图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,155
图片 106,225
书籍 19,186
相关文件 96,723
Video 1,348
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
WELATO!
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

WELATO!

WELATO!
=KTML_Bold=WELATO!=KTML_End=
Cano AMEDÎ

Negirî welato negirî, berf û baran e sar û serma ye,
Erd û esman li hev kirîye, jîyan kor û ker bûye!
Mirovahî ji ser xew çûye, dil û hestên wan qeşa girtîye!
Ne dibînin, ne dibihîzin hestirên çavê te, birînên laşê te, axîn û êşa te!
Dagîrkerên hov û har, dest dane hev û sond dixwin ku rê li ber dewletbûn û serxwebûna te bigirin!
Hinek jê, di bin nasnama olî de, hinek jê, di bin nasnama îdeolojîk de bûne paleyê xirabîyê.
Rengê wan, dengê wan û rê û rêbazên wan cûda xuya dike, lê armanc yek e, hedefa wan yek e! Hemû şirîkê xirabîyê, hevalê bêbextîyê ne!
Ji bo rê li ber te bigirin. Jin û mêrên wan, fesad û gelacên wan di wargehên fen û fûtan de, di televîzyon û rojnamên xwe de, bi şev û roj ji bo xort û keçên te dilîrînin. Ji bo kêf û jîyana xwe, ji bo berjewendî û dahatuya gelê xwe, ji bo netewa xwe, zarokên te didin ber gulan.
Di nav kolanên te de, deng û awazên dayîkan; qêrîn û hawara zarokan, li hemberê dengê tanq û topan her diçe zêde dibe.
Bêdengî û bêbextîya zarokên `Îttîhat Terakkî` carek din di nav civata me de derzên nû pêk tînin, bêhêzbûn, bêqewetbûn weke êşek zirav roj bi roj hêvîyên gel lawaz dike.
Bê pîvanî û bê berpirsîyarî rê li ber ewrên reş, rê li ber pêlên çavsorîyê û dîktatorîyê vedike. Tarîtîya şev û rojan, ûjdanê mirov dilerizîne!
Bajar û bajarokên te, kolan û sûkên te, di bin zilim û zordarîya dagîrkeran de bûye qada şer. Şerekî dijwar şerekî bê pîvan û bê ehlaq!
Xort û keçên te weke neçîr, avêtine ber tanq û topan, zarokên te ketine nav kemînên dijmin!
Simsarên xwînê ji alîyekî ve dilîrînin, ji alîyekî de jî, hesabê dewlemendî û talanan dikin. Hinek jê nêçîr in, hinek jê neçîrvan in.
Di nav mij û dûmanê de, ne dîyar e kî mîh e kî gur e! Lê tiştê xuyaye, neyarên gelê Kurd bi tifaqek hevpar êrîşî gelê Kurd dikin û her roj weke civîkan bijimêrin hejmara kuştîyên me, hejmara xort û keçên me dubare dikin.
Dijmînê xwînxwar, har bûye. Diqîrin, dibêjin: Derfet ev derfet e, “divê em kolanên Kurdîstanê bi xwînê bişon!”
Xwîn diherike ji birînên kûr, qêrîn deng vedide, di nav kûrahîya bêdengîyê de!
Roj bi roj li ser serê te, li ser axa te, ya pîroz, ba û bahozên giran, tofan û erdhejên bê sînor li pey hev diqewimin!
Deşt û zozanên te, çîya û mergên te di bin lingê dagîrkeran de dinalin!
Her roj dengê helîkopter û balafirên leşkerî gohê me kerr dike!
Eem ketine bîrek kûr, em li cem hev in, bi qasî hilmekê nêzî hev in, em rû bi rû ne, lê em hevdû nabînin û nabihîzin, lewra em naxwazin rûyê hev bibînin!
Deng û rengên şer jîyana me dîl girtîye. Di nav metirsîya jîyanê de, hiş û mêjîyê me êdî bi ber bayê mirinê ketiye!
Hinek hemwelatîyên te, ketine kolanan, birçî û tazî ne, lê ji rewşa xwe şerm dikin ku destê xwe li ber kîjan derîyî vekin; lê hêvî û daxwaza wan ya yekane rojek zûtirîn dawî li kuştin û zilmê bê!
Hinek jê jî, ku ew bi xwe alîyekî wêneyê rûreşîyê ne, şirîkê xirabîyê ne, li hemberî tengasîya jiyanê, li hemberî zilma dijmînê xwînxwar, berê xwe diguherin û hêrsa xwe ji birayên xwe derdixin! Bi gotina bapîran: “Bi kerê nikarin dibezin kurtan!”
Bi rastî, ne rê xuyaye, ne jî rêbazek netewî, bi şêwirmendîya “canik û nermik”ên Nîşantaşê derî li ser xwe girtine, rê nadin rengên cûda, goh nadin dengê Kurdîstanî! Hiş û mêjîyên wan di nav `sê qolîyek` bê hêvî de diçe û tê.
Tu pirsa zarokên xwe, yên din dikî, ez nizanim çi bêjim? Ji xwe êş û birîna me di vê pirsê de hatîye dîl kirin! Ji bo tiştek çê nebe, ji bo lîstok xirab nebe, li gor berjewendîyên şexsî ew jî rojane kozikan diguherînin!
Navê “Kurdîstanî” weke sîwan bi kar tînin. Ji kolan û çeperên jîyanê dûr ketine, di qozîya çayxane û valahîya komikên xwe de bi dîwaran re dipeyivin! Ji xencî xwe tu kesî nabînin, lewra ji civatê dûr ketine. Hinek ji wan karê fesadî û gelacîyî belav kirinê, ji xwe re wek armancekê hilbijartine.
Bar giran e, tu kes naxwaze bikeve bin bar! Ked û fedakarî hatîye ji bîrkirin, ya hêsan rexne li der û dora xwe girtin e. Ev jî, rewşa “dikana Beko û çar qalib sabûn” tîne bîra mirov! Ev jî wêneya bêhêvîtî û bêçareserîyê ye!
Ew kesên do paleyên xirabîyê bûn, îro weke kedxwarên bê şerm niha bûne hostayê xirabîyê. Ji bo hêvî û alternatîf bi sernekevin-dernekevin holê, hinek kesên xwedî du nasname, xwedî du pasaport û xwedî du meaş, li ber derîyê kozikan rûniştine û simbêlên xwe badidin!
Mirov nikare bi wî çar qalip sabûn nexweşî û êşên salan paqij bike! Rastîya me, rewş û qeweta me di bin sîya bê hêvîtîyê de her diçe diçilmise! Ev jî ruyekî wêneyê jîyana me ye…
Belê, hûn niha li mala xwe, li hemberê televîyonên xwe, li ser compîtorên xwe, di cîhên germ de, şîrove û dîtinên xwe pêşkêş dikin, lê belê em bi dengê tanq û topan zarokên xwe di xew radikin.
Di bin dengê teqîn û xiraxira keleşan, dilê me lêdide û pirs li pey pirsê dikeve ser şopa bersîvan.
Fikar û xemgînî bi giranî di kolanan de xwe nîşan didin. Çav dixwaze nîşan bide, ziman dixwaze bipirse, mêjî pirsan li hev suwar dike, lê tirs weke ewrê reş asoya me tarî dike, qeyran û alozîyên civakî û aborî di kolanan de bi dengê bilind, êdî bandora xwe nîşan didin.
Bayê rastî û bayê şaşîyê li hev ketîye, ne pîvan maye, ne jî nîrx û hêjayîyên civakî! Dijmin dixwaze, roj bi roj hêvîyên me pûç bike asoya me tarî bike!
Lê mixabin rewşenbîr û zanayên me, civaknas û sîyasetmedarên me jî, weke alîgerên werzişê ji hev dûr ketine û herkes ji alîgirên xwe re li çepikan dixin. Bi zimanek sivik û erzan psîkolojîya alîgirîya xwe radixin ber çawan. Pirî caran ji bo, ji xwe re, rê vekin, nêzîkî derîyê post û maqamekî bibin, di nav rûpelên dîrokê de, êş û birînên kevin dixurînin!
Belê, em baş dizanin ku herkes li gor dîtin û bawerîya xwe rastîyan şîrove dike an nîşan dide. Lê rastî weke tîrêjên rojê ye, cîhên tarîyê ronî dike! Şaşî û derewên bê bingeh weke berfê dihelîne.
Rasti, her tim rê li ber dîktator û zordaran digire. Dîroka mirovahîyê daye nîşandan ku rastî her dem bûye dermanê tarî û hovîtîyê.
Dagîrker û şirîkê wan çi bikin bila bikin, lê tu carî nikarin bi herîyê rojê veşêrin!
Jîyana civakî, gava li ser pîvanên rastîyê bimeşe, pêşketin, dewlemendî û aramîyê bixwe re tîne.
Gava li ser bingeha hiqûqek gelemperî, li ser pîvanên berjewendîyên mirovahîyê jîyan bê serast kirin, wê civata me jî, di nav civatên hevdem cîhê xwe bigire!
Lê gava jîyan li ser tirs û zulmê, li ser derew, dek û dolaban bê damezrandin, wê gavê civat weke kerîyê pez, wê di bin bandora diktatoran de, dîl bikeve!
Kerîyê pez, çawa li gor daxwaza şivan tevdigere, civatên kedîkirî jî li gor daxwaz û fermanên dîktatorên xwe tevdigerin û her tim di tarîyê de jîyana xwe didomînin!..[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览947
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/ - 16-07-2023
挂钩项目: 51
文章
小组: 文章
Publication date: 25-11-2016 (8 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 97%
97%
添加( ئاراس حسۆ 16-07-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on17-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览947
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,155
图片 106,225
书籍 19,186
相关文件 96,723
Video 1,348
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!