ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 517,666
画像 106,191
書籍 19,172
関連ファイル 96,605
Video 1,327
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Bigirî Asê!
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Bigirî Asê!

Bigirî Asê!
=KTML_Underline=Bigirî Asê! =KTML_End=
=KTML_Underline=#Reyhan Îke# =KTML_End=

Li ser axa welatê me çîroka her tiştî heye. Çîroka baranê, keviran, heriyê, her kulîlkê û her zindiyan. Tu kevir tenê ne kevir e. Keç, kur, dayik, bab, hezkiriya kesekê ye wî kevirî bi wate dike. Ya reng daye her kulîlkê xwîna yekî pir hatî û tê hezkirin e. Her çemekî me, lorîkekê dibêje. Bi kul û kovan in rûbarên me. Her çiyayekî me efsaneyekê di dilê xwe de hildigire. Yar û welatê bindestan in. Her kanî rondikeke çavan e li ser vê axê. Hêvî ye, bawerî ye; vîn, xweragirî û berxwedan e ya giyan dide axa me û ev ax rûyê me yê rast e; nexşeya dilê me ye ev ax, ma kî bi qasî me dizane vê rastiyê?
Çîroka ez bêjim jî çîroka Asmîneke vê axê ye; dîmenek ji jiyana zarokên welatê me, hewar û gaziya dilê dayîkekê ye. Roja pêncê hezîranê bû; Wargeha Mexmûrê ji aliyê firokeyên bêmirov ên dewleta tirk ve hat bombebarankirin. Bombe li pêş deriyê parka di navbera dibistanên wargehê de teqiyan û wekî mezinan zarokan jî şahidiya kujeriya dewleta tirk kir. Asmîn jî zarokek ji wan e ku hêj temenê wê heft salî bû. Ev nivîsa min naveroka gotinên dayika wê ye.
Destpêkê dengek hat, gurmîniyekê deng veda li hişê wê. Asê bi deng re wekî kulîlkeke lavlavê ya li ber tava havînê ya nîvro çilmisî. Birûskên tirsê komkirin ewrên çavên wê. Paşê toz û dûkêlek mezin bilind bû; hinek din xwe guvaşt ser hev di hembêza dayîka xwe de û lerzê xwe gihand lêvên wê. Firokên cengê li baxê zarokatiya wê mirin barandibûn û dîmenek tirsnak xuya bû li pêş çavên wê. Qîr û hewar bi Asê ketibû û agir ketibû nava cergên dayika wê û wiha gazî kir:
“Bigirî xunçegula dilê min. Asmîna çolê bigirî. Bigirî heta hişê vê serdemê di rondikên te de şarav bibe keça min. Bigirî bila edawên wijdanên rizî yên şerxwazan bi rûbarên rondikên te bên şûştin. Bigirî berxa min… li beramber heyîna bêdadiyê, bêmafiyê, zilm û zordariyê, herî zêde jî ji heyîna koletiyê bigirî delala min. Ne şerme tu bigirî Asê. Lê, şermê jî bizane xunava li ser perikê dilê min.”
“Bizane keça min; ya şerm şer e, kuştin e, talan e. Ya şerm çavên te yên dexelî bi tirsê avdan e. Ya şerm bêdengiya li beramber van tevan e. Rihê kirêgirtî, hişên dagirkiriyê şerm e keça min. Bigirî heta awirên te dibin birûsk û vê deqa reş a li eniya mirovatiya vê çaxê dikole û tune dike bigirî. Ji bo vê mirovatiya mirî jî bigirî keça min. Li ser şîşan û nêrgizên li ser qebrên miriyan bibarîne rondikên xwe, qêrîna xwe bigihîne hinavên axê, bila asîman avis bibin ji hewara te.”
“Bigirî delaliya diya xwe. Bila hemû kulîlk li ber rondikên te bibişkivin û bi hev re bigirîn. Çavê xwe bike bendavên rondikên hevtemenên xwe yên penaber in di dilê vê cîhanê de û li ser qesr û koşkên jiyankujan de berde; bila bibe tofan, di rondikên we de bixeniqin yên bi destên xwe yên gemar diqurçifînin temenên we.”
“Bigirî xifşexezala min a li beriya Mexmûrê; bigirî û dilên bûne çolistan bi rondikên xwe av de keça min.”
“Belkî şîn bibin û bibihîzin qiçeqiça dengê şewata hinavên dayika te, bibînin gêsnên jana bêçariyê yên dikêlin xetên rûyê babê te. Belkî pê bihesin di xewnên şevan de dêwên heftserî dimijin xwîna tiliyên hêviyên xuşk û birayên te û tirs û fikar konên xwe yên çardehstûnî datînin ser singa pêşerojên te.”
“Bigirî kulîlka min a tovçiyayî ya di singa çolê de vebûye. Bigirî Asê; bila çiya di rondikên te de siqa bikin vîna xwe. Dilê xwe ji çiyayiyan re bike çeper, bila şerxwazan bikujin û bi destên şervanên çeperên rondikên te bên tunekirin hemû şer.”
“Bigirî ku daristanên kezîbirî, balindeyên hêlîn şewitîn û ferxik lê mirîn, malên agirê kuçik û çirayên wan vemirîn, tirsonekên li ber zilmê û zaliman serî şor kirin, xayînên ji bo pariyek bermayiyên xelkê rûmeta xwe ji bîr kirin jî vejîn û raperîn di rondikên te de keça min.”
“Bigirî keça min. Dilên ji hêvî, bawerî, hezkirin û evînan dêm mayîn jî av bide bi rondikên xwe û bila azadî li baxên jiyanê li ber kaniyên dilê te av bide Nêrgiz, Sosin, Beybûn, Binefş, Berfîn, Şilêre, Lîloz û Asmînan. Bigirî keça min; heta girî xwe bi rondikên te bişûn û tavên hemû sibeyan di kenê te de hiltên bigirî.”
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは308表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 15-07-2023
リンクされたアイテム: 3
伝記
日程&イベント
記事
グループ: 記事
Publication date: 30-06-2021 (3 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 文学
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 92%
92%
は、 ( ئەڤین تەیفوور 15-07-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 18-07-2023
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 18-07-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは308表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 517,666
画像 106,191
書籍 19,172
関連ファイル 96,605
Video 1,327
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:1.328 秒(秒) !