Bibliothek Bibliothek
Suchen

Kurdipedia ist die grösste Quelle für Informationen


Suchoptionen





Erweiterte Suche      Tastatur


Suchen
Erweiterte Suche
Bibliothek
Kurdische Namen
Chronologie der Ereignisse
Quellen
Geschichte
Benutzer Sammlungen
Aktivitäten
Suche Hilfe?
Kurdipedische Publikationen
Video
Klassifikation
Zufälliger Artikel!
Registrierung der Artikel
Registrierung neuer artikel
Bild senden
Umfrage
Ihre Rückmeldung
Kontakt
Welche Informationen brauchen wir!
Standards
Nutzungsbedingungen
Artikel Qualität
Instrumente (Hilfsmittel)
Über
Kurdipedi Archivare
Artikel über uns!
Fügen Sie Kurdipedia auf Ihre Website hinzu
E-Mail hinzufügen / löschen
Besucherstatistiken
Artikel Statistik
Schriftarten-Wandler
Kalender-Konverter
Rechtschreibkontrolle
Sprachen und Dialekte der Seiten
Tastatur
Lebenslauf Nützliche Links
Kurdipedia extension for Google Chrome
Kekse
Sprachen
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Mein Konto
Anmelden
Mitgliedschaft!
Passwort vergessen!
Suchen Registrierung der Artikel Instrumente (Hilfsmittel) Sprachen Mein Konto
Erweiterte Suche
Bibliothek
Kurdische Namen
Chronologie der Ereignisse
Quellen
Geschichte
Benutzer Sammlungen
Aktivitäten
Suche Hilfe?
Kurdipedische Publikationen
Video
Klassifikation
Zufälliger Artikel!
Registrierung neuer artikel
Bild senden
Umfrage
Ihre Rückmeldung
Kontakt
Welche Informationen brauchen wir!
Standards
Nutzungsbedingungen
Artikel Qualität
Über
Kurdipedi Archivare
Artikel über uns!
Fügen Sie Kurdipedia auf Ihre Website hinzu
E-Mail hinzufügen / löschen
Besucherstatistiken
Artikel Statistik
Schriftarten-Wandler
Kalender-Konverter
Rechtschreibkontrolle
Sprachen und Dialekte der Seiten
Tastatur
Lebenslauf Nützliche Links
Kurdipedia extension for Google Chrome
Kekse
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Anmelden
Mitgliedschaft!
Passwort vergessen!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Über
 Zufälliger Artikel!
 Nutzungsbedingungen
 Kurdipedi Archivare
 Ihre Rückmeldung
 Benutzer Sammlungen
 Chronologie der Ereignisse
 Aktivitäten - Kurdipedia
 Hilfe
Neue Artikel
Bibliothek
Der Kurdische Fürst Mîr Muhammad-î Rawandizî
27-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothek
Themen Aus Der Kurdischen Wortbildung
06-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothek
FREIHEIT FÜR DIE KURDISCHEN POLITISCHEN GEFANGENEN IN DEUTSCHLAND
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Der Iran in der internationalen Politik 1939-1948
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Die neue Kurdenfrage: Irakisch-Kurdistan und seine Nachbarn
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Tausend Tränen, tausend Hoffnungen
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Revolution in Rojava
28-03-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Die türkische Filmindustrie
26-03-2024
هەژار کامەلا
Biografie
Müslüm Aslan
17-03-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
saiten Her biji Azadi!
17-03-2024
هەژار کامەلا
Statistik
Artikel  519,157
Bilder  106,497
PDF-Buch 19,250
verwandte Ordner 96,954
Video 1,384
Biografie
Said Nursi
Artikel
Gökay Akbulut zu Solidaritä...
Bibliothek
Konflikte mit der kurdische...
Bibliothek
Themen Aus Der Kurdischen W...
Bibliothek
Der Kurdische Fürst Mîr Muh...
ŞOREŞA BOLŞEVÎKAN.. “ŞEVA QEDIRÊ” YA KURD Û TIRKAN
Unsere Informationen sind von und für alle Zeiten und Orte!
Gruppe: Artikel | Artikel Sprache: Kurmancî - Kurdîy Serû
Teilen Sie
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Rangliste Artikel
Ausgezeichnet
Sehr gut
Durchschnitt
Nicht schlecht
Schlecht
Zu meinen Favoriten hinzufügen
Schreiben Sie Ihren Kommentar zu diesem Artikel!
Geschichte des Items
Metadata
RSS
Suche im Google nach Bildern im Zusammenhang mit dem gewählten Artikel!
Googeln Sie das ausgewählte Thema.
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Ev tablo di rojnameya The Sphere a birêtanî da hate weşandin, ku têkçûna En...

Ev tablo di rojnameya The Sphere a birêtanî da hate weşandin, ku têkçûna En...
=KTML_Bold=ŞOREŞA BOLŞEVÎKAN.. “ŞEVA QEDIRÊ” YA KURD Û TIRKAN=KTML_End=
=KTML_Underline=HISÊN CIMO=KTML_End=

Têkçûna dewleta osmanî di şerê Balkanê ya sala 1913'yan da, ne wekî têkçûnên xwe yên berê bûn; ku civakên misliman ên ku ji alîyê osmanîyan ve dihatin birêvebirin, êdî bawerîya xwe bi vê dweletê di xweragirtina li beramberî jiholêrakirinê, nema. Her wiha, tevgerên neteweyî li derdora împeratorîyê zêde bûn, da ku xwe ji têkçûna teqez rizgar bikin, ji nava wan tevgerên erebî yên ku piştgirîya xwe ji Birîtanyayê digirtin.
Şerê Balkanê di navbera Dewleta Osmanî û dewletên Yekitîya Balkanê “Bulgaristan, Sirbistan, Yûnanistan û Montenegro”da rû da. Şer di cotmeha 1912'an da dest pê kir û di 30-05-1913'an bi îmzekirina Hevpeymana Londonê bi dawî bû. Di encamê da, Dewleta Osmanî piranîya axa ewropayî ya di bin serwerîya wê da winda kir û ji ber bûyerên ku piştra çêbûn, Albanya hate avakirin.
Her wiha ji bo hemwelatîyên Kurdistanê jî, şerê Balkanê wekî destpêka senaryoyeka ku jê ditirsîyan, ji ber ku piranîya erdîngarîya bi nakok a di navbera ermen û kurdan da, du navê ji bo yek axê hebû; Kurdistan û Ermenistan. Pirtûka Dogan Çetînkaya ya bi navê “Ithad û Tereqî û Tevgera Boykotê” behsa atmosfêra civakî ya wê demê û milet ji çi ditirsîya, dikir.
Navê Komeleya Deryayî “Donanma Cemiyeti” wekî yek ji birêxistinên çalak li Dîyarbekirê di nava Tevgera Boyoktê da li dij kelûpelên dewletên Ewropayê û di demeka kurt da, veguherî boyotkirina kelûpelên xiristîyanan di hûndirê Dewleta Osmanî da. Her wiha, ev komele sala 1909an bi armanca komkirina alîkarîyê ji bo hêzên deryayî yên osmanî ku ji hêzên deryayî yên Yûnanistanê paşda mabû, hate avakirin. Ji alîyekî din ve jî, nûçeyên têkçûnên Dewleta Osmanî di demekê ku birêveberîyeka pir xerab a sîstema bacê hebû, ji milet ra dihat. Lewra her kes di kêşeya exlaqî da bûn. Gelo divê ew zû bikevin tevgerê da ku rejîma gendelîyê bi dawî bikin? Eger wisa kirin, wê bibin bindestê serwerîya xiristîyayên ermen û yûnanistanî? Eger giranî ji van herdu pirsan ra neyê dayîn, wê fêmkirina tevgera neteweyî ya kurdî di wê demê da, ne pêkan be.
=KTML_Bold=Çima kurd şeva Lozanê bêdeng bûn?=KTML_End=
Di rastîyê da, bûyerên giştî bi awayekî xurt nîşaneyên tevgera kurdî di çaryeka yekem a sedsala 20î (1900-1925) xêz kirin û encamên ku em di vê lêkolînê da nîqaş dikin, dîyar dike ku heta berîya îmzekirina li ser Hevpeymana Lozanê, nakokîyên tirk û kurdan hîna ne ya sereke bû. Ev idîa tê piştrastkirin, ji ber ku derfeta kurdan bû roja piştî îmzekirina hevpeymanê rabin serîhildanê, lê ji ber du faktorên sereke nehiştin ku kurd bi vê gavê rabin; a yekem ku siyaset, metirsî û gefên Şerê Cîhanê yê Yekem (avakirina dewleta Ermenistanê di nava xwe da 6 wîlayetan dihewîne û kurd jê werin koçberkirin) heta niha di zihnîyeta siyasî ya kurdan da mabû û ya duyem jî ku kurd kûrahî û metirsîyên Lozanê li ser siberoja xwe di Tirkîyaya nû da analîz nekirin. Faktora yekem, bêdengîya kurdan a li ser Lozanê di mehên wê yên destpêkê da piştî îmzekirinê dîyar dike û dema ku kurd têgihaştin ku Lozan çi ye û heta kîjan astê rewabûn da jiholêrakirina kurdan ji jîyana siyasî ya siberoja komara nû, şoreş di 14-02-1925'an da, ragihand.
Rastîyên sînordar ên ku vedigerîyên berîya Şerê Cîhanê yê Yekem, hewldanên kurdan ên xwendina nakokîya sereke ku di navbera kurd û tirkan da, eşkere dike. Ev jî herdu hewldan ku ji alîyê fermandar Ebdulrezaq Bedirxan hatin kirin, li ser esasê ku Dewleta Osmanî dest ji kurdan berde, ne li ser esasê dijminahîya tam li dij dewletê û tercîhkirina dewletê ji ermen û rûsan li ser kurdan. Bi gotineka ku, di nêrîna wan da Dewleta Osmanî bi erka xwe li hemberî wan ranedibû.
Her wiha, wekî ku me di destpêka rêzelêkolînên li ser Lozanê da jî anî ziman, di payîza sala 1913'an da, mîrê kurdan Ebdulrezaq Bedirxan nameyeka hişyarî ji kurdan ra derbarê hebûna planekî navdewletî ya berfireh ku Dewleta Osmanî neçar dike dest ji beşek mezin a axa xwe li bakurê Afrîkayê û Anadolyayê piştî têkçûna giran di şerê Balkanê da berde, rêkir. Di wê demê da, dihat gotin ku hêzên mezin bingehên damezrandina dewleta Ermenistanê di sînorê herşeş wîlayetên borî da dane, ku rêjeya kurdan %80 bû li gorî nameya Bedirxan. Di heman demê da, Ebdulrezaq Bedirxan dibêje: “Eger ku hikûmeta osmanî dest ji kurdan bernede, wê Konstantînopolîs û Asyaya piçûk winda bike.” (Hogir Tahir Tewfîq-kurd û pirsa Ermenistanê-r.758,760).
Di wê pêvajoyê da, ango di navbera derbeya Ithad û Tereqî û heta ragihandina komara Tirkîyayê, Hêzên Siwaran (yên ku bi Hemîdîyê dihatin naskirin) hêza herî mezin a parêzvanên kurdan bû, an jî di çavên wan da wisa bûn. Ji bo şirovekirina vê yekê, divê em vegerin çand salan berê.
Di adara 1909'an da, li dij koma Itad û Tereqî serîhildanek çêbû, lê bi awayekî lezgîn ev serîhildan bêbandor bû. Ev jî mijara sereke ya nîqaşên Şêx Seîd Nûrsî Kurdî bû, ku ew jî ji yek ji kesên bi piştgirîya komeleya El-Mihemedî ya serîhildana têkçûyî ku di kombûnekê da 100 hezar kes li Ayasofyayê amade bûn, dihate tawanbarkirin.
Lêkolîner û dîroknasê kurd Celîlê Celîl di pirtûka xwe ya bi navê “Tevgera kurdî di serdema nûjen da” da, behsa bûyereka pêkenokî dike, li ser şandina birêveberên kurdan li Amedê navenda giranîya yekem a di siyasetên kurdî da, nameyeka pîrozbahîyê ji sultan Ebdulhemîdê duyem ra li ser xelasbûna ji derbekaran piştî bûyera komeleya El-Mihemedî li Istenbolê. Ji birêveberên kurdan ra nedihatibû gotin ku itîhadîyan sultan li ser desthildarîyê rakirin û tê texmînkirin ku name gihaşte cihê xwe, ango itîhadîyan.
=KTML_Bold=Elwîya Hemîdîyê û Taşnaq=KTML_End=
Parçebûna kurdan derbarê şertê duyem (jinûveaktîvkirina destûrê) ne tenê nêrîn bû, lê belê hêza çekdar a mezin di destê serokeşîrên di focên Hemîdîyê da man û birêveberê wan di wê demê da birêveberê dîrokî yê qebîleya heyderan a kurd Kor Hisên Paşa, ku ji komkujîya ihtîhadîyan li dij focên Hemîdîyê li deşta Mêrdînê û şopandina Îbrahîm Paşa Milî ku wê demê li nêzî Hesekê jîyana xwe ji dest da, netirsîya. Kor Hisên Paşa liberxwedanek li dij Itîhad û Tereqî bi rê ve bir û koma derbkar neçar kir ku dest ji holêrakirina focên Hemîdîyê berdin, tenê bo guhartina nav û kêmkirina çekdarbûna wan sînordar man. Lê jiholêrakirina vê hêzê, daxwaza sereke ya partîya Taşnqê ya ermenî ji hikûmet û dewletên Ewropayê bû.
Di nava vê atsmofêra tengkirina siwarên kurd a tekane û ya herî bi hêz, paşayê heyderan li dij itîhadîyan û serokên kurdan ên ku piştgirî didan rakirina sultan derket û tevî bi hezaran ji hêzên ku ji çîna kurdan a dijî guhartinê maye, bi xwe ra bir ser axa kurdan a li Îranê. Li gorî nêrîna Celîlê Celîl, di piratîkê da tu çekên siwarên kurdan li Kurdistanê bi veguhestina Kor Hisên Paşa hêzên xwe bo Îranê, nema.
Serokên kurdan hewl dan ku hewldanên hikûmeta osmanî ya nêzî ermenan di navbera salên 1908-1911'an da, ên ku dixwest vê hêzê bê çek bikin, têk bibin. Her wiha, Ebdulrezaq Bedirxan bal kişand ser vê hewldanê, ne wekî armancgirtina siwarên eşîran ên bêserûber wekî piştra di dîroka nûjen da ji alîyê piranîya nivîskar û akademîsyanên kurd wisa hate binavkirin, lê belê hişîyarî li ser “bêçekkirina kurdan” da. (Hogir Tahir Tewfîq-r.716).
Ebdulrezaq Bedirxan berîya Şerê Cîhanê yê Yekem dikarîbû komek ji şêxên neqşîbendîyê bi serokatîya Mela Selîmê Bedlîsî bi alîyê xwe ve bîne, da ku li dij siyaseta Birîtanyayê ya ku li ser biryara osmanî hakim e û di şerên mezin da bibin alîgirê Rûsyayê. Ev jî guhartineka mezin e, ku şêxên neqşîbendîyê yên kurdan yên mayî jî di nav da ne. Lewra, biryareka radîkal cara yekem li dij Sultenîyeta Osmanî hate girtin, ji ber ku lê dinêrin ku piştî derbeya li dij sultan Ebdulhemîd a sala 1908an, ji îslamê cuda bûye û biryarên wê di destê ermen û birîtanîyan da ne.
Ebdulrezaq ji nerazîbûna neqşîbendîyan a hatina itîhadîyan li ser desthildarîyê bi kar anî, da ku bi tecrubeyeka cuda û tişta ku hema bibêje ne pêkan bû, pêk bîne.
Berîya çend salên ne dûr, hevalendîyeka neqşîbendîya barzan bi serokatîya Ebdulselam Barzanî bi şêxên Nehrî û hevalbendên wî ra, di çavên tirkan da ne pêkan bû. Lê ev yek pêk hat. Herdu alîyan nakokîyên xwe dane alîyekî bi Ebdulrezaq Bedirxan ra û bi awayekî veşartî bi Rûsyayê ra bûne yek. Di dema şoreşa Mela Selîmê Bedlîsî da, şêxên Barzan ketin nava tevgerê. Şêx Ebdulselam demeka kurt revîya û çû Urmîyeyê û piştra çû Tiblîsê (Gurcistanê). Her wiha dema ku di rê da bû ji bo hevdîtina Simko Axa, nêzî Bradostê, ew kete kemînê û radestî osmanîyan hat kirin û di dawîya sala 1914'an da hat bidarvekirin.
Ebdulrezaq Bedirxan “komîteyeka rênasînê” piştî kongreyeka veşartî ya birêveberên kurdan li Erziromê di gulana 1913an da, ava kir. Endam jî di navbera alîgirbûna Birîtanya û Rûsyayê da, hatibûn parçekirin.
Hogir Tewfîq di pirtûka xwe “Kurd û pirsa Ermenîstanê”da dide dîyarkirin ku Ebdulrezaq Bedirxan, Mele Selîmê Bedlîsî û Seyîd Elî û Şêx Şehabdîn (ku ev herdu jî nevîyên şêxê neqşîbendîyê Celaludîn in ê ji bajarokê Xêzanê) û serokê qebîleya heyderan a kurdan a bi hêz Hisên Paşa, hewl didan ku destekê bidin Rûsyayê û li dij dewleta osmanî kar bikin.
Lê helwesta nevîyê navdar ê şêxîtîya Nehrî Neqşîbendî Ebdulqadir Nehrî û kurê wî Ebdulah li Istenbolê, ne zelal bû. Lewra, Hisên Bedirxan bi tena xwe piştgirî dida xeta Birîtanyayê, tevî vê yekê jî wekî serokê “komîteya rênasînê” ku dirûşmeya serxwebûna Kurdistanê rakir, hate hilbijartin. Lê di demeka kurt da, Hisên Bedirxan di hezîrana 1913an da di rewşeka ne dîyar da hate kuştin û birêveberên kurdan jî koma Itîhad û Tereqî wekî berpirsê kuştinê tawanbar kir. Her wiha, kovara “Rojî kurd” di hejmara xwe ya sêyem da wefata wî tevî wêneyê wî li ser bergê hejmarê belav kir.
Vê bûyerê, rê li pêşîya kesên ku hewl didin bi Rûsyayê ra lihev bikin vekir, ên ku bernameyeka li gor ermenan pêşkêş kirin da ku rûsan qezenc bikin. Berovajî Hisên Bedirxan ku di tevgerên xwe da bal kişand ser jiholêrakirina ermenên ku piştgirîyê didin Itîhad û Tereqîyê. Lewra, hêvîya çeksazkirina “rêderketinê” siyaseta osmanî da winda nekir, lê tîma din bi birêveberîya Ebdulrezaq Bedirxan dibîne ku pêwîst e osmanî berîya her tiştî ji Kurdistanê werin derxistin, da ku nikaribin benda girêdayî dayîna herşeş wîlayetan (Wan, Bedlîs, Erizrom, Sîwas, Xerbût û Amed) pêk bînin. Bi gotineka din, herdu alî ji avakirina dewleta neteweyî ya ermenan ditirsîyan û her alîyekî rêyek ji bo têkbirina vê planê ji xwe ra hilbijart. Di vê çarçoveyê da, Ebdulrezaq Bedirxan bi awayekî xemgînî nivîsand ku Dewleta Osmanî neçar e dest ji herşeş wîlayetan berde, ji bo paytextê, Konstantînopolê biparêze.
=KTML_Bold=Derîyên Rûsyayê girtî ne=KTML_End=
Vegera itîhadîyan li ser desthildarîyê sala 1913'an, hişt ku kurd hewl bidin destekê ji Rûsyayê wergirin. Di vê çarçoveyê da, şêx Ebdulselam Barzanî hewldanên xwe yên veşartî hebûn û di encamê da, li Gurcistanê bi hin birêveberên rûsan ra berîya şoreşa Bedlîsê, civîya.
Mela Selîmê Bedlîsê ku kesayeteka olî ya neqşîbendîyê ya navdar bû, fermandarîya tevgera leşkerî kir û di nîsana 1914an da derbasî Bedlîsê bû, lê ermenên li bajar li dij wî derketin, tevî ku lihevkirineka berê hebû ku ermen bêalî bin. Ev yek jî ji ber ku encamên şerê Balkanê bernameya siyasetên ermenan guhart û dixwestin ku dewleteka tam ava bikin. Her wiha, gotegot di navbera kurdan da hate belavkirin ku rûspîyên ermenan axa kurdan di navbera xwe da dabeşkirin, da ku kurdan jê derxin.
Bi destpêkirina Şerê Cîhanê yê Yekem, li Kurdistanê tevlihevî zêde bû. Her wiha, beşek ji kurdên hêrsbûyî tev li hêzên osmanî bû, da ku ermen û nestûrîyên alîgirên Rûsyayê ceza bikin. Her wiha, nivîskarê pirtûka “Dîroka kurdan a nûjen” David Mcdowell tundîya şerê li Kurdistanê wiha bi nav kir: “Paqijkirina etnîkî êdî bû hêmaneka sereke di şer da.”
Di dirêjahîya salên şer da (1914-1918), kurd tu dozeka siyasî ya taybet bi wan ku ji bo wê şer bikin, tune bû. Ji ber ku siyasetên “lîstoka navdewletî ya mezin” ji demeka dirêj ve, kurd rawestandibûn. Tenê tiştek hebû ku ji bo wê şer bikin; ew jî parastina hebûna xwe ya fîzîkî, bêyî ku bernameyekî siyasî ya neteweyî di wî şer da hebê, ji ber ku ne pêkan bû xwe bidin alî ji bo hemû alîyên neteweyî û olî. Rewş wekî “xefkeka xwînî” bû; beşdarbûna nava şer li kêleka osmanîyan di dawîya ji bo berjwendîyên tirkan ku serwerîyê li kurdan bikin, lê eger dest ji osmanîyan berdin wê Kurdistan bikeve bin dagîrkerîya rûs û ermenan.
=KTML_Bold=Sarîkamîş.. Dergehên dojehê=KTML_End=
Di bûyerên Şerê Cîhanê yê Yekem da, gelek bûyer hene ku pêwîst e lêkolîneka dîrokî li ser werin kirin, ji wan rewşa kurdan piştî têkçûna osmanîyan di şerê “Sarîkamîş”ê da bi birêveberîya Enwer Paşa sala 1915'an.
Generalê alman Liman Von Sanders wekî şêwirmendê fermandarîya osmanî ya leşkerî kar dikir û bi fermandarê osmanî yê payebilind li ser enîyan Enwer Paşa ra, nakok bû. Ji bo Sanders, Enwer tenê wekî “di karûbarên leşkerî da jokerek e” (David Fromkin – Dawîya Împeratorîya Osmanî- r.116). Lewra, Enwer ji xwe bawer dikir ku wê di êrîşa di lûtkeya zivistanê da bi ser bikeve û digot piştî têkbirina rûsan, wê bi rêya Efganistanê Hindistanê vike. (Fromkin-r.117)
Êdî şer ji bo kurdan derbasî pêvajoya xweparastinê bû, bi rêya hêzên xwecihî û eşîrî ku dest bi êrîşkirina hêzên Rûsyayê ku ketibûn nava kûrahîya Kurdistanê, kirin. Beşek ji van hêzên xwecihî di bin birêveberîya serokeşîrên ku berê di birêveberîya Elwîya Hemîdîyê da bûn wekî Hisên Paşa Heyderan û Mûsa Beg Mutekî. An jî bi fermandarîya birêveberên olî wekî Şêx Seîdê Pîran û Şêx Seîdê Nûrsî. Lê agahîyên heyî yên derbara çalakbûna birêveberên kurdan ji alîyê belgeyan da kêm e û hin tevgerên wan bi awayekî devkî bi rêya stranên gelêrî û bîranînên kesayetên kurd yên ku di wê demê da hebûn û beşdarî birêveberîya şerê li dij hêzên Rûsyayê bûbû. Tenê Şêx Seîdê Nûrsî bi xwe bi awayekî kêm behsa beşdarbûna xwe di nava fermandarîya hêzên herêmî yên dijî hêzên Rûsyayê li enîyên Bedlîsê û bakurê Wanê, kir.
Dema ku Mustefa Kemal di buhara 1916'an da gihaşt Bedlîsê, di komkirina bermahîyên hêzên osmanîyan (artêşa duyem, sêyem, nehem û ya yazdehem) da û di fînansekirina êrîşa dijber da zehmetî didît, ku di dawîyê da ev êrîş têk çû û tevahîya herêma ji Wanê heta Bedlîs, Mûş û Erziromê ketin destê hêzên Rûsyayê. Di wê pêvajoyê da, Şêx Seîdê Nûrsî dîl hate girtin, her wiha hêzên xweparastina kurdan rastî şkestinekê hatin. Di encamê da, koçberîyeka bi komî ya kurdan ji herêmên dagîrkirî çêbû û hêzên ermenî yên ku bi hêzên Rûsyayê ra bûn, di herêmên nû da bi pêş ketin, di bin fermandarîya generalê ermen ê navdar Andranik Ozanyan.
Şervanên ermenan li enîya Wanê sal 1915/Arşîva birêtanî
Nexşeya sala 1917an, têkçûna hemû êrîşên osmanî yên dijber dîyar dike û şer zirareka mezin gihand civakên kurd û ermen di enîyên şer da, her wiha operasyonên leşkerî ji çavkanîyên cotkaran û gundên herdu alîyan dihate fînasekirin. Di heman demê da, li gorî nexşeya kontrolkirinê Kurdistan bûbû Ermenistan, her wiha gelê kurd hindik mabû ku hebûna xwe li rojhilatê dewleta osmanî winda bibe, lê hebûna tirkan li rojavayê Anadolyayê rastî dijwarîyeka hebûnî ya mezintir dihat.
=KTML_Bold=Rizgarkirina bê şer=KTML_End=
Ne êrîşên dijber ên osmanîyan û ne jî liberxwedana gelêrî a kurdan, rewş guhart û metirsîya hebûnê rakir, lê belê şoreşa Bolşevîk a cotmeha 1917'an li Rûsyayê, kurd û tirk bi hev ra rizgar kirin û wekî şeva qedirê ji bo herdu gelan bû û ji bo ermenan jî dojeh bû. Artêşa Rûsyayê ya ku heta Bedlîsê bi pêş ve çûbû ji hev ket û Rûsya ji şer vekişîya, her wiha hin generalên rûs hêzên ermenî û gurcî ji bo parastina herêmên ku Rûsya jê vekişîya bikin, ava kirin. Lewra hêzên osmanî hemû destkeftîyên artêşa Rûsyayê li enîya Kafkasyayê ji dema destpêkirina şer di mijdara 1914an da, vegerand bin serwerîya xwe.
Di dema vekişîna Rûsyayê da, bi hezaran malbatên ermen dest ji herêmên xwe yên dîrokî li Wan û Erziromê û derdora wan berdan û bi vî awayî beşê duyem ê qirkirina li dij ermenan piştî operasyona sala 1915'an, pêk anîn. Li beramberî wê jî, bi dehhezaran ji kurdan vegerîya herêmên xwe. Di vê çarçoveyê da, li herêma “Albak”ê (Paşa Keleh), efserekî birîtanî Major Noel ku li Kurdistanê piştî şer sala 1919an digerîya, hejmara gundên ku gel tê da pir bûn li vê herêmê ku berîya şer milet pir tê da dijîyan jimartin, dît ku tenê 7 gund ji eslê 180 gundî berîya şer, milet tê da dijî ( Hogir Tahir Tewfîq-Kurd û pirsa ermenî-r.540). Her wiha, di salên şer da, serokê qebîleya Heyderan Kor Hisên Paşa neçar bû ku 12 hezar ji ewldanên qebîleya xwe bi rê ve bibe û berê xwe bidin Îranê, da ku kesên ji wan mayî ji êrîşa Rûsyayê biparêzin. Hisên Paşa jî berîya destpêkirina şer, ji alîgirên Rûsyayê bû û ji ber têkilîyên wî yên baş bi ermenan ra, osmanîyan di nîveka sala 1915an da ew girt.
Di encamê da, ji ber pevçûn û binpêkirinê hêzên ermenan ji rojên destpêkê yên şer ve, birêveberên kurdan ên alîgirên Rûsyayê hewl dan ku nêzîkatîyeka nû dûrî Dewleta Osmanî ava bikin. Di serî da, Ebdulrezaq Bedirxan ku raporek li ser van binpêkirinên ku wî dîtin ji hêzên Rûsyayê ra ên li Tiblîsê, rêkir. (Hogir Tahir Tewfîq-r.561)
An Istenbol an jî Kurdistan
Di dawîya Şerê Cîhanê yê Yekem da, birêveçûyîna têkilîyên kurd û tirkan gelekî bi girêk bû. Bi saya Şoreşa Bolşevîkan “Bakurê Kurdistanê” ji tunebûna hetahetayê rizgar bû, lê Istenbol û rojavayê Anadolyayê bi tevahî ket bin dagîrkerîya Ewropayê, wekî ku daxwaza Ebdulrezaq Bedirxan bi awayekî berovajî pêk hat, wî texmîn dikir ku hikûmeta osmanî dest ji Kurdistanê berde ji bo ku Istenbolê biparêze, lê berovajî çêbû hevalbendan Istenbol dagîr kir û Rûsya ji Kurdistanê û piranîya axa ermenî vekişîya. Lê rewş di hemû bingehên dewletê da yên dagîrkirî û rizgarkirî, pir xerab bû.
Ji ber kişandina mêran ji gundewaran da ku leşkerîya neçarî ku Enwer Paşa biryara wê da bikin, “demsala çandinîyê ya sala 1914an têk çû, di encamê da rewşeka xerab derket holê. Di dirêjahîya salên şer da ku mêr û sewalên kişandinê û xwelêkirinê ku dihatin neçarkirin ku beşdarî şer bibin, bû sedem ku birçîbûnek bi salan rû bide” (David Fromkin-Dawîya Dewleta Osmanî-r.119)
Penaberên ermenî jîyaneka nû li Êrîvanê sala 1917'an piştî hemleya qirkirin û koçberkirinê dest pê kirin/Rojnameya The graphic
Bi dawîbûna Şerê Cîhanê yê Yekem sala 1918, birçîbûn û qirkirin li dij piranîya niştecihên Kurdistan û Ermenistanê pêk hat. Her wiha, sê artêşên mezin ketin Kurdistanê ew jî ev bûn: Rûsyaya Qeyser, Birîtanya û Tirkîya. Rûsyayê piştî ku demeka kurt kete Rewandoz û Xaneqînê li Başûrê Kurdistanê, li pey xwe xerabûneka pir mezin hişt, gihaşt astekê ku piranîya niştecihan bi hemû çînên xwe hêvî bikin ku careka din Tirkîya kontrol bike.
Di mijdara 1918an da, li gorî serjimêreka nifûsê, hejmara xlekê li Silêmanîyê ji 20 hezar kesî berîya şer, daketîye 2500 piştî şer (David Mecdull- Dîroka kurdan a nûjen-r.186,187). Her sibehê li bazarê cenaze kom dibûn û di hin rewşan da, xelkê cenazeyên zarokên xwe yên mirî dixwar. Li Nehrîyê bajarokê şêxên neqşîbendîyê tenê 10 mal ji eslê 250 malî man. Li Rewandozê ji eslê 2 hezar malî, tenê 60 mal man. Her wiha, sê gund ji eslê 100 gundên qebîleya “balk” man ku bi erdê ra nebûn yek. Di heman demê da, ji dema ku şer dest pê kir, ji eslê hezar malbatî hema bibêje, tenê 157 malbat sax man.[1]
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî - Kurdîy Serû) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol , um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 330 mal angesehen
HashTag
Quellen
[1] Website | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://nlka.net/ - 16-07-2023
Verlinkte Artikel: 3
Gruppe: Artikel
Artikel Sprache: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 15-07-2023 (1 Jahr)
Art der Veröffentlichung: Born-digital
Dokumenttyp: Ursprache
Inhaltskategorie: Sozial
Inhaltskategorie: Politik
Inhaltskategorie: Artikel und Interviews
Provinz: Kurdistan
Technische Metadaten
Artikel Qualität: 99%
99%
Hinzugefügt von ( ئاراس حسۆ ) am 16-07-2023
Dieser Artikel wurde überprüft und veröffentlicht von ( سارا ک ) auf 17-07-2023
Dieser Artikel wurde kürzlich von ( سارا ک ) am 17-07-2023 aktualisiert
URL
Dieser Artikel ist gemäss Kurdipedia noch nicht finalisiert
Dieser Artikel wurde bereits 330 mal angesehen
Kurdipedia ist die grösste Quelle für Informationen
Biografie
Mely Kiyak
Biografie
Dilan Yeşilgöz
Artikel
Dutzende Prominente fordern CPT-Besuch bei Öcalan
Biografie
Ismail Küpeli
Biografie
Leyla Îmret
Artikel
Die Ezid:innen und das Ezidentum
Bibliothek
Der Kurdische Fürst Mîr Muhammad-î Rawandizî
Bibliothek
Die neue Kurdenfrage: Irakisch-Kurdistan und seine Nachbarn
Bibliothek
Der Iran in der internationalen Politik 1939-1948
Biografie
Saya Ahmad
Artikel
KNK-Vorsitzende rufen zur Einheit auf
Biografie
Sebahat Tuncel
Biografie
Halil Öztoprak (Xalil Alxas)
Biografie
Cahit Sıtkı Tarancı
Artikel
Monika Morres: Mutig und beharrlich weitermachen
Biografie
Fevzi Özmen
Bibliothek
Themen Aus Der Kurdischen Wortbildung
Artikel
„Die irakische Regierung muss Haltung gegenüber den Angriffen beziehen“
Biografie
Kenan Engin
Bibliothek
FREIHEIT FÜR DIE KURDISCHEN POLITISCHEN GEFANGENEN IN DEUTSCHLAND

Actual
Biografie
Said Nursi
19-01-2022
هەژار کامەلا
Said Nursi
Artikel
Gökay Akbulut zu Solidaritätsbesuch in Amed
30-07-2022
سارا ک
Gökay Akbulut zu Solidaritätsbesuch in Amed
Bibliothek
Konflikte mit der kurdischen Sprache in der Türkei
11-06-2023
هەژار کامەلا
Konflikte mit der kurdischen Sprache in der Türkei
Bibliothek
Themen Aus Der Kurdischen Wortbildung
06-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Themen Aus Der Kurdischen Wortbildung
Bibliothek
Der Kurdische Fürst Mîr Muhammad-î Rawandizî
27-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Der Kurdische Fürst Mîr Muhammad-î Rawandizî
Neue Artikel
Bibliothek
Der Kurdische Fürst Mîr Muhammad-î Rawandizî
27-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothek
Themen Aus Der Kurdischen Wortbildung
06-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothek
FREIHEIT FÜR DIE KURDISCHEN POLITISCHEN GEFANGENEN IN DEUTSCHLAND
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Der Iran in der internationalen Politik 1939-1948
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Die neue Kurdenfrage: Irakisch-Kurdistan und seine Nachbarn
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Tausend Tränen, tausend Hoffnungen
03-04-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Revolution in Rojava
28-03-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
Die türkische Filmindustrie
26-03-2024
هەژار کامەلا
Biografie
Müslüm Aslan
17-03-2024
هەژار کامەلا
Bibliothek
saiten Her biji Azadi!
17-03-2024
هەژار کامەلا
Statistik
Artikel  519,157
Bilder  106,497
PDF-Buch 19,250
verwandte Ordner 96,954
Video 1,384
Kurdipedia ist die grösste Quelle für Informationen
Biografie
Mely Kiyak
Biografie
Dilan Yeşilgöz
Artikel
Dutzende Prominente fordern CPT-Besuch bei Öcalan
Biografie
Ismail Küpeli
Biografie
Leyla Îmret
Artikel
Die Ezid:innen und das Ezidentum
Bibliothek
Der Kurdische Fürst Mîr Muhammad-î Rawandizî
Bibliothek
Die neue Kurdenfrage: Irakisch-Kurdistan und seine Nachbarn
Bibliothek
Der Iran in der internationalen Politik 1939-1948
Biografie
Saya Ahmad
Artikel
KNK-Vorsitzende rufen zur Einheit auf
Biografie
Sebahat Tuncel
Biografie
Halil Öztoprak (Xalil Alxas)
Biografie
Cahit Sıtkı Tarancı
Artikel
Monika Morres: Mutig und beharrlich weitermachen
Biografie
Fevzi Özmen
Bibliothek
Themen Aus Der Kurdischen Wortbildung
Artikel
„Die irakische Regierung muss Haltung gegenüber den Angriffen beziehen“
Biografie
Kenan Engin
Bibliothek
FREIHEIT FÜR DIE KURDISCHEN POLITISCHEN GEFANGENEN IN DEUTSCHLAND

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Generationszeit Seite: 0.391 Sekunde(n)!