图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,482
图片 106,554
书籍 19,263
相关文件 97,081
Video 1,384
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Welî Sebrî: Yar û Mirad -14
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Yar û Mirad

Yar û Mirad
=KTML_Bold=Bold=Welî Sebrî: Yar û Mirad -14-=KTML_End=
Weli Sebrî

Ger ku tu bibî kelemê çavên neyaran îca neyar li te nade. Helbet, li te dide.
Ew, ji merivan merivekî zana, aqilmend, xweyî daw û doz û bibiryar û rastgo bû. Li wî dan, dayîk bi gorî; li wî…! Li mêrxasê mala bavên min dan û tune kirin…”
Piştî vê axaftina xwe jî Muhbeta dilêş, xwar bû û ji kêleka xwe çend êzing girt, da ser agir û tevlî kir.
Ax, de dil e. Dilê bişewat jî hem dixwîne û hem dibêje. Wê jî ji Melayê Cizîrî çarînek xwend û got:
“Qelb û ceger min bûne xwîn
Lewra ku nû der bûn birîn
Ey can were halim bibîn
Wer rûh ji qalib bête der…”
Di pey ra jî dîsa wê dest bi axaftina xwe kir û got:
“Şer bû, şerê yekem û dinya bi hev ketibû. Di wê şerê giran da mêrxasê mala bavê min ji Gimgimê bigre heta Çemê Erez hesp bezand û li Çemê Zoro jî destan nivisî. Di wê şerê Çemê Zoro da jî paye girt û bû Mîralay. Mîrê min, siwarê hespê Dêlbihine û peyayê roja oxirmê giran bû.
Romî bela ne, bela. Mîrê min jî dizanî ku heta meriv nebe desthilatdar ne azad, ne jî jiyan jiyanekê ne birûmet e.
Li himber Romiyan bi wê esaleta xwe sekinî û dixwest welatê wî rizgar bibe.
Ji bo wê yekê jî rabû partiya xwe saz kir û heval û hogirên xwe li hev civand û di riya yar û miradê da kar û barê xwe şopand.
Bi axa û beglerên vî welatî ra tekilî danî û negot tu ji vê olê û ji vê eşîr û ji vê zavê yî. Got, em Kurd in û wek her kesî mafê me ye ku em jî bibin desthilatdar û bi azadiya xwe bijîn.
Ji şêx û melayên vî welatî ra jî got, heta ku welatê we azad nebe, ne ola we, ne jî hûn bi xwe azad in. Na, di axaftinê wî da tu xeletî nebû û wî çi got ji bo welatê xwe got û anî zimên.
Serê bê derd nîne û kêşeya herî rûreş jî bindesti ye. Wî wer zanî û wer jî çû. Xwedê destê şîrhereman neke pêsira xêrxwezaniyê. Ji alikî va îxanet, ji alikî va jî bêbaviya Romiyan berê xwe dabû Mîrê Mîran û Mîrê min jî wer hat û wer çû. Ji min rebenê ra jî navê xwe hîşt, navê pîroz. Kurm ji darê û ji wê malbatê bû.
Tu car wî negot; tu Elawî, tu Îslamî, tu Êzdî û tu bêol î. Lê wî tîmî got tu bi esilê xwe ji koka Aryan û tu Kurd î. Neteweyên bindest her bi êşa xwe û ne bextewar in. Bindestî ji merivî ra hem zilm û hem tade ye.
Ez ji te ra çi bibêjim û çi nebêjim, berxo. Derd ne yek û ne jî du ye. Derd bi hezaran û ew bûye para me.
Derdê Pîrikê derdekî giran û derdê serê derdan e. Ne tê pirsîn bipirsî û ne jî tê gotin bibêjî. Ax, derdê Qaso! Ax ku ax…”
Bi qasî xolekî sekinî û di pey ra jî got:
“Pîrika te bi qurbana te, ka rabe ji min bêkesê ra di tasê da qirmek avê bîne. Bîne û bila ji xwe ra Pîrika te vexwe. Axafatin ku hebûye qirik jî ziwa dibe û dev jî…!” Dildar ji ciyê xwe qil da û yeka wê nekir dudu. Çû, ji elbê tasek av anî û di anînê da jî ber bi wê girt û da wê.
Dil e û dil ji dilî hiz dike.
Got:
“Ez ji Pîrika xwe pir û pir û pir hiz dikim. Dildarê te, bi qasî bilindahiya Çiyayê Kox ji te hiz dike. Ne tenê bi qasî çiya, lê hema bi qasî çi ku li te xweş hatiye, hewqasî. Na, na! Ne bi qasî xweyê…”
Got û pêra jî keniya. Ne tenê ew, lê bi wê ra Pîrika Muhbê jî keniya.
Keniya, ji ber ku çîroka ku Pîrikê ji wî ra gotibû hatibû bîra wî.
Şevekê ji şevên kanunan û Pîrika Mubê ji wî ra qala çîroka paşê kiribû. Paşê ku her bi hersa xwe ye.
Yê ku ji zarokên xwe dipirse û dibêje; ka de bibêjin gelo hûn çiqasî ji min hiz dikin. Di wê şeva berf û baranê da ji alikî va ewteewta kûçikan û ji alikî va jî zûrîna guran bû. Di wê çîroka xwe da jî wê weha dest bi axafitinê kiribû.
Gotibû:
“Hebûye tunebûye ji paşeyan paşeyekî qelew, hesûd û ne baş hebûye. De çer hatiye bîra wî nizanim, lê rabûye banga zarokên xwe kiriye û di wê rojê da jî li ser hizkirinê pirsên xwe ji hersê lawikên xwe kiriye.
Beriya ku ji wan pirsên xwe jî bike, gotiye:
“Na, nabe ez ji wan bênamûsan nepirsim. Divê ez ji wan bipirsim û bizanbibim ka gelo ew çiqasî ji min hiz dikin…”
Belê, wele ne bi zor, dor bi dor e, Dildar…
Yekem ji mezinê birayan dipirse û ew jî di bersiva xwe da weha dibêje: ”Ji hizkirinê ra îca peyv hene ez bikim, bavo. Ez pir û pir ji bavê xwe hizdikim û ez te bi qasî zêr û zîv, pere û pol, morî û minciq û wekê din jî hema êdî çi ku di buhayê xwe da giran hebûye, hewqasî ji te hiz dikim…. Ne hat gotin, dor bi dor û dor jî hatiye lawikê duyem û ew jî di bersiva vê pirsê da dibêje: “Bavo, îca hezkirin û ji wê ra peyv û gotin û hevok hebin. Na, jê ra nîne. Ger ku ez bibêjim ka min çiqasî ji te hizkiriye divê ew jî bidilê te be.
Paşabavê min ji bersiva min qayil bûye ji xwe qayîl, ku nebûye jî ferman farmana bavê min û stûyê min jî li ber xwar e.
Bavo, ezê werim bersiva pirsê.
Ez pir û pir ji paşabavê xwe hizdikim.
Hema tu bibêje ez te bi qasî xwarin û vexwarinên xweşik û tamdar hiz dikim. Wek qeliya beranan, goştê berxikan, hingivî petekan, sêvên guçîlan, hirmiyên bejî, avên tirî û qawitan, mamoxên nav daristanan û erûgên li ber dûkanan, Mewijên ji Kaxizmanê, portaqalên Dortyolê, hinarên Başûrê Kurdîstan yê Zaxo û Helepcê û êdî dirêj û dirêj dike…
Bav ji axaftinên wî memnûn û ew bi xwe jî bi bersiva pirsê serbilind e.
Her weha ji aliyê bavê xwe jî hatiye pîroz kirin.
Ji berxê xwe ra bibêjim, di encamê da herduyan jî ji bavê xwe ‘eferim’ girtiye. Erê, wan ‘eferim’ girtiye û dor jî hatiye biçûkê malê. Lê tu bibêje; Lo lawo, lo biçûkê biran û mal avayo! Îca te aqilê xwe bi nan û penîrî xwariye. Qey îşê aqilan e tu dibêjî bavo, ez te bi qasî xwey hiz dikim.
Ax, delalo! Îca tu nizanî ka te bi wê bersiva xwe çi kir û çi nekir. Qey tu bi bavê xwe nizanî ew merivekî hêr e. Çima te bersivek weha da û di pey ra jî bi destê xwe mirina xwe îmze kir û mora wî hêrî lê da.
Paşabavê te ji Dehaq jî xirabtir e. Xezeba xwe dibarîne û xirabiya namîne li merivan dike. Te çi kir bi xwe kir û fermana xwe bi destê xwe mor kir.
Te wer kir ku te çû xweliya heft newalan anî û li serê xwe werkir.
Belê, Dildar! Bavê wî ji bersiva wî ne razî û fermanê dide. Dide û dibêje: ”Leşkerno! Vî weledî zîna bibin û wî bikujin…! Werhasil, serê te neêşînim, delalo. Çîrok dirêj e û yê ku jê fêm kiriye ji xwe fêmdar û yê ku jê fêm nekiriye jî bila ji wî/wê ra jî heta vir be.”
Wê, ji ava Dildar anîbû qirmek girt û got:
“Berxwedar be, berxo. Wek vê avê zelal û ezîz bî, tu car derdan nebînî…”
Got, tasa destê xwe danî û dîsa vegeriya axaftina xwe ya berê.
Got:
“Teresê Romiyan avêt û birî û ji kokê va qeland. Ne Pontus, ne Keldanî û ne jî ji Asuriyan kesek ma…Ka Harsa File û Axçîk…? Ka di ku da çûn û ne xuya ne? Şûrê bêbaviyê tûj e û tu car ne dê û ne jî bavê xwe dinase, berxo.
Tu carî êşa vî dilî ne vedimire û ne jî winda dibe. Di ser ra biharek tê û yek jî dibuhure, lê ew her wek xwe dimîne. Kesî nekir û wan bi xwe qir kir.
Gotin ne yê me, lê yê wan e: “Zo, qir bû. Ew çûn û ji vî welatî dûr bûn. Niha jî dor hatiye we; “Lo!” Ya hûn diçin û ya jî hûn dibin wek me û ji destê me jî tu car xilasiya we, nîne”
Eha, berxê min! Di rewşekî weha da navê ku te dixwest Pîrika te qalê bike bû hêvî û li me xuya kir.
Belê, navê wî Xalid bû; Xalid Beg. Dixwest bila wek yê her kesî ji me ra jî dewletek hebe. Ji ber ku dewletbûn maf û heq e. Ew merivekî dîrokzan û wî digot Kurd miletekî cûda û ji esilê Ariyan û zimanê me zimanek resen e.
Xwaziya wî û wî dixwest her kes bila bi zimanê xwe perwerde bibe. Werhasil, wî qala çi kir û çi nekir. Li vî welatî roj nîne, zarok nemirîn. Kê dixwaze zarok bimrin ku ew jî bixwaze. Hêsîrî, xela, nexweşî û nûspetî bibû pêşkarê me û roja ku ji ber pêsîran dergûşek nepekiya, nebû.
Bavê mino, yê her kesî çîrokek wî/wê heye û ji yê wan gul dibare û ji yê me jî êş û jan. Eha, mesle ev e.
Ax, welato tu xirab bî! Ku meriv di welatê xwe da ne azad be, her û her xulam û xizmetkar e. Ew welat êdî ne welatê meriva ye ku meriv li ser bijî.
Hêmîn Mukriyanî helbestvanê vî welatî ye. Di mesnewiyek xwe da ew dibêje. Dibêje, lê xweş dibêje:
Herçend rastî renc û hesret û derdan im ez.
Xulamtiya biyaniyan nakim heta li ser erdan im ez.
Xulamtî zor e. Nayê kişandin bikişînî. Nayê qebûl kirin, qebûl bikî. Ji merivî ra êş e, mirin e. Ne birûmet e, ji ber ku ax dinale. Bi axê ra jî dil dinale. Jiyanek weha her bi êş û elem û kul û keser e.
Na! Ne tenê însan, lê teyir û tuyêrên çiya û baniyan jî ne bextewar in.
Wexta ku nexweşî li berderê merivî be, tu yê çi bibêjî nebêjî tê serê merivan.
Ji bo yekitiya Kurdan çi ku ji destên wî hatibe wî kir. Meriv ku nebe yek tere tekotek.
Mîrê min tu car nedixwest Kurd bibin xwarina teresê Romiyan û li ber pêla êş û janê bikevin.
Na, nedixwest welatê wî tarûmar bibe. Tiştê ku hatibû serê Ermeniyan, nedixwest were serê Kurdan.
Belê û belê! Na, ne rehemet, lê xişîm û xezeba Romiyan bû li ser vê axê barî û qewm bibêjî ne qewm, ol bibêjî ne ol man para xwe ji vê zilm û zordariyê negrin. Dibêjin xwîn bi xwînê nayê şûştin. Ax, lê de îca teresê Romiyan bi çi şûşt…? Wan jî bi xwîna zarok û zêçên vî welatî şûşt û hîn jî dişoyên.
Ezê çi bêbêjim û çi lê zêde bikim, berxo. Ne Kurdên Êzdî, ne Ehlî Rêya Heq, ne Kakaî û ne jî Xaçperest û baweriyên din bi hebûna xwe man.
Ji ber ku ne Îslamî bûn. Dor bi dor bû. Dor bi dor û roj hat Eceman berê xwe da me û welatê me tarûmar kir û roj jî hat; Ereb û Romiyan mal li me Kurdan mîrat kir û kevirek bibêjî li ser keviran nema. Tew tu qala kurmê darê û kiryarên wan jî neke. Ku tu qalê bikî ji vira dibe rê û ji heft gund û heft bajaran derbas dibe. Gotina bav û kalan e û wan ji zû da gotiye; ‘çaxa Kurd bûn bisilaman, man bê dîn û bê îman…’
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览496
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://navkurd.net/ - 14-07-2023
挂钩项目: 19
小组: 文章
Publication Type: Born-digital
书: 小说
书: 文学
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 14-07-2023
本文已被审查并发布( سارا ک )on15-07-2023
此产品最近更新( سارا ک ):15-07-2023
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览496
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,482
图片 106,554
书籍 19,263
相关文件 97,081
Video 1,384
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!