הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 517,545
תמונות 106,164
ספרים 19,170
קבצים הקשורים 96,569
Video 1,317
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Welî Sebrî: Yar û Mirad - 12
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Yar û Mirad

Yar û Mirad
=KTML_Bold=Welî Sebrî: Yar û Mirad -12-=KTML_End=
Weli Sebrî

Pîrika Muhbê, nezanî çi bibêje.
Xwe bi xwe got:
“Himmm…Dêmeg, Xalid…!?”
Got û di pey ra jî serê xwe kir ber xwe û xwe bi xwe fikirî, lê…? Na, wê dernexistibû û nedizanî kîjan Xalid e. Bi navê Xalid ne yek, lê bi hezaran camêr hebûn.
Wê, destê xwe kir ber serê xwe û bistekî fikirî.
Fikirî û bi sê caran jî xwe bi xwe got:
“Xalid, Xalid, Xalid…!?”
Na, wê nedikarî li ser vî navî tiştekî bibêje. Nav ji wê ra ne zelal û gotina bike jî, nebû.
Di wê gavê da Pîrika Dildar bi tevliheviya xwe û ji wê ra gotin winda û bersiva ku wê bidaya jî, nebû. Tenê li çavên neviyê xwe mêze kir û wer ma.
Çiqasî lê mêze kir nayê zanîn, lê wê carekê din ji Dildarê xwe pirsî.
Pirsî û got:
“Na, wele min bi qurban! Na, Pîrika te nikare derbixîne. Ez jî qet nizanim ku ka tu qala kîjan Xalidî dikî. Erê, tu dibêjî Xalid, lê…? Na, nizanim Xalidê ku tu qalê dikî kîjan, Xalid e…?
Pîrik bi gorî! Li min bibore ku min nekarî ezê bibim alikarê te delalî. Ji ber ku bi vî navî ne yek, lê gelek û gelek lawên bavan hene…”
Ji ber vê axaftinê jî Dildar şaş û metal ma.
Xwe bi xwe jî got:
“Pîrika Muhbê jî qet tu tiştekî nizane. Xwezî min pirsa xwe ji kalik bikira. Dêmeg, kalik ji pîrikê pir û pir zanatir e. Ax, xwezî min qet ji Pîrika xwe ev pirs nekira. Qey Xeloyê kalik bila sebeb dirêj û dirêj diaxife. Dêmeg, dizane ku dirêj dike û diaxife… Na, na! Tu dev ji Pîrika Muhbê berde û here ji kalikê xwe bipirse, Dildar. Ew dikare bersiva te bide. Belê, ew…”
Got, lê de carekê wî pirsa xwe ji vê Pîrika xwe kiribû û cardin jî nedibû berê xwe bide kalik û here û ji wî ra bibêje; kalo, min ji Pîrika xwe pirsî, lê wê nekarî bersiva pirsa min bide û ji ber wê yekê jî min xwe li te girt û dixwazim vê pirsa xwe ji te bikim.
Ber bi pirka xwe mêze kir û got:
“Na, Pîrikê! Di wê axaftina xwe da kalikê min tenê nedigot Xalid, lê digot: Mîrê Mîran, Mîrê Zirav, Xalid Beg, Siwarê hespê Dêlbihene, mêrxasê êla Cibran û hwd… Eha, ez jî qala wî navî dikim, ha…”
Ka de îca tu bibêje navê ku kalikê min di axaftinên xwe da timî qalê dikir, kê ye û ji ku ye…? Ger ku min bizanbûya ji xwe min ji te nedipirsî…”
Dildar, pirsa ku dixwast ji Pîrika xwe bike, kir û di pey ra jî xwe paş va kişand. Pirs hatibû kirin û dor jî hatibû Muhbeta Xelîl û wek çawa meriv li per pêlên zelzele bikeve û biheje; Muhbeta Xelîl jî, bi wî navî ra wer hejiya û biçiqasî êş û jan û elem hebin bi carekê berê xwe dan wê û hatin li ser dilê wê paldan û wer man. Çavên wê di hêstiran da dagirtî man û agir bi dil û cegera wê ket.
Xwest biaxife, lê ne karî. Nekarî, ji ber ku gotinên wê di gewriya wê da bûn girêhişk, xitimîn, û nehatin der û neherikîn. Pîrika Muhbê, ji kûrî va kir axîn û biqasî çend xolekan jî deng nekir û bêdeng û bê seda ma.
Na, ne bi kêf û şayî û axaftinên xwe yên berê bû. Xwe bi xwe ponijî û nezanî ku ka çi bibêje û çi nebêje. Bigota, bi wê axaftinên xwe yên biêş berxê xwe xemgîn dikir, ku negota jî pirsa wî bêbersiv dima. Werhasil, dudilî û di navbeyna Xelîl û Celîl da mabû. Wê jî dizanî ku dema ew bersiva pirsa neviyê xwe nedabe ji wê ra dibe kul û keder û wer dimîne.
Pora serê wê çîlspî û tê da li tayekê reş bigeriyayî, nebû û te nedidît.
Ji wê pora serî her tayekê bi xwe jî îspatek ji îspata êş û elem û derd û kulên vê dinyalikê bû. Kes nizane, lê yek xwedê dizane rebana Pîrikê êdî çi dît û çi nedît.
Wê, hêstirên xwe ên bi janî di ser dilê xwe yê bizarîn da barand û li wê derê vêşart. Na, nedixwest berxê wê bibîne.
Pirsek ji wê hatibû kirin û nedibû wê nebersivanda, lê ji alikî va jî pirs bi xwe pirsekî giran bû. Na, ne tenê ji wê ra, lê ji berxikê wê ra jî mijarekê bi êş bû. Bêqirar û nedizanî ka çi biryarê bigire. Gelo ka îca wê yê axaftina xwe bikara an, ne?
Çaxa ku di babetekî da êş û elem û xem û xembarî hebûye îca meriv dikare ji zarokan ra bibêje û qalê bike…!? Zarok in û ji wan ra jî pêwiste ken û henek û lîstik hebin. Dildar jî ji wan zarokan zarokekî bû. Muhbeta reben bêqirar û berxikê wê jî bi meraq û bê hedûr bû.
Lîstika Dildar bi daran û wî ji nav agirê gurr darekî din kişand û da ber darika destê xwe û li qeysa wan mêze kir.
Mixabin, dema ku meriv ne bi aramiya xwe bûye pir carînan ya bi darik, ya bi poz, ya jî bi por û çavên xwe dilîze.
Ew li benda bersiva pirsa xwe bû û ji ber wê yekê jî hem bêhedûr û hem jî li ciyê xwe diqilqilî û her bi lîstika destê xwe bû; lîstika bi du darikan. Pîrika Muhbê jî hem bi tevdan a beroşê mijul û hem jî bi xemginiya xwe bû. Neviyê wê birçî, ew jî bi teqaze bû.
Di ser girarê da kel nehatibû ku bikaribe bide ber nevîyê xwe û zikê wî têr bike.
Ji alîkî va bala wê li neviyê xwe û ji alikî va jî wê girara xwe tev dida.
Pîrika Muhbê, demekê xwe bi xwe şewirî bû û di pey ra jî wê biryara xwe dabû û nedibû neaxife.
Dildarê wê li ber destên wê mezin bibû û wê bi qumaşê berxikê xwe dizanî û ji wê ra ne tiştekî xerîb bû.
Wê ku bersiva pirsê nedaya îca jî ji wê ra dibû derd û kul û ji neviyê wê ra jî dima wek êş û êşa dilê wî jî ne qebûlê Pîrikê bû.
Ax lo lawo, delalo lawo! Îca çima te pirsekî weha ji vê Pîrikê kir û di pey ra jî dilê wê bi dax kir…!
Pirsa ku jê hatibû kirin bi êş û wê jî tew nedizanî ku ka ji ku va dest pê bike û bersivekî çawa bide. Na, pirsa ku ji wê hatibû kirin ne bêbersiv, ji wê ra jî eyan û zelal bû.
Ne hindik, lê wê jî biqasî xwe êş û elem û derd û kulên vê dinyalikê dîtibû.
Dîtibû, lê heta niha jî bi qasî vê pirsê pirsekî êşdar ji wê nehatibû kirin. Muhbeta Xelîl, jinikekê xaraw û bi ezmûnî bû.
Şarika reş, nişana şînê ye. Ax, de îca ji dayîkên Kurdan kê bi reş a serê xwe nebûye ku Muhbê jî nebe.
Ew her bi xemginiya xwe û navê ku ji wê jî hatibû pirsîn jî navekî ezîz û birûmet bû. Ji kûrî va kir axîn û got:
“Li pey vê axîna xwe ka ezê çi bibêjim û çi nebêjim, berxo. Pîrik reben e û ji wê ra jî gotin winda û nîne. Hevokên vî zimanî ji min xeyîdî û gotinên ku hene jî birîndar û bi janî ne.
Birîn ku kûr be, kew lê nayê. Ax, tu nemînî, Pîrikê! Nemînî, ji êş û elem û kul û kesera vî dilî ra… Jan nahêle meriv biaxife. Dil jî nahêle û birîn jî…” Wê nedizanî ji ku va û çawa dest pê bike.
Belê, di encamê da wê dest bi axaftina xwe kir; kir, lê ne bi dilekî aramî… Ji wê ra dem bibû ezebek ji ezeba xwedê û bila xwedê lê bîne. Li ber agirê tifikê rûniştî bû û wek her gavî jî bi xemgîniya xwe bû.
Vegeriya hûrikê malê û got:
“Erê û erê! Tu bibêje bila qeda li vê dinyayê be, qeda. Ez jî dizanim ku ji min ra peyv aciz, qîmnekar û birîndarin. Muhbê jî dizane ku ji wê ra gotin winda, peritî û bê wate ne.
Axaftin e û axaftin jî car heye wek çîka arê bi dil û cigerê merivan dikeve û disotîne. Disotîne jî bila bisotîne, çi maye ku çi nesote. Na! Ne dikarim xwe bidim alikî û ne jî ji vê axaftinê birevim. Pirs e û pirs jî carekê ji min hatiye kirin. Bêgavîtî ye û nabe ez neaxifim û nebêjim.
Delîl dayîka te, Muhbê. Ji alikî va bilorîne û ji alikî va jî ji kul kesera vî dilî ra bibêje û bilorîne.
Bila ji vê êşa dilê te ra gotinên derbeder bizarin û bikalin. Bila ji jana dilê Pîrika te ra hevokên xwînî ji xwe fedî bikin. Dil ji dilan dixeyîde û pey ra jî vedigere ji xwe fedî dike.
Dil e, wek yê çûçikan lê dide û dipirpite. Bes, bila xwedê ba û bahoza Serhedê nede. Dilê Pîrika te her bi êş û ji wê ra bila zozan bi zozan zozanên Bingolê bişewite.
Ka îca ji mêrxasê mala bavê min ra gotin heye ku ezê bikim. Bila ji wî navî ra gulîbira Pîrika te bigîre. Çiqasî jan bikim hindik û çiqasî bigîrim û yad bikim jî, ji wî navî ra hindik e.
Ey hawar û hawara xwedê! Reben ez im, malim xirab… Peyv in, û peyv jî ji merivan dixeyîdin û hevok jî. Stran, strana mêrxasê vî welatî ye. Heta ez xweş bim, tu car ez nikarim wî navî ji bîr bikim. Ji Muhbê ra nav navekî pîroz e, berxo… Na, nikarim ji bîr bikim…”
Bi qasî xolekî bêdeng ma. Dilê wê bi êş û beşera wê jî ne xweş bû.
Mirov digot qey Pîrika Muhbê ne li cem berxê xwe ye. Na, ne bi axaftin bû, ji xwe dûr û dûr bibû. Di pey ra jî wê ber bi arikê va serê xwe rakir û li kêranên dimilmilî mêze kir.
Kezeb e, dişewite û yê wê çawa neşewite. Dilê tu Kurdekî nîne ku bi jana xwe nebe; hevok jî bi janî û gotin jî…
Piştê demekî wek çawa meriv bi gilî û gazinên xwe be, wer axifî.
Axifî û got:
“Ez nezan im, Helîme (navê dayîka Xalid Begê). Muhbê, hem nezan û hem jî wek te ciwanikê dil bi kul e. Derdê te derdê min û êşa min jî êşa te ye, Helîme.
Helîme, ka were were û ji min porkurê ra bibêje. Bibêje, ka çima ti bi vî navî egîdek ji egîdan û mêrxasek ji mêrxasan anî dinê û di pey ra jî teslîmê Roma xayîn kir, çima…? Qey te nedizanî Rom bêbext û bextê wan, nîne. Çima te dilê min û xwe bi hev ra dax û kir û êşa me giran kir, çima? Nezanîn zor û dêmeg te jî nezanî ye, Helîme. Nezanîn malxirabî û kavilî ye dayîka min, Helîme. Ji egêdê mala bavê min ra bêbextî bû, hat kirin. Bi dek û dolab berê xwe dan mêrxasê mala bavê min û destê wî li kelebcê dan, xwelî li serê me Kurdan; xwelî…
Belîs, tu bişewitî û agir di ser te da bibare, agir. Çima ji berxê mala bavê min ra tu bûyî ciyê gorê. Ax, li min ax! Dayîka te bimire mirin, dayîka te…”
Wê got û got; geh bi klam, geh bi helbest û geh bi lorîna dil…[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 592
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://navkurd.net/ - 14-07-2023
פריטים המקושרים: 20
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 00-00-2022 (2 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
ספר: ספרותי
ספר: רומן
פרובנס: Kurdistan
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 14-07-2023
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 15-07-2023
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا ک ) על: 15-07-2023
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 592
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 517,545
תמונות 106,164
ספרים 19,170
קבצים הקשורים 96,569
Video 1,317
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.578 2!