הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 517,545
תמונות 106,159
ספרים 19,170
קבצים הקשורים 96,557
Video 1,317
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Bizmarê zingarî û gûzên Qendîlê
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Xwezaya Kurdistanê

Xwezaya Kurdistanê
=KTML_Bold=Bizmarê zingarî û gûzên Qendîlê=KTML_End=
=KTML_Underline=Seyîdxan Anter=KTML_End=

Sermaya tûj û dijwar ya Amedê cih ji mij û moranê re hiştibû. Nemaze serê sibehê. Piştî nîvro hin bi hin dinya xweştir û hewa zelaltir dibû. Mij hinekî sivik bibû.
Wek ku me li hev kiribû, bihara 2013’an, bi du dostên xwe yên licêyî ve me da rê û em çûn Licê. Cara yekem bû ku diçûm Licê. Lê belê min licêyî baş nas dikirin.
Hîn di dema zarokatiya me de, qaçaxçiyên licêyî ji Licê dihatin di ser gundê me re derbasî Binxetê dibûn û piştre ji Binxetê dihatin dîsa di gundê me re diçûn Licê. Hespên wan rehwan bûn, têrên bar û balî li ser pişta hespan bû û siwar li ser wan bûn, tifingên wan li ser çogên wan bûn. Carnan li gundê me dibûn mêvan û stran digotin. Piştre di dema dibistanê de ez rastî licêyiyan hatim.
Dema ez hatim Swêdê min ji nêz ve gelek dost û hevalên licêyî nas kirin û me li gel hev kar kir. Min di van bûyerên salên dawî de licêyiyan şopand û li ser Licê gelek nivîs û pirtûk xwendin.
Belê, em ji Amedê ketin ser riya Licê. Di ser çemê Dîcleyê (Tigrîs) re heta dûriya Farqînê rasterast çûn û piştre em ji riya Farqînê qetiyan û me berê otomobîla xwe da bakur. Li herêma gundê Mermelerê em gihîştin “koloniyên” licêyiyan. Ango zeviyên licêyiyan ku heta deşta Amedê hene. Çend kîlometre bi şûn ve depoya mezin a petrolê ku bi pompeyê dikişînin warê tirkan balkêş û bi heybet bû.
Karaz ku berê gundê Licê bû aniha bûye bajarok, pişta xwe dabû çiyayî û berê xwe bi deşta Amedê vekiribû. Ji Karazê şûn ve me deşt derbas kir û em gihîştin çiyayî. Di nav du zencîrên çiyayan de naverasteke zirav û dirêj derket pêş me: Deşta Fîsê. Li her du aliyên rê xanî lê kirine. Û Fîsa kevn li milê rastê, ji rê dûr li hevrazekê dixuya. Piştî şewat û xerakirinê niha carek din çend mal li heman cihî hatine avakirin.
Em hatin dawiya deşta Fîsê, ciheke bidar û ber û çend kavilên xaniyan li kêleka rê hebûn. Em rawestiyan û çûn nav wan kavilan. Yek ji wan ya dîrokî bû ku di sala 1978’an de PKK’yê kongreya xwe ya yekem li wir li dar xistibû. Me çend dîmenên wî xirbeyî girtin. Ew di nabêna çend darên tûyê de bûye pîrozgeheke kurdan.
Li hember çiya û Zarga Fîsê û li qûntara çiyayî alaya PKK’yê li ser zinêr neqşkirî ye, rêwiyên ku diçin û tên, ji dûr ve wê dibînin. Li vir, mirov, bi jixwebawerî, guman û meraqa licêyiyan re rû bi rû dibe.
Wa diyar e ku li ser riya Licê hertim kontrola leşkerî heye. Her çar aliyên Licê bi leşkeran dorpêçkirî ye. Gava mirov digihîje bajêr dezgeha leşkerî heye. Dema mirov ji bajêr derdikeve li ser riya Pasûr û Mûşê qerargeha leşkerî heye. Dibistana ”Yatili Okulu” qereqola leşkeran e. Û nexweşxane jî kirine qişleya leşkerî.
Artêşa tirk radar û qerargeha xwe li hemberî Licê, Hênê û Pasûrê, ango Torosên başûr û raserî deşta Amedê, li pozê Çiyayê Engul û Hezanê bi cih kiriye.
Di nav gomên deşta Licê re em gihîştin navenda Licê. Em bi otomobîla xwe li nav taxên Licê geriyan. Rewş felaket e. Pêwîst nake ku licêyiyek ji mirov re behsa vê zilm û zordestiya salan bike, bereqeyên (prefabrîkên) Licê ji mirov re bi dokument behsa zilm û çavsoriya salan vedibêjin.
Licêyî dibêjin: “Gelek caran erd û asîman li me hatiye xezebê”. Beriya erdheja sala 1975’an Licê mîna gerdenekê li qûntara ciyayê Şîro bû. Aniha bajar li naverastê daketiye jêra çiyayî.
Di dîroka Komara Tirkiyeyê e Licê bi gundên xwe ve sê caran ji aliyê dewletê ve hatiye şewitandin û wêrankirin.Şewata yekem di sala 1927’an de piştî şkestina serhildana Şêx Seîd bûye. Şewata duyem di sala 1928’an de ku licêyî dibêjin “sala şewatê” dîsa dewletê şewitandiye. Şewata sêyem û ya herî dawî jî di sala 1993’an de dest pê kiriye û heta sala 1995’an dom kiriye” (Amed Tîgrîs, Licê, Weşanê APECê, Stockholm 2008)
Şopa şewatê, derbên fîşekan yên li dîwarên malan, bereqeyan û kîna li hemberî desthilatdariyê, li kolanên Licê aşkera ne. Licê xopan e, Licê wêran e. Licê birîndar e. Licê li ser piyan e. Derbên ço yên licêyiyan giran e.
Piştre jî pirtûkeke din gihîşt ber destên me xwendevanan. Şopên şewata Licê yên 1993-1995’an. Ji bo ku bar giran nebe, Rojin Zarg, bi navê ŞOPÊN ŞEWATA LICÊ 1993’an, pirtûkeke dokumenter amade kiriye. Rojîn Zarg wiha dinivîse:
“Min hewl da ku di bîst saliya şewitandina Licê de navend û gundên Licê yên ku di navbera salên 1993- 1995’an de hatine şewitandin û valakirin, bûyerên wan yek bi yek ji devê kesên yekem guhdarî bikim û binivîsînim…”
Ev dokumenter xweşiyê di qirika mirov de dihêle. Rojîn Zarg rê li ber gelek kesan vekiriye ku serpêhatiyên xwe, gund û bajarên xwe bi xwendevanan re parve bike. Rê bidin min ji vê pirtûka Şopên Şewata Licê 1993, nivîsa bi navê “Bizmarê Zingarî”, hinekî kintir bigîhînim we:
“Çend sal beriya niha bû. Em ê ji Hewlêrê biçûna Mexmûrê. Di nav pîkabê (erebê) de ciyê rûniştinê nemabû. Ez û hevalekî Ii paşiya pîkabê rûniştin. Keçika ciyê wê li pêş bû çewalek gûzên Qendîlê danî cem me û çû li ciyê xwe yê li pêş rûnişt. Hevalê ku li kêleka min rûnişt xortekî kej û bêdeng bû. Her çiqasî hevalan pesnê gûzên Qendîlê dabûn jî lê derfet çênebû ku ez heta wê demê gûzên Qendîlê tahm bikim. Min ji hevalê kêleka xwe pirsî:
-Navê te bi xêr?
-Navê min Azad e.
-Azad tu ji ku yî?
-Ez ji Licê me.
-Hooo! Em hemşeriyê hevûdu ne.
-Ma tu jî ji Licê yî?
-Belê ez ji gundê Fîsê me.
-Ez jî ji navenda Licê me.
Her çiqasî ez bi Azad re dipeyivim jî bala min li ser çewalê gûzan bû. Min destê xwe kir nav çewalên gûzan, çend gûz derxistin û kir nekir di nava kefa destên min de nehatin şikandin. Min ji Azad pîrsî:
-Tiştek wekî kêrê tune ku em gûzan pê bişkînin?
Azad destê xwe kir bêrîka xwe kêreke biçûk û sertûj derxist. Min ji dest wî girt û bi serê tûj pê gûz parçe kir û kakilê wê derxist… Piştre Azad jî dest bi şikandina gûzan kir. Di vê rêwîtiya dom û dirêj de min dîsa ji Azad pirsî:
-Hevalê Azad ev çend sal in ku tu ji Licê derketiyî?
-Ez piştî şewatê derketim û 13 sal in (2006 bû niha dike 21 sal) ku ez ji Licê derketime.
-Xebera dê û bavê te heye ku tu li van deran î û dijî?
-Na wele, min heta niha ji wan re ne nameyek şandiye û ne jî telefonek kiriye.
-Malneketo! Ma tu nizanî ev qas sal in ku dilê dê û bavê te li ser av û agir in. Çavên wan li riya dûr e… Çi mafê te heye ku tu malbata xwe wisa xemgîn bikî?… Ma te bêrîya dê, bav, xwişk û birayên xwe nekiriye gelo?
Li ser van gotinên min, Azad destê xwe kir bêrîka şapikê xwe kaxizek (selpak) wekî cixareyekê pêçandî derxist û vekir. Di nav wê de bizmarekî zingarî derket û di nav kefa destê xwe de nîşanî min da û got:
-Di sala 1993’an de dema li navenda Licê leşkeran agir berdan xaniyê me û şewitandin, ji derî vî bizmarê zingarî tu tiştekî me nema. Min ev bizmarê zingarî girt kir bêrîka xwe û berê xwe da çiyayên wekî navê xwe.
Azad carek din bizmarê xwe yê zingarî pêça û kir bêrîka xwe ya hundir. Ez ketim nav xewn û xeyalan, îlham û helwesteke nedîtî bi min re peyda bû ku dema ez vegerim ez ê lêkolînekê li ser şewata Licê ya 1993’an bikim. Mixabin min niha derfet dît ku bîranina bizmarê zîngarî bi cih bînim. Bizmarê Zingarî di 21 saliya şewata Licê de bû sedema awêneya (eynika) dîroka Licê.”
Bi rastî pirtûka “Şewata Licê 1993” hêjayî xwendinê ye.[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 138
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 15-07-2023
פריטים המקושרים: 1
תאריכים ואירועים
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 04-01-2021 (3 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
ספר: ספרותי
פרובנס: Kurdistan
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئەڤین تەیفوور ) על 15-07-2023
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 15-07-2023
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا ک ) על: 15-07-2023
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 138
Attached files - Version
סוג Version שם עורך
קובץ תמונה 1.0.197 KB 15-07-2023 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 517,545
תמונות 106,159
ספרים 19,170
קבצים הקשורים 96,557
Video 1,317
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.25 2!