ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 517,421
画像 105,714
書籍 19,160
関連ファイル 96,493
Video 1,307
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Bêdengî erêkirin û şirîktî ye
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Bêdengî erêkirin û şirîktî ye

Bêdengî erêkirin û şirîktî ye
=KTML_Bold=Bêdengî erêkirin û şirîktî ye=KTML_End=
=KTML_Underline=#Reyhan Îke# =KTML_End=

Carna li hember tiştên çêdibin û mirov jê re şahidiyê dike peyv hêza vegotinê winda dikin. Hest lal û pênûs stewr dimînin. Qêrînek bêdeng xwe li asoyên dil dialîne û hemû hevok li ber êşa tê jiyîn stûxwar dimînin.
Baş e ma em ne mîkro kozmos bûn? Ku mîkro kozmos xwebûn, enel haq, nîrvana û enerjiyek bêdawî be, çi ye ev bêçarebûn û bêhêziya me? Çi ye ya em evqas ji hev parçe kirin û anîn rewşeke ku em bi xwe jî xwe fêm nekin? Tişta em ji tevahîbûna me evqas dûr xistin çi ye, em çawa evqas bûne biyaniyên heqîqeta xwe?
Baş e ya em lê digerin bûyîna hêz, desthilatî, îqtîdar e? Ma di makro kozmosê de îqtîdar heye? Nexêr! Ji ber li cihê îqtîdar, serdestî hebe mirov nikare behsa lihevhatinek bêdawî û parvekirinê bike. Ji ber cihê ku lê lihevkirin, parvekirin, curbicurî û cudahî hebin îqtîdar nikare xwe ava bike. Îqtîdar desthilatiya li ser parçekirin, biçûkkirin û lewaziyan e. Yanî bûyîna îqtîdarê dûrketina ji xwebûna xwe ye.
Çanda sereke ya îqtîdarê kuştin e. Kuştina hemcureyên xwe û lawiran dike çandek. Îqtîdar û bêîqtîdarî du seriyên vê çandê ne. Di rastiyê de herdu jî îqtîdarê xwedî dikin. Yek bi tirsa windakirina îqtîdara xwe, ya din jî bi tirsa jidestdayîna jiyana xwe ji vê çandê re xizmet dike. Îqtîdar û tirs destebirayên hev in di vê çandê de. Yek bi hemû hêza xwe hewl dide îqtîdara xwe qayîm bike, ya din bêîqtîdariya xwe dipejirîne, bi hemû salûsiya xwe ve hewl dide xwe nêzîkî îqtîdarê bike û jiyana xwe bigire bin ewlekariyê. Ev herdu seriyên wekî dijberî hev tên dîtin jî xwedîkerên çanda kuştinê ne. Ji xwe dema çanda kuştinê serwer bû, trajediyên mezin ên jiyana mirovahiyê jî dest pê kirin.
Trajediya herî mezin bi riya vê çanda kuştinê belavbûna civak û kesayetê ye. An ku dûrxistina ji hebûna xwe, biyanîkirin e. Kedîkirina ji aliyê sepandinên hişmendiyeke kujer ve ye. Bi vî awayî tirs dibe dojeha mirovan û ev dojeha ku ji tirsên mirovên bûyîn heyber pêk tê, kirdeyan, an ku desthilatdarên îqtîdarê datînin ser textê xwedatiyê.
Li gorî hemû baweriyên olî, xweda mezintirîn hêz e. Ti hêz nîne ku bikare pêşiyê li biryar û kiryarên xwedê bigire. Gotinên xweda ferman in û li dijderketina wan bi dojehê tê sezadan. Xwedê bixwaze dide, bixwaze dikuje, bixwaze baş, bixwaze xirap dike. Ti desthilata vê lêpirsîn bike nîne. Îro îxtîdar û desthilatdarên dewletan jî heman tiştî dikin. Bixwaze dikuje, bixwaze diavêje dojehan an ku girtîgehan, bixwaze têr, bixwaze birsî dihêle. Li hemberî hemû biryar û kiryarên xwe jî wekî vîna xwedayî benîbûnek bêsînor ferz dikin. Ev hêza ku bi hezar salan bi riya zorê, şer, kuştin û talanan ev tişt dikirin, îro ji her demê zêdetir xeter bûye. Tevî her awayê zorê, bi riya aborî, perwerde, tenduristî, huner, hiquq û bi riya teknolojiyê kontrola mirovan dixe dest xwe, hûtê tirsê mezin dike û vê çanda kuştinê piralî dike. An ku tiştên di serê dîktatoriyên leşkerî re derbas jî nedibûn, ji aliyê dîktatoriyên sivîl ve pir pisporane tên kirin.
Lê tişta mirovan ji janê bêzar dike ne zilm û zora desthilatdaran e. Bi hezar salan e li hember zilm û zora heyî berxwedan jî hatiye kirin û mirovahiyê xwestiye rûmeta xwe, mafê xwe yê jiyanê di bin her şertî de biparêze. Girtîgehên Tirkiyê bi serê xwe têra piştrastkirina vê têkoşîna parastina rûmetê dikin. Bi deh hezaran kurd girtî ne. Tevî hemû polîtîkayên tinekirinê jî yên li hember vê zilmê şer dikin, ji bo parastina rûmet û jiyana gelê xwe bêfikar giyana xwe dikin qurban ne kêm in. Îro jî gund, çiya û zozanên me tên bombekirin. Li çar parçeyên Kurdistanê ji ber parastina doza xwe mirov ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve tên kuştin. Birçîbûn, penaberî, zilm û zor, girtin û êşkence berdewam e. Di van rojên ku dinya di nav lepên virusa koronayê de wextên zehmet dijî jî, ji bo dewleta tirk erka sereke kuştina kurdan e. Roja pazdeyê nîsanê dewleta tirk bi firokan êrîşî wargeha penaberan Mexmûrê kir û sê jinên kurd qetil kirin. Çima, gunehê wan çi ye? Ji ber vî gelî parastina rûmeta xwe bijartine. Ji ber biryar û fermana xwediyên îqtîdarê derketiye. Ji ber wê dikarin bên kuştin. Dîsa beriya çend rojan di kesayeta Egîd Îpek de dewleta tirk hestiyên me kir pakêt û bi riya kargoyê şand ji dayîkek kurd re. Gelo kurdek birûmet, xwedî wijdan heye ku bi vê dîmenê neêşiyabe?
Bêguman, ev mirovan pir diêşîne. Lê ya ji wê biêştir, zortir û girantir bêhelwestî û bêdengiya beşek ji civaka me û hinek partî û rêxistinên siyasî yên kurdan e. Wekî min ii jor jî gotî bêdengî erêkirin e û erêkirin şirîakatî ev çanda kuştinê ya îqtîdaran e. Ev gel bi sedan salan e ji siyaseta kurd yekîtiyê, yekdengiyê dixwaze. Lê mixabin li hember kuştina kurdên penaber jî hikûmeta herêma Kurdistanê deng dernexist. Her bêdengî û bêhelwestî tê wateya ku em kuştina xwe, mirina xwe erê dikin. Îqtîdar û mêtingerî ne makro kozmos e, makro kaos e. Yekane çareserkirina vê kaosê yekitî, piştgirî, parvekirin û alîkarîdayîna hev e; li hember zilm û zorê bilindkirina dengê xwe ye. Ger em mîkro kozmos bin, wê demê em bi hev re dikarin xwe ji vê kaosê rizgar bikin.[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは390表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 15-07-2023
リンクされたアイテム: 11
グループ: 記事
Publication date: 20-04-2020 (4 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 文学
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 94%
94%
は、 ( ئەڤین تەیفوور 15-07-2023上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 18-07-2023
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 18-07-2023
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは390表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 517,421
画像 105,714
書籍 19,160
関連ファイル 96,493
Video 1,307
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.328 秒(秒) !