ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 519,095
画像 106,601
書籍 19,279
関連ファイル 97,185
Video 1,392
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
KORERÊYA VEBÊJ
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

KORERÊYA VEBÊJ

KORERÊYA VEBÊJ
#KORERÊ# YA VEBÊJ.
Nivîsandina ji aliyê: #Çorê ARDA#, 23-12-2022
Nivîskar Brahîm Ronîzer di berhema xwe ya bi navê Korerê” de piranî li ser atmosfera têkiliyên dîtiran, têkiliyên desthilatdaran û bindestan sekiniye. Her wiha çîroknûs atmosfera heyateke reş û spî a ku bêwatebûnê diresimîne ji me xwendevanan re eşkere kiriye. Bi giştî çîrokên nivîskar li ser dîwarê hebûnê hatine avakirin. Bo vebêj hebûn di çîrokan de rizgarkirina rihê bindestî û azadiya takesî ye. “Hebûn li gor Freûdî derhişî ye, derhişî jî ontolojîk e. Lê Lacan dibêje, hebûn û nebûn ne meseleya derhişiyê ye, derhişî asas nepêkhatin e.” A ku di mirov de ava nebûye ne hebûn e, nepêkhatinbûn e. Heke pêkhatin pêk were dê hebûn jî pêk were, bi awayekî psîkoanalîst û felsefîk de, pirsgirêka bindestan ne hebûn e an jî nebûn e, pirsgirêka wan nepêkhatinên wan in, dema wan nepêkhatinên wan pêk were dê hebûna xwe jî ava bikin. Lê pêkhatinên mirov ji derhişî tên, hatina hin tiştên derhişî xetere ne, ji ber ku rastiyê di xwe de dihebîne talûke ne, jixwe rastî her daîm talûke ye. Çimkî derhişî bi xwe bingeha wê rastî ye, heman demê hebûn rasteqîniyê diteyisîne. Loma nivîskar di çîrokê xwe de têkiliya rastiyê, hebûnê û nepêkhatinên bindestan giş bi saya karakterên xwe yên zarokan ji me re vebêjiya ye... Welhasil çîrokên me di bin konê du serenavan hatine komkirin û vehûnandin. Serenavê ewil yê çîrokan “Korerê ye, serenavê duyem jî “Wêneçîrok e. Yanê hemû çîrok di bin konê van serenavan de hatine tevnesazkirin. Çîrokên me piranî kurteçîrok in, kurteçîrokên vebêjiya kesên sêyem, monologan û hin karakteran e. Lê bêtir vebêj û monologan serdestî li metnê kiriye. Helbet em nikarin yeko yeko çîrokên xwe rexne bikin, lê em dikarin gelemperiya çîrokan di aşê dil û hişên xwe de biborîne. Di çîrokan de monolog, bêwateyîna heyatê, felsefe û vebêjiya nivîskar serdestî li çîrokan kiriye. Her wiha di mijarên çîrokan de bindestî û nijadperestî jî serdest in. Mînak ji çîroka me ya ewil a bi navê “Rêka Dibistanê ye.
Em kurtasî behsa vê çîroka xwe ji we re bikin, karekterê vê çîrokê Elîko û Sînemê ye. Mijara van karekteran bindestî û nijadperestî û ziman e. Nivîskar desthilatdariya dewletê bi rêya otorîteya mamostê dewletê aniye ziman, di çîrokê de dewlet mamoste ye, nijadperestê dewletê jî mamoste ye. Ango sembol û nîşana dewletê bixwe ye. Dewlet bi rêya dewleta xwe ya biçûk (mamoste) zarokan, çand û zimanê wan dejenere dikin. Hebûna xwe li ser nepêkhatinên bindestan ferz dikin. Asas di vir de otorîte nexweş e, hebûna otorîtê bi awayekî paradoksal nexweş e, ger ne nexweş bûya hebûna xwe li ser hebûneke din ava nedikir. Desthilatdar (mamoste) di vir de nexweş e. Hebûneke nexweş e. Ev şêwazeke hişmendî ye, ne ku hema çawalêhato ye, bi pergal, rê û rêbazîn e. Rêbaza mejîşûştinê ye. Mînak ji çîrokê û nijadperestiya mamoste ya li ser zarokan:
“Mamosta du sê caran navê gund pê da dubarekirin, paşê navê gund ê tirkî pirsî. Elîko heta bersivek dida, pir difikirî, li rûyê mamosta nedinêrî. Bi vê pirsa dawî bêdeng ma, di bin çavên xwe re li zarokên ku li cihên xwe rûniştî ne û bi meraq li wan û mamosta temaşe dikir, nêrî. Wekî ku alîkariyê hêvî bike. Bi dubarekirina pirsê re Elîko got ku ew tenê vî navî dizane. Mamosta jê xwest ku navê gund ê tirkî hîn bibe û careke din ku navê gundê wan pirsî welê bibersivîne. Li gor mamosta ew der Tirkiye bû û her kesî divê navê gundê xwe bi tirkî bizanîbûya.(Rp-11)” Dema em li çîroka xwe dinêrin, em têdigihîjin nivîskar xwestiye bi saya karakterên xwe yên zarok bindestiyê û desthilatdariyê nîşanî civakê û me bide, rê û rêbaziya asîmîlasyonê bi destê mamoste bi plansaziyekî hişmendî têyî meşandin. Bi kurtasî li welatê me dejenerebûna ku li dibistana têyîkirin li tu ciyê din nayên kirin. Hemû dibistan asas hefsa bindestan e. Hefsa hebûna bindestan e. Rihê wan, zimanên wan, çanda wan têyî hefskirin û jêbirin. Dibistan mejîşûştin û rihşûştina çand û ziman e. Mejîşûştina hiş û aqil e. Nivîskar mejîşûştina çand û zimên destnîşankiriye. Dibistan zindana rih e, zindana her tiştî ye. Nivîskar ev zindana wekî tabloyekê bi dîwêr ve darvekiriye da ku em bindest li rewşa hebûna xwe û hebûna zimanê xwe binêrin bê çawa mejiyê miletekî têyî şûştin... Her wiha nivîskar di gelek ciyên çîrokên xwe de ji dewsa karakterên xwe aforîzmayên felsefîk bikartîne. Mînak in:
“Nefret kaniya wêrekiyê ye.”
“Sekaniya hundir acîzker e, tevgerîna derve acizker e. Her kes bi yekî/e din re temam dibe, her kes bi yekî/e din re kêm dibe. Cenet jî, cehenem jî yên din in. Sartre, cihê te quncika cenetê be.”
Dema em li gotinên xwe dinêrin em têdigihîjin nivîskar çîrokên xwe bi tayê felsefê vehûnaye. Jixwe ji piraniya çîrokan bêhna felsefê û dilsariyeke ji heyatê sarbûyî ya serdest jê dihatin. Çîrokên me rêkor e û rêasê bûyî ne, heman demê korerêyeke hundirîn a monologîn û vebêj e. Vebêj korerêyeke bêwateyîn a ku meriv nizane ka dixwaze bibêje heyat bêwate ye, an jî vebêj bi xwe heyatê bêwate dibîne, meriv tam jê dernaxîne. Yanê reşbîniyeke xumamî li dar e. Xumamiya rihê monologan, karakteran, vebêj û vebêjan berê mijar û metnê diyar kirine. Yanê vebêj û karakter û monologan serdestî li mijarên xwe kirine. Carinan mijar serdest in û carinan jî karakter serdest in, lê temamiya çîrokan de mijar bindest mane. Nivîskar zor daye gotinên karakteran û da ku mijarên felsefîk jî devê wan derên... Nivîskar karakterên xwe bi felsefîk vehûnaye. Hiş û aqilê wan bi werîsê felsefê vehûnaye loma nivîskar bûye desthilatdarê karakterên xwe û karakter jî bûne desthilatdarên mijarên xwe...
Çîroka “Gora li hêviya mirina xwe” çîrokek trajîk û felsefîk e. Kesên mirî bi hevdu re diaxivin û ji hev du re behsa cîrantiyê dikin. Her kes dixwazin kesên baş bêyî cîranên wan pirtir jî dixwazin şervan bêyî cîranên wan... welhasil vebêj miriyan diaxivîne. Vebêj di ciyekî çîrokê de hevokek wiha “mirî ranazên” bikartîne, herhal dixwaze peyamekê ji nivîskar Helîm Yûsiv re bişîne. An jî îroniyek li dar xistiye. Talî vebêj bi zimanê miriyan diaxive, ango mirî di gorên xwe de nîqaşên cihê dikin. Felsefeya miriyan û têkiliyên miriyan berbiçav dike. Bêhna felsefê û bêwateyîna heyatê ji vê çîrokê jî tê. Jixwe bi qalîte ye ev çîrok û cihê ye. Çîroka pirs û lêpirsînan e, çîroka lixwehayêbûnê ye. Çîroka hebûn û tunebûneke felsefîk û têkoşîner e. Hebûneke şoreşî ye. Asas mirin hebûn e. Mirin ne tunebûn e, jiholêwendabûn e. Berevajî serîrakirina hebûnê ye.
Her wiha nivîskar di çîrokên xwe de behsa hin nivîskarên dinyê dike. Di çîrokên xwe de cî daye gotinên Samûel Beckett û Cîoren, wekî em dizanin, mijarên wan nivîskaran jî felsefe û bêwatebûna heyatê diteyisîne. Yanê nivîskar lihevanîna çîrokên xwe û ramanên van nivîskaran bo ku beloq nesekinin, ekleke di heman felsefê de çîrokên xwe vehonane... Bi taybetî em dikarin wiha bibêjin ku nivîskar di hin çîrokan de serpêêşandin li dar xistiye, hin çîrok jî ne wiha ne, lê mejîşûştin, mêtingehî û bindestî bi şêwazeke eşkere aniye ziman, di çîrokan de ziman û şêwazeke sade hatiye bikaranîn, mekan û tevnesaziya çîrokan û rêzebûyerên çîrokan jihevdu cihê hatine tevnesazkirin. Mekanên razber û şênber hatine bikaranîn, ji hêlê demê ve jî wiha ne him şênber û him jî razber in..
Sûdwergirtin:
Jacques Lacan, Psikanalizin Dort Temel Kavramı, metis.
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは332表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | diyarname.com 16-07-2023
リンクされたアイテム: 3
ライブラリ
伝記
日程&イベント
グループ: 記事
Publication date: 23-12-2022 (2 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 文学
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 94%
94%
は、 ( ڕاپەر عوسمان عوزێری 16-07-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 17-07-2023
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 17-07-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは332表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 519,095
画像 106,601
書籍 19,279
関連ファイル 97,185
Video 1,392
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:1.609 秒(秒) !