图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,407
图片 105,691
书籍 19,153
相关文件 96,393
Video 1,307
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Desthilat êrişî jinan dike
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Desthilat êrişî jinan dike

Desthilat êrişî jinan dike
=KTML_Bold=Desthilat êrişî jinan dike=KTML_End=
OZNUR DEGER

Hevseroka rêxistina #HDP# 'ê ya Navçeya Nisêbînê, Şîndar Akinci polîtîkayên dijminantiya li hemberî jinên Nisêbînê nirxand û got, Li dijî zêhniyeta ku hewl dide bajarê jinê bike bajarê mêran, divê em bajarê jinan biparêzin.
Nisêbîn weke navçeyeke girîng a Mêrdînê, weke bajarê jinan jî tê naskirin. Di hilbijartinên herêmî yên 29'ê Adara 2009'an de Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan a niha di Hepsa Jinan a Sîncanê de girtî ye, bû şaredara navçeyê û xebatên girîng ji bo jinan kirin.
Nisêbînê sala 2015’an ji Çalakiya Navneteweyî ya tevna çalakiya femînîst a cîhanî yanî ji Meşa Jinan a Cîhanê ya çarem re mêvandarî jî kir. Meşê 6’ê Adara 2015’an li Nisêbînê bi panelan dest pê kiribû.
Beriya projeyeke muhim qeyûm dagir kir
Yek ji projeyên girîng ên Şaredariya Nisêbînê ên sala 2015'an ji bo îstîxdama jinan bû û di dawiya salê de ji ber dagirkeriya qeyûm pêk nehat. Ew jî Bazara Keda Jinan bû.
Di heft salan de 4 qeyûmên dewleta Tirk gelek proje tine kirin: Bîrdariya Newrozê hat hilweşandin û li şûna wê birca saetê hat lêkirin. Navenda Çandê ya Mîtannî ku cihê herî girîng ê xebatên çandî yên bajêr bû, hate xerakirin, hunermend û xebatkarên wê hatin girtin. Xebatên Mala Jinê ya Gulşîlavê pêşî hatin astengkirin û piştre navend hat girtin.
Hewl dan Nisêbînê di nava 7 salan de bi rêya kirinên qeyûman bikin bajarê mêran.
Naxwazin jin jinan bi bîr bînin
Hevseroka rêxistina HDP'ê ya Nisêbînê, Şîndar Akincî, rûxandina bi destê qeyûm a 7 salan û êrişên li dijî destketiyên jinan wiha nirxandin: Di wê dema bajarê jinan de tundî û qetlîam li dijî jinan zêde nahatin kirin. Li Nisêbînê jî weke îro li gelek bajarên Kurdistanê fuhûş û tiryak wê demê tinebû. Ayşe Gokkan jî ji bo ku ev kirêtî bi pêş nekevin, têkoşiya. Piştre bi tayînkirina qeyûman re me zêhniyeta mêr-dewletê dît. Mînak me dît ku piştî qeyûm tayînkirin kooperatîfa jinan di şevekê de hat şewitandin. Mala Jinan a Gulşîlavê ji aliyê qeyûm ve hat girtin, şevekê ji nişka ve hat hilweşandin. Bazara jinan wê bihata avakirin, lê piştî ku qeyûm hat ew bazar da mêran û ew jî weke ku dixwazin wê bi rê ve dibin. Dîsa di dema Hevşaredartiya Sara de parka bi navê Kader Ortakaya hate çêkirin. Lê belê qeyûm navê Kader Ortakaya ji parkê rakir. Zêhniyeta mêr naxwaze jin bên bibîranîn, hevdû bi bîr bînin. Ditirse ku jin bandorê li jinên din bikin û hewl dide pêşî li vê bigire. Naxwazin berxwedana wan bibe mînak.
Xwezaya navçeyê xira kirin
Şîndar Akinciyê anî ziman ku armanca wan ew e ku li şûna avahiyên ku piştî hilweşandina Nisêbînê, bi çêkirina TOKÎ'yan civakê parçe bikin: “Heta niha haya ti kesî ji rewşên wekî şideta li TOKÎ’yan nîne. Dîsa di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet de bikaranîna tiryakê gihiştiye asta herî jor, bi darê zorê fuhûş li ser jinên ciwan tê ferzkirin. Nisêbîn ne bajarekî wisa bû. Xwezaya wê xira kirin.”[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,150
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurmanci.ozgurpolitika.com/- 20-07-2023
挂钩项目: 57
图像和说明
库尔德文件
报价及短语
文章
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 04-07-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 96%
96%
添加( ئەڤین تەیفوور 20-07-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on24-07-2023
此产品最近更新( سارا ک ):24-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,150
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.148 KB 20-07-2023 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,407
图片 105,691
书籍 19,153
相关文件 96,393
Video 1,307
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!