图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,516
图片 106,355
书籍 19,229
相关文件 96,821
Video 1,368
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Alayên Hemîdiyeyê yên nû tên avakirin
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Alayên Hemîdiyeyê yên nû tên avakirin

Alayên Hemîdiyeyê yên nû tên avakirin
=KTML_Bold=Alayên Hemîdiyeyê yên nû tên avakirin=KTML_End=
=KTML_Underline=#Reyhan Îke# =KTML_End=

Kesên bi dîroka Kurdistanê re eleqeder, kêm zêde zirar û ziyanên Alayên Hemîdiyeyê dane gelê kurd dizanin. Vî navê talan, kuştin û diziyê yê wekî deqeke reş li eniya dîroka gelê kurd hatiye xistin, demek dirêj bandorên neyînî û kembax li têkoşîna gelê me ya azadiyê kir. Ji ber Alayên Hemîdiyê yên di sala 1891’î de ji aliyê Abdulhemîdê Duwem ve, li hemberî gelên herêmê ji eşîrên kurd hatin avakirin, bi dehan salan gelê kurd di raya giştî ya cihanê de wekî gelekî qatil, talanker, dizek, beredayî, tecawizkar û hov hat binavkirin. Di agahî, name û belgeyên vê demê de yên ji aliyê ajan, mîsyoner, geştiyar û nûnerên welatên derve ve ji bo welatên xwe şandin, civaka kurd wekî ji van xayînan pêk tê hatiye reşkirin û kiryarên wan ji hemû civaka me re hatine malkirin. Her çiqas hinek ji wan tiştên baş ji bo civaka kurd gotibin jî, piraniya belgeyan tijî gotin û tespîtên neyênî yên li ser kurdan in û vê yekê di raya giştî ya cîhanê de hizr û nêrînek neyênî li ser gelê me û têkoşîna azadiya Kurdistanê daye çêkirin.
Ji ber ev alayên mijara gotinê li hember gel û civakên ji baweriyên cuda hatine bikaranîn, bi dehan tevkujî bi destên wan hatin kirin. Împaratoriya Osmanî ya ber bi hilweşînê ve diçû ji aliyê gelek hêzên navneteweyî ve ji nêzîk ve dihat şopandin. Lewma li cihê van kiryaran bi hêzên xwe yên nîzamî bike, bi destê eşîrên kurd dida kirin û bi kevirekê dixwest çend teyran bikuje. Lewma ji aliyekê ve Osmaniyan barê tewan û gunehên xwe li wan kir û Alayên Hemîdiyeyê bûn sergoyên kiryarên wan ên kirêt, ji aliyê din ve di heman demê de van alayan li hember beşên civaka kurd ên xwedî baweriyên cuda jî heman rol lîst. Her wiha li hember her liv û tevgera civaka kurd bûn xencerek xayîntiyê û li pişta kurdan hatin xistin. Kengî pêwîstî pê hat dîtin, ev hêz li hember herkesî hatin bikaranîn.
Bêguman, bêmafî û xayîntiya li hemberî gelê me hatî kirin tenê nikare bi kiryarên van hêzan bê şîrovekirin. Her hêzek desthilatdar li herêmê xwestiye kurdan di xizmeta polîtîkayên xwe de bi kar bîne û dawiyê jî dema karê wan bi ikurdan nemaye li gorî berjewendiyên xwe pişta xwe daye kurdan û têkoşîn û berxwedana maf û azadiyê ya civaka me paşguh hatiye kirin û nexwestine bibînin.
Piştî Osmaniyan dewleta tirk cardin kevneşopiya Osmaniyan dewam kir û li Kurdistanê wekî alayên Hemîdiyeyê artêşek çeteyan ava kir. Bi vê artêşa çeteyan cardin kurdan zirar û ziyanên mezin dîtin. Lê lîstika wan a bihevdakuştinê ya dewleta tirk, bi vê re jî sînordar nema. Tevî hemû hewldanên tunekirina têkoşîna azadiya gelê me, di van çend salên dawiyê de jî dewleta tirk xalek din li vê hewla xwe zêde kir û vê carê jî şerê xwe yê qirêj bi rêya artêşa ajanan bi rê ve dibe. Sedsala 21’emîn ji bo me kurdan sedsaleke diyarkirina çarenûsê ye. Ji ber ti demî bi qasî vê sedsalê têkoşîna maf û azadiyê ya civaka me di raya giştî ya cihanê de nehatiye nasîn û rewabûna wê nehatiye zanîn. Şerê li hember DAIŞ’ê û berxwedana gelê kurd a bi navê rûmet û azadiya mirovahiyê derfeta kurd di raya giştî de bên naskirin û rewabûna têkoşîna wan bê zanîn afirand. Bêguman ev di berdêla bi hezaran şehîd, wêranî, êş û azaran de pêk hat. Lewma jî dewleta tirk ji vê rastî, têkoşîn û berxwedana gelê me ditirse. Ji bo cardin di vê sedsalê de jî nehêle gelê kurd bibin xwedî statu û cardin bindest û kole bimînin, destkeftekiyên gelê me li ku hebin êrîş dike û dixwaze wan ji holê rake. Herî zêde jî hewl dide belavbûn, parçebûn, ajanî û xayîntiyê di nav gelê kurd de çêke û bi rêya parçekirina civak û siyaseta kurd bigihîje armancên xwe.
Di vê çarçoveyê de ji aliyekî ve bi egerên cuda êrîşî Rojava dike, ji aliyekî din ve li ser Başûr operasyonên hewayî û bejayî li dar dixe û her wiha li bakurê Kurdistanê hem êrîşî siyaseta kurd dike û dixwaze wê ji holê rake, hem jî her roj çiya û baniyên Kurdistanê bombebaran dike û bi girtin, kuştin û tirsandinê dixwaze vîna Kurdên azad bişikîne. Ji ber kurdên evîndar û şopdarên azadiyê li pêşiya xwe asteng dibîne, bi awayekî faşîst êrîşî hemû hewldanên civaka kurd ên azadbûnê dike. Ew di êrîşên xwe de tu pîvan û zagonên mirovî, exlaqî û wijdanî nas nake. Jixwe pêwîst nake mirov behsa kiryarên faşîzan ên dewleta tirk ên li hemberî gelê kurd bike. Hem bi saya pêşketinên teknolojiyê û şiyarbûna civaka me tiştên dike tên zanîn, hem jî ji xwe êdî pêdivî bi veşartinê jî nabîne û pir aşkera êrîşî hebûn û hemû nirxên civaka me dike. Ew polîtîkayek qirkirinê ya piralî li hember hemû beşên Kurdistanê dimeşîne.
Lê piyên pêşî yên pêkanîna vê politikaya qirkirinê, bi artêşa ajanan ava kiriye. Bi pêşengiya wan civaka me tê qetilkirin. Bi agahiyên vê artêşa ajanan, çiya û gundên Kurdistanê tên bombebarankirin, pêşeng û têkoşerên azadiya Kurdistanê tên armanckirin û şehîd xistin. Her wiha di civakê de bi rêya van ajanan dewleta tirk dixwaze ew rayên azadiyê yên hêj dijenin tine bike û civakeke kole û jihevsarbûyî ava bike. Yanî li Kurdistanê ‘kurmê darê’ cardin li ser kar e û civaka me zirara herî mezin ji van xayîn û ajanan dibîne.
Pir aşkera ye, ji bo di vê sedsalê de ya kurd herî zêde xwedî derfet û mercên bidestxistina azadî û mafên xwe ne, wekî siyaseta kurd, bi giştî civaka kurd divê derfet ji vê artêşa ajanan re neyê dayîn; li her cih û deverekê hemû civaka me li hemberî ajanî, nokeriyê ji her demê zêdetir xwedî helwest û sekneke zelal be. Her wisa di hemû qonaxên têkoşînê de divê ev derdorên ajan ên îro bûne çeka herî bibandor di destên neyarên me de bên armanc girtin û derfeta jiyan û mezinbûnê ji wan re neyê dayîn. Ev rastiyeke ku yên îro haya wan ji xayintî, nokerî û ajaniyê heye û li hemberî wan bêdeng û bêhelwest dimînin jî şirîk û hevkarên tevkujiyên wan ên li hemberî civaka me ne. Ew ên wan diparêzin û dengê xwe dernaxin kujerên pêşeroj û azadiya civaka kurd in û hevkarên dewleta tirk û hikûmeta AKP-MHP’ê ne.
Ger em wekî civaka kurd li hemberî van Alayên Hemîdiyê, ya rast alayên Erdogan ên hemdem helwesta tê xwestin raber nekin, rê bidin ku wekî kurmê darê bikevin her cihî û giyana dara me ya azadiyê bikujin, divê em baş bizanin ku wê ev bibe sedema windakirina hemû destkeftiyên gelê me yên bi xwîn û keda bi hezaran ciwanên kurd, berdêlên giran ên civaka me hatin bidestxistin. Lewma erk û berpirsiyariya her welatperwerekî/e kurd e, li gorî derfetên xwe li hemberî ajan û xayînan têbikoşe û rê nede dewleta tirk a faşîst bi rêya kurdên kirêkirî cardin di vê sedsalê de jî çarenûsa me bike koletî, tevkujî, penaberî û bêçaretî.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览425
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 15-07-2023
挂钩项目: 13
小组: 文章
Publication date: 16-06-2020 (4 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 96%
96%
添加( ئەڤین تەیفوور 15-07-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on18-07-2023
此产品最近更新( سارا ک ):18-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览425
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,516
图片 106,355
书籍 19,229
相关文件 96,821
Video 1,368
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!