Bibliotek Bibliotek
Søk

Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!


Search Options





Avansert søk      Keyboard


Søk
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Verktøy
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Min konto
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
Søk Send Verktøy Språk Min konto
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Tilfeldig element!
 Vilkår for bruk
 Kurdipedia Archivists
 Dine tilbakemeldinger
 Bruker samlinger
 Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjelp
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 517,540
Bilder 106,154
Bøker 19,170
Relaterte filer 96,552
Video 1,308
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) il...
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-...
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-k...
Bibliotek
Det som var vanskelig å lev...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
“Pêşveruyan” çawan xwestin Kurdan tine bikin?
Gruppe: Artikler | Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

“Pêşveruyan” çawan xwestin Kurdan tine bikin?

“Pêşveruyan” çawan xwestin Kurdan tine bikin?
=KTML_Bold=“Pêşveruyan” çawan xwestin Kurdan tine bikin?=KTML_End=
Agirî Soran

Mirov çendîn ji nijad û netewa xwe dûr dikevin ewqas nêzîkî dijminên xwe dibin û wekî wan lê tên. Qaşo çepgir û sosyalîst û demokratên Kurdan jî wekî çepgirên serdestan li wan hatîye û li hemî parçeyên Kurdistanê, her dema nekarîne Kurdayetîyê bikin, bûne qomunîst bûne sosyalîst bûne çepgirt.
Di Kurdan de ji xwe ew hel û mercên çepgirî û rastgirîyê tine û qet çê jî nebûye. Lê belê hindek kesên di tevayî temenê xwe de, ji berpirsîyarîyên Kurdbûnê revîyayî û xwe di pişt zimandirêjî û teorîsyenîya li hev herbilî veşartî, li gorî xwe hindek çîn, hindek astên civakê dîyar kirine û nanê xwe bi vê yekê dixwin.
Nivîsa vê dawîyê ya Kemal Burkay, paşê bersiva wî li beramberî rexne û helwestên hatî pêşandan tenê eynika vî hizrê xurifî ye.
Çima?
Ne tenê kemal bûrkay gelik kesên îro di nava pkk ê de jî, bi vî hizrê ketî rê û qaşo doza Kurdewarî, tekoşîna Kurdan wekî tevger û tekoşîneka çepgir û sosyalîst dîtin û xwestin hemî destkeftîyên Kurdan bixin jêr xizmeta dijminê Kurdan. Eger ne bi hizrê netewî û armanc û hestên Kurdbûnê bane kesekî îro qala Kurdan nedikir.
Xaleka gelekî giring di vê mijarê de heye, ji roja ez hizrê van marksîst û lenînîst û maoîst û çepgiran têgihiştim eve di hizrê min de ye. Min gelik çêlîkên wan dîtin. Dema pêwist kir şer bikin hertim ji şer revîyane û hertim xwe sipartine vî hizrî. Hizrekî xwe ji hemî gelê Kurd, ji hemî çanda Kurd, ji hemî nirxên Kurdan dûr dibîne û civakê bi giştî biçûk dibîne û mafê xwe yê hertiştî dibîne şiroveyên ketî, şiroveyên bê ast, şiroveyên bê bingeh li ser civaka Kurd bikin. Ji xwe ev çanda biçûkxistina civaka Kurd jî bi xêra van kesên bê hîm û bê bingeh belav bû. Ew mirovê Kurd yê her yekî dikarî bi dewletekê, xwe ji hemî mirovên cîhanê biçûktir û bêkêrtir dît. Bi xêra vi hizrê di wateyekê de bi zanebûn li ser derûn û pîsîkolîjîya mirovên Kurd hate meşandin êdî mirovên Kurd ji hemî berjewendîyên xwe yên netewî hate durxistin.
Ne di dema pêşketin û derçûna şoreşa sovyetê de, ne jî di dehan salên pey wê re ti sûda Sovyetistanê û ti suda komunîzma cîhanê ne gehişte Kurdan. Bi qasî faşîst nijadperestên serdestan, kesên xwedan vê bîrdozîyê jî bûne dijminê doza Kurdan û hetanî ji wan hat doza Kurdewarî pêşkeşî dagirkeran kirin.
Başe bi kîjan hizrî tev gerîyan û bi çi nêrînan dijî Kurdan rawestîyan?
Hizrê dijminê Kurdan, ew dagirkerên bi sîyaset û şerê têkbirin û asîmîlasyonê tev digerîyan ewe bû hemî nirxê civaka Kurd tune bike. Ji reşkirina kevneşopa Kurdan destpê kirin. Biçûkxistin û riswakirina cil û bergên Kurdî destpê kirin. Vê çandê ji avabûna komara tirkîyê destpê kir û li welatên dîtir yên kurdistanê jî berdewam kir. Di vira de berjewendîyên qaşo komunîstên kurd û yên dagirkeran gihştine hev, ji ber wana jî cil û bergên Kurdan wekî remzên şûnvemanê dîtin.
Paşê êrîşî êl û eşîrgerîya Kurdî kirin. Ji ber hemî çand û kevneşopa Kurdewarî di êl û eşîrgerîya Kurdan de berhev bûbû. Lê li gorî serdestên Kurdan û qaşo pêşverûyên Kurdan êl û eşîr çandeka şûnvemayî ne. Divê pêşî ew bêne tinekirinê. Bêguman başî û nebaşîya vê mijarê tune, êl û eşîrgerî şêwazekî civakê ye û hemî gelên cîhanê ev ast û qonax jîyan kirine û derbas kirine. Hemî welatên ewrûpa ji malbatên mezin, an ku êl û êşîrên navdar bûne dewlet. Ez li ser vêya şirove nakim. Lê xala herî zirav û tenik ya êrîşkeran dixwazim zelal bikim. Ji xwe piranîya van kesên xwe wekî çepgir û pêşverû pêşan didan ne zaroyên êl û eşîran bûn, heya wan ji çand û huner û wêjeya Kurdewarî qet tine bû. Hindek kesên xwedan êl û eşîr û pêş ketin, hetanî bûne rewşenbîrên navdar di asta cîhanî de, wana jî ji xwe çand û wêjeya Kurdî pêş xistin û bune kesên naskirî.
Derveyî van xalana, ol û oldarîya Kurdan wekî rewşekî gelekî xirab pêşan dan, dijminê Kurdan ji xwe oldarîya Kurdan bikar anî û Kurd di nava xwe de dane tunekirinê. Wekî Êrîşên dijî Kurdên Êzîdî, sirgunkirina Nasturî û Keldanîyan. Di rastî de çanda Kurdan wekî ronahîyekê bû ji bo hemî rojhilata navîn. Him di serdemên kevnar de, him di serdema navîn de û him jî di sedema nêzîk de. Lê belê bi sîyaseteka daîmî û sîyaseteka kur hemî alîyên Kurdan bi xirabî hatine bikaranîn da ku Kurd di warê çandî de jî têk bikin. Misilmantîya Kurdan jî ne wekî misilmantîya Ereb û Tirkan bû û ti xisarek ne dida mirovan. Berovajî wêya jî çanda Medreseyan li Kurdistanê pêş ketibû û netewperestîya Kurdan jî bi rêka van medreseyan pêş ketibû. Hemî nivîskar, helbestvan, wêjevan, zana û bisporên Kurdan yên karîgerîyeka mezin li ser rojhilata navîn kirî di van medreseyan de zane bûbûn û di warê felsefê, di warê tasavûfê, di warê zanista xwezayê û mirovî de gihiştibûne asteka mezin. Bêguman piştî vêya di sedsala bîstan de jî, hemî serhildanên Kurdan yên dijî zilmê wekî doza islamî hatine pêşandan û bi navê îslamê êrîş dijî hemî nirxê Kurdan kirin. Kurd ti carê wekî ereb û tirkan nebûne misilman û ti carî çanda xwe bi navê îslamê tine nekirine. Zanayên cîhanî ji di vê yekdê xwedan yek hizrî ne. Kurd ti carî wekî Farisan bi rêka îslamê ji kevneşop û çanda xwe qut nebûn û ne helîyan. Lê belê çanda xwe wekî milkê îslamê zanîn û wisan dane pêşandan, ji xwe çewtîya herî mezin ev bû. Çanda Kurdan ya xas tu peywendîya xwe bi Îslamê û oleka dîtir ya derve re tune.
Xaleka dîtir ya herî giring ku van hizrên rasterast an jî ne rasterast bi dagirkerîyê ve girêdayî derxistî pêş; rewşa jina Kurd bû. Di kesayeta jina Kurd de, an jî bi wê bîyanoyê civaka Kurd xwestin ji koka wê, ji qûrmê wê jê bikin û vê çanda kevnar tarûmar bikin. Bi bîyanoya ku jina Kurd tê perçiqandin, tê tunekirin, di nava çarşefên reş de kesayeta wê tê tinekirin, di temenê zaroktî de tê zewicandin û jin wekî ajelan di nava civakê de tê bikaranîn êrîşekî kur û bi zanebûn dijî çanda Kurd, dijî kevneşopa Kurdan, dijî jina Kurd hate meşandin. Bêguman wekî wan xalên dîtir yê min li jorê derbirî ti rastîya vî hizrî jî tune. Ji ber mirovekî piçekî di derbarê çand û jîyana Kurdewarî de xwedan azmûn û hizir be, dê bibîne ku tiştekî weha di civaka Kurdan de tine. Ne di demên berê de, ne di dema me ya îroyîn de, ne li parçeyekî Kurdistanê ne li çar parçeyên Kurdistanê, hetanî bi Kurdên sovyetê û Kurdên xorosanê jî, rewşekî weha nebûye. Ewên jina Kurd wekî metayekê, wekî tiştekî firotanê, wekî zîndarekî tepeserkirî dibînin û weha jî binav dikin heya xwe ji çanda Kurdan qet tunene û qet di vî warî de jî lêkolînên wan tine bûne. Dibe bi karîgerîya Îslama Ereben li hindek deverên Kurdistanê, wekî Batmanê, wekî Rihayê û çend deverên dîtir di nava demê de jin ketibe asta duyem an jî wekî zîndarekî ji bo zilam derketibe pêş lê di civaka Kurdan de bi giştî tiştekî wehan tine. Gelek êl û eşîrên Kurdan bi navê jinê hatine binavkirin. Rêvebirîya malbat û êl û êşîrê bi navê jinan bûye û di malbata Kurd bi xwe de jî jin xwedan nirx û rêz bûye. Ew kesên heya xwe ji dîrok û çîrok û çanda Kurdan tinene û xwe wekî mirovên herî pêşketî û zana dibînin, an jî di dibistanên tirkan de bûne kesên tepeserkirî hertim bi vê xalê êrîşî Kurdan kirine. Lê eger bi hezaran jin di nava PKK de bûne şervan, bi hezaran jin di nava YPG de bûne şervan, li başûr û rojhilatê Kurdistanê jî gelek şervanên jin hebûne eve ne ji têkçûna jinê, tinebûna jinê, lêgerîna azadîyê û şikandina qeyd û bendên jîyaneka têkçûyî weha dibe, berovajî, ji azadbûn û jîrbûna jina Kurd çavkanîya xwe digre. Her çend tevger û rêxistinên jinan bi xwe jî çanda Kurdan wekî çandeka têkbirina jinê dibînin û weha şirove bikin jî, ti rastîya vê yekê nîne, ji ber dewletên herî mezin yên cîhanî yên îro jî bingeha pergala xwe ji malbatê û tekuzbûna malbatê digrin. Wisan dîyare ku çanda malbatê û pergala malbatê wî hîna çend deh salê dîtir jî biçe.
Wekî van xalana gelek sedem gelek xalên giring hene yên dijminên Kurdan bi wana xwestine çanda Kurdî, kevneşopa Kurdî, zimanê Kurdî têk bibin û ev hizrana jî bi bi gelek Kurdan bi destê rêber û rêvebirên Kurdan dane pejirandin jî. Lê belê rastîya Kurdan gelek cûda ye. Kurd xwedan çandeke xwedan hîm û bingehin, xwedan zimanekî bi hêz û zengînin. Bi pêşketina teknîkê û ketina sedsala 21 an de êdî ne kesên xwdan hizrên sosyalîst, ti hêz û kesên çanda Kurdî û hestên netewî biçûk bêkêr dibîne nikare pêşî li doz û pêşketina Kurdan bigre. Birêz Kemal burkay bi nivîsandina 70 berhemên bi zimanê tirkî pesnê xwe dide, lê bi vê pesindanê bivir li nîveka lingê xwe xist. Lê mijara min ne birêz Kemal Burkay bû. Ew tenê peyayek ji yê satrancê an ku kişik e.
[1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 638 ganger
HashTag
Kilder
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://navkurd.net/ - 14-07-2023
Koblede elementer: 4
Gruppe: Artikler
Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 00-00-2022 (2 År)
Dokumenttype: Originalspråket
Provinsen: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Element Kvalitet: 99%
99%
Lagt inn av ( ئاراس حسۆ ) på 14-07-2023
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 15-07-2023
Dette elementet nylig oppdatert av ( سارا ک ) på : 15-07-2023
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 638 ganger
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?

Actual
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Det som var vanskelig å leve med
21-03-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Det som var vanskelig å leve med
Biografi
Gelawesh Waledkhani
03-04-2022
شەرارە شەمامی
Gelawesh Waledkhani
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 517,540
Bilder 106,154
Bøker 19,170
Relaterte filer 96,552
Video 1,308
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 0.39 andre!