图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,392
图片 105,687
书籍 19,152
相关文件 96,425
Video 1,307
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Ji Moldovayê ber bi Rojava ve
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Êlêna Mihemed bi eslê xwe ji welatê Moldovayê

Êlêna Mihemed bi eslê xwe ji welatê Moldovayê
Ji Moldovayê ber bi Rojava ve
SORGUL ŞÊXO / NÛJÎNHA / #QAMIŞLO#

Êlêna Mihemed a ku berîya 20 salan ji Moldovayê berê xwe daye Rojavayê Kurdistanê, bi dildarî û hezkirin fêrî zimanên din dibe. Li gel Ingilîzî û Fransî, wê niha di zimanê Kurdî de jî xwe bi pêş xistiye û dersa bîrkariyê dide şagirtên refên amadeyî.
Êlêna Mihemed bi eslê xwe ji welatê Moldovayê ye. Ew welatê ku di navbera Romanya û Ukranyayê de ye. Êlêna piştî ku beşa matematîkê (bîrkarî) di zanînegehê de li Moldovayê bi dawî dike, sala 2003’yan tê Rojavayê Kurdistanê. Êlêna Mihemed niha li bajarê Qamişloyê dimêne û her wiha li Dibistana Keramê ya ser bi çar kolanan dikeve, mamostetiyê dike. Êlêna ji sala 2014’an ve mamostetiya bîrkariyê dike û dersê dide şagirtan. Mirov dikare bibêje, ew yek ji wan karên herî zehmet dike, ji ber ku di warê bîrkariya bi Kurdî de kêm kes hene ku vî karî bikin.
Êlêna Mihemed got, dema mirov ji cîhanekê derbasî cîhaneke din bibe, ne tiştekî hêsan e: “Bêguman tu di civakekê de ye, tu hinî teqalîd û zimanê wê dibî. Tu dielimî çand, bawerî û têkiliyên wê jî. Lê hatina welatekî cihê cîhaneke nû ber min xist. Mecbûr bûm ji nû ve bielimim zimanekî din û her wiha li çand û teqalîdên wî welatî bikolim. Ji bo vê jî pêdiviya min bi wext hebû da ku baştir vî welatî nas bikim û karibim lê bimînim.”
=KTML_Bold=Ewilî tengav dibe=KTML_End=
Êlêna Mihemed dide zanîn ku ew bi yekî Kurd re dizewice û bi vî awayî ew berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê. Dema li Rojava bi cih dibe, ewilî dixwaze fêrî zimanê Kurdî bibe. Wê da zanîn ku destpêkê zehmetî dîtiye lê bi wextê re pirsgirêk çareser kiriye; “Serê pêşî di warê nivîsandin û devokê de ez tengav dibûm. Lê ast bi ast ez bi pêş ketim, gava ku min sê astên zimanê Kurdî bi dawî kirin, ez hîna nû fêrî ziman bûm. Nexasim jî di warê rêziman de ez hinekî din bi pêş ketim û min mesele ji hev derxist. Min digot qey tîpên li vir tên bikaranîn jî eynî weke yên zimanê min ê Moldovyayî bûn, lê ne wisa bû. Di nivîsandin û axavtinê de ferq hebûn. Erê alfabeya Latînî bû, lê di warê rêzimanî de cudahî hebû. Niha jî ez nabêjim, ez gihîştime asteke pirr baş, lewma hê jî fêr dibim û lazim e hinekî din xwe bi pêş bixim.”
Têkiliyên civakî û cîrantî li pêş e
Êlêna Mihemed da zanîn ku ya civaka Moldovayê ji civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cuda dike, mêvanperwerî ye: Têkiliyên li vir ji yên li welatê me gelekî baştir in, dilê civaka vir li ser hev e û fikirandinên wan jî wiha ne. Têkiliyên civakî yên vir, hiştin ku ez zû fêrî ziman bibim. Lê li welatê me her kes bi xwe re mijûl dibe û tenê di sînorên çar dîwarên mala xwe de dimînin. Têkiliyên civakî û cîrantiyê pirr li pêş in li vir. Ya din jî paqijiya jîngehê, li vir ne wekî li Moldovayê ye, li vir di vê demê de çanda paqijî û xwedîderketina li jîngehê pêşketî ye. Divê em guh bidin xwezayê û xwedî lê derkevin.
=KTML_Bold=Kurdî fêr bibin û xwedî li koka xwe derkevin=KTML_End=
Êlêna Mihemed girîngiya fêrbûna zimanê dayikê anî ziman û got, Kurdî jî wekî zimanê Erebî girîng e; Girîng e her netewe zimanê xwe yê dayikê bizanibe, Kurdî jî wekî Erebî girîng e. Li vê herêmê her du ziman jî girîng in ku her kes bizanibe lê dema ku tu Kurd bî, tu neçarî fêrî Kurdî bibî û xwedî li koka xwe derkevî. Bi vê gavê re hem zanist bi pêş dikeve hem jî bîra civakê ya ku ber bi jibîrkirinê ve diçû, zindî dibe û ew bîr dewlemendtir dibe. Bipêşketina civakê bi bipêşketina zanist û ziman ve girêdayî ye. Di pirtûkxaneyan de bi hezaran pirtûk hene ku mirov jê sûdê bigire, bêhtir xwe û çanda civaka xwe nas bike.
=KTML_Bold=Gihiştina di bîrkariyê girîng e=KTML_End=
Êlêna Mihemed di warê dersdayîna matematîkê de perwerdekar e. Ew wiha behsa dersa xwe dike; Pirrbûna zimanan û fêrbûna wan bi qasî xweşiya wê, zoriyên wê jî hene. Zimanê min ê dayikê Romanyayî û Rûsî ne. Li dibistanên Moldovayê fêrî van zimanan bûm. Her wiha ez li vir jî fêrî zimanê Kurdî bûm. Wekî din ez bi Ingilîzî û Fransî jî dizanim, lê ewqasî ne şareza me di van zimanan de. Niha ez dersa matamatîkê li dibistanan didim şagirtan, lê belê divê ku ez di warê bîrkariyê de fikrên baş bigihîjînim şagirtan da ku ew di bîrkariyê bigihîjin. Ji ber ku matematîk ne tenê qanûn û hesab in, divê ku tu jê fêm bikî û bidî fêmkirin jî. Yanî gihîştina di bîrkariyê jî girîng e.
=KTML_Bold=Ji xeyalan re wext û derfet divê=KTML_End=
Êlêna Mihemed di dawiyê de wiha behsa xeyalên xwe dike: Her mirovek xwedî xeyalek e. Xeyalên hin kesan zêdetir in. Ew jî hem wext û hem jî derfet jê re lazim e ku wan xeyalan veguherîne rastiyê. Min dixwest gelekî bigerim, welatan, netewe û rêûresmên wan nas bikim. Heke derfet çêbin ez ê dest bi pêkanîna xeyalên xwe bikim.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,053
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurmanci.ozgurpolitika.com/ - 20-07-2023
挂钩项目: 51
图像和说明
库尔德文件
报价及短语
文章
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 16-05-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 报告
文件类型: 原文
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئەڤین تەیفوور 20-07-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on24-07-2023
此产品最近更新( سارا ک ):24-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,053
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.1131 KB 20-07-2023 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,392
图片 105,687
书籍 19,152
相关文件 96,425
Video 1,307
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!