图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,421
图片 105,714
书籍 19,160
相关文件 96,493
Video 1,307
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Xewna perwerdehiya bi kurdî
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Xewna perwerdehiya bi kurdî

Xewna perwerdehiya bi kurdî
=KTML_Bold=Xewna perwerdehiya bi kurdî=KTML_End=
Luqman Guldivê

Ji wan kolanên berê, di navbera çend xaniyan de li cihê ku du kolan li hev disekinin, çardaxeke mezin hatiye danîn.
Ez nizanim çima, lê cih Cizîr e. Li ser kursiyan, li ser piyan zarok û mezin di bin çardaxê de ne. Kêfeke ecêb e û bi wê kêfa xelkê kela canê min rabûye. Hîna jî nizanim mesele çi ye. Bi carekê zarokên dibistana kurdî tên pîrozkirin. Ew jî dest bi gotina stranekê dikin û tevî ku ez li berê kêfa xwe tînim jî ji hev dernaxim çi stran e.
Xweziya ji xew şiyar nabûma û ew zarok jî, ew dibistana nava kolanê jî, ew merasîm û ew stran jî rastî bûna. Vê xewnê tevahiya rojê doh kêfa min anî. Esas, xewn hîç nayên bîra min, çendeke tên bîra min jî ne xewn in lê xewnereşk in. Xewn û xewnereşkên tên bîra min jî hemû li mekanekî tenê bûn: Nisêbîn.
Vêca ev ecêba Cizîra min wekî adetê nedîtiye jî çima derkete pêşberî min, nizanim. Ya rastî, kurdî û disbistanên kurdî ji mitaleyên min ên hizrî yên sereke ne. Helbet ne Dibistana Ferzad Kemanger a li Sûra Amedê, ne Dibistana Dayê Uveyş a li Gevera Colemêrgê, ne jî Dibistana Bêrîvan a li Cizîra Şirnexê ji bîra min neçûne.
Belgefilmê Ardîn Dîren ê bi navê “Her malek dibistanek” ku piştî qedexekirina van disbistanan nîşan dide çawa malbat hewl didin zarokên xwe bi kurdî perwerde bikin jî li bîra min e.
Xwedê dizane pêdiviya min bi tiştekî wiha hebû ku ez qet nebe di xewnê de pê şa bim. Lê ma gelo lazim e, ev xewn be? Gelo em nikarin ji zarokên xwe re li taxên xwe dibistanên ne fermî yên bi kurdî ava bikin? Hem zarokên xwe bi kurdî alfabetîze bikin û hem jî wan bi kurdî hînî tiştan bikin?
Şikandina sînorên dewletê û li derveyî dewletê avakirina mekanên azadiyê ji bo vê heyatî ye. Tişta ku mirovî esas di tevahiya jiyana wî de şa dike ev mekanên azadiyê ne. Ew mekan dikarin di nava hepsan bi xwe de jî bên avakirin. Ji bo avakirina mekanên azadiyê, îrade û biryara bi wê îradeyê mimkûn, lazim in.
Dê û bav, mamosteyên dibistana Ferzad kemanger a li Amedê piştî qedexekirina dibistanê li şûna dev ji têkoşîna xwe berdin, wan mekanên azadiyê ji xwe re li derveyê erd û eqarên dewletê ava kirin. Zarokên xwe li malan, li derveyî dibistanên fermî bi kurdî perwerde kirin. Wan bi vê yekê karî li derveyî desthilata dewletê çerxên perwerdeyê bigerînin. Ev şiyana hanê, şiyaneke afirîner e û pê re jî şa dike: Zarokan şa dike, dêûbavan şa dike û mamosteyan şa dike.
Lê ji şakirinê û wêde ew ava dike: xwebûnê ava dike!
Wê çaxê bi vê nevê ji xwe dipirsim, mesela tenê di nava Platforma Zimanê Kurdî de çend sazî, rêxistin û partî hene?
Gelo ew nikarin vahiyên xwe, malbatên endamên xwe ji bo avakirina van mekanên azadiyê yên li derveyî desthilata dewletê seferber bikin? Ji bo vê biryareke besît divê. Dewleta em behsa wê dikin, li Kurdistanê ne tenê rûyê desthilatê ye, ew rûyê dagirkerî û mêhtigeriyê ye jî. Wî çaxî biryara besît, wê derketina derveyî sînorên desthilata vê dewletê be. Di perwerdeyê de jî di pêvajoyeke aştiyê de di pêvajoyeke lihevkirinê de meseleya fermîkirina statuya kurdî heyatî jî be, îro roj, ji nava sînorên desthilata dewletê derxistina perwerdeya zarokên kurdî heyatîtir e û bi lez û bez divê bê kirin.
Ji ber ku ev hizr sereqet mitaleyan bi min re çêdikin, diyar e min ew xewn dîtiye. Xewna ku gava tê bîra min ha vê kêliyê jî min şa dike û kela canê min radike.
28-08-2022, Yenî Ozgur Polîtîka
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览865
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://diyarname.com/- 19-07-2023
挂钩项目: 51
图书馆
文章
词和词组
小组: 文章
Publication date: 28-08-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 语言
书: 教育
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 19-07-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on20-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览865
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,421
图片 105,714
书籍 19,160
相关文件 96,493
Video 1,307
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!