Bibliotek Bibliotek
Søk

Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!


Search Options





Avansert søk      Keyboard


Søk
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Verktøy
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Min konto
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
Søk Send Verktøy Språk Min konto
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Tilfeldig element!
 Vilkår for bruk
 Kurdipedia Archivists
 Dine tilbakemeldinger
 Bruker samlinger
 Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjelp
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 517,765
Bilder 106,208
Bøker 19,175
Relaterte filer 96,621
Video 1,329
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) il...
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-...
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-k...
Bibliotek
Det som var vanskelig å lev...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Anatomiya Fermana Dîtiran
Gruppe: Artikler | Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Anatomiya Fermana Dîtiran

Anatomiya Fermana Dîtiran
Anatomiya Fermana Dîtiran.
Nivîsandina ji aliyê:#Çorê ARDA#، 10-01-2023
“Difikirim wê çaxê di tarîgewriyê de siyek im.”
Belê #Varjabed# karakterê vê çîrokê di tarîgewriyekê de Siyek...”
Di çîrokên çîroknûs #Amed Çeko Jiyan# de pirtir ez ê li ser çîroka Varjabed bisekinim, çimkî derûniya mijara vê çîrokê û karakter û ewrê li ser atmosfera vê çîrokê xwe li ser bedena hemû çîrokan rapêçaye, çîrokên din di binê kincên vê çîrokê de hatine nixumandin. Yanê desthilatdarê vê pirtûkê û çîrokan çîroka Varjabed e. Loma min giranî da dahûrandina vê çîrokê...
Di pirtûka Amed Çeko Jiyan a bi navê “Varjabed” de analîza civakên bindest û civakên dîtir wekî tabloyekê li ber dîwarê çavên me hatiye darvekirin. Hûrgiliyên rihê qodên civaka xwe û ên dîtiran wekî tayê rîs verêsiyaye. Mijarên çîrokên me piranî li ser gelên bindest in. Nivîskar mijarên çîrokên zordariyê, desthilatdariyê û zilmê vehûnaye. Çîroknûs serê xwe bi çîrokan re êşandiye, her wiha carinan di çîrokên xwe de bi ziman û şêwazeke îronîk û zayendî civaka xwe di moxila hişê xwe re borandiye, carinan jî bi şêwazeke rasteqîn berbiçavîn kiriye. Ji hêla zemên û mekanan ve çîrokên me bîr û bîranîn, zemanên borî ne, mekan guherbar in li gor her çîrokan heman demê ji bo zemên jî wiha ne. Ango zeman û mekan li gor çîrokan guherbar in. Her wiha nivîskar di çîrokek xwe de behsa serpêhatiyên karakterê xwe ên zanîngehê dike. Di çîroka zanîngehê de karakterê me Laser e. Laser karekterekî naşî ye. Ango ji hêla hiş û aqil ve nekamil e, karakterekî li ser tiliyên lingan dimeşe. Tevgerên Laser xavî û naşî ne, bi heyecan û bi hestên kalik tevdigere, çimkî heyecana zanîngehê û bêhna azadiyê stendiye loma xwe li her cureyên hunerê radikêşîne. Karakterekî xwîngerm e, sedem zanîngeh e, jiyaneke nû û serpêhatiyên nû ne.... di gelemperiya çîrokan de mijar zanîngeh, zayendî, bindestî, zordarî, desthilatdarî, ferman û qirkirin in. Her wiha di bêjinga çîrokan de têra xwe xewn û xeyal jî serdest in. Hin çîrokan berê me bi salên 1993'an ve dikir, berê me bir dema erebeyên Torosan û kujernediyaran (faîlî meçhûlan), berê me carinan dibire serdema Şêx Saîd û dema qirkirina fermana fileyan loma çîrokên dîrokî hatine nivîsîn. Nivîskar wekî gêrikan bîr û bîranînên me xurandiye, bîr û bîranînên me hişyar kiriye-dike, dikole û ve-dikolîne. Haya me ji dîrokê dike, ronahiya projektora tarîxê diteyisîne ser dîwarê bîr û bîranînên me, em li sînevîzyonên gelên bindest û dîtiran temaşe dikin, em dibin karakterên çîrokê û em û karakter pev re derûniya wê demê dijîn. Erê nivîskar berê projektora me bi dîrokê vedike û dibêjê, ka em li sehneyên bîr û bîranên xwe ên trajîk binêrin:
“Du fileyan li paşiya Quleteynê serê çar Feqiyên ciwan jê kirine... li paşiya Quleteynê, sê fileyan pênc Feqiyên ciwan bi darekê ve girê dane, don bi ser wan ve rijandine û bi saxitî, tevî kitêbên wan agir berdane wan... li paşiya Laşê Sor, zimanê sê Feqiyên ciwan hilkirine, kitêbên wan dakirine nava agir û gotinê bila Mihemedê wê bi hawara we ve were.”(rp, 18)
“Huner, bixwe şêweya heqîqetê ye. Huner, ramandinek e. Berhemên van ramanan rasteqîn in
Belê dema em li paragrafa xwe dinêrin, nivîskar hunereke agirê wê jî heqîqetê û ji rastiyê dinizile berbiçav kiriye. Esas anatomiya şer û etîk û heqîqeta şer bi şêweyeke hunerî raxistiye da ku em jî binêrin. Nivîskar ehleq û etîka qirkirinê û helbet ehleq û etîka olan a rastîn kola ye û vekolaye da ku haya me ji reseniya olan çêbibe. Heger nivîskar wecê qermiçî û kîrê çilmisî jî ber şer û qirkirinê bi awayekî hunerî berbiçav kiribe ev tê wê wateyê ku nivîskar hunera ramandinê û heqîqetê li ber çavên me raxistiye. Îcar dema em li paragrafa xwe dinêrin, em rasterast anatomiya trajediya qirkirin û trajediyeke barbar dibînin helbet nivîskar behsa heqîqetekê dike. Dema min ev paragraf dixwend, dema Seyîd Riza, Roboskî û dema Hîtler û “Bîranînên Deftera Anne Frank” û tabloya Pablo Pîcasso a bi navê Guvernîca hatin bîra min, belê vana tev qirkirin û komkujiyên trajîk yên bindestan e. Nivîskar trajediya dema fileyan li ber çavên me raxistiye. Wê demê dewleta Romê û Ûris ji kurdan re digotin, vana ne misilman in, qetla wan helal e, heke hûn wan biqelihîne emê xweseriyekê bidine we, yanê Romê û Ûris digotin wan qetil bikin emê hêla Serhedê û deredora wê xweseriyekê bidin we, helbet ji xapandinekê bêtir ne tu tişt bû, ango herdu dewletên dagirker û xapînok kurd û file bera ber hevdu dan û di destê her du hêlan jî vala man... “Nezanî ji zilmê jî xirabtir e”. Welhasil herdu dewletan jî bi kurdan û fileyan lîstin... Nivîskar bîr, tarîx, bîranîn, trajedî û qirkirin di sînevîzyona hiş û aqilê me de ji nû ve zindî kir û kiriye... Nivîskar tabloya “Filenîca verêsiyaye. Tabloya “Robosîca boyaxkiriye, tabloya “Dîtirnîcayan” boyax kiriye. Çawa ku li Roboskî qirkirin pêk hate, çawa ku li Spanyayê qirkirin pêk hate, çawa li yahûdiyan qirkirin pêk hate heman tişt hate serê fileyan jî, loma miletên ku min behs kir esas em hinekî dişibin hev, nivîskar tabloya me gişan verêsiyaye û boyax kiriye. Qewimînên ku em behs dikin giş rastîn û rasteqînin. Çîroknûs rastîn û rasteqîniya trajediya tarîxa bindestan û dîtiran berbiçavîn kiriye. Çawa ku Anne Frank jiyana wê rasteqîn be û bi çavên serê xwe êşa gelê xwe dibîne, Varjabed karakterê çîroka me jî bi çavên serê xwe êşa gelê xwe dibîne. Çawa ku Varjabed karakterekî ji hêla sosyopsîkoanalîtîk ve rûxiyayî be, Anne Frank jî karektereke rûxiyayî ye. Loma çîroka Anna Frank û Varjebend çîrokên dîrokî yên rasteqîn in. Çîroka karakterekî file yê têkçûyî ye. Belê Varjabend xwe ji vê qirkirinê rizgar dike, lê belê hiş, aqil û rihê wî hatiye hefskirin û qirkirin. Karakterekî pirhêlî ye, karekterekî tenê laşê wî heye lê rihê wî tune ye, di hebûn û tunebûnê de tuneyî ye. Karakterekî bi awayekî paradoksal û sosyopsîkoanalîtîk ve têkçûye. Çimkî tenê laşê wî dijî, rihî wî mirî ye. Rihê wî têkçûye, li dijber heyatê li dîwarê derûniyeke têkçûyî ve qewimiye, derûniya karakter hatiye rûxandin ji ber zilm û trajediya hatiye serî wî û li gelê wî, bi her awayî ve têkçûye, mînak:
“Ev bihevşabûna bêdeng pir nedomiya; Nûnûfarê kirasê xwe yê zirav heya navtenga xwe kişand û li ser zikê Varjabed rûnişt, Varjabed jî kirasê wê bi temamî jê kir û digel êrîşên tiliyan, bi lêvan çûn hev. Nûnûfarê destê xwe ji paş ve di nav lingên Varjabed de gerand, bi lêvên kenoke got: “Va ye rewt bûye.” Ji bo çavên wî yên çilmisî ku wekî bizdiyabe fire bûbûn nebîne çavên xwe girtin “(28)
“Di destekî de gûzan, di destê din de kîrê wî yê qermiçî û fisiyayî ku di her bihevşabûnê de bi êşê laşê wî desteser dikir, ferman dianî bîra wî, vegeriya rojên fermanê. Qîrînên jin, pîr û zarokên ku wekî berxikên qurbanê dihatin qirkirin di guhên wî de olan didan.”(29) Belê karakterê me Varjabed di dema hevşabûnê de jî grotesk û xewnereşk dev jê bernade, karakter bûye bindestê hiş û aqilê xwe yê têkçûyî, hiş û aqil û hestên karakterê me desthilatdariyê li beden û rihê karakter dike. Hilm lê çikandiye, fetisandiye û nikare ji şikefka tarî derkeve, hundirê serê karakter bûye hêlîna mozan, bûye kewara mêşhungivan, dixilxil e, bûye qul û kewara morîstanan dev rîçalokên û goştên mejiyê wî dikin. Loma Varjabed karakterekî hefskirî ye. Mejî hatiye dagirkerin, hemû tişt lê herambûye, sedem helbet trajediyên ku bi çavên serê xwe dî ye. Ji ber trajediya hatiye serê wan û serî wî bayê tirs û xofê, neçariyê hundirê serê wî dagirkiriye. Zayendiya xwe jî nikare bi rihetî bike, adeta hatiye xesandin belê mejî jî hatiye xesandin loma nikare hevşa jî bibe. Belê fermana li Varjabed û li gelê wî hatiye kirin bûye sedem ku Varjabed bibe karakterekî hîç û pûç. Ji teref heyatê hatiye pûçkirin, tunekirin û windakirin, lê nivîskar bi saya vî karakterî pûçkirin, windakirin û tunekirina wî wegerandiye hebûnekê, sî vegeriya ser laşê xwe û hebûn avakiriye, asîmetriya Varjabed veguheziye simetriya xwe ya resen, bi vî awayî nivîskar Varjabed û gelî wî heyî kiriye. Ji pûçbûn û tunebûneke li ber windabûnê heyî kiriye. Nivîskar kîrê pûçbûyî, wecê çilmisî û kîrê çilmisî jî xwestiye bêje, Varjabed bi her awayî hatiye rûxandin û xesandin, rêjeya ferman û qirkirina miletekî û tesîra li ser wan kiriye bi awayekî absurd, derûnî û fetîşîst bîne ziman. Esas nivîskar derûniya karakter a psîkoanalîtîk ya şexsî ber biçav kiriye. Derûniya ku hatiye rûxandin. Varjabed karekterekî hebûneke ontolojîk a şikdarîn û şikestî ye. Varjabed karekterekî esasê xwe ji hebûneke ontolojîk a dudilîn werdigire. Varjabed bi awayekî psîkoanalîst karakterekî dabeşkirî ye, hatiye dabeşkirin, rihekî û kesayetekî perçeperçebûyî ye. Bi kêreke ko hatiye dabeşkirin derûniya wî Derûniya Varjabed hebûna wî dagirkiriye. Hebûn û heyînekî têkçûyî û rûxiyayî lê belê bi saya vî karakterî nivîskar karakterek û miletek ji nû ve avakiriye, hebûneke ber bi wendabûnê ji nû ve avakiriye...
Sûdwergirtin:
Alain Badiou, Başka Bir Estetîk, Metis
[1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 338 ganger
HashTag
Kilder
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | diyarname.com 16-07-2023
Koblede elementer: 3
Bibliotek
Biografi
Datoer & Events
Gruppe: Artikler
Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 10-01-2023 (1 År)
Dokumenttype: Originalspråket
Provinsen: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Element Kvalitet: 94%
94%
Lagt inn av ( ڕاپەر عوسمان عوزێری ) på 16-07-2023
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 17-07-2023
Dette elementet nylig oppdatert av ( سارا ک ) på : 17-07-2023
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 338 ganger
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Biografi
Gelawesh Waledkhani

Actual
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Det som var vanskelig å leve med
21-03-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Det som var vanskelig å leve med
Biografi
Gelawesh Waledkhani
03-04-2022
شەرارە شەمامی
Gelawesh Waledkhani
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 517,765
Bilder 106,208
Bøker 19,175
Relaterte filer 96,621
Video 1,329
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Biografi
Gelawesh Waledkhani

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 0.516 andre!