图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,019
图片 106,606
书籍 19,279
相关文件 97,200
Video 1,392
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Bi Kurdî Nivîsandin Şoreşgerî ye!
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0
=KTML_Bold=Bi Kurdî Nivîsandin Şoreşgerî ye!=KTML_End=
Bayram Ayaz

Romanên Îkram Oguz „Mîro“ û „Rêwî“
Di têkoşîna doza gelên bindest de, parastina ziman armanceke sereke ye. Jiber ku ziman û çanda bi wî zimanî pêkhatî, bingêhên nasnameya wî êlî, wî gelî ne.
Ne hewce ye mijara girîngiya ziman dirêj bikim, wekî em her car dinivîsin: Ziman hebûn û nebûna nasnameya civakekî ye, ya gel e.
Wekî di romana Rêwî de jî pîrika Tajdîn jê re dibêje: „Her darekî li ser koka xwe hêşîn dibe, şax û gulî dide.“ Dev ji darê berdin, qirş û qalekî jî bê kok (rah) nabe. Dara kokê xwe hişk bibe, dibe êzinga agir, dawiya wî darî xwelî ye. Qirşa bê rah jî nikare xwe li ber bayeke sivik jî rabigre.
Rahê gelan, neteweyan ziman e.
Ziman zemq û çimentoya êl û civakan e, gel bi hevdu ve dizeliqîne, pev girêdide. Demê xelkekî zimanê xwe nepeyive û nenivîse, rahê wê hişk dibe û êdî nikare xwe li ber bayê zimanekî din rabigre, hêdî hêdî, piştî du sê cîlan dibe parekî ji civaka zimanê nû.
Yanî eger Kurd bi Kurdî nepeyvin û wekî nuha li bakurê Kurdistanê û li rojavayê Turkiyê ev bela bi ser me re hatiye, bi Tirkî biaxivin, dê piştî cîlekî din ji Kurdbûna xwe bi temamî dûr bikevin. Wekî nuha jî li Turkiyê bi milyonan kes dibêjin: „em esil Kurd in“. Lê ji ber ku ziman nizanin, sermiyanê wan tenê ev hevoka bê talih „esil kurd“ maye ji Kurdbûna wan. Bi milyonan „esil Kurd“ êdî eslê (koka) xwe jî jibîr kirine û bûne Tirk. Ev bi siyaseta pişaftinê (asimilasyonê) bi serê Kurdan anîn. Serê her tiştî hêrîşê zimanê me Kurdî kirin, Kurdan ji Kurdî dûrxistin, koka darê birîn, dibirin û dixwazin „darê“ bi temamî hişk bikin.
Numûneyên me gelek in! Em her yek ji malbatên xwe, ji dorberên xwe dizanin, dewleta Tirk çi bi serê me aniye!
Rê û dirbên xwe parastinê, çeka berxwedanê diyar e: KÎ NAXWAZE KURD Dİ NAV RÛPELÊN DÎROKÊ DE WİNDA BİBİN, DİVÊ ZİMANÊ KURDÎ BİPARÊZE, SER AXA XWE BİMÎNE, Bİ ZİMAN Û ÇANDA XWE BİBE SERWERÊ XWE!
Ji bo vê divê em zimanê Kurdî biparêzin.
Bi Kurdî biaxivin, bixwînin, binivîsin!
Îro roj li bakurê Kurdistanê û li Tirkiyê ŞOREŞA HERÎ MEZİN li dijî siyaseta pişaftinê bi her cureyî parastina zimanê Kurdî ye.
Bi Kurdî nivîsandin, bi taybetî bi Kurdî berhemên wekî çîrok, roman, serpêhatî, helbest nîvîsandin kar û xizmetekî zêde zêde bi qîmet û bi rûmet e.
Nivîsandina Kurdî, danan û xebitandina “karxaneyeke cebilxaneyê” ye li dijî siyaseta asimilasyonê. Her berhemeka bi zimanê Kurdî, eger Kurd bixwînin, pûsat û çek û sîlaha herî bi bandor e.
Naxwazim ferq û cudahiyê bêxim nabeyna cûrên nivîsînê, lê nivîsên bi cureyê çîrok, roman û serpêhatî hem hebûna ziman diparêzin, hem jî ziman pêşve didin. Jiber ku ziman pêvejoyeke guherbar (û dînamîk) e, ziman bi derbasbûna demê re qalikê xwe diguherîne. Çirok, serpêhatî û bi taybet roman wekî “raporên” derbarê ziman, çand û zargotinê de ne. Ev berhem serçaviyên bêje, zargotin û folklore ne.
Ez bi xwe gelekî giringiyê didim çîrok, roman û bîranînên bi Kurdî. Ji vana her berjemekî bo min mamosteyê zimanê Kurdî ne. Demê ez dixwînim, ev “mamoste” her yekî goreyê mijara xwe ji min ra bi Kurdî qala jiyana civaka Kurd dikin, bahsa welatê me yê bindest Kurdistanê dikin, bahsa dîroka me dikin. Ez ji van mamosteyan gelekî tişt hîn dibim.
Qasî mehekî berê min romana hêja Îkram Oguz ya duyemîn jî xwend xilas kir. Romana wî ya ewil “Miro” min berê xwendibû. Spasiya wî dikim, birayê kekê Îkram, kekê Sîrac bo min “Rêwî” jî rêkir.
Mijara “Mîro” ser jiyana Kurdên Serhedê di demê destpêka sedsala bîstan de ye. Şerê nabeyna Ûris û Osmaniyan, pevçûnên nabeyna Ermenan û Kurdan, nefîya Kurdan, Ermenan, êş û elema xelkê êrî kişandî, koç û reva ji ber Ûris û çekdarên Ermenan mijarên romana yekemîn e. Kurdên bisilman yên nêzîkî sînurê Ûris û Ermenan jiyane ji ber şer û xelayê gund û şêniyên xwe berda ne, berê xwe dane rojavayê welêt hatine li nêzîkî Tatosê wan dera cîh û war bûne. Jiyana Mîro balkêş e. Serkêşê êlê Xalê Suleyman, kurê xwe mezin winda kiriye, nave kurê xwe li neviyê xwe kiriye. Mîro hêj qûmatek mecbûrî ji cîhê xwe koç kirine. Li rê diya Mîro wî li bin darekî hêştiye. Xalê wî Xalit vegeriyaye, wî dîtiye û aniye daye hemêza diya wî. Tên gundekî nû ava dikin. Piştî mirina kalikê xwe Mîro dibe, serokê wî êlê. Romana Mîro romana jiyana êl û eşîrên Kurd li Serhedê demê destpêka sedsala buhûrî û li destpêka rejîma kemalistan e. Derbarê agehiyên zargotinî vebêjîyê de helbet tiştên balkêş hene. Ez dixwazim van hurgiliyan ku romanê balkêş dikin, nuha ji xwendevanan re bihêlim û derbasî roman duyemîn Rêwî bibim.
Rêwî romana cureyê herikîna jiyana gundekî Kurdan li hêla Erzurimê deverê qeza Tatosê ye. Jiyana civakî, olî, folklorî di Rêwî de bi devoka Kurmanciya Serhedê dem bi dem hatiye nivîsîn. Destpêkê nivîskar romana xwe bi agehiyên serhildana Şêx Saîd û zor û zilma Romê bi salên destpêka dewleta Turk ya nû ve jî girêdide û ji wê derê tê ser jiyana pêşengê romana xwe Tajdîn ku ew jî bêhtir jî bi salên şêstî destpê dike. Li gundê wan çêkirina dibisitanê, helwestê gundiyan, hatina du mamosteyan, mamosteyê yekemîn yê Sînopî, yê dûyemîn Elî Riza yê esil Kurd ê Qersî. Kudandina dibistana pênc salî, koça mala wan ji gund bo Erzurimê, naskirina Tajdîn xwendevanên zankoyê, hînbûna bîr û hizrên çepîtî, guherîna ramanên wî ber bi Kurdîniyê, girtina Tajdîn ji aliyê polisan ve, lêdana kesên Tirkçî û işkenceya polêsan… Di salên heftêyî de helwestên kesayet û tebeqeyên civakî yên Kurdan beramberê rewşa wan dema… hemî van mijaran nivîskar radixe ber me. Evên wan sala di nav wan bûyeran de jîyan, dikarin gelekî ji wan bûyeran bibîrbînin. Demê min rêwî xwend, bi xwe gelekî bûyerên wisa hatine bîra min, min jî xwe di nav wan qirûciran de dît.
Navê romanê ji gotineka nenika Tajdîn Kewê dertê. Di rûpela 162an de pîrika Tajdîn, wî wekî rêwî, yekî ji rêwîtiyê hezdike binav dike. Em dikarin bêjin roman bixwe nivîsîna rêwîtiya Tajdîn e. Romanê nave xwe ji vê RÊWÎ-tiyê girtiye.
Vebêj û zargotina romanê de tiştên balkêş jî hene. Wekî çîroka ku li nabeyna jinên gundê Tajdîn derbas bûye, mijara “doxînsist û solsist”iyê. Tajdîn carekî li Erzurimê tê girtin. Xeberên wisa zû belav dibin û pêşî digihîn gundê ew kes jê tê. Vêca jinên gund çûne qeraxê çem beravê, û carek jî ser kaniyê. Tê zanin ku li gundan cîhê xebergerandinê berav û serê kaniyan e. Wisa jî bûye. Jinikek ji ya din re dibêje, dibêjin Tajdîn “solsist” e ka çi ye, ji ber wê yekê cendirman wî girtine, lêdane. Senem a miroveka Tajdîn bi ser xebera wê jinikê re tê aciz dibe, lê hers dibe, dibêje, şûna tu li ser “solsistiya” biraziyê min qise bikî, li doxîna xwe haydar be doxînsistê!
Vêca ez dirêj nekim, bi têra xwe dirêj bû. Vê gotina “solsist” çi ye, çi nine, ji kerema xwe hûn jî romana RÊWÎ bi dest bixin, bixwînin û bizanin ev çîroka û şerê “doxîsistiyê û solsistiyê” çi ye.
Li vê derê gotinê dihêlim bo xwendevanan û dibêjim dest sax birayê hêja Ikram Oguz.
Min çend gotin ser cureyê vebejiyê û bi karanîna ziman heye, wê jî dihêlim bo nivîsekî din. Min divê çend romanên din bidim ber hevdu û wisa binivîsim.
Nuha „Romana Serhildana Agiriyê“ BİRO di destê min de ye, dixwînim. Carna ji qahran, carna ji ber xirûrê di çavên min re rondik tên xwarê.
Li benda nivîsan nesekinin romana kekê Yilmaz Çamlibel BİRO jî bi destxin û bixwînin. Bibînin cengawêran li Çiyayê Agiriyê ji me re dîrokekî çawa li dûyê xwe hêlane.
Ezê binivîsim.
Bayram Ayaz[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览555
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://navkurd.net/ - 15-07-2023
挂钩项目: 16
小组: 文章
Publication date: 15-10-2020 (4 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
书: 语言
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 86%
86%
添加( ئاراس حسۆ 15-07-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on16-07-2023
此产品最近更新( سارا ک ):16-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览555
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,019
图片 106,606
书籍 19,279
相关文件 97,200
Video 1,392
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!