图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,441
图片 106,013
书籍 19,160
相关文件 96,492
Video 1,307
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Hostayê xebera bedewtiyê Fêrîkê Ûsiv
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Fêrîkê Ûsiv

Fêrîkê Ûsiv
=KTML_Bold=Hostayê xebera bedewtiyê #Fêrîkê Ûsiv# =KTML_End=
Rêdûr DÎJLE

6’ê Gulanê, 1997. Li goristana gundê Pampê. Pampa, li himberî Elegezê li nav belekiya berfê kon vedayî. Pampa ku gûzika lîrîzma helbestvan lê vebûye û wê bi ristên “Pampa min a sar-gulîstan şîraz / Min jê baq kirin gulêd xweyê xas” hildibestîne. Ji heft saliyan heta heftê saliyan, xemek e xwe li rûçikê wan û orta dilê wan girtiye. Wekî ku nû helbestvanê xweyî temiya “Lawo, kerba binê lingê te radimûsim… / Divê rokê Kurdistana mezin vebe / Bavkê teyî hisret dilda tune be / Bira hingê lingê te bi hisreta min / Bigere nava ax-torpraxa cimeta min” li bîra wan hatibe kifşê, guh didêrin. Didêrin, guh pel dibin. Di dest Keremê Seyad de, amûrên tomarkirina dengî, li ber devê hevalê qelemê û zarotiyê yê helbestvan Emerîkê Serdar. Hevalê qelemê wekî soz dabe, dê xwe ragire û negirî. Tîk sekiniye. Di dest de tizbî û gilî dike derheqê Fêrîk de:
“Fêrîkê Ûsiv, dewraneke teze nava lîteratora me da vekir. Dewrana lîteratora rast, dewrana lîteratora miletiyê. Û her binelîkî Pampê, gereke xwe kubar hesab ke, wekî gundiyê Fêrîk bûye, wekî Fêrîk dîtiye, Fêrîk ra xeber daye…
Ez nizanim, miletê me wê pêncî salê din şûn da, sed salê din şûn da, an pêncsed salê din şûn da yekî mînamî Fêrîk bide yanê nede? Fêrîk mezinekî usan e, wekî me ra kubarî ye. Bi serê Fêrîk, lîteratora me gihîşte derecake usa, wekî cimaetê mayîn lîteratora me nas kirin. Lê bext ra, Fêrîk saxiya xwe da qîmetkirina mezinayiya xwe nedît. Geleka, ez îro bi dilê keder dibêjim, geleka dilê Fêrîk êşandin. Fêrîk gelekî çerçirî. Lê ema mezinaya Fêrîk nava wê çerçirandinaya wî da bû. Mezinaya Fêrîk, nava wê durr û cewarên wî da bûn, wekî wê bi qurn û dewrana bên gilîkirinê. Wekî ew bûne xemla lîteratora me. Wekî em bi wê yekê mînanî mêtrîka miletiyê destê me da, em karin rûkê rûspîtiyê derên erefê orta miletiyê. Fêrîk durr û cewarên usa pey xwe hiştine, wekî wê her silsiletekê ra xeber din û her silsiletekê bi şêkirdarî navê Fêrîk bîr bîne. Navê Fêrîk wê her silsiletekê ra, çawa cuhal bê gotinê. Çimkî efirandinê wî nemirî ne.
Tu tişt nenivîsiya Fêrîk, tenê “Ûsivê Neviya” bes bû, wekî ew bimana nemirî. Ez derheqa “Xewna Mîrmih” da nabêjim, ez derheqa “Hesret Defter” da nabêjim, ez derheqa poem û şiîrên wî yên mayîn da nabêjim, ez derheqa pîyesên wî da nabêjim, “Bêqelen”, ez derheqa “Dimdimê” da nabêjim… Wekî a qas we çêkiribû? Wekî ew kêmasiyê folklorê hebûn? Tu tiştekî nayê kifşê. Wekî eva ezmûneya xwe bigore. Tenê ji sifte heya kutasiyê… Kalê gundê me, pîrê gundê me, mezinê gundê me ev gotine. A meznaya Fêrîk vê yekê da bû. A kemala Fêrîk, talanta wî, merî kare bêje kancara wî vê yekê da bû…
Rind tê bîra min, xeberek wî, digo, ‘Hergê nivîsar talant e, neşirkirin gênya ye.’ Lê Fêrîk wan qewlê çetin da, nava gelek xêrnexwaza, bêketiya da dîsa karibû wekî çendik çend kitêba neşir ke…”
Lê hevalê qelemê û zarotiyê hew xwe digire, niqrisk xwe lê digirin:
“Ez kor bim bona te birê min. Bira hûne sax bin, bira-pizmam sax bin. Bira milet sax be. Wekî bi serê Fêrîk, ewledekî ha da, bi serê Fêrîk lîteratorek ha hate sazkirinê. Fêrîk hê ê bê qîmetkirinê. Bedbextiya me, dîsa dibêjim, wê yekê dane, wekî me saxtiyê da nikaribû. Çikû lazim e bihata qîmetkirinê. Giliyê qîmetkirinê her derheqa Fêrîk da bihata gotinê. Lê wehde ye, em giliyê xwe bêjin. Ez bawerim wekî ewê navê Fêrîk rex navê klasîkê me da bê danînê…”
Bineliyên Pampê eniya Fêrîk maçî dikin, darbesta wî sê caran bilind dikin…
Piştî van gotinan, heger bivê û meriv rabe Fêrîk yad bike, ez dibêm a baş helbest e. Lewma ji min jî çend riste ji bo giyanê Fêrîk û salvegera wî ya kirasguhertinê:
ji her werzê, kirasê her çaxê
li serê her kuçeyê, beza her qadê
li van soqaqan hermêşe Fêrîk, hermêşe
degmîş nake, bila bimbarek bin li wan
entîqxane û pirtûkxaneyên rûxandî, lew
redaksiya vê dinyalîkê ji nesrê dîrektorîya faşîzmê
bêyî tîpên futurîst, bihestin li şi’irê
bi barînên şilfîtazî, tenêtiyên muzmîn
bi beytên uryan em dibezin helbestê…
* Fêrîkê Ûsiv 3'yê Gulana 1997'an di 63 saliya xwe de li Yêrêwanê wefat kiribû.
Yenî Ozgur Polîtîka[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览280
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://diyarname.com/ - 20-07-2023
挂钩项目: 4
小组: 文章
Publication date: 11-05-2021 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 20-07-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on21-07-2023
此产品最近更新( سارا ک ):21-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览280
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,441
图片 106,013
书籍 19,160
相关文件 96,492
Video 1,307
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!