سارا ک ):24-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览571
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,311
图片 106,240
书籍 19,186
相关文件 96,733
Video 1,348
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!