הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 517,545
תמונות 106,159
ספרים 19,170
קבצים הקשורים 96,557
Video 1,317
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Welî Sebrî: Yar û Mirad -13
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Yar û Mirad

Yar û Mirad
=KTML_Bold=Welî Sebrî: Yar û Mirad -13-=KTML_End=
Weli Sebrî

Mîrêm tu rabe sere xwe hilde
Serê me Kurdan bi te bilinde
Ne wexta te bû, tu çûbû gorê
Te Kurd hiştin ber vê zilm û zorê
Piştî xwendina vê çarînê dîsa vegeriya axaftina xwe.
Got:
“Weyy, la li min rebenê weyy la!
Dêmeg, wê jî nezaniye neyarên bav û kalan nabe dostê lawan. Çavên nezanîyê kor be. Helbet, wê jî ku bizanbûya wê jî ranedibû navê Xalid li wî çiftexasê mêran nedikir. Na, lê nedikir û di pey ra jî şîna min û xwe giran nedikir.
Werhasil, ji berxê mala bavê min ra çiya û baniyan, deşt û zozanan şîn girt û giran kir; weyyy la li min bêzar, bêyî ziman û bêkesê. Weyyy la ku wey la…”
Piştî van hevokên xwe yên bi janî jî ber bi neviyê xwe mêze kir, xwar bû û bi wê dilşewata xwe serê wî miz da. Geh wê di dilê xwe da û geh di peyvên janî da got û got. Pîrik û tu nebêjî. Helbet, dibêjî û heta ku sibeh li te zelal bibe jî, nabêjî na û dibêjî.
Got:
“Min bi qurbana te delalî. Na, tu qet meraq neke. Maraq neke û ez tu car pirsa te bêbersiv nehêlim. Belê, ezê bersiva wê pirsa te bidim.
Lê, ne niha. Bila berxê min şîva xwe bixwe û zikê xwe têr bike, dû ra. Ku te nan û ava xwariye şûnda jî ji xwe tu guhdariya Pîrika xwe dikî. Ma ne weha ye, berxo? Min bi qurbana te û wê delaliya te; erê, wele û bile…”
Bi heska destê xwe ji girarê girt û tam kir. Rênî û dît di ser da kel hatiye. Ji ser agir beroşka xwe hilda û li pêşber xwe danî.
Ji ciyê xwe rabû û di rabûnê da jî got:
“Min bi qida, ka de tu jî rabe û bibe alîkarê min Pîrikê û ji ber stêr textê sifrê bîne dane û heta ez hatime. Ez jî rabim û ji berxê xwe ra kerikî ji nanê tendûrê, kevçiyek şimşat û jî tasan jî du tasên şûştî û paqij bînim. De rabe, min bi qurban. De rabe…”
Pîrikê berê xwe da nav firaq û folan, wî jî berê xwe da textê sifrê û di pey ra jî anî û li ber agir danî. Di hatinê da Pîrika Muhbê jî, bi xwe ra tasa ku anîbû bi girarê dagirt û da ber wî.
Got:
“Bixwe, lê pifê bike û wer bixwe, bavê mino. Bila Pîrika te di dil û ciger a xwe da bişewite, lê bila tu car zeval neyê te û neşwitî. Hêdî hêdî bixwe û bila devê te jî neşewite. Ku bişewite bi te ra Pîrik jî dişewite…”
Rabû û di rabûnê da jî bi pişta xwe va girt û gilî û gazinên xwe kir.
Pêra jî got:
“Heywax û heywax! Dêmeg, kalitî û pîritî jî divê para merivan û meriv hem kûz dibe, hem jî qidûm li merivan sist dibe û meriv jî dest û piyan dikeve. Ax, de tu yê werî ka çi bikî ku bi navê xwe jiyan e û jiyan jî wisa ye. Ax, de bila serê xwe bixwe û jiyanek weha jî qet nebe.
Çar rojên dinyalikê û ew jî li me heram bûye û ne ruyê rehetiyê ji me ra heye, ne jî tiştekî maye ku em jê hêvî bikin. Çû, lê newal bi newal çû û ew jî nema. Pîrika te ne jinikeke weha bû, lê bû weha û di wê da êdî ne aqil û ne jî hiş e. Ji Pîrikê ra tiştekî nemaye û yek hêviyek wê ye û ew jî tu yî. Kalik û Pîrik, her bi te şa û bi te bextewar in, berxo. Şikir ku tu jî heyî. Tu jî ku nebûyayî ka min çi xwelî li nava çavên xwe dikir, berxo.
Pîrika te bi çiqasî zanibe, bi hewqasî dikare ji te ra qala Mîrê Mîran bike; na, ne zêde.
Belê, ne zêde û biqasî ku min zaniye. Belê, ji te ra qalê dikim û dibêjim, lê bi kul û kesera vî dilî…”
Na, Pîrika Muhbê ne cixarekêş bû. Ax, lê de carînan jî wê ji cixara kalê yek hildida, dida alikî û dema ku canê wê jî xwestibe, vêdixist û jê firtek digirt.
Wê jî wisa kir, cixareya ku ji kalê girtibû û dabû alikî vêxist û jê behnek girt.
Di pey ra jî got:
“Lawiko! Pîrika te qet nizane ku ka te ji girarê hiz kir an, ne? Ger ku li berxikê min xweş nehatiye Pîrik dikare ji te ra tiştekî din jî bîne. Hêvî dikim ku bi dilê te bûye. De bixwe û zikê xwe têr bike, min bi gorî…”
Li benda bersiva wî nema û xwe bi xwe jî got:
“Ax, de tûrik e! Di tûrkê da jî çi ku hebûye meriv ji xwe ra wê dibêje. Berxê min jî ku ji bersiva Pîrika xwe ne qayîl bûye, dikare bibêje.
Helbet, helbet berxikê Pîrika xwe dikare here pirsa xwe ji kalikê xwe jî bike. Ji ber ku Xeloyê kalik ji Pîrika Muhbê zêdetirîn dizane û haya wî ji gelek bûyeran heye.
Ax, de bila be! Na, na! Ne bila carekê din berxê min berê xwe bide kalik û ne jî ji wî bipirse. Çer hebe hatiye pirsa xwe ji Pîrika xwe kiriye. Eha, min jî çi ku zaniye ez jî wê dibêjim. Erê û erê! Wele, ku vê rebena Pîrikê jî dît û dît.
Bila Muhba reben jî here û were, hem bike axîn û hem jî ji kul û kesera vî dilî ra bibêje û bibêje. Pîrik jî ku nebêje ka kê heye û kê bibêje…”
Darên nîvşewitî ji ser êgir şemitî bûn.
Wê jî ji ber xwe va girt û di pey ra jî da ser agir û tevilî kir. Dem e, tê û derbas dibe. Delalê wê şîva xwe xwaribû. Xwaribû, lê di bin siya dilê bi janî da xwaribû. Çavên Pîrikê li ser xwarina wî û wî jî şîva xwe pir zû xwaribû û qedandibû.
Bi wê dilşewatiya xwe wê carekê din got:
“Pîrika Muhbê, xwe bi qurbana bin lingê te bike, lawiko.
Li dora serê te geriyamo, nizanim ka tu têr bûyî an, ne? Ger ku dilê te dixwaze û tu têr nebûyî jî bila Pîrika te hîn din bike tasika te û bide ber te. Ka te çi got, berxê min…?”
Wî, bersiva Pîrika xwe bi deng neda, lê di erêniyê da serê xwe hejand û got, naxwazim.
Piştî îşareta serîyan jî ji ciyê xwe rabû, dev kir siretê Pîrika xwe; maç kir, pê ra hembêz anî û di guhê wê da jî kir pistepist.
Got:
“Ez ji te pirr û pirr hez dikim, Pîrikê. Pirr û pirr û hema bi qasî bilindahiya Çiyayê Agirî û Koxê Bingolê…”
Hîn bi wê maçik û hizkirina xwe bû, Dildar. Dev kiribû siretên Pîrika reben û bernedida.
Pîrikê got:
“Weyy, ez bi qurbana te dînokî. Dîno! De êdî bes e, lo. Weyy, mal ava te ez peritandim, ha. Min bi qurban, ka îca çi maye ku tu yê bi çi maç bikî. Ez jî nizanim ku ka tu dawa çi dikî. Madem ku pirr dixwazî tu here kalikê xwe maç bike, lo. Qet ne ez dizanim ka têrbûn çi ye, lê ew hîç nizane…”
Piştî demekî wî ji milên Pîrika xwe destên xwe kişand û pêra jî got:
“Pîrikê! Min jî di vê êvarê da hem dilê xwe bi te rehet kir û hem jî şîva xwe xwar. De bi destûra te ez jî biçim dev û diranên xwe bişoyêm û werim. Min ku şûşt û hatim jî êdî tu û…”
Wî, gotina xwe temam nekir, lê peyama xwe da, da û wer çû. Pir navbeyin nekir nav û zû jî vegeriya.
Di vegera xwe da jî bi pêştimala Pîrika xwe destên xwe ên şil ziwa kir. Di pey ra jî rûnişt û herdu destên xwe yên cemidî vekir û ber bi tîna agir girt.
Dilê wî bi ricif û meraqa wî jî wek meraqa berê bû.
Bi dengekî nizm got:
“Pîrikê! Eha, ez hatim û bi hatina xwe jî amade me…”
Wê jî bersiv da û di bersiva xwe da got:
“Eha, ez jî…!”
Pîrika Muhbê û nezanibe. Wê jî dizanî ku ka mebesta wî çi ye û ew çi dixwaze.
Ax, de dema ku dil jî bi êş bûye nikarî bi heft derfan şad bikî. Çavên wê li tirafa agir û peyvên wê jî bi janî bûn.
Ne tenê dar û ber, lê dil jî dişewite. Wê got û bi êşa wê ra dar jî şewitîn, kevir û dar û ber jî… De bila ji wê ra êdî ne tenê qirş û qal û bila dar û daristan, çiya û banî û mêrg û zevî jî bişewitin. Bila ji jana dilê wê ra ax jî bişewite û av jî.
Agir bi gotinên wê ketibûn û ji hevokên wê jî êş bûn, dibarî. Axîn bi dilê wê ketibû û kezeba wê jî pêra dişewitî.
Got:
“Min berê xwe da te û ji te û ji te hêvî dikim, eyy xwediyê rehma pir. Ji te hêvî dikim ku bila serî li Romiyan bikeve û qet nemîne…! Tu tu yî û tu wan li ber xişîm û xezeba xwe bixîne û bila tu car yeka wan nebe du. Min ji vî dilê peritî got û te jî bihîzt. Ji nav û mezinahiya te tu şik û fikara min nîne, Heqo. Deng dengê vî dilî ye û tu jî dibihîzî. Ji Romiyan ra tu car nehêle û agirê kulê bike mala wan û bila ji xwe xêrê nebînin û bi miradê xwe şa nebin.
Dayîk dayîk in, lê bila dayîkên wan tu car li ber pêsîra xwe dergûşa hûrik nebînin. Ku dîtin jî, bila jê tu xêrê nebînin. Zilm bû me dit. Me êş dit, zordarî dît. Ne rehmet, lê xişîm û afata Romiyan bû di ser me ra girt û barî. Ne mal bibêjî mal û ne jî kal û pîr û tu mendalek li heyatê man.
Na, bavê mino! Na, ne qesr û qonax, ne jî koşk û serayên vî welatî li ser bedenên xwe bi temamî man. Ax, welato tu xirab bî…! Şer bû, bavê mino.
Şer bû û di şer da jî merhamet û însaf nebû. Li berderê xelkê reqs û dîlan, li berderê me jî rojek nebûye, şîn û girî nebe.
Kê di ser me ra negirt ku Pîrik nebêje. Kê hat tanek li me da û wer çû. Ji alikî va bi hêzên xwe Urisan û ji alikî va bi top û tifingên xwe Îngilîz û Fransiyan berê xwe da me û hatin.
Tade bibêjî tade, rev bibêjî rev, muhacirî, mirin û kavilî bû para me û me jê bi tê ra xwe dît û jê kişand. Ew ji ser vê axê kişiyan û çûn, lê Roma tirek ma û neçû.
Neçûn, lê xirabiya nema anîn serê vî gelî û hîn jî bi kiryarên xwe yên wehş in. Na, bavê mino! Na, ji me ra ne tiştekî teze ye. Bi sedan salan e ku Romî bi vî tawanbarî û wêrankariya xwe ne.
Bi xişîm û xezeba xwe hatin û wer jî man. Werhasil, hem tu bibêje me li wan da ew neçûn û wan jî li me da em neqediyan.
Gotin e û hatiye kirin, berxo. Dibêjin; li meydana şer nelive, bisekine û bila qet jî şêr te bixwe, lê nekeve taldeya roviyê û xwe veneşêre.
Na, canê mino! Na, wî tu car xwe veneşart. Ji ber ku ne merivekî revok bû. Mîrê min bi wî navî xwe yê ezîz, çiftexasê mêran bû. Ew merivekî cegerpola û bi çar gûrçik bû.
Na, ew ne mirovekî tirsonek bû ku bireve û here xwe veşêre. Belê, tirs çi ye nedizanî. Bizdonek xwe vedişêrin, lê ew bi wêrekiya xwe bû û tu car xwe veneşart.
Tu car wî li hember Misto û hevalên wî serî netewand û her bi wê esalet û sekna xwe tîk sekinî.
Car heye meriv gavekî para va xwe digire, lê wî negirt. Negirt, ji ber ku di zagona wî da şert û şûrtê mêraniyê çi be, gor pîvana wê tevgeriya. Rev ne ji şanê mêraniyê ye ku ew jî bireve.
Ma nedikarî wek gelekan ji vî welatî dûr bibe. Ku bixwasta helbet, dikarî û di warê aboriyê da jî ne merivekî belengaz bû. Lê, neçû.
Esalet e û esalet jî ne qismet û nesîbê her kesî ye. Li gor pîvana mêrxasiyê tevgeriya û ji xwe ra nekir tohmet. Belê, wî jî wer zanî. Li ber xwe da, bû kelemê çavên neyaran û wer jî çû.
Ew hêviyek ji hêviya vî welatî û li wî dan. Wî bi sekna xwe jî, xof kiribû dilê Romiyan û Romî ji wî ditirsiyan. Kê ji wî netirsiya ku Misto jî netirse. Lê dan, bavê mino. Lê dan, lê bi qelaşî lê dan. Pûşt bûn, bi pûştî lê dan.[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 560
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://navkurd.net/ - 14-07-2023
פריטים המקושרים: 20
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 00-00-2022 (2 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
ספר: ספרותי
ספר: רומן
פרובנס: Kurdistan
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 14-07-2023
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 15-07-2023
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا ک ) על: 15-07-2023
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 560
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 517,545
תמונות 106,159
ספרים 19,170
קבצים הקשורים 96,557
Video 1,317
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.515 2!