הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 517,545
תמונות 106,169
ספרים 19,170
קבצים הקשורים 96,581
Video 1,317
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Ziman
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

ziman

ziman
=KTML_Bold=Ziman=KTML_End=
Mehmet Emin Demir
Gelo ziman çiye? Girîngiya wê ji bo milletan û bi taybetî jî ji bo milletê wek kurd ên bindest û parçekirî çiye. Em ê bi wesîleya Roja Cejna Zimanê Kurdî di vê gotara xwe de li ser ziman û girîngiya zimanê kurdî ji bo milletê kurd bisekinin û vebêjin. Hêvî dikim şopînerên navkurd.net’ê jê sûdeke baş werbigirin.
M.Emîn Demîr
Ziman :
1 – Ziman navgîna ragihandinê ye. Mirov bi riya dengan hest û ramanên xwe radigihînin hev.
2 – Ziman dergûşa hemû afirandinên mirovan e, dergûşa çandê ye.
3 – Ziman nîşaneya nasnameya hevpar e.
Her netew çand û hunera xwe bi zimanê xwe dihûne. Neteweyek nikare bi zimanê milletekî din çand û hunera xwe bîne holê. Ziman di navbera qewmekî de pira do û îro ye. Eger zimanê neteweyekî nebe dê rabirdû û kevneperestiya xwe wenda bike û nikare pêşerojêkê ji bo xwe ava bike. Ziman di jiyana neteweyekî de tiştê herî girîng e. Lewra dewlemendiya neteweya a herî muhîm ziman e. Ji bo ku qewmek an milletek bibe netew ziman şertê herî muhîm e, anjî mirov dikare bêje ji bo netewîbûna milletekî şertê yekemin ziman e. Nebe ziman nabe netewîbûn. Gotineke Galleriya heye: ‘’Ga tanga, gan tîra’’ ango ‘’Bê zar û ziman nabe niştiman’’. Ango netewîbûn girêdayî ziman e û piştre girêdayî erdeki azad e. Kurdistan îro bindest e û kurd ji yekiytiyeke polîtîk dûr in. Yekitiya kurdan îro tenê li ser zimên maye. Pêwîst e her kurd ev benê yekitiya ku di nav kurdan de maye biparêze.
Parastina zimanê kurdî peywîreke netewî ye. Kurd li çar parçeyan bindest in û ji bilî Başûr û Rojava zimanê wan qedexe ye. Zımanê kurdî hetanî îro tenê li Başûrê Kurdistanê bi awayekî fermî bi qanûna dewleta Iraq hatiye bikaranîn. Li Başûr jî bi zaravayê Soranî perwerde hatiye kirin. Li her sê parçeyên Kurdistanê ên din zexteke mezin li ser zimanê kurdî hebû û dewletên dagirker ji bo tunekirina kurdan û zimanê wan her cure hovitî bi kar dianîn. Lêdan, sirgûn, talan û heta kuştin jî rêbazeke asayî bû ji bo dewletên dagirker. Dewletên dagirker di beriya her tiştî êrîşî zimanê kurdî dikirin û dema pêwîst dikir ji bo tunekirina zimanê kurdî bi hev re jî dixebitîn. Ji bo ku zaravayê kurmancî li Başûr nekeve fermiyetê Tirkiyê mudaxeleya Iraqê jî dikir û heta demekê bi ser diket.
Ziman sembola netewîbûnê ye. Xwedî derketina zimanê kurdî jî ji her kesî zêdetir berpirsiyariya netewperwerên kurd e. Di parastina zimanê kurdî de rola herî mezin a rewşenbîr û netewperwerên kurda ye. Eger rewşenbîr û netewperwer rola xwe baş bilîzin dê ji bo kurdên bêdewlet pêşerojeke hêja bê amadekirin. Na eger xwe ji vî karî dûr bigirin wê li hemper dîrokê tawanbar bin. Gencîneya ku bav û kalên me ji me re hiştînê em jî mecbûr in ji nifşê dû xwe re bihêlin. Dewlemendiya çand û hunera kurdî veguhesînin nifşên nû da ku ew jî ji vê dewlemndiyê bêpar neminin. Lewra ziman stûna çanda gelan e. Eger zimanê me têk biçe bizanibin ku wê stûna kurdan a kurdayetî û kurdewariyê xera bibe. Îro li Bakur zimanê kurdî di bin xetereya wendabûnê de ye. Mixabin ji dayikên ku bi tirkî nizanin zarokên ku bi kurdî nizanin peyda bûn. Pêwîst e li ser vê rewşê lêkolînên berfireh werin kirin. Ev jî karê sosyolog û zimanzana ye. Civaka kurda çawa hate vî halî. Gelo ma ji ber zimanên xwe fedî dikin anjî şert û mercên ku tê de ne wan mecbûr kirin. Lazim e kurdên hişmend û zana di her warê jiyanê de zimanê kurdî bi kar bînin û bi taybetî jî di mala xwe de bi zarokên xwe re bi kurdî biaxifin. Ancax wanî ji civaka kurdan re bibin mînakeke baş. Cihê mixabiniyê ye gelek rewşenbîr û nivîskarên kurd nasdikim ku zarokên wan bi kurdî nizanin. De îjar ew kesê ku nikaribe zarokê xwe fêrî kurdî bike wê çawa karibe civakekê biguhere. Lazim e em hevûdu mecbûre kurdî bikin û di her qada jiyana Kurdistana Bakur de tovên zimanê kurdî bavêjin.
Zimanê kurdî laşê me ye, lê zimanên biyanî kirasên me ne. Kiras tê danîn, tê guhertin, lêbelê laş hetanî mirine bi me re ye. Zimanê zikmakî ji roja bûyinê hetanî mirinê bi me re ye. Tiştekî wisa ye ku tu çiqas cih û warên xwe biguherînî jî û ji welatên xwe bi hezaran kilometre dûr jî bikevî her dem bi te re ye. Tu dikari dê, bav, jin, zarok û malê xwe li dû xwe bihêlînî, bi xwe re nebî, lê tu nikarî zimanê xwe li dû xwe bihêlînî. Tu herî kîderê zimanê te bi te re ye. Hevalê jiyanê ê yekem û ku hetanî mirinê mirov naterikîne ziman e.
Werin em ewilî ji mala xwe dest pê bikin. Wek Celadet Elî Bedirxan dibêje em dema ketin mala xwe em kirasê biyanî li devê derî deynin û wisa bikevin hundir. Celadet Elî Bedirxan di nivîsa xwe ya ku Kovara Hawarê de di bin navê ‘’Zilamak û Zimanek’ de derketiye wisa dibêje:’’Belê ji van kurdan re divêt, gava ji derve têne mal, herwekî cilên xwe ji xwe dikin û wan bi cilên malê diguherînin, zimanê xwe jî welê biguherînin û bi zimanên kûçê di nav malê de neaxifin û zimanê malê, zimanê mader wek tiştekî miqedes hilînin.’’
Bi rastî ev gotara Celadet hêjayî xwendinê ye û lazim e her kurd bixwîne û serpêhatiya zimanê Îbranî û tekoşîna Elyezer Bîn Yehûda ku tê de hatiye qalkirin nas bike. Bila kurd bibinin Yehûda çawa zimanekî mirî ê Îbranî ji nû ve derxistiye holê û îbretê jê bigirin.
Kurdno! Dijmin qewine û em gelekî qels in. Zimanê kurdî li Bakur ber bi mirinê ve diçe. Lewra li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê li sûk û kolanan kurdî nayê axaftin. Zimanê ku neyê axaftin zimanekî mirî ye. Zimanê ku ne di devê xelkê de be dê di binî erdê de be û tune bibe. Em ji bîr nekin ku dema em bi zimanê xwe neaxafin em di pişaftin(asîmîlasyon)ê de rola sereke dilizîn û ji dewletên kolonyal re dibin alîkar. Ji xwe armanca yekem a dewletên kolonyalîst ew e ku kurd bi zimanê xwe neaxifin û bi vê riyê zimanê kurdî bi kurdan bidin jibîrkirin. Lazim e em di lihistoka wan de nebin pêlîstok û xizmeta pişaftina wan nekin. Pêwîst e kurd vê lihîstokê xira bikin.
Li dijî lihîstokên dewletên dagirker bersiva herî baş ew e ku: Kurd li mala xwe, bi zarokên xwe re bi kurdî biaxifin û telewîzyonê kurdî temaşe bikin, li sûk û kolanan bi kurdî biaxifin, fêrî xwendin û nivîsandina kurdî bibin û zarokên xwe jî fêr bikin, bi kurdî bixwînin û binivîsînin. Kînga her maleke kurdan bû dibistaneke kurdî hingê wê kurd û Kurdistan rizgar bibin.
Roja Cejna Zimanê Kurdî li gelê kurd pîroz dikim û bi vê wesîleyê bavê zimanê kurdî Celadet Bedirxan bi rêz û hurmet bî bîr tînîm
(1) Serokê Komeleya Ehmedê Xanî a Rihayê
(2)Samî Tan, Rêzimana Kurmancî, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Stenbol 2011, r. 21
(3) Amîr Hassaanpour, Kürdistan’da Millyetçilik ve Dil, Weşanön Avesta, Stenbol, 2005, r,261 – 262
(4) Celadet Elî Bedirxan, Kovara Hawar, Sal 10 Hejmar 40, Şam, 1942, r. 944
[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 1,072
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://navkurd.net/ - 12-07-2023
פריטים המקושרים: 52
הספרייה
מאמרים
מילים וביטויים
מסמכי מפלגות כורדיות
ציטוטים וביטויים
תאריכים ואירועים
תרבות - פאזל
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 00-00-2022 (2 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
ספר: לשוני
פרובנס: Kurdistan
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 12-07-2023
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 14-07-2023
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا ک ) על: 14-07-2023
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 1,072
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 517,545
תמונות 106,169
ספרים 19,170
קבצים הקשורים 96,581
Video 1,317
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.953 2!