图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,439
图片 105,704
书籍 19,160
相关文件 96,447
Video 1,307
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Du hevalên Evdalê Zeynikê: Feqiyê Qizqapanê û Ferîkê Kor
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Rewşenbîrên Kurd

Rewşenbîrên Kurd
=KTML_Bold=Du hevalên Evdalê Zeynikê: Feqiyê Qizqapanê û Ferîkê Kor=KTML_End=
=KTML_Underline=Sedat Ulugana=KTML_End=

Çawa tê behskirin, sê merivên paşê bijare bûne. Yek şeneyê wî (tehsîldar) Mihemedê Horê, rûsipî û şêwirmendê wî Dêlê Hoko û dengbêjê wî Feqiyê Qizqapanê… Rojeke havînê, danê nîvro li gundê Koçeriyê (girêdayî Elcewazê ye) yê li devê behra Wanê Kor Huseyîn Paşayê Heyderî li ser kaloriya xwe ya bi tek, xwe dirêj kiriye û dengbêjê wî Feqiyê Qizqapanê jî jê re kilaman dibêje. Wextê paşa di xew re diçe û çavên xwe digire. Paşa mîna zareke bêşikê nişkêva çavên xwe vedike û yaneyan li Feqî dinhêre. Feqî jî careke din dest bi kilamê dike û paşa dikeve xeweke giran. Tê gotin ku heya Feqî kilam negota, xewa paşê nedihat. Vê yekê jî rûspiyê paşê Dêlê Hoko dibêje. Dengbêj Sadiqê Cergeşînê jî dibêje; “Dengê Feqî sewalê çolê bile dixist xewa şirîn. Dengê wî hinde li însên tesîr dikir.”
Dev ji medreseyê berdide
Feqî kengî ji dayik bûye û kengî miriye nizanim, lê dîroka sirgûnkirina Kor Huseyîn Paşayê Heyderî 1926 e. Ev bîranîna jorê ya Feqî û Paşa qey beriya sala 1926’an qewimiye. Îhtimaleke mezin di salên 1910’an de qewimiye ku paşa wê demê hê dikaribû ji bo berhevkirina bacê Mihemedê Horê erkedar bike. Yanî hê komara Tirkiyeyê nehatibû avakirin. Feqî ji gundê bi navê Qizqapanê bûye ku ev gund îro girêdayî Panosê ye. Demeke dirêj li Dignûkê (girêdayî Milazgirê ye) medreseyê dixwîne lê ji ber ku êmla wî her dem li ser kilaman bûye, dev ji medreseyê berdide û dest bi dengbêjiyê dike. Hinek jî dibêjin; dilê feqî dikeve qîza mele, mele qîzikê nadê, ew jî dev ji medreseyê berdide û her wiha kilama bi navê Feqî/ qîza Mele ya bi dengê Şakiro gihîştiye roja me jî ya wî ye.
Çîroka Sofî Mexso
Belê dibe ev çîrok rast be yan jî ne rast e lê em dizanin ku di nav pergala medresê de dengbêjî û bengîtî ne kêm bûye. Ahmedê Mirazî (bixwe jî dengbêj bû) dibêje: “Dema ez li Gîhadînê di medreseyê de şagirt bûm, hevalekî me hebû, navê wî jî Sofî Mexso bû. Sofî Mexso bûbû aşiqê Helîmeyê. Helîme pir genc bû, ew dabûn kalekî. Sofî Mexso li ser Helîmeyê bengî bûbû. Dema me dersên xwe ezber dikirin, wî jî destê xwe dibir peleguha xwe û kilam digotin. Sofî Mexso û Helîme rojekê ji nişkê va wenda bûn. Kesî rêça wan êdî rast nekir.” Mixabin li ser bengîbûn û serpêhatiya Feqî ya li medresa Dignûkê tu agahiyên me tune ne, lê çawa Evdalê Zeynikê dengbêjê Surmelî Memed Paşa bûye, Feqî jî dengbêjê Kor Huseyîn Paşa bûye û navê wî di çîroka paşê de derbas dibe. Feqî li gor dema xwe dengbêjekî naskirî bûye û bi Evdalê Zeynikê re di heman dîwanê de kilam gotiye. Bêhtir kilamên li ser mala paşê, yên feqî ne: Kilama Salih Begê, Bavê Edo, Mala Paşê…
Dengbêjê Rizayê Xalit
Ferîkê Kor şagirtê Feqî ye û ji gundê Axtepeyê bûye. Axtepe di qontara çiyayê Sîpanê de ne û girêdayî Elcewazê ye. Lewma hinek jî jê re dibêjin Ferîkê Axtepeyê. Ferîk dengbêjê Rizayê Xalit bûye. Wî bêhtir kilamên mêrantiyê û yên şeran gotine. Yanî ew wek Feqî “romantîk” nebûye lê hevalê Feqî yê nêz bûye û her duyan ji hev kilam girtine.
Terza Ferîk terzeke xerîb bûye. Dengbêj Sadiq digot, “Dema Ferîk kilamên Bişêriyê û yên mala Bişarê Çeto digot, te li kozikên şervanan digerand. Tu diketî nav şêr. Hinde bi tesîr bû. Dengê wî mîna aveke zirav diherikî.”
Piştre vedigere Axtepeyê
Kilama wî ya herî navdar a “Lo lo Riza / Bavê Koroxlî” ye. Çawa tê zanîn di Gulana 1909’an de Îttihat û Taşnakî jehrê didin Rizayê Xalit û wî dikujin. Piştî mirina Riza, Ferîk jî vedigere Axtepeyê. Dengbêj Sadiq digot: “Ferîk ji min re digot, ‘wexta ez vegeriyam Axtepeyê, min û Evdalê Zeynikê me li Êrşatê (girêdayî Erdîşê ye) mala Silêmanê Ferho tev kilam gotine. Ez wê çaxê pir genc bûm û hê çavên min didîtin. Evdal jî pir kal bû. Li hespê siwar kiribûn, ew anîn gund. Dengê wî he jî zîz bû, çavên wî êdî kor bûbûn, lê hê jî li ser xwe bû. Wî dest pê kir, paşê jî min jê îzin stand û kilam got, keniya got, tu çiraxê Feqî yî.”
Ferîk jî kor dibe
Belê heman yek tê serê Ferîk jî. Ferîk di dawiya emrê xwe de kor dibe. Îhtimaleke mezin di salên 1970’yî de dimire. Ji ber ku bavê min jî digot; “Min di zaroktiya xwe de Ferîk dît.” Şagirtê Ferîk jî dengbêj Mistefayê Satilvala, Mihemedê Hecî Reşat û Dengbêj Sadiqê Cergeşînê bû. Min di sala 2015’an de bi dengbêj Sadiq re roportajek kir û ew pêrar çû ber dilovaniya xwe, lê mixabin ez negihîştim Mihemedê Hecî Reşat û Mistefaya Satilvala. [1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览400
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 15-07-2023
挂钩项目: 5
小组: 文章
Publication date: 09-12-2020 (4 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 调查
书: 音乐
书: 文化
书: 文学
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئەڤین تەیفوور 15-07-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on18-07-2023
此产品最近更新( سارا ک ):15-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览400
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.1160 KB 15-07-2023 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,439
图片 105,704
书籍 19,160
相关文件 96,447
Video 1,307
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!