הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 517,424
תמונות 105,714
ספרים 19,160
קבצים הקשורים 96,493
Video 1,307
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
SOL
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

SOL

SOL
'#SOL# '
Rêdûr DÎJLE

Armanceke çîrokê jî ew e ku jiyan û heqîqetê bide ber lêpirsînê. Di vê lêpirsînê de bi bestika heqîqetê digire, bela xwe di tiştên têkildarî jiyanê dide, ji bo bibe sûretê sir û razên jiyana civakî. Bi vê têkilîpêanînê re jî dibe wesîqe û çirayeke zexm ji bo kêlî û heyamên girîft û derbxwarî. Û ew heqîqeta ji me we ye ne heqîqet e, ji nav lepên bûyer û qewamên şaş xelas dike, wê bi rih û can dike.
Çîroka “Sol” a nivîskar û têkoşerê dîlgirtî Menaf Osman ê ku tam nîvê temenê wî di girtîgehê de derbas bûye, îşaret bi vê hêla çîrokê dike. Osman, bi ‘Sol’a xwe jî hem bi hikmê pênûsa xwe şahidiyê li serdema xwe dike hem jî ji nava çar dîwarên ku hema bibêje gava mirov serê xwe di paceyên wan ên caxkirî re derdixe, ezman jî ji mirov nayê xuyakirin, ber bi derve ve berxwedanê li wêjeyê bar dike. Dide der ku li vê erdnîgariya ku hema bibêje bihostek jê jî nemaye ku bi ‘postalan’ nehatiye herimandin, ferek sol carinan dibe heqîqet. Carinan bi her awayî rûçikê rastiyê kifş dike, wê ji nav lepên bûyer û qewamên şaş xelas dike, dibe rênûma ji bo heqîqeta welatî, dibe hilgirê heqîqeteke rêwiya dahatûyê…
Li girtîgehê ku li gorî derve hemû rêgezên jiyanê bermeqlûb in, lehengê me ji betalî ji hal ketiye. Xwe li ser nivînê dirêj dike, guhoka radyoyê dixe guhê xwe. Derziya wê dibe ser SW’ê. Wê kêliyê ji bo wî kew li pelenderê dikevin, Feyrûzê distrê. Ev jê re dibe derman. Bi xwe ve tê. Li ser maseyê hejmara dawî ya kovara “National Geographic” bi ber çavên wî dikeve. Wêneyên di kovarê de wî cardin li wê xweza û wan çiyayên ji dest wî çûne, digerîne. Mijara vê hejmarê Dihê ye. Ji wêneyan yek jê pir bala wî dikişîne. Çawa çav pê dikeve kizîn ji dilê wî diçe.
Wêneyê fereke sola Mekap. Fereke goşeyên wê perpitî, li ber zinarekî çiyayê Dihê. Ev wêne zimanê wî yê dîtinê xurtir dike. Wê kêliyê wekî ne di zindanê de be, li wan çiya, dol, daristan, gir û newalên ku berê bihost bihost li wan geriyaye, digere.
Paniya fera sola Makap xwe spartiye kevirekî. Serê wê di erdê de ye. Rengê wê yê zerikî ji ber sal û zemanên tê re derbas bûne, zîviriye rengê qehweyî. Wer xuya ye ji ber baranê hîn biçûktir bûye. Qeytanên wê hê girêdayî ne, û wer xuya ye bêyî îradeya xwedî, ji lingan hatiye derxistin. Dikeve nav gelemşeya pirsan. “Ev fera Mekaba ew qasî biçûk a kê bû gelo? A Mizgînê bû gelo, an jî ya Şîlanê?” Kî çi zane belkî ya Agir bû an jî Portetîf Cûma. “Lewre lingên her duyan jî pir biçûk bûn.” Hebe tune be ev ya yekî/ê ji wan e. Lê ya kîjanî? A kê be jî, ferq tê de tune ye, axirê hemû hevalên wî bûn. Lê dîsa jî natebite, meraq dike. “Gelo ev destên gemarî yên kujer, ev sol ji lingê kîjanî ji wan derxistibûn? Ew qas berikên ji wan qovanên vala derketibûn ketibûn canê kîjanî ji wan? Xwîna kîjanî ji wan rijandibûn li ber wî zinarî?”
Berikên li derdora solê dihejmêre. Tam panzdeh heb! “Nexwe panzdeh gule berdabûn laşê Agir!”, “Dijminê me jî dev ji vê rêbazê bernade; gava yekî ji me dikuje, li gorî temenê me, serê salekê guleyekê bera laşê me dide.” Oxirê Qoserî tê ber çavên wî. “Pisporekî wan nivîsîbû, ‘bila dia bikin, ev jî ji bo wan destkeftinek e. Berê serê zilamekî berikek bû…”
Lê dike nake awirên wî ji wêne qut nabin. Kî çi zane belkî hinek berikên din jî li rex çarçoveya wêne hebin! “Min berçavka xwe da ber çavên xwe…” Di nav giha de çav bi qûnka berikek din dikeve. Tenê guroverka paşiya wê xuya dike. “Baxirê wê zeng girtibû, reş bûbû lê dîsa jî mora ‘MKE’ baş xuya dikir li ser.” Difikire, ger şanzdeh gule bin? Himmm. “Wê çaxê ew bedena ku li wir ax ramûsaye, Şîlan e… Ew kulîlk û gihayê ku di wêne de xuya dikirin jî li ser xwîna wê şîn hatine. Serbilindiya wê kulîlkê jî ev texmîna min piştrast dikir. Te digo qey hîna jî ji xwediyê wan malberikan re meydan dixwend!”
* Sol / Menaf Osman / Weşanxanên Aryen / 2021
Yenî Ozgur Polîtîka[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 220
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://diyarname.com/ - 20-07-2023
פריטים המקושרים: 2
הספרייה
1. SOL
תאריכים ואירועים
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 24-11-2021 (3 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
ספר: ספרותי
ספר: כתבה
פרובנס: Kurdistan
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 20-07-2023
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 23-07-2023
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا ک ) על: 23-07-2023
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 220
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 517,424
תמונות 105,714
ספרים 19,160
קבצים הקשורים 96,493
Video 1,307
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.266 2!