图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,659
图片 106,368
书籍 19,233
相关文件 96,828
Video 1,376
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Jiyanê nekujin!
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Jiyanê nekujin!

Jiyanê nekujin!
=KTML_Bold=Jiyanê nekujin!=KTML_End=
=KTML_Underline=#Reyhan Îke# =KTML_End=

Reşbûn çavên jiyanê. Mîna tûdirkan dibiriqîn. Du çavên mîna kaniyek avzê ji ken û coşê dibiriqîn li ser rûyê wê yê heyva çardeşevî li ber teşe girtîbûn û şahidiya navê wê dikirin li her kêliya demê. Jiyan herikbar bû mîna av û bayê. Zindî û ciwan, bedew û xweşik, ya herî delal bû li taxa me.
Navê wê li ser zimanê her kesê digeriya û di hemû kêliyên demê de min herî zêde navê wê dibihîst. Vê yekê dihişt ez zêdetir bala xwe bidim Jiyanê û wê nas bikim. Neh salî bûm û Jiyan pirsek mezin bû di hişê min de. Ji ber tevî hemû ciwaniya wê, reşbûn cilên Jiyanê. Ji çavên hemû zarokên min nas dikir reştirbûn. Mirovan bextê jinan û cilên Jiyanê dişibandin hev û vê nepeniya di navbera wan de mereqa min dida ber şemaqan. Çima reşbûn cilên Jiyanê? Têkiliya di navbera reşiya cilên Jiyanê û bextê jinan de çibû? Bext çi bû, ma diviya sor, zer, spî, gewr an kesk û şîn be? Gelo ger cilên Jiyanê ne reşbûya wê rengê bextê jinan çi bûya? Jiyan jinek bejin zirav û bilind, reng genimî, rûken, nazik û nazdar bû. Lê reşbûn cilên jiyanê û jinan bextê xwe dişiband rengê cilên wê.
Min nedizanî çima hemû jin gazindan ji Jiyanê dikin. Hema hemû jinan li gel xwedê gazind ji Jiyanê dikir û behsa nebaşî û nexweşiya wê dikir. Lê Jiyan jinek tendurist, li ser xwe, gurc û jêhatî bû. Kenê wê wekî kulîlkên pîvokên li zinaran geş bû, heyîna wê reng û ciwaniyek cuda dida taxa me. Lê hema hemû jinan digot, “xwedêyo, ev çi Jiyan e te kirî para me?”
Jiyan hêj di zarokatiya xwe de bê bab mabû li gel du xwişk û birayekî xwe. Bi zorî û zehmetiyan mezin bibû, bibû jinek ciwan. Paşê ji ciwanekî delal ê taxa me hez kiribû, bi hev re zewicîbûn. Piştî zewaca wan bi salekê şûn de kurekî wan çêbibû. Sê meh bi ser çêbûna kurik re derbas bibûn qêrinek ket taxa me. Jiyanê xwe kuşt! Jiyanê li mala xwe, xwe bi werîsekî ve kiribû û xeniqandibû. Lê herkesê digot qederê wisa kiriye. Vê carê dayika wê jî destê xwe ber bi jor ve radikir û digot; “xwedêyo, ev çi Jiyane te kirî para min” û ji her çavek wê sûlavek rondik dibariyan li ser termê Jiyanê.
Min qeder nas kir paşê. Qeder bibû kujera Jiyanê. Herkesê vê carê berê tîrên awirên xwe dabûn qederê. Jin, zilam, hûr û giran şahidiya kujeriya qederê dikirin. Jiyan û qeder bibûn wekî nav û paşnavên hev. Yek bi ya din dihat gotin. Qederê Jiyan kuştibû, lê hê jî bextê jinan reş bû li gorî gotin û gazindên dikirin. Ji aliyekê ve qeder kujer îlan kiribûn, ji aliyê din ve herkes li qederê xwedî derdiket û bi devê xwe digotin ‘ev qedera me ye.’ Gelo ger qeder a wan be, ew jî nedibûn şirîkê wê yê kuştina Jiyanê? Qederê bi gotina kê kiribû, ji ber çi Jiyan kuştibû? Ma ne wan bi xwe digot qeder ya Jiyanê bû jî. Ma ger qeder a Jiyanê be jî çawa dibe ku Jiyanê bikuje? An qeder ne ya Jiyanê bû, an jî ne qederê Jiyan kuştibû.
Lê ferman hatibû dayîn. Di kujeriya qederê de herkes hemraman bû. Lewma pêdivî bi pirsên din nebû. Pirsên mîna gelo Jiyanê çima xwe bi dar ve kir? Kî û çi bû sedem? Çi derdên wê, kul û janên wê, pirsgirêkên wê yên bêçare hebûn? Qeder hem kujer bû, hem jî herkes lê xwedî derdiket û digot, “qedera me ye.” Ger qeder kujer be çima herkes li qederê xwedî derdiket?
Heta mezin bûm jî van pirsan qet hişê min terk nekir. Paşê pê hesiyam ku qeder ‘bizina gunehan’ bû. Herkesê barê gunehên xwe li qederê dikir û bi vî rengî ji dojeha wijdana xwe direviya. Lê min wê demê nedizanî Jiyan ez im, tu yî, em in… Min nedikarî bêjim qeder nezanîna me, neşiyarî û xemsariya civaka me ye. Min nekarî ji kesê re bêjim bi kuştina her jinekê Jiyan dimire. Em dimirin û navê mirina me, kuştina me dibe qeder. Min nedikarî bêjim, JIYANÊ NEKUJIN!
Li ser vê çîroka bi jan a zarokatiya min re gelek sal derbas bûn. Lê mixabin îro jî li Kurdistanê dijminahiya jiyanê bi dawî nebûye. Dewletên dagirker herî zêde jinên kurd dikin armanc û êrişî jinan dikin. Nûnerên pergala zilamsalariyê yên wekî AKP-MHP û DAIŞ’ê herî zêde êrişî jinan dikin. Kuştin û çewisandina jinan wekî egera hebûna xwe dibînin. Çawa berê bi navê ‘Namûsê’ jin didan kuştin, îro jî di bin navê ‘terorîstiyê’ de jinan dikin armanc û hewl didin pêşiyê li ronakbûn û zanebûna civaka kurd bigirin. Ji ber baş dizanin ku havênê hiş û ramana azad a civakan jin e. Civaka jina wê zana, azad û xwedî vîn, li hember ti desthilatiyê serî natewîne. Lewma her êrişa li ser jinan tê kirin, divê civaka me wekî êrişa li ser jiyan, rûmet, azadî û pêşeroja xwe bihesibîne. Dewleta dagirker a tirk bi sedhezaran mirovên me kuştin û navê kuştina wan kir ‘kuştinên faîl nediyar.’ Lê faîl diyar e û em dizanin ku dewleta tirk kujer e.
Çawa em îro dizanin dewleta tirk kujer e, em bi saya têkoşîn û berxwedana bi hezaran jin, ked û berdêla bi hezaran dayikên kurd ên zarokên xwe li ser pîvan û exlaqê azadiyê, bi wijdan mezin kirin dizanin ku navê kuştin û mirina me jî ne qeder e. Di encama wê ked û berxwedana mezin, têkoşîna dijwar de em îro dibêjin em ê hesabê her kuştinê bipirsin. Em bi wê dikarin ji dagirkeran re bêjin tu dagirkerî, ji zaliman re bêjin tu zalim î, ji yên navê kuştina me dikin qeder re bêjin tu derewker î, ji yên bi nêzîkatî û sekna xwe kuştina jinan a di her warî de erê dikin, ji kujeran re dibin alîkar û xizmeta polîtîkayên kuştina jinan dikin re bêjin tu kujer î. Bi pêşxistina zanebûna xwe, xurtkirina rêxistina xwe, bihêzkirina vîna xwe em îro dikarin xwedî li azadî û rûmeta xwe derkevin. Lewma neyarên me herî zêde êrişî jinên pêşeng, zana, xwedî vîn, xwedî pîvan û exlaqê azadiyê dikin. Lewma divê em bizanin ku mezinkirina têkoşîna azadiya jinê, xwedîderketina li jiyanê ye. Li dijderketina her awayê zilm û zorê pîvana bi exlaqbûn, wijdanbûn û mirovbûnê ye.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览435
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 15-07-2023
挂钩项目: 9
小组: 文章
Publication date: 02-06-2020 (4 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 94%
94%
添加( ئەڤین تەیفوور 15-07-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on18-07-2023
此产品最近更新( سارا ک ):18-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览435
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,659
图片 106,368
书籍 19,233
相关文件 96,828
Video 1,376
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!